Heke bi tu awayî ji te re mumkun be, ji kerema xwe re, wisan bike ko ev bûyer neqewimîbe! Çi bixwazî ez ê bikim!
Duayeke ji zarokan re tîpîk; ji her afirandiyê xwedayî yê ko belkî wê demê bangê bibihîze re tê arastekirin.
HELSÎNKÎ, 19/8 2009 — Piştî salên xwe yên keçaniyê dilê min nexwestiye wan celeb pirtûkan, ên ko tijî bûyerên keşifandî û mirovên tineyî ne, bixwînim û cudayî jî tine ye heke Hemingway, Joyce, Aho, Christie, Jansson an jî kîjan ji wan mîlyaran destên wêjehez ên cîhanê nivîsîbin - ez pêtir ji rastiyên bênakok hez dikim, û ji bo ko dema xwe xweş derbas bikim, carna ferhengên zanistî dixwînim. Jixwe di jîna bi realîteya xwe re de jî zorê dibînim loma şiyarkirin û zeximandina hêza xwe ya ramanî bi çîrokên xeyalî ê rastiya min bi temamî li ber min wenda bikira. Hê niha jî ne yekdil im ka kîjan beş ji bîranînên min bi rastî yên rûdayî û kîjan jê tenê xeyalên vala, yên ko tu bedelên xwe di wê dewrana dîrokî, ya ko wek rastiya objektîvî tê navandin, tine ye, pêk tê.
Ez naxwazim li ser raboriyê biponijim ji ber ko ew hişan tevlihev dike û zikêşiyê tîne û di ser wan re jî dibe sedema mîgrenek giran. Lê nikarim kurê xwe ji bîr bikim. Loma piranî caran, merik di destan de, ez goristana bîranînên xwe dikolim û hin beşan ji jiyana xwe ya bi kurê xwe Ruupert re derdixînim. Peywendiya wî ya sosret a bi trênan re, biserketinên wî yên giranbiha û rojên wî yên bextiyariyê, yên ko ez serbilind dikirim, û hertiştên din. Ji bo kurê xwe ez van ramanan li ser kaxezê dinivîsim, û ji xewnan, bîranînan, ji herderê li wî digerim. Ditirsim ko belkî wî ji bîr bikim; lê ma ez dikarim? Ez xeyalên xwe digirim, lê dikolim, dizivirînim û badidim û hewl didim tê bigihim ka çi qewimî û çima; ji bo Ruupert xwe gorî hûrandina çembera lojîka abadîn a sedem û encamê û para xwe tê de dikim, û tevî jana wê û dijberiya xwe ya xwezayî jî, hewl didim tiştekî jê ron bikim.
Hê wek keçekê min fam kir ko girîng e, bi qasî ji min bê, di cîhanek lojîk û aqildar de bijîm. Min nehişt bikevim bin bandora hesên mezin lê dîsan jî têra xwe bextiyar bûm (an jî, qet nebe, piraniya dema xwe aram bûm) lê ji hemû jinên cîhanê, yên ko dayikên pêşhatî bûn, Ruupert bû kurê min. Hê wek zarokekî ew nearam bû, dixwiye xewnên erjeng didîtin, weyla rebeno, û hê zû diyar bû ko çavşînê min ne zêde biaqil bû. Hêdî hêdî wî îrrasyonaliya holîstîk kir genreya xwe. Wek mînak di pêncsaliya wî de tevlihevandina teqwîm û zivirinadina demjimêran bo demên çewt ji hobiyên wî bûn. Dema ko ew bû heftsalî, min demjimêrek jê re kirî, Timexek biriqzêrîn. Wî pir jê hez dikir lê herdem, qet nebe, saetekê, du saetan li pêş an jî li paş bû. Ne tenê du-sê caran ez diketim hesekê ko di nav Sîrkusa Îrrasyonaliya Mezin, a ko di bin rêveberiya hêzdar î dîn Ruupert de bû, bûm. Nêrîna wî jî ji min re serêşî dianî. Lê dîsan jî her roj bêriya wî dikim. Carna hê niha jî ez, ev reben û pîr, xwarinamadekirinê di cî de dihêlim û diçim ber pencereyê û bawer dikim ku, mîna dehsalên borî, di demek din de, wek jinek din, ez ê wî bibînim.
Ruupert di nav baxçe de dilîst. Tîşortek zer î zêrîn û frotee-derpîkurtek şîn li ber ew wek babelîskê ji vir diçû wir; ji cem sêvê ber bi tiraşekê, ji ber tiraşê ber bi dara gûzê ya ko abadîn dixwiya û heta niçika hejende ya heman darê. Li wir ew ji balindeyên firende, ewr, asman, roj û darê bi xwe re jî dipeyivî. Min heza xwe fetisand û neçûm lê biqîrim daku bê jêr ji berî ko ew jî bikeve, patika xwe ya nazik bişkîne, vê roja ciwan a havînê li me biherimîne û ew jî bibe kurtenûçeyek ji wan ên rojname jê tijî ne. Min pişta xwe da pencereya aşxaneyê. -Hûn ê îro kû de biçin? ji Gunnar pirsîm. Min xwest bi tona dengê xwe nearamiya xwe vebişêrim. Min hê qehwe xist fincana mêvanê xwe. Min qehwe jê re çêdikir tevî ko dizanî jî wî pêtir ji kakaoyê hez dikir. Bi rastî min tenekokek arê kakaoyê di serdolabê de hebû lê ji bo Ruupert - bi baweriya min divê mezin qehweyê yan jî çayê vebixwin.
— Nizanim. Dil kû de bixwaze, wir.
— Ez dizanim: rêasin. Nizanim ka hûn çi di rêyên hesin de dibînin.
— Ma ji te re ecêb e, Gunnar bi îfadeyek nenormal li ser rûyî got, -ku kurê te bêriya nêzîkbûna rêasinan dike? Û dengên trênan xwîna wî germ dikin?
Ez serê xwe dihejînim. Min fam nekir wî çi hewl dida. Li benda cure şîroveyekê bûm lê ew tenê bi bişira têkdar a Mona Lisayê dibişirî, û min nexwest serê xwe bi mebesta wî biêşînim. Ew li ber maseya aşxaneyê rûniştibû, pişt rast û bi her awayî bêkêmasî. Rûyê wî ciwan lê spîçolkî bû (mîna yê Ruupert jî). Di endamên wî yên nazik û tevgerên wî yên vezîndar de heta narîniya jinan jî hebû lê vê yekê qet mêraniya wî ya taybet, a ko ji kesatiyek wî ya kûrtir dihat, kêm nedikir. Wî taximên ji kargehê xwestî yên gewr li xwe dikirin, û tenê krawetek wî ji hemû taxima kesên din bihadartir bû. Niha stobendek şik î zîvî, ya ko berî du salan ji aliyê Ruupert de wek xelata roja bavan jê re hatibû diyarîkirin, li stoyî bû. Wisan dixwiya - û rast jî bû - ko ew Kesê Gelek Girîng ê fîrmayek mezin bû û di berîkê de pere, hêz û peywendî, yên ko tucaran pêwîstî pê tine bû jî, hebûn.
— De em ê aniha biçin, wî got. Ew çû axpînê û bîskekê rawestî. -Ez ê êvarê kurik vebigerînim. Nêzîk demjimêr heft û nîvan, mîna piranî caran. Emma, de bi xatirê te. Ma tu ê îro tiştek taybetî bikî? Niha rojek xweş e ko tu biajoyî bajar û biçî sînemayê.
