HEWLÊR, 8/9 2010 — Hevnîştimanên min ên kurd ji min qebûl nakin dema dibêjim dîroka kurdan nîne. Hevalên min ên biyanî jî behitî dimînin ger tiştekî wiha bibêjim. Lê ez bi dokumentan nerîna xwe piştrast dikim. Dîroka kurdan nîne ji ber ko dîrok yanî şaristanî, şaristanî jî rêkxistineke dirusta dewletê ye.
Di dema borî de dewleta kurdan nebû, dewleta kurdî ya dawî 700 salan berî zayînê hat damezrandin û nêzîka sedsal û nîvekê dirêj kir. Em tenê wêya dizanin ko navê wê Mîdya bû, wekî din dengvedanek yan şûnşopeke vê dewletê di bîreweriya kurdan de yan li ser xaka Kurdistanê nemaye. Bi tenê kurd her sal roja 21-ê adarê bi vêxistina agir bîranîna wê zindî dikin.
Bê guman, li ser xaka Kurdistanê dîrok hebû, lê ne dîroka zarokên wê, ya dagîrkerên wê bû. Dagîrker ne tenê nahêle dîroka te hebe, lê herwiha dihêle tu bi rêveçûneke berevajî dîrokê, bide ser rê. Wek mînak, te neçar dike di rûbirûbûn û berxwedanê de pirên ser çemên welatê xwe hilweşîne. Mînakeke din, tevahiya raperînên kurdan di sedsala bîstan de bi lêdana bingehên polîsan destpê kirine. Ger mirov ne kurd be, nikare vê mijarê fam bike, polîsên welatên dagîrkerên Kurdistanê beşek bû ji alava serkutkirin û perçiqandina kurdan, ne alavek bû bo ferzkirina yasa bo xatirê jiyaneke şaristanî.
Ronakbîrê kurd ê navdar Mesûd Mihemed sala 2000-ê digot em kurd ev 2700 sal in li derveyî dîrokê dijîn. Wî di dîdareke taybet de derbarê destpêkirina vê desthilata xwebirêveber a kurdî de, ji min û çend hevalan re got, yanî ew desthilata ko di 1991ê de bi serhildaneke cemawerî destpê kir û sala din hilbijartineke giştî û damezrandina hikûmeta herêma Kurdistanê anî holê. Ev rewşa kurdan ligel rûxandina rêjîma Sedam ji aliyê hêzên Emerîka bû rewşeke sepandî û serkirdên erebên Iraqê lê mikur hatin ”hilbet ne bi dilê wan bû” û di destûra Iraqê de jî hat çespandin. Êdî kurd ketin dîrokê de.
Ji dêlva ko bingehên polîsan bigrin, êdî dest bi damezrandina wan kirin, ji dêlva ko piran têk bidin, dest bi dirustkirina piran kirin. Yan ji dêlva xerîbiya wan ji gelên cîran, dest bi dirustkirina peywendiyan ligel wan kirin û bihêzkirina dostaniya di navbera herû aliyan de.
Di hundirê 18 salên xwebirêvebirina kurdan de, Nêçîrvan Barzanî dema 13 salan serokê hikûmetê bû. Ev dema dirêj têr dike bo zelalkirina nasnameyeke tevahî bo kesayetiya wî ya siyasî. Bêguman, xeletî û kêmasî di rêvebirina wezaretan de hebûn, jiyan di tevgerê de bê kêmasî jî nabe. Hê ew li ser kursiyê xwe bû, min gelek rexne li karê wezaretan girt, lê niha ko nêzîka 10 mehan bi ser bicîhiştina postê wî derbas dibin, dem hatiye ko em nirxandineke giştî li ser karên girîng ên wî û hikûmeta wî û bandora van karan li ser jiyana civaka kurd.
Ger em li ser wê dema serokwezîriya wî baş rawestin, tê xwiyakirin ko bo birêvebirina welat, heta niha Nêçîrvan Barzanî kesê herî baş e di nav serkirdên Kurd de, kesê ko dikare gavan bavêje bo bicîhanîna xewna dîrokî ya gelê Kurd. Girjiyên navbera herdû hizban li ser kursî, di hundirê desthilata wî de, xav û bêdeng bûbûn. Hizbên paşguhxistî vejiyan û rêz li wan hat girtin. Azadiya ra û nerînê û rojnamevanî bipêş ketin. Kêmneteweyên turkmen û fille bi hebûna xwe hesiyan. Bi awayekî berpirsiyarnas guh da ciwan û ronakbîran û bê liberçavgirtina cudahiya hizrîna wan beşekî zêde ya xwestekên wan bicîh anî.
Di destpêka wergirtina postê xwe de, pêdagirî li ser mafê jinan kir û yasayên nû derxistin, wek mînak bo nehiştina kuştina jina li ser pirsa namûsê yan pirjinî. Bi kurtî, rêzgirtina vîna mirov li gor wî movika serekî ya bernama hikûmetê bû. Bi baweriya jimareke zêde ya kesan, Nêçîrvan Barzanî wek serokê bizava demokrasiyê li Kurdistanê tê naskirin. Diyar e ko niha, afirandina gelekî bi cesaret û xwedî îrade, baştirîn bingeh e bo dirustkirina welatekî ji neyarên xwe parastî, wate bo rêgirtina kesên ko dixwazin vî welatî dagîr bikin. Ev havêna hizrîna wî bû.
