[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Xwelîbiser
[FÎNLANDA, 23/11 2009] — Carekê zelamek hebû yê jina wî mir û keçikek biçûk bo wî hêla. Piştî çend salan wî zelamî, ko dixwest keça wî bibe hevparî hezkirin û sereguhiya dayikane, dîsan bo xwe jinek anî. Ev jina wî bîjin bû û du keçên têrtemen hebûn. Lê ev jin zor û zalim bû û keçên wê jî ji wê bi xwe kembaxtir bûn. Keçika me ya reben di nav van xizmên xwe yên nû de ketibû belayên mezin. Zirrxwişkên wê hesûdî pê dibir çiku keçik pirr spehî û delal bû û zirxwişk kirêt bûn. Çi ji destê wan hatiba, wan dikir daku keçikê xemgîn bikin. Taliyê ji ber hesûdî û çavnebariya wan jiyana keçikê lê bû barek giran. Wan hemû xwarin bi keçikê dan çêkirin û aman pê dan şûştin. Ji ber ko keçik bi şev û roj di nav tenî û xweliyê de bo wan dixebitî, wan navê wê kir Xwelîser.

Paşayê wî welatî tenê kurrek hebû. Bo paşayî pirr giring bû ko kurrê wî bo xwe jinekê bîne lew wî govend û dîlanên mezin li dar xistin û bangî hemû keç û zeriyên welatê xwe bang kirin daku kurrê wî yek bi dilê xwe ji nav bibijêre. Şahiya wan dê pirr xweş ba û dê sê rojan vekêşaya û hemiyan dixwest biçinê ji ber ko wan dizanî ko dê kurrmîr bo xwe dezgirekê ji nav wan bibîne.

Zirrxwişkên Xwelîserê jî hatin vexwendin. Jin hingê pêve wan ji bilî krias û fîstanên xwe bas ti tiştî nedikir çiku her yekê ji wan bi dizîkî hêvî dikir ko kurrê paşayî wê bistîne.

Dema roja mezin taliyê hat, wan hê zû piştî taştê dest pê kir cilên xwe li xwe kirin. Diviya Xwelîser alîkariya wan bike. Hemû rojê wê pirçên wan şe kirin û bo wan ji vir dibezî wir û di xizmeta wan de bû.

Dema Xwelîserê cilên wan yên ciwan dîtin, dilê wê jî çû govendê. Lê dema wê bi şermokî ji xwişkên xwe xwest ko bihêlin ew jî li gel wan biçe, wan henekên xwe bi wê kirin û pê kenîn.

— Tu û govend? xwişk lê qîjîn. - Ca tu dê li dawet û dîlanan çi bikî, perritiyokê, lewitiyokê! Na, na Xwelîserkê, tu vegerre nav tenî û xweliyê - ew xweş cih e bo te û pindiloşkên mîna te.

û paşî zirrdayik û zirrxwişk bi erebeya li dû du hespan ajot keleha paşayî, û Xwelîser li malê hat hêlan. Ew rûnişt ber agirê kuçkî û dest pê kir hêdîka bo halê xwe girî çiku wê hest pê kir ko pirr xemgîn û bêkes e.

Dema ew li wir rûniştî bû û agir li dor wê gurr bû, wê bihîst ko dengek bangî wê dike:

— Xwelîser, Xwelîser!

Keçikê xwe hilavêt daku binere ka kî ye bangî wê dike.

Li ber kuçkî li pêş wê pîrejineka xwe spartî gopalê xwe hebû. Ebayek dirêjî sor li ber bû, cotek pêlavên binbilind li piyan û kumek reş li serî.

Xwelîserê nikarî bizane ka ev jina nenas ji kû ve hatiye, ne bawer e ko di pencereyê yan derî re çiku herdu jî girtî bûn.

Xwelîser ecêbgirtî ma lew dev ji giriyê xwe berda û rik li wê jinikê nerî.

— Çima digirî? pîrejinê jê pirsî.

— Ji ber hindê digirîm ko dayik û xwişkên min çûne dawet û dîlanan û ez li vir hêlame, Xwelîserê got.

— Ma tu jî dixwazî biçî govendê? pîrê pirsî.