— Ez sînemayan ji kurikên piçûk, ên ko ew jê re hatine çêkirin jî, dihêlim, min got. -Jixwe tu dizanî ko sînema bala min nakişînin.
— Belê lê herdem ji bîra min diçe, Gunnar dirkand. -Li min megire. Gunnar bişirek arasteyî min kir û çû. (Demjimêr 11:14 bû ango wan bi qasî şeş saetan dem ji bo sêrana xwe hebû.) Min celebek tundî û belkî bêmerhametek binrû jî di wî de hes kir, û cîhana pereyan bêguman pêwîstî bi hindê heye jî. Min dizanî ko di dema pêdivî de wî dikarîbû sersar jî be loma min hevalbendî û girametiya wî baş dinirxandin. Dixwiya ko min bi wî re cure bazirganiyek dikir, û em dikarin bibêjin wisan jî bû: wî ji pêwîstiyê pêtir pereyê jiyandinê didan min û di mehekê de bi qasî rojekê seredana kurê xwe, yê ko min bi tovê wî welidandibû, dikir. Tiştek din ê hevbeş di navbera me de tine bû. Bîranîn, maç, nakokiyên evînê yan peyvên diltepîn ên hevbeş tine bûn lê gotinokên xweş hebûn: -Va ye Emma, îro tu di wan cilên bej de pir ciwan dixwiyî! Carna zor bû bawer bikim ko tenê berî heşt salan em bi hev re di peywendiyên întîm de bûn. Lê nexwe Ruupert ji wê yekê belgeyek hema konkretîk bû.
Wî tucaran nedigot ko para wî di wê belgeyê û çêbûna kur de tine ye, jixwe bêguman hebû. Min baş dizanî ko ciyê dilxweşiya wî bû wek centilmenek birêkûpêk, wek cure esîlek îroyîn xwe bide nasandin. Lê dema ko li ser çawanberpêbûna zarokê me diramîm, hin guman di korrektiya wî ya gewher de hebûn.
Min di navbera perdeyên porteqalî re lê nerî ka çawan Gunnar bang li kurik kir ji darê bê xwar, bi bawerane destê wî girt û bi BMWya xwe ya rengbirûskî bir. Zikê min hinekî qurî. Min nedixwest Ruupert ji ber çavên min biçe. Ji wê gavê, ya ko min hesek bêhêvîtiyê di xwe de civand, û şûnde, tevî hemû wê îrrasyonaliyê jî, tirsîm ko ez ê kurê xwe bi awayekî li-bendê-nebûyî ji dest bidim, û ew tirs tucaran bi temamî ji min derneket.
Herhal mehê carekê bi tenê dimam, bêdengî bû û ez nearam. Ez her roj bi Ruupert re dijiyam. Min cilên wî hildibijartin, dikirîn û dişûştin, min pê re dixwar û guhdarê xemên wî bûm. Min beyaniyan ew şiyar dikir û êvaran diniximand. Min ew kiribû aboneyê "Qaz û Werdekan". Min birînên wî dipêçandin. Min ew dipîvand û diwezinand û min not di derbareyê mezinbûna wî de dinivîsîn. Min fotografên wî dikişandin û dixistin albumê. Du roja berî hingê min kêkek ji bo roja jidayikbûna wî çêkiribû, û me herduyan bi hev re xwar, û dîsan, ko wî hilavêt, min serê wî girt. Lê dîsan jî bi ramîna sêranên Ruupert û Gunnar re min xwe li derveyî jiyana wî dihesand. Ew sêran ji kurik re wateyek pir mezin bû, carna watedartir ji hemû jiyanê.
Û çima wisan bû?
Bêguman asan bû mirov texmîn bike ko Gunnarê dewlemend dikarîbû kurik ji baxçeyekî bibe yê din û besteniyên bi qasî duçerxeyan binirx rabimale lêva wî ya bêbin û de luxe lîmonataya hermiyan û her cure rêyên pereyan mumkunkirî ji bo kurik bi kar bîne û wî bike kurê împaratorê asmanî. Bi asanî jê dihat di mehê de carekê kurik ji bo silavandina Qaz û Werdekan bifirîne Disneylandê; ewqas bi asanî wî dikarîbû baxçeyê mala kurik bike kartona pêlîstikan. Wî dikarîbû berîkên kurê xwe bi pereyên bêhempa zêde tijî bike û jê re heyvê ji asmanan bikire û du yên din li ciyê wê bide avakirin.
Lê Gunnar tiştek wisan nedikir; bîskên herî xweş di jiyana Ruupert de bi awayek din dihatin afirandin. Mehê carekê Gunnar bi pakêtek sandwîçan û şûşeyek şerbetê di berîkê de dihat û kurik dibir daku li rayan binerin. Li rêyên asin, li rayan, ên ko trên pê ve tên û diçin, binerin. Ne li fîlên, zurafeyên an meymûnên baxçeyên lawiran, ne li fîlmê dîsan-biserketî, ne li palyoçoyên reqisvan, ne li pêlîstikên sosret ên nûhatî yên firoşgehên mezin binerin, na. Wî kurik dibir li asinên jengar binere: ew herdem ji nexşe û xwezayê li rêasinên nû digerîn û hemû dema xwe ya hevbeş bi hev re li nêzîk rayan diborand, bê ko tiştek taybet bikin, digerîn û zewq ji sêrana xwe didîtin û carna, ji bo xwarina pê re bixwin, radiwestîn û paşî gerên xwe didomandin. Û dema ko kurik vedigerî malê, min hay jê hebû ko raste-rast ji bextiyarî, coş û dilxweşiyê direcifî, mîna ku, qet nebe, hemû nihînên unîversumê û dawiyê Bavê Noelê û serokê periyan û hezar şivirên peyivdar dîtibin.
Carna min hewl dabû wê yekê ji Ruupert bipirsim. Lê ji min re zikêşî çêdibû dema ko wî bi jestên pendiyaran qala Bîna Biheştîn a Rêasinan dikir û ko bi rastî wan hemû nihînên cîhanê di nav xwe de dipêçandin. Lê jixwe ev karê hevbeş ê bav û kur bû û bi rastî para min tê de tine bû loma tevî hin gumanan jî min ew ji wan re hişt.
Heta ko carekê Ruupert bi xîskînî û recifê, rengavêtî mîna ko pêrgî Tirpanvanê Zarokan hatibe û mecbûrî hejandina destê wî yê hestîn bûbe, ji vê sêrana hîsterîk vhekeî.
Dema ko min serê xwe ji nav axa min ji bo çandina gulan kolandî bilind kir û dît ko ew hê demjimêr 15:25 vhekeîn, min zanî ko qezayek qewimiye. Diviyabû min tiştek bikira. Pêşî min ji Gunnarê rûselixî dest pê kir. Wî hewl da şîrove bike: wî nedikarîbû tê bigihe ka çi bi kurik hatibû. Kurik li piştê, dema ko wî nêzîkbûna trênê bihîstibû, xwe varê kiribû lê di heman demê de kurik, mîna dînan, dest bi kişandina pirç û verûçandina rûyê wî û qîrîna gotinên tênegihende kiribû.
