KURDISTAN, 25/10 2010 — Hevpeyvîna ko kanala El–Turkiye bi serokê Sûriyê Beşar Esad re, piştî bidawîhatina civîna "Civata Hevkariya Stratejîk a Sûriyê û Tirkiyê" li bajarê Latakiya berî çend rojan çê kir; helwêstên herdu welatan di heqê hinek pirsên cihê de girîngiya hevbeş a herdu aliyan zelal kir.
Di serî de jî, dosiya kurdî ya ko li gor çavkaniyên agahdar para `şêr û gur` di gotûbêjan de stand û bi amadebûna herdû wezîrên derve Davutoglu û Mûalîm û beşdariyeke serekî ji aliyê berpirsên ewlekarî û îstîxbaratên leşkerî û herdû wezaretên navxwe yên herdû aliyan ji ber Sûriyê û Tirkiyê hê reftarê li gel doza Kurd wek dozeke ewlekarî dikin.
Lewra paş mikurhatina Esad – a zêde dereng! - ko "Doza Kurd, pirsgirêkeke herêmî ye bi Sûriyê, Tirkiyê, Îran û Iraqê ve girêdayî ye..", Esad rûbirûbûna Kurdên "ne welatperwer" ragehand, ko bi piraniya xwe ya herî zêde dixwazin rizgar bibin, ji ber ji serkutî, koçberî û bêparkirina ji mafan û qirkirinê dinalin û dever û navçeyên wan rastî guherîneke demografî ya sîstemkirî tên: "Em ne bi doza Kurd re rûbirû dibin, lê digel hinek kesên Kurd û biyanî ko dixwazin doza Kurd bikar bînin re."
Esad bi vî hawî Kurdan li ser du beşan dabeş dike: Welatparêz û ne welatparêz: "Divê pêşî em berê xwe bidin dozê wek doza piraniyake niştîmanperwer li van dewletan, lê hinek grub hene dixwazin zererê bigihînin vê piraniya welatparêz." Di dawî de jî navbirî tekez dike ku: "Di warê pirsgirêka Kurd de, hevahengî di navbera Sûriyê û Tirkiyê, û Sûriyê û Îranê de heye."
Bi gotineke din, belavkirina rolan di navbera hersê rêjîman de heye li gor pêdiviyên ciyo-siyasî angu workşopên dûalî yên Sûrî-Îranî derbarê Kurdên Iraqê de û dûalî yên Sûrî-Tirkî derbarê Kurdên Sûriyê û Tirkiyê de û di asteke berfirehtir de hevkariyeke sêalî derbarê dosiya Kurd li navçê heye ko Sûriye ya Beisê rola serekî tê de dilîze – Gelo ne Şama paytext bû rawestgeha yekê ya civînên sêalî yên ewlekarî bo binaxkirina tevgera Kurd li Kurdistana Iraqê ji destpêka salên 1990an ji sedsala derbasbûyî?
Ev dosiya hanê ko destpê dike ber û bala hêzên serdest û desthilatdar li hersê paytextan berbi xwe dikişîne ji dema ko Kurdên Iraqê çarenûsa xwe ya federe destnîşan kirin di çarçoveya Iraqa Nû de berî nêzîka 20 salan û careke din metirsiyên wan şiyar kirin piştî şiyarbûna wijdanê civaka navdewletî derbarê pirsên gelan û mafê wan ê çarenûsê, û piştî nêzîkbûna dema referendûmê li ser destnîşankirina çarenûsa gelê Başûrê Sûdanê ko ji aliyê hinek nivîskarên Ereb ên navdar ve wek –erdheja Sûdanê- hat binavkirin, herwiha weke bijareya di navbera cudabûnê – ko herî zêde tê çaverêkirin- yan mabûna wek berê di çarçoveya Sûdanê de – ko egera vêya li gor piraniya texmînan kême.
Tevî haydariya Beşar Esad li ser bikaranîna zimanekî nerm û dîplomatîk û kontrolkirina riste û têgehan li gor adeta rêjîmên zordar ên daxistî û tevî ko rayedarên Tirk hewl didan fen û fûtan bikin bi rêya ragehandinê û bertengkirina mijara hevkariya stratejîk bi mijara terorê yan şerê dijî hêzên PKKê, lê mesele eşkere ye û pêdiviya wê bi fikirîneke zêde tune.
Li gor agahiyên ko ji civînên Latakiya hatine bidestxistin û zaniyariyên medya Tirk di van rojên derbasbûyî de, peymaneke nû di navbera Sûriyê û Tirkiyê de heye timamkera peymana Edene ye û tê xwestin bê derbaskirin di atmosfêra Rojhilata Navîn a tevlîhev di dema niha de, û di zîrveya mijûlbûna îdareya Emerîkî bi jimareke qirîzên navxweyî û derveyî ve.
Amadekariyên vê peymanê bi hûrbînî tên kirin ko wê di dema civîna wezîran ko biryar e di Befranbara bê de li Tirkiyê bi amadebûna serokwezîrên herdû dewletan bê lidaxistin de, bê morkirin. Bendên vê peymanê, rûbirûbûnên pêşwext dijî tevgera rizgarîxwaza neteweyî ya Kurd li herdû welatan lixwe digre, li jêr navnîşana – nehiştina terorîst û ne welatparêz û ajanên biyaniyan- bi rêyên cihêreng û awayên siyasî, leşkerî, ewlekarî, qanunî û aborî û çandî.