— Belê, dixwazim lê ti bêmifa ye çiku min ji bilî kincirrên perritî ti cil nînin li xwe bikim, Xwelîsera reben kinkinî.

— De ka negirî, keçikê, pîrejinê ji dil gotê. - Ez perî me, parêzera te me. Ger wek ez dibêjim bikî, belkî bikarî biçî dîlanê. Niha bibeze nav bûstanî û bo min xiyarekî bîne.

Xwelîser bezî nav bûstanî û mezintirîn xiyarê dît anî.

— Niha herre xefika mişkan ji bindavê bîne, parêzerê gotê. Xwelîser beziyê. Şeş mişk ketibûn xefikê. Pîrejinê ew xistin pêşiya xiyarî, koremişk kir ajovan û du margîsok li piştê bi cih kirin û paşî destê xwe li raserî wan anî û bir. Hevdem xiyar bû erebeyek pirr şeng û şirîn, mişk bûn şeş hespên spehî, koremişk bû ajovanek xweşeng û margîsok bûn du xizmetkarên dirêj yên porrê wan dondayî û goreyên wan armûşî bûn.

— De va ye, pîrejinê gotê, - ev e erebe daku pê biçî.

— Ax, Xwelîserê got, - ma ez ê çawan biçim govendê! Min ji bilî van cilên kincirr ti nîne!

— Tenê ew? periyê jê pirsî. Wê destek xwe hejand, û kincirrên Xwelîserê bûn delaltirîn cilên cîhanê ko her cûn zêrr û zîv û zirrzirrok û pirrpirrokên bihagiran pê ve dibiriqîn. Morîk û mircan bi pirça Xwelîserê ve çêbûn, û li piyên wê şeng û şirîntirîn şimikên şûşeyî bûn.

— De niha, pîrikê gotê, - niha dikarî biçî govendê. Lê ji bîr neke, berî saet dozde vegerre çiku ger derengtir bimînî, hemû şengiya te dê berze bibe û cilên te dê bibin kincirrên perritî.

Xwelîserê soz da ko bi şîretên pîrika xwe bike. Paşî ew rûnişt di erebeyên spehî de. Xizmetkarê wê derî girt, ajovan şiva xwe veweşand û hesp berev cihê govendê bi rê ketin.

Li hemû eywan û serayê xelk mat û heyirî ma dema keçik giha wir. Dêmê wisan şirîn û erebeyên wa şeng qet nehatibûn dîtin lew her kes diramî ko divê ev keçik dotmîrek be ji dûristanê hatibe.

Hemû berdestiyan û mêvanan xwe da alî daku rê bidin wê. Dema kurrmîrî ew dît, di cih de dil ketê. Hemû êvarê ew li gel Xwelîserê dansî. Di dilê xelkê de ti guman nema ko kurrmîr dê wê bibijêre daku bibe hevsera wî.

Şîreta pîrikê ji bîra Xwelîserê neçûbû lew wê dozde kêm çarêkekê xatir ji kurrmîrî xwest û bi rê ket.

Ew tam berî saet zengila dozdeyê lê bide giha malê. Hevdem hesp bûn mişk, ajovan koremiş, xizmetkar margîsok û erebe xiyar. Dema xwişkên wê hinekî derengtir gihan malê, Xwelîser di kirasê xwe yê perritî de li nav xwelî û teniyê rûniştî bû.

Dotmîra xerîb ya hatibû dawetê pirr bala xwişkên Xwelîserê yên kirêt kêşabû. Hemû roja din ew li ser wê dipeyivîn bêyî ko wan ti hay jê bibe ko ew zeriya bedew xwişka wan ya kêmqedirkirî Xwelîser e.

Êvarê, dema xwişkên Xwelîserê dîsan çûn govendê, tam wek cara berê perî hat nik wê. Dîsan Xwelîser bi erebeyê çû kelehê, vê carê bi cilên hê xweşiktir. Hemû wê êvarê jî kurrmîr bi wê re reqisî.