Heke Ruupert tirsiyayî hatibû malê, Gunnar bi temamî behitîbû. Ew mîna kûçikekî, yê ko fam dike tûşî Karek Pir Xerab bûye û dizane bêguman ê fîşek li kuloxê wî bê teqandin, dixwiya. Hema guneha min jê re dihat. Lê dînozorek di min de bû, guneh nedizanî, êrîş dixwest. Ewqas qîrîm ko gewriya min êşî. Bawer dikim min lê xist jî - qet nebe, xwîn ji poza wî dihat. Wî bi bêhêvîtî serê xwe hejand, bi derketinê re desmal li ber difina xwe ditepand û hêrsbûyane taxima xwe ya di bin toza gewr de niximî durist kir (û min bi bîskekê dilxweşiya xerabîkariyê hesand). Piştre wî çavek li min gerand, nerîna xwe raguhezand jor, bawer im pencereya odeya Ruupert û peyivî: -Heke bûbim sedemê eziyetê, jidil lêborînê dixwazim. Heke tu bixwazî, ez ê biçim derê. Lê divê bibêjim ko bi Ruupert re herdem dihesînim ko govanê bûyerek ji jiyana xwe mezintir im. Tu dizanî: ew ê tiştek girîng, tiştek sosret, tiştek wisan, ko yekî ji me herduyan jî heta niha nikariye bixeyalîne jî, bike. Ez tiştên wiha diderkînim. Û heke...
Min bang lê kir bêdeng be û biçe, û wî bi gotina min kir. Dema ko Gunnar wek dorandî ajot û çû, dînozor dilxweş bû - bi ser ketibû. Min nizanîbû ko ez ê êdî tucaran wî mêrê bi tenê, yê ko min hiştibû di vê jiyanê de zêdekê wî yê mêraniyê bikeve hundurê min, nedîtibûya: bi qasî nîv saetê derengtir ew ê bi tirimpêla xwe re biperçiqiya û hestiyê wî û madenê tirimpêlê ê bi hev re macûn berpê bikira (dizanim ji ber ko min derengtir li fotografê polîsan li ciyê bûyerê kişandî nerî). Lê hê dema wê şokê mabû. Niha diviyabû aram bibûma ji bo ko min bikariya Ruupert, ê ko bi nalînê re bezîbû qata jorîn û deriyê odeyê li pey xwe qilifandibû, rehet bikira.
Bi dereceyan hilketim jor û min deriyê odeya Ruupert kutand. -Bihêle bikevim hundur! min, gep li hemberî derî, fermand. -Çi bi te bûye?
— Trên, pistînek lerizok ji aliyê din ê derî bihîzî. -Trên!
— Çi ji wan? min hewl da dengê xwe aram bihêlim. Min pir cehd da û zû tê giham ko derî diqelişî. Belê, va ye Ruupert wisan dikir ko ez jî îrrasyonalane rabidim! Ponijîm ka kurê min ê reben jî xwedîgirnijek aqilsivikan bû, û perwaya lezgîn nefesa min çikand. Ma tirsên min ên herî xerab bi vî awayê erjeng rast derketibûn? Ma kurê min ê ta dawiya jiyana xwe li nexweşxaneya kêmaqilan mecbûrî lixwekirina gomlekê bi şikilên hirçokan rengandî bibe?
Min daxwazek fetisî bihîst. -Dayê, tu bi Xwedê kî, here û di pencereyê re li derê binere.
Min wisan kir. Di singê min de perçeyek goşt sar, ê ko qaşo dil bû, lê dida, û serê min dizivirî. Min çavek di pencereya gilover, a ko li aliyên wê mêşên xuhgirtî di ronahiya bisîber a dana êvarê de pêşbaziya vingînê dikirin, re avêt derve. -Çi? Divê çi bibînim? Bavê te? Ew çûye. Ew ê derengtir ji te re bizengîne (telefonê bike). An jî tu jê re bizengîne.
— Ma trên tê dîtin? deng pirsî. -Ma ew ta vir jî li pey min hatiye?
Dawiyê min ew bawerand ko tu trên, parçeyek piçûkok jî, li nav baxçe tine bû, û derî li min vekir û piştî lalandinek dirêj qala bûyerê kir.
Li zarokistanê (nursery, yuva) û hê li dibistanê jî Ruupert bi "hêza xeyalî ya bêsînor û afirînende", ya ko qaşo lîstik û afirandiyên wî yên hunerî dixwiyandin, hatibû pesinandin. Helbet min dirkand ko sûd jî ji hêza xeyalî heye heke di sînorên guncav de be. Lê çi pesn di wê yekê de hebû ko mirov ji dar û keviran re bipeyive û tineyiyan bibîne? Ji wî re averûyandina rastiyê bê xeyalên pûç û zêde jî têra xwe zehmet bû. Û hêza xeyalî ew bi tu awayî bextiyar nedikir; jê re hertim bûbû bela. Û bêguman jiyana wî ya sosyalî bi wê yekê pêş nediket ko ne ji zarokên din lê ji balindeyan re dipeyivî. Û nîgarên wî yên "hêza xeyalî ya bêsînor û afirînende" ê ji bo psîkiyatrên zarokan jî zorî bianiya:
— Ax wêneyek çiqas ciwan e! Ma ew çêlek e? Bawer im ev jî makîneya dotinê ye. -Na. (Ew ji ber hunera xerab a têgihîna min xeyidiye.) -Ew hespê erjeng e, bi makîneya demê li Qirna Jurayê rêwîtiye dike, û dînozor wî dixwin. (Ez aspîrînekê diavêjim devê xwe û avê bi ser de dikim.)
Wêneyên Ruupert çîzandî ji hêla teknîkî de ciwan û li gor jiyê wî gihîştî bûn lê wî nedihişt rastiya objektîv naveroka wan bibandorîne. Ev yek dikare çavtirsandinek mezin be ji bo kesek wisan a ko tenê dixwaze cîhana rastîn bi zarokê xwe bide pejirandin.
***
— Trênê hewl da me bikuje, Ruupert got. Ew mêvanîkvedayî li ser kovarên çîrokên biwêne yên li ser text belavkirî rûniştî bû, xuh ji eniya xwe paqij dikir û bêhayane li tîrojên dihatin hundurî odeyê dinerî. Min xwe li ber text tewand û hewl da bala nerîna wî ber bi xwe de bikişînim.
— Trênê hewl da we bikuje, min bi bêhesiyek makîneyane dubare kir ji bo ko guhdariya xwe rabigihînim.
— Ez û bavo li ser rayan digerîn. Ez li ser milên bavo rûniştibûm. Dunya germ bû û rojê laşê me gerimand û hewa dipêlî û hertişt komîk dixwiya. Bavo jî çakêt ji xwe kir û êlek jî vekir û huçikên gomlek jî hildan. Lê çiqas germ jî be, ew stobendê ji xwe nake. Ew dibêje ko ew yek regez e, û her car bi lixwekirin û jixwekirinê re biryarek dûrbîn distîne ka ew kî ye û ne kî ye. Me rayek tam nû li pişt wê tinela dirêj û wî zinarê mezin dît. Pêşî diviyabû em demek dirêj li ser rêya mezin biajon û piştre bi rêyên çirtovirto vebigerin daku bigihin wir. Li wir bîna rayan tam cuda ye. Gelek bihêztir e. Bavo got ko dibe ev bê wê wateyê ko em ji herdemê pêtir nêzîkî nihînîtiya rêasinan in. Pirsîm ka ew nihînîtî çi ye lê ew tenê bişirî, mîna herdem. Piştre dengê trênê bihîzî. Xilingînek sosret, dengek bitirs, mîna birûskê li ser rûyê erdê. Pêşî netirsîm lê paşî min hes kir ko hertişt ne di ciyê xwe de bû. Di poza min de ew bîn zêde bihêz bû, û bînek nexweş. Ew pêrgî me dihat. Dîtina wê ne asan bû ji ber ko ji aliyê rojê de dihat lê dîsan jî min ew dît. Pêşî ew hêdî û bi bêdengî diherikî lê dema ko zanî haya min jê heye, wê lezand. Û min dît ko wê em dixwestin. Bavo jî hatina wê bihîst û me xwe da nav zeviyê lê ew yek ne bes bû. Ew yek ne bes bû ji ber ko trênê ê em ji wir jî bigirtana. Bavo fam nedikir, mîna ko ew di xewê de bû. Ji berî ko dereng bûya, diviyabû min ew bibezanda.
