HEWLÊR, 8/5 2011 — Berî çend rojan Usame Bin Ladinê meznê rêxistina el-Qaîdeyê, bi destê Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê hat kuştin. Hindek kesan ew roj wekî roja xweşîyê jimartin ko mirovayetî ji terorîstekî mezin xelas bû. Hindekan jî wekî ziyan û karesatekê jimartin û gotin yek ji peyayên îslamê ji nav çû.
Eger ez rastiya nav dilê xwe bêjim, ez ne ji van bûm û ne ji wan. Ne hewqasê nûçeyeke geş e ko hêjayî şadimanîyê be, ne jî bi qasî serê derziyekê jî pê nîgeran bûm. Lê bêguman bo min jî, kuştina Bin Ladin rûdaneke mezin e, rûdaneke movikî ye di dîrokê de, reng e zincîreyek tol û tolhildanê di nav îslam û Emerîkayê de dest pê bike û diyar nebe çend kes tê de tên kuştin û çend salan jiyanê xwînî dikin.
Bin Ladin ne tenê mirovekî bi kuştina hezaran tawanbar e ta ko bi kuştina wî tol jê bête hildan û xelk pişta xwe bide dîwarekî û bi kêfxweşî bijîn. Bin Ladin bûye diyardeyek û bûye kultura bi hezaran kesî. Ta radeyekê mirov mat dimîne ko Emerîkayê bi hemû zilhêza xwe daye ber tolhildana ji Usame Bin Ladin ko take-mirovek e. Rast e, guman tê de nîne ko bûyera 11 îlona 2001-ê bûye girêkek di dilê emerîkiyan de, wî karê terorîstî hinav û naxên her emerîkiyekî jidil ve hejand û serwera welat lekedar kir, ko kuştina Bin Ladin ew kul û xem derman kirin, lê pirsa îslam û tundûtûjiyê ji wê mezintir e ko di mirovekî de kom bibe.
Em berê cudahiya navbera îslamê wek ayîn û îslamê wek tevgereke siyasî ji nav hev derxin. Îslam wek ayîn kêşe li ser nîne, ayîn her çi ayîn be ji bo xweşî û çareserkirina kêmûkurtiyên mirovan hatine, cihê rêzê ne û ayîna îslamê jî di pêşiya wan hemûyan de. Kêşe tenê bi îslamê wek tevgera siyasî re heye ko keleman dixe ber pêşketin û pêşveçûna jiyanê. Îslam wek ayîn, ayîna civaka herî paşketî ye di dinyayê de, îslama siyasî jî hîn dixwaze civakê bêtir ber bi paş bibe. Di vê hewldanên xwe de pişta xwe bi bizavên tundûtûjiyê girêdide, eger ne wiha be çima bi behaneyên bîrewerî rûbirûyê xeynî xwe nabe. Tundûtûjiya vê serdemê tenê ziyanê digihîne xwedanê xwe, ew serdema ko mirov bi hêza şûr xwe disepand êdî derbas bûye. Îslama siyasî vê fêm nake.
Wek em dibînin, ev îslama siyasî ji dema 11-ê îlona 2001-ê ve, hemû çîrok û rêzdariya xwe ji dest da. Kirde, kirdeyeke terorîstî ya gelek mezin bû, qet armancek ji bo îslamê pêk neîna. Hîç xêrek ji bo îslamê tê de nebû, tenê bûye sedemek bo hatina welatên rojava. Wê bûyerê mirovayetî kir du beş û bûye bingehek ji bo pêşrikiyê di navbera wan de, ne tenê rika wan li hember me her wiha rika me li hember wan.
Ji wê rojê û pê ve îslama ko ne tundûtûj be, ne hizirteng be, xeyrî red neke, bawerîyê bi pêwendiyên asayî û nermane hebe nema. Ta gihişte radeyekê ko ev navçe bûye dojeh. Kes nebêje ko îslama siyasî karîbûye di vî şerî de serkeftinekê bidest bihêne, vê tevgerê çi çekeke rasteqîn yan çeka zanistî û bîrewerî li hember aliyê din yê pêşketîtir bi dest ve nîne. Diyar dibe ko çendî mejiyê Usema Bin Ladin biçûk e ko ew jî dema dixwaze bi rêya kelaşnikofekê rûbirûyê pêşkeftîtirîn çeka zanistî bike. Bêguman livîn û tevgera wî hemû bi rêya hesareya (heyva) destkirî di bin çavdêriya wan de bû heta saeta kuştina wî.
Jinavçûna Bin Ladin eger ji reh û damaran de ew û rewta wî ya di binhişê gelekan de cih girtî binebirr bibûya, wê demê ez jî kêfxweş dibûm û wekê hemî xelkê min dê ahengekek jî bigirta. Lê wek min gotî Bin Ladin bûye kultur. Di her civakeke îslamî de, Bin Ladin bi hezaran hêkên xwe danane û li pey xwe hêlane. Di 11-ê îlonê de bedbextiya ko dest pê kir ko hawirdor mest bûn bi Bin Ladin, bi cureyekê ko kuştin û sirandina yekî ji wan kêm nake. Emerîka vê yekê baş dizane û ew dizane ko ev destpêka milmilane û berangarbûna digel tevgerên îslam de ye. Dizane ko di 11-ê îlonê de Usame yek bû û niha bêhejmar e.
Ez nikarim bêjim divê Emerîka çi bike yan divê çi bikira li şûna vî şer û firtonê de. Berevajî, reng e rojava bi giştî û Emerîka bi taybetî sûdmend bin ji pirsa terorê û îslama siyasî. Ev rewta îslamî ya tundûtûj ko sala 1979-ê li Efxanistanê dest pê kir, rojava ew li dijî Sovyetê bi kar îna.
Bêguman li Kurdistanê jî wek cihên din, ev çend roj e ko jinavçûna Bin Ladin li zora wan hatiye û niha ew bi tolhildanê difikirin. Ew niha bi milmilaneya di navbera rojava û rojhilata îslamî de xewnan dibînin û li gor baweriya wan ew bi ser dikevin ji ber hêza heqiyê di destê wan de ye. Ez nikarim amojgariyan bidim Emerîkayê, lê ez dikarim gotinekê ji hemayîn û hemwelatiyên xwe re bêjim.
Eger rast di xema serkeftina ayînê de ne, dest ji wê tundûtûjiyê berdin, çarenûsa Usema Bin Ladin ji xwe re bikin nimûne. Eger dixwazin payebilind bin, rêya jiyana serdemiyane bibijêrin, ji ber ayîn ne tiştek e ji bo xwe, ayîn di rojevê de xwe dinimîne. Civakeke pêşkeftî û nermane û xwedî rewişteke serdemiyane, ayînê jî bi xwe re payebilind dike. |