Lê êvara sêyem kêfa Xwelîserê hind xweş bû ko şîreta pîrikê qet nehat bîrê ta wê tavilê bihîst ko zengila saet dozde lê dide. Hat bîrê ko tam wê bîska zengil bi dawî bêt, cilên wê yên ciwan dê bibin kincirr lew wê bi lez û bez ji dîwanê bazda. Kurrmîr li pey bezî daku bigihiyê. Xwelîser ji tirsan wa zift revî ko kitek şimika wê ya biçûk ji piyî ket.

Kurrmîr sekinî daku şimika ketî rake. Xwelîser jê filitî lê jixwe dem bû jî. Tam dema ew ji hewşa kelehê derket, zengilan hew lê da û pê re jî hemû şengûşoxiya wê hinda bû û dîsan kevnekirasê wê li ber ma.

Dema kurrmîr giha nêrdewanên kelehê, êdî dews jî ji dotmîra narîn nemabû. Dergevanan dizanî ti kes derneketiye, ji bilî keçikek xidam ya bi kincên rîçalok. Kurrmîr neçar bi tenê vegerre nav govendê, pê re tenê kitek şimika şûşeyî wek bîranîn ji zeriya zerîesmer ya dilê wî bi neçarî ketibûyê.

Roja din paşayî hemû peyamber û daholqutên xwe şandin daku ragihînin ko kurrê paşayî dê li gel wê keçê bizewice ya ev şimikê kêrî piyê wê bêt. Lê tevî ko hemû jinên wî welatî xwe li şimikê cerriband, ew kêrî wan nedihat - piyên wan pirr mezin bûn!

Taliyê peyamber hatin wî xanî yê Xwelîser lê dijiya. Pêşî zirrxwişka wê ya mezin şimik cerriband lê qet ne gengaz bû biçe piyan çiku pêçiya wê ya mezin zêde gir bû. Hingê diya wê, ya ko bi coşî li cerribandina keça xwe dinerî, kêr da dest wê.

— Tila xwe ya mezin bibirre, wê gotê, - ca çi ye ger seqet bî madem jina kurrê paşayî bî, jixwe dê her bi erebeyan bigerrî.

Xwişka mezin pêçiya xwe birrî lê bêwec bû, şimik bivê-nevê mezin bû lew taliyê wê dest jê berda û raberî xwişka xwe kir.

Lê bextê xwişka din ne ji yê wê spîtir bû. Erê cihê tilên piyê wê tê de hebû lê paşpanî nediçû tê de. Dayikê xwest ew paşpaniyê bibirre.

— Ca bo çi ye? wê gotê. - Dema jina kurrmîrî bî, ne hewceyî piyan î.

Lê dema wê paşpaniya xwe birrî, şimik êdî zêde mezin bû û kêr nehat lew taliyê wê jî şimik hêla.

Xwelîser bi şermokî hat ji pişt derî yê ko wê xwe lê veşartibû û pirsî ka ew dikare şimikê bicerribîne. Zirrdayik û -xwişk pirr lê enirrîn û xwestin bi lêdan û qutan wê ji wir derbixin lê peyamberan rê nedayê.

— Kurrmîr dixwaze her keç û jina welatî şimikê bicerribîne, wan got û ji Xwelîserê xwest ko rûne û bike piyê xwe.

Û şimik tam kêr wê dihat!

Dema hemû li Xwelîserê civîn, wê kita din jî ya şimikê ji berîka xwe deranî û kir piyê din. Hê ew baş negihiştibû wa bike jî ko kevnekirasê wê lê bû taximek cejnane û ew bû ew zeriya spehî ya dilê kurrmirî li govendê ketibûyê.

Kurrmîr ji kêfa ji hal çû dema ew dît. Wan dawet û dîlanên mezin û şahane kirin.

Lê zirrxwişkên wê wa diqehirîn ko hema dê ji kerb û kînan peqîban. Roj bi roj ew kirêttir bûn ta dawiyê ew wa erjeng dixwiyan ko êdî kesî dil nedikir lê binere. Lê Xwelîser her spehîtir dibû û hemû jiyê xwe jiyanek bextiyarane li gel kurrmîrî borand.

Wergerandin: Husên Muhammed

-----------------------------------
Nivîskar: Charles Perrault (1628–1703)
Weşandin: 2009-11-23
Xwendin: 7646
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org