— Çawan wê ê hûn ji nav zeviyê bigirtana? bi dengek aram î nexwezayî pirsîm.
Ruupert bi çavên xwe yên mezin î şîn, ên ko mîna du sêniyên tijî tirsa sar bûn, raste-rast li min dinerî. -Ew trên ji wan ên derî tarîfeyê bû. Ew ne li ser rayan diçû. Nîşan dida ko li ser diçe lê bi rex wan ve diçû. Min dît. Min hewl da bavo bidim revandin lê tevî ko em berî bîskekê ji trênên wisan peyivîbûn jî, wî tiştek fam nekir.
Kurik gotina xwe qurçand û çû ber pencereyê. Nerîna wî ya parayonakan dîmen radimaliştin.
— Ji trênên wisan, dîsan min dubare kir. Janek lezgîn serê min girt. -Ruupert, kurê min, çêl ji kîjan trênan e?
— Ji yên wisan ên ko ji tarîfeyê derdikevin û ne li ser rayan diajon, Ruupert xîskî. Wî hê li derve dinerî û di bin tîşortê zer de singê teng bilind dibû. Tengnefesek, a ko zûtir haya min jê tine bû, ketibû dengê wî. Diviyabû bi cidî pê re bipeyivama. Min bişirek têgihayî û dayikan da rûyê xwe û devê xwe vekir. -Wî çi bi te daye bawerandin! kixîm.
Bi xwe jî ji dengê ji devê min revî tirsîm: min da xwe rabûm ser xwe û serê xwe bi lêdana milbendê pencereyê diringand. -Trên ji ser rayan naçin, min bi seqbêrî got ji bo ko wî baş bibihîsta û tê bigihîşta ka çi dibêjim. -Ew li ser rayan tên û diçin û ji ser wan nafilitin. Û wek din jî...
Ruupert bawerane li min nerî.
— Û wek din jî trên tenê makîneyên mezin ên bêgiyan, ên ko ji aliyê mirovan de tên ranîn, in, min ragihand.
Ew li min bişirî, bi wê bişira taybet, a ko ji bo wan kesan ên ko nizanin ji çi dipeyivin, hatibû hiştin. -Trên li ser rayan tên û diçin, wî bi hevalane îtîraf kir. -Û piranî caran li ser rayan dimînin jî. Piranî caran. Ew rastiya fermî ye. Lê rastiyek din jî heye, rastiyek kêmtir naskirî. Nihîn. Carna ew ji tarîfe û ji ser rayên xwe derdikevin û li demek çewt li ciyek şaş in, û hingê ew dibin sedema nerehetiyê. Hingê ew ne mîna trênên normal in, û nabe êdî qet baweriya mirov pê bê. Divê ew li ser rayan û di tarîfeyê de bin daku erkê wan bê bicîanîn, divê ew tenê makîneyên bêgiyan, ên ko li gor fermana mirov tevdigerin, bin. Lê carna bi rastî jî ji ser rayan dadikevin û xwe diavêjin derî tarîfeyan. Û hingê ew diguherin. Xwezaya wan bi xwe ya li kûr veşartî tê pêş. Hingê ew mîna berê namînin. Ew dibin xerab û aqilmend. Û gelek xeter. -Bi rastî? zehmet bû bipeyivim.
— Belê, ew ji ser rayên xwe diçin, Ruupert ji min re ronî kir. Bi domandinê re dengê wî direcifî: -Li ciyê zivirîna trênan.
***
Piştî du-sê rojan nûçeya mirina bavê Ruupert giha me, û nikarim bibêjim ko wê yekê alîkarî di hewldana min a ji bo normalîzandina rewşê de kir. Nasnameya goriyê qezaya xaçerêyê ya roja yekşemê roja din, dema ko plaqeya tirimpêlê ji hêla komek zarokan de hat dîtin, diyar bû; plaqe di ber avê de çûbû û zeliqîbû pindama zarokan avakirî. Rayedaran du-sê caran biwêja "di rewşek nezelal de" bi kar anîbû. Polîs û her cure çavdêran hevpeyivîn bi me re kirin lê nayê bîra min ka wan çi pirsîn û min çawan bersivandin.
Dema ko diçûm dukana gund, gundî di derbareyê qezayek trênê ya berî bîst salan qewimî dipeyivîn. Lê pîvana wê ji ya vê qezaya xaçerêyê ya kêmbandor, a ko di rojnameyê de jî nebû hêjayî nûçeyek mezin, cuda bû. Di wê qezayê de li rasta Koirakkalayê trên ji ser rayan helişîbû - bi encamên xeternak. Hingê, li nîva salên 60î, bêguman yek ji wan lokomotîfên buxarî yên kevn bi pêşiya vagonan ve hatibû zeliqandin. Di qezayê de du kesan jiyana xwe ji dest dabû: makînîst û keçikek gundî. Bi sernavên mezin û erjeng di derbareyê qezayê de hema di hemû rojnameyan hatibû nivîsandin û di radyoyê de jî li ser hatibû peyivîn; girseya gelemperî ji goriyên bêguneh hez dike (qet nebe, hingê ko gorî ne gelek û li dûr in). Bi helişînê re trênê bi awayek toqînî keçik, a ko li ser rayan ji xwe re dilîst, perçiqandibû, keça Holmstenê bijîjkê herêmê, Aliisa bû. Heke ne şaş bim, Aliisa Holmsten bi min re li heman pola dibistana navincî bû, û dibe ko em heval jî bûn. Lê ji hemû bîranînan ên zaroktiyê tevlihevtir û subjektîvtir in loma min nikarî piştrast bim. Bi rastî min nikarî li ser biramim jî ji ber ko ev dem jî ji min zêde ye.
Dixwiya ko Gunnar piştî veqetîna ji me li ser rêyên piçûk ber bi başûr de ajotibû - jixwe heke ne bi kar li Bonn, London, Parîs, Tokyoyê yan ciyek din bûya (wî her cure kartpostalên biwêne yên girêdayî rêasinan ji her derê ji Ruupert re dişandin), ew li Helsinkiyê dijiya. Li nêzîkî sî kîlometreyan ji cem me dûr xaçerêyek kêmtrafîkî lê ne tam bikarneanî hebû. Trêna kesîn a ekstra yan demjimêr çardehan ji Tampereyê ber bi Rojhilata Fînlandiyayê de bûbû belaya serê Gunnar. Di lêpirsînê de makînîst got ko bi gihîna xaçerêyê re hertişt normal dixwiya, ray vala bû lê di heman demê de tirimpêlek binefşî ya li pişt xaçerêyê rawestî ajot ber singê trênê - dixwiye ko thekee jî ne li ciyê pêwîst bû. Trênê tirimpêla Gunnar, a ko mîna birûskê dibiriqî, bi xwe re rahiştibû, bi çûna xwe re qurminçandibû û peritandibû, wek ko ne tirimpêlek rast lê orîgamek ji kaxezê tewandî be, û piştre bermayî vir kiribûn nav tiraşa li ber rayan.
