KURDISTAN, 15/1 2011 — Êrîşên terorîstî li ser filehên Iraqê û Misrê nemaze teqînên dêra Seyde Necat li Bexdayê û dêreke qubtiyan li Misrê di demeke ji hev nêzîk de, herwiha referendûma destnîşankirina mafê çarenûsê li başûrê Sûdanê ko dê bo cara yekê welatekî endamê Yekîtiya Dewletên Ereb parçe bike; ev bûyerên han bi tevahî encama bidawîhatina deh salên pêşî yên sedsala nû bûn.
Cudahî û nakokiyên bingehîn di navbera aliyên olî û netewî, maf û çareserî, reform û hêviya serxwebûnê digel xwezaya dualî ya naveroka van bûyeran ko miletek nêzîkî xewn û kêfxweşiya azadiyê dibe û dixwaze çarenûsa xwe destnîşan bike hiştin ko rêjîmên dewletên erebî, bi dilê wan be yan na, li rastiya hebûna gel û neteweyên din ji xeynî ereb û misilmanan li navçeya me, û di rewşeke taybet a herêmî û navnetewî de, mikur bên.
Pirsa înkarkirina hebûna van gel, mezheb û neteweyan li navçeya me rehên xwe di mejî, kultûr, kevneşopî û çanda me de kûr berdane. Di hemû aliyên civakî, siyasî û moralî yên jiyana me de rastiya vê yekê îspat dibe. Herwiha, ev yek di heyama dewleta osmanî de bi awayekî zelal hat xuyakirin û piştî ko Îtîhatçî hatin ser desthilatê jî nemaze di warê tevkujî û qirkirina ermen û kurdan de. Piştî vê jî –meseleya rojhilatê- derket holê û peymana Saykes-Picout hat îmzekirin û gel û netewe dabeş kirin, û rewşa hanê bi hatina rêjîmên totalîter û tundrew ên netewî û olperest re domand ko gelqiriyên fîzîkî, aborî û çandî dan meşandin û navçe danîn ser perengên êgir ên ko di her demekê de dikarin biteqin û birînên kevin careke din vekin.
Pir eşkere ye ko rêjîmên dewletên erebî, ko piraniya wan totalîter û neteweperest û radîkal in, serkeftin pêk neanîn di warê çareserkirina pirsgirêkên netewe û olên din ên ko li welatên wan dijîn. Referendûma ko niha li Başûrê Sûdanê tê kirin jî ne bi ”xêra” rêjîma Îslamî ya Sûdanê tê kirin, lê dikarim bêjim rastiya wê berevajiya vê yekê ye. Ger wiha nînbûya, wê serokê Sûdanê ji ber çi gef bixwara ko ewê li himberî cudabûnê olê bikar bîne?.
Hestên bêhêvîbûnê ko em li welatên erebî dibînin û berfirehbûna valahiyê roj pey rojê di navbera gel û desthilat û dewlet û civakê de û xwepêşandan û nerazîbûnên ko rojane li kolan û cadeyên rojhilat û rojavayê welatên ereban tên lidarxistin dijî gendelî û sitemkariya civakî û bêkarî û hejarî û bo bicîhkirina demokrasî û dadmendiyê ji aliyê piraniya cemawerên gel ve- tên wateya pêkanîna guherînê.
Haydariya erebî ya fermî ji aliyê serokên Misrê û Lîbya û emîndarê giştî yê Yekîtiya Dewletên Erebî hindava başûrê Sûdanê û referandûma wê dereng hat, lê dîsa jî helwêsteke rast bû nemaze ko ereb û serok û saziyên wan ên fermî mafê çarenûsê bo neteweyên din jî wek kurd û amazîgan nas bikin û li rastiya hebûna wan mikur werin. Herwiha gereke têgeha –kêmnetew û kêmjimar- ji holê bête rakirin û di vî warî de helwêsta ronakbîr û çalakvanê mafperwer ê ereb Ebdulhusên Şaban bibe nimûne, yê ko daxwaz ji hikûmetên Ereban kir ko mafên rewa yên ol û neteweyên din ji xeynî ereban li navçeyê bidin wan, û ev gelên din bikarin bi aştî û xweşjiyan bi ereban re bijîn.
Li ser astê civaka sivîl û saziyên NGO ên ne hikûmî û ramanvan û rewşenbîr û rojnamevanên Ereb erkên wan hîn mezintir in, û barê pêkanîna dewletên nû yên çaverêkirî li navçeya me dikeve ser milê wan bi xwe.
Di vî warî de, gava pêşî bi qebûlkirina prensîbê mafê çarenûsê û xwendina rastiya rewşa pêkhateyên her welatekî destpê dike, û dûre destnîşankirina welatên ko gelek netewe li wan dijîn û binavkirina wan, û pejirandina rastiya ko ev gel û neteweyên ne ereb xelkê resen in û şirîkên Ereban ên xak û dîrokê ne.
Eger ev gava pêşî hat avêtin, gava diduyan bicihanîna daxwazên van gel û neteweyan li jêr sîbera dewleta tevahiya pêkhateyan e. Bi dîtina min, di vî alî de pêşketineke baş hatiye pêkanîn û helwêstên ronakbîr û rewşenbîrên ereban derbarê gel û neteweyên ne Ereb de cihê rêzê ne, nemaze piştî doza filehan û başûrê Sûdanê û Kurdistana Iraqê rojev dagîr kirin û bûn cihê behskirin û gotûbêjkirinê.
Lê bawer dikim tiştê heta niha hatiye kirin têr nake û hê jî hinek têgehên kevin ên şaş û cihê şermezariyê ko ne di berjewendiya bihevre jiyan û aştiyê de ne li holê hene. Wek mînak, kesek behsa referandûma başûrê Sûdanê dike û wiha dibêje: "Azadiya başûrê Sûdanê rojeke reş a Efrîqayê ye" yan "Destnîşankirina mafê çarenûsê guherînek ji zordariya dewleta totalîter berbi paşguhxistin û dûviktiya tevahî bo rojavayê ye."
Hinek kesên din jî behsa Iraqê dikin û dibêjin: "Erebîtiya Iraqê rastiyeke dîrokî ye." Ji xwe hinek ji van kesan ko hê ramanên kevin û bêhûde di mêjiyê wan de bicih bûne, ji kesayetî, hêz, partî û ronakbîrên Ereban, van bûyeran gişkan û bi taybetî rewşa başûrê Kurdistanê û Başûr Sûdanê bi rêya teoriya plangêriyê şirove dikin û dibêjin: "Ev plan e û armanca wê parçe parçekirina neteweya Ereb e." Wek ko di daxuyaniya partiyên erebî de tê îdîa kirin.
Di dawî de baş dibînim ko wek nivîskarekî ereb ê navdar bikim, û gotineke dîrokzanê Norwêjî yê naskirî Christian Lo Lange bibîr bînim û gotara xwe pê bidawî bînim dema dibêje: "Mirovatî rastî jimareke zêde ya şer û wêraniyan tê, ko ne dijî dewleta netewî tên kirin lê dijî neteweyeke taybet ko di vê dewletê de serdest e û serwet û xêrûbêrên wê ji xwe re dibe û yên din li ser keviya rêyan dihêle." |