DIYARBEKIR, 10/9 2005 — Bi gotineka giştî şer, rêbaz û şiklekî tundrew ê sîyasetê ye. Di vê çarçovê de, dema ko hemû rê li ber sîyasetê bête girtin, bi tevî hemû encamên wî yên xeraker, carna bikaranîna vê rêbazê jî dibe mîsoger. Sedem çi dibin bila bibin, encamên şer, xwîn û mirin û koçberî û wêrankarî ye.
Şer û aştî, du peyvên dijber in. Bi giştî di dawîya her şerî de aştî jî çê dibe. Tu wextekî aştî ji bo mexlub û serketiyan heman manayê nade û nabe bingehekî zexm ê lihevhatinê. Lê belê bêşik di encama her aştiyê de, serkevtî bî yan mexlub, du alîyên muxatab hene. Çawa ko şer bi yekalî nabe, aştî jî bi yek alî û veşartî nabe.
Di heman demê de şer û aştî jî bi hev re nabe. Dema ko hem şer û hem jî aştî hebe, li wê derê nakokî û xapandinek heye, şêlokirina hedef û armancê heye. Îro helwest û polîtîka Kongra-Gel/PKK-ê jî ev e. Di heman demê de hem şer dike û hem jî aştîyê dixwaze.
Divê em kurd baş bifikirin û muhaseba xwe bikin, gelo encamên vî şerî çi ne û kî jê feyde werdigre? Dixwazim li ser vî şerî bi kurtî çend xalên girîng dîyar bikim:
Yekemîn: Her wekî me li jorê jî gotibû, şer, rêbazekî tundrew ê sîyasetê ye. Ko hedef û daxwazên te yên sîyasî hêjayê şerkirinê nebe, şer dibe sedemê şêlokirin û terorîzekirina dozê. Di vê çarçovê de bûyerên ko îro diqewimin hem gelê kurd û doza wî û hem jî gelê tirk terorîze dikin.
Duyemîn: Piştî girtina Abdullah Ocalanî biryara rawestandina şer, ev çar-pênc sal e ko xof û tirsa hêzên çekdar li ser xelkê kurd kêm kiribû, xelkê hinek dikarî bîr û rayên xwe û helwesta xwe bêşik û bêtirs bîne ziman. Hêzên çekdar û desthelat, dixwazin bi şert û mercên şer û tundrewî, cardin xof û tirsa berê têxin dilê xelkê.
Sêyemîn: Di nav alîgir, rêxistin û kadroyên PKK-ê de, li ser polîtîkayên “pêvajoya nû” mûnaqeşeyên pirr zêde hene, gelek mirov li hember vê sîyaseta “pêvajoya nû” di nav rêxistinên wê yên penî û nepenî de mixalefeta bêdeng bi rê ve dibin û yên ko hêvîya guhartinê nabînin jê vediqetin. Ji ber vê yekê gelek kes têne tehdît kirin û hinek ji wan jî têne kuştin. Yek ji armanca vî şerî ev e, di rewş û şertên şer de, mixalefeta nava rêxistin û dervayê wê bête bêdeng kririn û yekîtiya rêxistina PKK-ê bête parastin.
Çaremîn: Her weha şerê PKK-ê ne li dervayê têkilî û sîyaseta navxwe ya Dewleta Tirkiyê ye. Alîyê eskerî û bîrokratên nêzîkê wan yên di nav saziyên dewletê de, dixwazin bi delîveyên şerê PKK-ê AK-Partîyê terbiye bikin û di nav senga (teraza) dewletê de pozîsyona xwe ya berê biparêzin. Di vê çarçovê de, lawazkirina têkiliyên Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê jî yek ji hedefên vî şerî ye.
Pêncemîn: Ya dî ev e ko di çarçova sîyaseta Rojhelata Navîn de bi tehdîta vî şerî, li ser serkirdayetiya başûrê Kurdistanê tesîr bête kirin ko ji daxwazên xwe yên sîyasî-netewî paşve gav bavêjin. Bi taybetî jî li ser rewşa Kerkûkê. |