Min biryar da ko ji pêdivîtiyê pêtir li ser neponijim. Gunnar miribû, çûbû. Bi tasadufî ajotibû bin trênê. Ew ji ber bûyera Ruupert ne li ser hişên xwe bû, thekeeya rêyê li jor û haya Gunnar ji nêzîkbûna trênê tine bû. Ew ên navborî sedemên rûdanê bûn. Û wek din jî, bûyera qewimî nayê neqewimandin. Min dizanîbû ko hin kes difikirin ko jiyana rojane û carna ya awarte jî mîna dersên zarokan in, divê niqte di rêza durist de serrast bikin ka çi sosret tê de ye.Lê bêguman ji berî encamê sedem pêwîst bû û sedem bi xwe jî encama tiştekî bû. Lê lêgerîna lojîk û mebestê ji her tasadufê jî ê mirov ber bi kenda şêtiyê, dîniyê, ya ko di binê wê de çelakên tûj hene, biavêje. Ji min nedihat bi ponijên pûç dema xwe derbas bikim. Diviyabû hemû hêza xwe ji bo alîkariya kurê xwe biterixînim ji ber ko bi jidestbirina bavê xwe re wî ji herdem pêtir pêwîstî bi min hebû.
Lojîkiyê û tarîfeyan bala Ruupert nedikişand, wî bêguman didît ko heman trênê, ya ko zûtir hewl dabû wan herduyan bikuje, niha bavê wî kuştibû. Nizanim ka wî ramanên xwe bi lêv kirin an na lê ew yek ji hemû hebûna wî dixwiya. Ew nikarîbû bê tawanbarkirin. Ew tişt, ên ko Gunnar di bêfamiyek mezin de jê re gotibûn, niha bûbûn belaya serê wî. Belkî pêşî rêasin ji Ruupert re dihatin wateya serpêhatiyek mezin û sosret û fantaziyek bêsînor, û dixwiya ko bi qasî di wê sînorê de mabû, baş bû. Lê rengê gewr ji ser çûbû û kaos, kabûs û tirsa mirina erjeng - rastiya fantaziyê - derketibûn pêş!
Min bi serêşî beşikên rastiyê yên nezelal berhev kirin ji bo ku, qet nebe, wêneyek gewr jî ji kiryarên hevbeş ên bav û kurik ên salên dawîn werbigirim. Giham wê encamê ko pêşî Gunnar qala hertiştên nerencîn ji Ruupert re kiribû. Paşî Ruupert coşîbû di derbareyê rêasin û trênan de bipirse, û bi westîna bersivandina pirsên wî yên bêdawîn Gunnar dest bi keşifandina bersivan ji aliyê xwe de kiribû, û ev yek ji aliyê Ruupert de bûbû sedema geşandina hê pirsên sosrettir. Bi vî awayî wan hevdu kişkişandibûn, û dawiyê, belkî ji bo ku, qet nebe, bi bîskekê jî Ruupert bêdeng bike, dixwiya Gunnar çîrokek reşbîn û erjeng a mîna ev a jêrîn jê re gotibû:
— Bavo, ev ray heta kû diçin?
— Li dor dunyayê dizivirin û digihin vir.
— Ma ev ray diçin Çînistanê?
— Belê. Û Awustralyayê û Fransayê û Afrîkayê jî. Carna hin şêrên hêrsbûyî bi pey wan dikevin û heta vir jî tên. Spas ji bo Xwedê, ev yek kêm caran diqewime.
— Heke mirov li vir kehrebayê bixe rayan, ma li aliyê din ê cîhanê jî kehreba ê kesekî bigire?
— Belê, heke di heman demê de dest bike rayan. Lê ne baş e mirov kehrebayê bixe rayan ji ber ko kehreba li dor dunyayê dizivire û dîsan vedigere û ê te bi xwe jî bigire.
— Mirov çawan dizane ka kîjan trên ber bi kû de diçe û kengî divê lê siwar bibe? -Bi tarîfeyan. Trên li gor hin tarîfeyên tund digerin.
— Herdem?
— Na, ne herdem. Carna li pey tarîfeya xwe tevnagerin. Hingê ew di demek çewt de li ciyek şaş in û bi vî awayî di jiyana mirovan de dibin sedema tevliheviyê. Bawer bike, ev yek di jiyana min de jî bûye.
— Ma ev trênên bi vî alî de diçin mecbûrî zivirîna hemû cîhanê dibin ji bo ko vebigerin malê? Jixwe ew nikarin hemû rêya xwe şûnde paşkî biçin.
— Bêguman na: ciyên zivirîna trênan jî hene. Lê ew ne tu ciyên lîstina zarokan in. Bi rastî ev yek veşar e lê tu bihêle ji te re tiştekî bibêjim...
Bi vî awayî zelal bû ka ji niha û şûnde karê min ê sereke çi bû: diviyabû hemû wesweseyan ji serê kurik derbînim ji berî ko bi tundî ciyê xwe tê de bigirin û berhemek erjeng biafirînin.
Em li başûrê gundê Koirakkalayê dijiyan. Bi rastî du Koirakkala hebûn: bakurê zû mezin dibû û başûrê hê tevî pêşdeçûna avakirina bi betonan jî rûyê xwe yê salên 50î parastibû. Di destpêka salên 70yî de bakur bi lez bi apartman, halên pîşesaziyê û marketan tijî bûbû lê me rûniştvanên başûr hê gelek malên serbixwe, baxçeyên hêşîn, avjenîgehên paqij, daristan û rêyên xwarovîç, ên ko mirov dikarîbû pê ve bi her alî de biçe bê ko hêwira mirovan an şeqaman (caddeyan) bibîne. Lê dîsan jî me korakkalayiyên başûr dikarîbû bi asanî xwe bigihînin beşa bakur û hemû xizmetguzariyên wan bizewiqînin, û nêzîktirîn bajar jî ne gelek dûr bû. Loma zarokên me pir bextiyar bûn.
Heke Ruupert jî tenê yek ji van zarokên aqilmend ên bextiyar bûya, bila guran şîrê herdu çiçikên min bimêta. Wan pêşbirkên bezê û duçerxeyan dikirin, futbol û cemedhokey (ice hockey) dilîstin. Ew diqîrîn, diqîjîn û pev diçûn. Wan pencere dişkandin, av dijenîn, bombekok diteqandin û sêvên negihîştî didizîn ji bo ko biavêjin dîwar û xaniyan û ji pişt tiraşan li serê mirovan bixin. Bêguman heke haya min ji beşdariya Ruupert a di wan kiryaran de hebûya, min ê ew bicezanda. Lê min ê ew yek bi bişir bikira ji ber ko min ê bizaniya ko pêwîstiya kurê min ji bilî evîna dayikê û dîsîplînek hawe pêtir ji bo zelambûna wî bi tiştek din tine bû. Lê Ruupert gog nedipêhinand. Wî pêşbaziya bezê bi tukesî re nedikir, bi tenê dibezî. Wî di jiyana xwe de yek sêv bi tenê jî nedizîbû, yek pencere neşkandibû. (Bawer im tê bîra min ko wî di çarsaliya xwe de badînek şkandibû, ew teviya venehewîna wî bû.) Wî tenê çîzandin û xwendin dikir û lîstikên xwe yên behît dilîstin. Wî û zarokên din bi hev nedikirin, ewqas ji balinde û daran re peyivîbû ko êdî nedizanî çawan bi mirovan re biaxive. Zarokên din jê diheyirîn û nedixwestin bi tu awayî pê re bin. Dilê min dikir stoyê wan jê bikim û li şûna mirîşkan biavêjim di qazanê de ji ber ko Ruupert ji min re ewqas ezîz bû lê di heman demê de min ew jî fam dikirin.