Berî 2003-yê, dahata herêma Kurdistanê kêm bû û tenê baca gumrikê bû, lê gelek projeyên xzimetguzariyê hatin bicîkirin ko bûn sedemê vegerandina baweriya xelkê bi paşeroja wan piştî pevçûna çekdarên herdû hizbên serekî di navbera 1994-1998-ê de. Piştî ketina rêjîma Sedam jî, herêma Kurdistanê bi awayekî seranserî vejiya. Wek mînak, niha elektrîk heta cihekî zêde hatiye dabînkirin, li jêr sîbera wan pro di serdema kabîneya wî de hatin destpêkirin êdî berhemanîna elektrîkê nêzîk dibe pêwîsiya Kurdistanê dabîn bike.
Berî çend rojan, Nêçîrvan Barzanî di civîneke çapemeniyê de ragehand: "Me karî di vê demê de ardûya pêdivî bo birêveçûna santeralên elektrîkê li hundirê Kurdistanê dabîn bikin." Ev hizrîneke stratejîk e ko mirovê kurd gelek caran tê de destkurt dixuye. Bê guman pê re negihişt petrola sipî bo bikaranîna navxweyî dabîn bike. Wek me dît jî, berî çend rojan Bexda tenê bo acizkirinê, şandina petrola sipî bo herêma Kurdistanê rawestand.
Mînakeke din: Hewlêr ji berî zayînê pirsgirêka wê ya avê hebû. Paşayekî aşûrî bi navê Senharîb 682-704 B. Z. ko Hewlêr li jêr destê wî bû, xwest tunelekê ji Bestore (çemeke li jorahiya Hewlêrê) bi 10 km avê bikişîne bajar, lê projê xwe xilas nekir û mir, Hewlêra me jî bê av ma. Çareserkirina pirsgirêka avê li Hewlêrê bi tena xwe efsaneyek bû. Avakirina jêrxaneya Kurdistanê wek: rê û otoban, avahiyên pêwîst bo xwendingehan, bo bingehên tendirustî, bo nexweşxane û zanîngehan, kanalazîsyon û kolanan, jiyan li herêma Kurdistanê vejand.
Lezgîniya pêşketina avedankirinê di vê demê de ji her kesî re cihê ecêbmayînê bû. Herêma Kurdistanê di salên borî de û hê jî di teqîneke avedankirinê de dijî. Sektora taybet ket tevgereke balkêş ko bi belgeya baweriya sermayedarên navxwe bû cihgîriya Kurdistanê, herwiha bûne dergeh bo hatina sermayedarên biyanî nîşana dirustbûna baweriyê bû bi dahatûya herêmê. Ev hemû lî jêr sîbera aramiya navxweyî û coş û germiya birêvebirina hikûmetê bicîh hatin, ko bernama wî mirovê dewletî bû ko bo derbasbûna nav dîrokê, ev dewranek bû kurd li bendê bûn.
Jimareke zêde ya tiştên din dikarin li vir bên destnîşan kirin: Bikaranîna dîplomasiyeke nerm û şefaf ligel welatên cîran û revandina tirs û xofa wan ji ”dêwê” dewleta kurdî, wek me dît bi xêra vê polîtîkaya nerm, welatên derdorê nemaze Tirkiyê hêdî hêdî hizra dewleta kurdî qebûl kir. Kirina Kurdistanê wek beşekî çalak di cîhana derve de bi riya vekirina firokexaneyên pêşkeftî, herwiha danîna Kurdistanê li ser nexşeya berhemanîna enerjiyê li cîhanê bi riya girêdana girêbestên petrolê, ko vêya bi tevahî kurd nêzîkî xewna wan a kevin kirin. Her kes dizane gelekî bihêz di warê vîna siyasî û vejiyayî bi bingehên xwe yên aborî, geleke li ser riya dîrokê berdewam e, gelekî bi vî rengî ne tenê rê lê nayê girtin bo serxwebûnê, lê bixêrhatin jî lê tê kirin, ji aliyê yên ko heta duh jê dûdil û bi guman bûn.
Derketina Nêçîrvan Barzanî ji koşka serokayetiya hikûmeta herêma Kurdistanê, dudilî li ba jimareke zêde ya welatiyên Kurdistanê peyde kir, ka gelo bernamên wî destpê kirin, wê bi heman coş û germiyê berdewam bin yan na. Gelo kurd bi rastî ketine ser riya rast a dîrokê yan careke din jî jê derdiekvin, ji ber ko kurd fêr bûne pêngavên xwe serobino bikin.
Martin van Bruinessen kurdzanekî holendî ye, di axaftinekê de ko di salvegera jidayikbûna serkirdê efsaneyî yê kurd Mistefa Barzanî de da, dibêje di serdemê xebata Barzanî de ”yanî bizava navbera 1943-1979-ê” de kurd ji eşîrekê bûn neteweyek, lê piştî nemana wî, careke din bûn eşîrek.
Metirsiya vê carê jî ew e, bernamên ko di serdemê serokayetiya Nêçîrvan Barzanî de bo hikûmeta herêma Kurdistanê bi armanca wêya bi rê ve diçû ko miletekî biafirîne ko hikûmetê ya xwe bibîne ne ya hizbê û eşîretê, herwiha herêma Kurdistanê ber bi yekîtiyê ve bibe û ne dubendîyê ko di dawîyê de ev bername hilweşe û ber bi paş ve here. Ev tirs bi awayekî sergirtî di hişê hevwelatiyên Kurdistanê de dizê, bêguman bo kesê ko bixwaze hest pê bike yan guhdariya wê bike. [Rûdaw] |