Di çarçoveya planên sazkirî de, berdewambûna Sûriyê û wek bersivekê bo bangewaziya Tirkiyê ko Davutoglu di serdana xwe ya berî dawî de di Tîrmeha derbasbûyî de bo Esad biribû; li ser bikaranîna kaxezên xwe yên kevin bi rêya vekirina kanalan ligel serkirdayetiya PKKê û dehifdana PKKê ko pabend be bi aştiyê û astengiyan li ber projeyên hikûmeta Erdogan dirust neke û diyalogê ligel Tirkan bi rêya Şamê bike.
Ev jî bi mebesta bicîanîna gelek armancan tê kirin wek vegerandina îtibarî û rêzgirtina pêgeha rêjîma Sûrî di dosiya Kurd de wek heyama Hafiz Esad dema hebûna serkirdayetiya PKKê li Sûriyê berî derkirin an radestkirina birêz Ocalan bo berjewendiyên xwe li himberî Tirkiyê ji alîkî û tevgera Kurd li Kurdistana Iraqê ji aliyê din û berî herduyan tevgera Kurdî li Sûriyê, bikar anî.
Herwiha hewldana derxistina nakokiyan di navbera Kurdan xwe bi xwe de, û ya herî girîng û xeternak lawazkirina rola îdareya Herêma Kurdistanê di proseya aştiyane ya çaverêkirî de ko ew berî her alîkî herêmî yê din pêve eleqedare û girtina rê li ber navçîtiya hêvîkirî ji aliyê birêz Mesûd Barzanî bo nêzîkirina ra û nerînan di navbera Kurdên Tirkiyê û hikûmetê de, ev rola ko niha bi awayekî zêde tê xwestin bo cîbicîkirina aştiyê.
Di vê çarçovê de, navgînên ragihandinê hinek agahî dan ko rêjîma Sûriyê lîstek bi navê 2000 Kurdên Sûriyê ko li baregehên PKKê li Kurdistana Iraqê ne, amade kiriye bi mebesta derxistina efûyê û pêşkêşkirina garantiyan ji wan re da vegerin welatê xwe wek beşekî ji misawemeyê, ligel daxuyaniyên erênî yên birêz Ocalan û hinek serkirdên partiya wî derbarê Sûriyê de, ko çavdêr wan wek nameyên siyasî bo aliyê beramber dixwînin.
Di qonaxên berê de, gava ko çendîn salan Hafiz Esad kaxeza Kurdî bi rêya aliyên Kurd li ser astê herêmî û navdewletî û nemaze li Tirkiyê û Iraqê bikar tanî, ew di heman demê de dijî tevgera neteweyî ya Kurdî li hundirê Sûriyê bi riya tundkirina serkutî, girtin û lidûvçûna çalakvanên siyasî û bicîhanîna planên Erebkirin û koçberkirinê bikar tanî. Bi taybetî ko şertê Hafiz ê yekem di reftara wî ligel partî û rêxistinên Kurdî-yên Tirkiyê û Iraqê- û vehewandina wan li Sûriyê ew bû ko ew piştîvaniya Kurdên Sûriyê nekin.
Gelo tiştê ko em niha dibînin wek girtin û lidûvçûnên berdewam û bi awayekî pir tund dijî Kurdên Sûriyê û ji biryarên destdanîna ser xak û zeviyan û heta bêparkirina –nijadperestî- ji xizmetguzariyên tendirustî li hinek nexweşxaneyan lêdana zengil e bo dûbarebûna rewşa kambax ko di destpêka salên 70an ji sedsala buhurî di dema Tevgera Teshîhî (sererastkirinê) hebû û dirêj kir di serdema Beşar de û bi xwîna dehên qurbaniyên rabûna Kurdî berî 6 salan û xwîna şehîdên Newrozê û di nav wan de şêxê şehîdan Maşûq Xeznewî, hat rengînkirin.
Tiştên ko heta niha li ser xweza û armancên planên –êrîşker- ên hevbeş di navbera Şam û Enqerê de hatine zanîn û naveroka peymana nû ko biryar e meha dahatû bê ragehandin, amaje didin ko peymana nû ne xizmeta aştiya navxwe li herdû welatan nemaze derbarê çareserkirina Pirsa Kurd bi rêya diyalog û çareserkirina demokratîk a kêşên civakî û jiyanî yên gelên Sûriyê û Tirkiyê bike, ne jî wê xizmeta aramiya navçê bike, ko di serî de qirîza gelê Kurd e wek pirsa destnîşankirina mafê çarenûsê yê gelekî bêpar ko jimara wî digihe nêzîka 40 milyonan û wek pêkhateya neteweyî ya 4an piştî Ereb, Tirk û Farisan tê jimartin, li gel pirsên teror, aborî, av, aştî û cengê û di heman demê de rêza îdareya civaka navdewletî nagire di pêwîstiyta çareserkirina pirsgirêkên gel û neteweyên bindest di çarçoveya rewatiya navnetewî û çavdêriya rasterast a UN û dezgeh û saziyên cîhanî yên peywendîdar –Başûrê Sûdanê û Darfor dû mînakên herî nêzîk in - û ji mînakên berê Teymûra Rojhilat û Kosovo.
Pirsa niha li holê ye: Gelo Tirkiyê dikare li jêr sîbera van pêşhateyan de û li gor van planên sîstemkirî endametiya YE bidestve bîne? Herwiha gelo Sûriyê dikare ji îzoleya xwe ya Erebî û navdewletî rizgar bibe û têkiliyên xwe berdewam û normalîze bike û proseya aştiyê ligel Îsrailê bo vegerandina Colanê bidomîne? |