— Divê tu dev ji vê yawînê (muttering, saçlama) berdî, min bi cidî ji Ruupert re got. -Ma tu dizanî çi dibêjî? Mirov ji yawebêjan hez nakin. Êdî tu ê bi xwe jî nizanî ka çi rastî ye û çi jî na, û wek din jî zanîna hindê di vê cîhanê de ne ewqas asan e. Herwiha ji wan kesan, ên ko dev ji yawînê bernadin, re ciyek taybet heye, û bawer bike, tu naxwazî wir. Ruupert, wek radestbûyî, serê xwe çemand. Ji mirina Gunnar mehek derbas bûbû, hêdîtirîn û tarîtirîn meh ji jiyana min. Di hewa de bîna aroma payizê, ya ko ji bo balindeyan û hin celeb jîndarên din jî dibû sedema bêrîkirina xerîbiyê, dixwiya. Baranên sar dest bi şûştina reng û germiya havînê kir, û Ruupert hewayê xerab ji xwe re wek sûc dît ko li hundur bimîne tevî ko ew yek ne baneka wî jî bû ji ber ko ew herdem di baranê de dibezî. Çar hefteyan ew ji sandoqa posteya me dûrtir neçû - her çarşem nêzîk demjimêr sêzdehan dibezî kovaroka xwe ya jêhezkirî ("Çarşem baştirîn roja hefteyê ye ji ber ko hingê 'Qaz û Werdek', xweştirîn kovara biwêne di cihanê de, derdikeve!") û di odeya xwe ya qilifandî de dilsozane lêgerîn li ser dikirin, mîna keşîşan digel destnivîsên pîroz. Di rewşek ne wiha de min ê bi hev re bûna me bizewiqanda lê wê yekê niha ji herdemê pêtir ez hêrisandim. Ew ji rengê gewr li asmanê payizê bêdengtir bû. Ew bi bêdengî û hema bi bêrengî jî li dor xwe dizivirî. Diiyabû min carna bê agahdarbûna wî xwe bixişanda cem û dest lê bikira ji bo ko piştrast bibûma ko ew hê jî goşt û xwîn bû. Carna hişek bêaqil ez digirtim ko ew bi temamî ji ser rûyê erdê wenda bûbû û min bi bezê hemû xanî vedikolî ta ko ew kinkinî ji quncikekê didît. Wî tiliyên xwe diqirçandin û diranên xwe diçîrandin. Wî raste-rast di pencereyê re fedikir û çavên xwe yên mezin û erjeng, mîna çavên reşikên di fîlmên wî jêhezkirî yên Tarzan de, dibeloqandin.
Hingê min dixwest ji malê birevim.
Dema ko dibistanê dest pê kir, hinekî aram bûm ji ber ku, qet nebe, otobusê ew bi qasî çend saetan ji ber çavên min dibir. Bêguman Ruupert li dibistanê xweşnûd nedibû, hevalên wî ew nerehet dikir.
Piştî mirina bavê xwe Ruupert mîna lawikek piçûk î tirsok, ê ko jiyana wî ji ber êrîşên pêşhatî yên ejdehayekî hatibû tehdîdandin, bû. Tirsa wî ya bêaqilane hêdî hêdî ez jî girtim - êdî ji her celeb qirçîn û kirçînê ditirsîm. Min xewnên xerab didîtin lê piranî caran bi şiyarbûnê re ji bîra min diçûn lê ew yek li bîra min dima ko ez bi afirandiyek sosret î zimannezelal î abstrakt re dipeyivîm û min daxwazek, a ko derengtir lê poşman dibûm, jê dikir. Carna bi şevan ba xilingîna trênê ji rêasinan dianî guhên me. Rayên herî nêzîk, qet nebe, panzdeh kîlometreyan ji me dûr bûn lê carna wisan dixwiya ko ew gelek nêzîkî me ne. Zikêşiyê digirtim ji ber ko min dizanî ew diyardeya watedar çawan Ruupert dibandorîne. Dema ko carna bi nihînî diçûm odeya wî ji bo ko piştrast bibim ko ew hê li wir e, min didît ko çawan lihêf bi ser serê xwe de biribû û direcifî.
Zelal bû ko nedibû rewş wiha bidomiya. Lê, qet nebe, niha min nedixwest kurê xwe bibim cem psîkiyatr. Min nedixwest kurê min wek xwedîproblemên saxlemiya aqil bê nîşandan. Baştirîn pisporê kurê min ez bi xwe bûm, ango diviyabû ez dest biavêjim nuklera arîşeyê, hêza xeyalî ya Ruupert a cenawer mezinbûyî ji berî ko wê ser ji wî bistanda.
Pêşî min lîsteyek ji wan tiştan, ê ko ê rewşa kurê min hê kambaxtir bikira, çêkir. Piştre min dest bi xebata pêwîst kir. Carna min xwe wek dayikek cenawer, tîranek famkor, a ko bi stemkariya xwe hewl dide bigihe armanca xwe ya berz, dihesand. Lê tevî gumanan jî min xwe mecbûrî domandinê kir. Kurê min di aloztiyê de bû, û diviyabû, tevî hemû tehdîdan jî, min ew jê xelas bikira.
Min nefesa xwe kûr kişand, dest avêt telefonê û abonetiya "Qaz û Werdekan" betaland. Û beyaniya din, dema ko Ruupert ket otobusa dibistanê, min hemû kovarên wî yên biwêne - Qaz û Werdek, Superman, Qeşmer, Gerên Valahiyê (Fezayê), King Kong, Maskeyên Reş, Şok, Panterên Pembeyî, John Carter, Dracula, Markos - kişandin ber destê xwe û di sobeya saunayê de şewitandin. Ew bi sedan bûn, û karê min bi saetan domî. Cîran di bin dûkêlê kovaran de man. Çi dayikek hebû ko mîna fermandarek dilqirêj ê gestapoyan wisan malê kurê xwe pûç bike? Lê rewşên dijwar çareyên dijwar jî dixwazin loma min di nav agirê pirtûkan de dilê xwe zeximand. Çîrokên Grimm, Pîrhevok û Şer, Ciwantirîn Çîrokên Lawiran, Birayê Min ê Dilşêr, Pîppî Şimikdirêj û lihevaniyên din ên wêjeyî, yên ko hêza xeyalî dicoşandin, jî bûn malê agirê gur. Ji ber piştrastiyê min hemû pirtûkên rengan jî avêtin di sobeyê de. Piştre li pênûsên wî yên gonandinê (boyaxandinê), defterên çîzandinê û hemû wêneyên wî çêkirî, yên ko ji hêla grafîkî de ciwan lê xwarovîç û ji rastiyê dûr bûn, gerîm û min ew li pişt xanî, li bin qurmê darekê binaxkirî veşartin. Min lîsteyek ji programên TVyê, yên ko Ruupert dikarîbû hê jî bi ewleyî temaşe bike, amade kir. Bawer dikim bê gotin jî averû ye ko hemû fîlm bi temamî hatin qedexekirin. Min Ruupert şand klubên santrancê, balafirokan, yana voleybolê, nijdeyê (dewriyeyê) û karê bekreyê. Di ser van re jî min fermand ko divê ji hingê şûnde demjimêr di dema durist de eyarandî be yan ew ê ji pereyên hefteyê bê bêparkirin.
