SELAHEDÎN, 2/10 2005 - Tê bîra min dema zaroktiyê, hem dapîra min ya rehmetî, hem jî mamosteyên min yên dibistana destpêkê, gelek caran şîretî me dikir û tiştek weha, yan jî tiştek bi vê maneyê digot: ” Yê ko xefkê li ber hevalê xwe vede, ewê bi xwe bikeviyê”. Vêca ne şaş bim ya ko niha li başûrê Kurdistanê û Îraqê dibe, tam ew e.
Dema ko TAL yanî zagûna birêvebirina Îraqê ya demkî dihate amadekirin, hemû ereb li dijî birgeya C (cîm) ya maddeya 61-ê bûn û digot kurd bi vê birgeyê dixwazin Îaqê parve bikin û dewleta serbixwe ava bikin. Ew birge dibêje: Eger ko %75 xelkê sê parêzgehan ji destûrê re bibêjin “Na” hingê destûr qebûl nabe.
Çi qasî kurdan digot bavo ev ne tinê ji bo me, lê belê ji bo hemû aliyan û bi taybetî jî ji sunniyan re garantî ye, wan her bawer nedikir. Îro jî bi tinê çeka di destê sunniyan de ji bo ko karibin destûrê ret bikin, ev birge ye, lê belê ji ber siyaseta ereban ya erebandina Kurdistanê, ev çek jî dê çirûk bike!.
Desthilatdarên ereb yên Bexdayê ji kevn de û bi taybetî jî piştî ko basî hatin ser textî, siyaseta erebandina Kurdistanê kire yek ji siyasetên xwe yên stratejîk. Di nava sîh û pênc salên desthilata xwe de, tevî Kerkûkê, herweha jî gelek bajar û bajarokên din yên Kurdistanê xistin ser parêzgehên Mûsil, Tikrît û Baqûbeyê.
Basiyên ereb dixwest bi vê siyasetê hêdî hêdî erdê Kurdistanê jê qut bikin û cografiya Kurdistanê pir teng bikin. Eger ko ne ketina Sedam û desthilata basiyan ya bi vî awayî jî bûya, desthilatdarên basî piştî mirina Sedam jî dê ev siyaset her berdewam bikira.
Piştî ketina Sedam û basiyan û avabûna Civata Desthilatê û piştre avabûna hukûmeta demkî û amadekirina TALê jî, ereban, lê belê vê carê erebên şîî û sunnî bi hev re hewl da heman siyasetê bidomînin.
Li gor maddeya 58-ê ya TALê divêbû Kerkûk û herêmên din yê erebandî yên Kurdistanê vegeriyana ser Kurdistanê, lê belê ereban bi behaneyên cida xwe ji vê yekê vedizî û hewl da ev madde qet pêk neyê.
Berevajî vê yekê gelek kar û biryarên hukûmeta Bexdayê xizmeta heman siyaseta erebandina Kurdistanê û bi taybetî jî Kerkûkê dikir. Eger ko ev siyaset wek xefkeka ereban ya li ber kurdan bête qebûlkirin, binêrin îro ereb çewa bi xwe ketine wê xefka xwe.
Ji bo çareserkirina pirsa Kerkûkê û herêmên din yên erebandî yên Kurdistanê maddeya 58-ê ya TALê wek xwe derbasî destûra Îraqê bûye. Bêtirî vê yekê demek jî jê re hatiye diyarkirin ko divê heta 31.12.2007-ê ev madde pêk hatibe û Kerkûk û herêmên din jî vegeriya bin ser Kurdistanê. Li gor wê maddeyê xelkê Kerkûkê û van herêman di referandomekê de dê biryar bidin ka vegerin ser Kurdistanê yan na?!.
Helbet piraniya xelkê Kerkûkê û van herêman jî kurd in, kurdên ko bibêjin jî em naxwzin bibin parek ji ax û gelê xwe, nîne. Anko heta tarîxa diyarkirî hem Kerkûk û herêmên din dê beşek ji Kurdistanê bin, hem jî erebên sunnî ko vê destûrê naxwazin, ji ber vê siyaseta erebandinê dê nikaribin destûrê ret bikin.. Çawa?!
Şîî jî weke kurdan dixwazin destûr derbas bibe, lewra ewê di referandoma 15-ê vê mehê de jê re bibêjin “Erê”. Sunnî jî ji bo ko karibin destûrê ret bikin divê baweriya %75 xelkê sê parêzgehan bînin ko jê re bibêjin “Na”.
Piraniya suuniyan li hersê parêzgehên Rumadî, Mûsil û Tikrîtê ne. Eger ko hemû xelkê Rumadiyê jî destûrê ret bikin, helbet sunnî dê nikaribin baweriya %75 xelkê Mûsil û Tikrîtê bînin ko destûrê ret bikin, ji ber ko kurd hejmareka mezin ya van du parêzgehan e.
Eger ko siyaseta erebandinê nebûya û bi dehan qeza û nehye û gundên kurdan neketana ser Mûsil û Tikrîtê, îro hêviyeka sunniyan dibû ko karibin destûrê ret bikin. Lê belê erebandin û zilma ko bi salan li kurdan hatiye kirin, îro rê li ber wan digire.
Ne tinê Sedam û basiyan, eger ko hukûmetên Ellawî û Caferî jî bi awayekî heman siyasetên erebandinê nemeşandana û maddeya 58-ê ya TALê pêk bianiya, dîsa îro belkî sunnî dikaribûn destûrê ret bikin, yan jî her nebe îro çansa wan ya vê yekê bêtir dibû.
Lê belê eger ko îro nikarin tiştekî welê bikin û dilê wan şkestî ye, bila ti gazinan ji kurdan nekin û tinê lomeyên xwe û tarîxa xwe bikin. Ma ti sûça kurdan e ko îro ew ketine xefkên xwe û nizanin çawa jê derkevin? Belayek e wan aniye serê xwe û bila kerem bikin xwe jê derxin jî. |