Ruupert ji vê yekê necoşî lê herwiha protesto jî nekir. Bi agahdariya wendabûna kovar û pirtûkên xwe re di bin bandora hêzek sosret î bêdeng de li min nerî lê tiştek negot. Min gelek hêvî dikir ew tê bigihîje ko ji bo başiya wî wiha dikim. Wî xwest li pey alavên xwe yên çîzandinê bipirse lê dema ko mîmîka min dît, bêdeng ma û fam kir ko ew jî, mîna hertiştên din ên min nebaş dîtî, nemabûn. Wî hema hewl jî neda ji televîzyonê êdî heman programan temaşe bike ji ber ko zanî êdî ne mumkun bû. Carna min televîzyon berdidayê û ew dihat û bi bêdengî lê temaşe dikir ta programa min pejirandî bi dawî dihat û min TV ditemirand. -Ruupert, dema razanê ye. Û Ruupert, demjimêr çend û îro çi roj e?
— Demjimêr 20:23 ye, û niha çarşem e, roja 12ê cotmehê ye.
— Her bijî. De şeva te xweş, xewnên te ciwan bin.
Sîstema nû bi awayek heyirane rast derket. Ruupert rastedemî diçû kluba santrancê ji bo fêrbûna ramîna lojîk, û bi suprîzî wî ji matematîkê, li şûna şeş û heftên berê, pêşî neh û paşî jî tam deh ji dehê werdigirt, ji ber wê yekê Miriam Kissala, mamosteya porzêrîn î nasdar, bi xwe ji bo hevdîtinê hat cem min û di derbareyê guherîna sosret de bi min re peyivî. (Hêjayî gotinê ye ko di heman demê de jimareya Ruupert di hunera spehî ji dehê ket heftê û darêjnivîs (kompozîsyon) jî hinekî daket lê min ew yek wek berdêlek xerab nedît - nexwe herdem tirsîbûm ko Ruupertê zimanherikbar û ji aliyê grafîkî de jêhatî ê wek karbendiya xwe nîgarvanî yan nivîskarî, yên ko herdu jî biguman in, bibijarta.) Ruupert li kluba balafirokan firindokek bi tundî li gor zagonên aerodînamîkê ava kir û bi fira wê ya xama ew firand ser dargûza baxçeyê me û firindok ta niximîna di bin berfê de li ser çeqên jorîn ên zirav ma. Ew hînî hinek taybetmendiyên voleybolê jî bû û êdî di lîstikên taximan de jî ne ewqas bêhêvî bû. Lê piştî du mehên li melûltiya wî nêrînê min hişt ew dev ji lîstikên gogê berbide. Ruupert cara yekem jî razî nebû biçe nijdeyê, li gor wî li wir cilên bêaqilane li xwe dikirin lê wî bi xwe tê derxist di kluba fotografkişandinê ya dibistanê de beşdar bibe, û ew yek li gor min gelek baş bû - nexwe kamera ji bo tomarandina rastiya objektîv bi awayê herî objektîv dihat bikaranîn (hingê wisan diramîm). Her êvar wî demjimêra xwe bi hûrdemkan (saniyeyan) li ber radyoyê dieyarand. Meh xweş derbas dibûn, demsal dihatin û diçûn, û min bawer dikir ko em li aliyê biserketinê ne.
Lê piştre carekê digel derketina ji hemamê ez çûm çavekê biavêjim odeya wî lê ji ser nivînên xwe wenda bûbû. Min xwe mecbûrî arambûn, nefeskişandin û ramîna biaqilane kir. Bêguman ew bi temamî wenda nebûbû; goreya wî, çanteyê wî û darhespikê wî hê li wir bûn, û balafiroka wî jî bi ban ve daliqandî. Piştî lêgerîna wî ya, net nebe, du caran ji herderê xanî, tê gihîştim ko bivê-nevê ew li derve bû. Wî pêliyankên (ski, kayak) xwe ji ber derenceyan rakiribûn. Herwiha kameraya wî ya nipînû (brand-new, yepyeni), ya ko wî li ser şevmaseya xwe, li rex glasa avê dihişt, jî ne li ciyê xwe bû. Hêdî hêdî min fam kir ko ev ne cara wî ya yekem bû wiha dikir - di heman demê de hat bîra min ko carna beyaniyan gelek westî dixwiya, û hin tiştên din jî hatin bîra min (ez heyirî dimam ka çima spêdeyan hê pêlavên wî şil bûn tevî ko min êvaran ew ji bo ziwabûnê dadianîn ber sobeyê jî).
Li ber maseya aşxaneyê rûniştim û min qehwe vexar û vexwar, bi qasî du denan. Piştî libendêmana çar saetan giham wê encamê ko bi tu awayî nikarim zêdetir li bendê bim. Divê polîsê gund Heimo Kottarainen bizengînim (telefonê bikim) an jî bi xwe li kurê xwe bigerim lê hingê min xişîna pêliyankan bihîst. Derî vebû û Ruupert xwe rakişand hundur, spîçolkî, mîna Mirinê bi xwe. Ew serobin di berfê re bû. Tevî nermhewayê şevê jî rûyê wî ji sarmayê şîn bûbû. Ew bê gotin bi solên xwe yên biberf ket aşxaneyê û kameraya xwe danî ser maseyê, ber singê min. Şîşiltokên piçûk ên berfê bi mûjankên wî ve bûn. Bînek ji cilên wî dihat lê heta cara pêşhatî nêzîk rêasinan nebûm, min nizanî ka ew çi bîn bû. Bîskekê ez bêziman bûm, ji bo ko negirîma yan bi hemû gewriya xwe neqîrîma; bêtevger jî mam ji ber ko di dilê min de tenê ew yek hebû ko wî bigirim û lê bixim ji ber ewqas tirsandina min.
Dawiyê min bi heyirane yî aram got: -Ez ê ji te re kakaoyê çêbikim. Tu ê bê zimandirêjî bifinî û rabikevî. Kamera ê li vir bimîne. Em ê zêdetir li ser vê mijarê nepeyivin lê heke carek din tiştek wiha bikî, ez ê qet tiştekî ji te nepirsim jî, dema ko tu binivî, ez ê te bi herişînim û bidim Gurvanê serxweş ji bo xwarina guran. Bi pereyên standî ez ê Kottarainen bibertîlînim ji bo ko çavên xwe ji wendabûna te bigire. Û heke kesek li pey te bipirse, ez ê hebûna te ya tucaran jî înkar bikim. Ma em ji hevdu fam dikin?
Ruupert, pozkunik fireh, li kamerayê dinerî. Wî tiliya xwe ber bi wê de kir û pistî: -Lê BELGE tê de ye!
— Ma tu ji min fam dikî? min tûjand. Dengê min dikarîbû tîvilê sêvê spî bikira.
Ew demek dirêj bi dudiliya xwe re di pevçûnekê de bû ta ko dev jê berda û serê xwe çemand. Dema ko wî kakaoya xwe vexwar û çû, min çavdêrî kir û haydar bûm ko ji êvarê ve çar wêne hatibûn kişandin. (Min herdem hewl dida tiştên wisan bihesibînim.) Min nexwest bistehiyê (cesaretê) bidim wî ko lîstika jidestderketî bidomîne loma min kamera dehifand dolaba jorîn a bersifkê, pişt merkaneyên vala û li wir ma heta ko havîna pêşhatî min bir û bi fîlmên wê re di kûrayiya metreyan de, bi tiştên din ên xeternak re binerd kir. Bîst salan derengtir, dema ko Ruupert li Helsinkiyê huquqnasî dixwend, min bi tasadufî defterek, a ko rojpirtûka wî bû, dît. Ew di binê dolabê de bi pirtûkên kevn ên dibistanê û defterên qurmiçî re bû. Li ser berga wê tekst JI ÇAVDÊRIYÊN FERROEQUÎNOLOGÎST hebû. Di pirtûka Ruupert de hin notên qet ji heyama du salan û raporek tevlihev ji gera wî ya wê şevê jî hebûn. Xwendina rojpirtûkên kesên din karek kirêt bû, û bêguman min xwe bi tiştek ewqas nizm ve mijûl jî nedikir; min tenê bi lez çavek lê gerand.
Min bi xwe tucaran rojpirtûk nenivîsîbû, qet nebe, nayê bîra min. Hertim wisan fikirîme ko raborî nikare tiştekî bide me. Ji bilî wê yekê jî bîranînên min di subjektîvî û dudiliya xwe de ewqas tevlihev in ko min xem nexwar wan binivîsim. Nizanim min çi ziyan kiriye ko dilê min min îşkence dike lê hema her şev xewnê dibînim ko rojpirtûka min heye. Ji wê rojpirtûka xewnan hemû raboriya min a gewr zelal dike; hemû ramanên min ramî, hemû dudilî, hemû bûyerên bêwate, yên ko ji ber bêweciya xwe di bin bandora zanînê de hatibûn çespandin, bi seqbêrî lê hatibûn notandin û rûpelên tijî motîvên veşartî û sedem û encamên wan û ponijên nezelal ên li ser hemûyan in. Di xewnê de dizanim, kengî bixwazim, dikarim bê bandora ruxbar a demê rûpelan biqulipînim û li raboriya xwe binerim Ji nû şeva borî, bi bîrkirina Ruupert, yekem car wî karê nivîsîna rojpirtûkê bala min kişand. Lê nizanim. Asantir e mirov zêde li ser raboriyê neponije, tenê dema niha bi konkretîkî pêşwazî bike.)
***
"12.1.1976, Ji Çavdêriyên Ferroequînologîst: Belê, min daxwaza xwe bi cî anî, MIN WÊNEYEK JI TRÊNA JI SER RAYAN DERKETÎ RE KIŞAND. Bi şevê demjimêr 12 şiyar bûm û kamera bi stoyê min ve liyam wî cî yê ko min dizanî trên lê dizivirin. Ew cî, qet nebe, panzdeh an bîst an jî belkî ta pêncî kîlometreyan dûr e (texmînandina demê bi şevê gelek zehmet e) û pir caran kêm mabû ez ê vebigerîma lê hin tişt divê bên kirin û tevî ko carekê wenda bûm jî, piştî lîna du saetan min ew cî dît.
Cî, yê ko trên lê dizivirin, NIHÎNÎ ye û bi asanî nayê dîtin jî. Alî-rayek rêyê dibe wir lê tevî lêgerîna pir caran jî min nedît ka li kû ew alî-ray ji ser-rayê diqete. Ew hema nêzîkî wê beşa rêasin, a ko trêna ji tarîfeyê derketî hewl dabû min û bavo bikuje, ye, belkî çar an pênc kîlometreyan jê dûr. Nizanim ka pêtir ji wî cî yan jî ji jêhaydarbûna dayikê (ya ko îcar rû da) ditirsîm. Qet nebe, sê saetan li benda trênê mam - şansa min hebû ko Lola-çokolata û pakêtokek Chicago-benîştan bi min re hebûn.
Ew ray ji dûr tên wê nava daristanê, ji pişt tiraşistanek asê. Û bi wan rayan ve trên tên û diçin. Alî-ray li nav daristanê bi temamî bi dawî tên ji bo ko trên ji ser dabikevin û li nav daristanê li dor xwe bizivirin û carek din hilbikevin ser rayan û ji kû hatine, vebigerin wir. Min li gupika (niçika) daristanê pal da û lê nerîm ka çawan dîsan trênek hêdî û bi seqbêrî ji nav tiraşan xişî derê. Ew giha serê alî-rayê, rawestî û piştre ji ser rayan daket. Ew bêhempa mezin bû. Min hesand ko ew bi awayekî guherî. Em bibêjin, ew şiyar bû, wurî û ji bo nasîna hawirdora xwe xebitî, mîna ko jê re averû bûbe ko ez lê dinerim. Ramîm ka kesek tê de hebû (min hesand ko heke kesek tê de hebûya jî, ne mirov bû, qet nebe, ne mirovek jîndar). Bi yek carê hewa bêhawe sar bû û ez recifîm. Dixwiya ko sarma ji trênê dihat, tam mîna ko ew ji Qutba Bakur, Heyvê yan ciyek din ê bi rastî sar dihat. Min çar wêne jê kişandin. Ez li ser berfê paldayî bûm, li bendê bûm û dema ko trên ber bi pêş de xilingî, guhdarê qirçîna çeqên daran bûm. Trênê zivira xwe ya hêdî li nav daristanê kir û carek din hilket ser rayan. Bi piştrastî, qet nebe, çar an pênc saet bi wê yekê ve derbas bûn. Min ê bimîsta şelwalê xwe û fikirîm, dema ko berbangê lê bidaya û dayik biçûya şiyar bikirama lê hê venhekeîbûma, ez ê biketama belayê. Min hewl da li demjimêrê binerim lê ronahiyê têra nekir tîrkan bibînim. Piştre trênê hêdî ajot û li pişt tiraşan wenda bû, û hewa dîsan nerimî. Dema ko piştrast bûm ko êdî tu trênê ê nehatana, daketim binê gelî û çûm ko ji nêzîktir li rayan binerim. Carna hercure tişt ji wir dihatin dîtin. Carna min pelikek li wir didît û diyar bû ko ew bilêtek sî salan kevn a pola sêyan ji Helsinkiyê bo Ouluyê (bajarek Fînlandiyayê ye - werger) bû. Îcar min bilêt nedîtin lê pisîkek mirî. Bi min ew Topikattiya wendabûyî ya cîranên me bû. Ew tam pan û req bûbû û min rîviyên (loqleyên) wê dîtin. Wisan dixwiya ko bi mîrkutek bi qasî xaniyekî hatibû lêdan. Ew ne temam bû, mîna ko parçeyek jê hatibû xwarin. Min berf avêt ser û kêlek piçûk jê re ji berfê çêkir.
Carekê min hewl da bidim pey rayan ji bo ko bibînim ka ew li kû digihin rayên mezin. Ez bi wan re bi qasî dused metreyan pêşde çûm (ew cî ewqas bitiraş bû ko mirov nedikarî bê mişara motorî tê re biçe) lê piştre mecbûr mam vebigerim ji ber ko bîna rêasinê ewqas bihêz bû ko min nikarî êdî nefesê bikişînim. Û ji bilî vê yekê jî tirsîm ko trên ê pêrgî min bê. Min ê nikariya ji ser rayan bi derekê de biçûma. Kêm mabû çavên min ê bizivirîna, mîna carekê li dibistanê dema ko pileya germiya min 39 bû, û her cure tiştên sosret ên di nav tiraşên bisîber de dihatin ber çavên min, tiştên wisan ên ko êdî naxwazim bi bîr bînim, û derengtir hat bîra min ko heke bîna rêasinan di hewa de zêde be, dikare jehrî jî be. Ez ê êdî cardin neçim wir, qet nebe, heke hê ne jîtemam bim, heke nikarim mişara motorî, alava oksîjenê û tiştên din ên pêwîst bi dest bixim, û herwiha divê ko êdî hingê tirsa ji dayikê jî li ser min nemîne.
Dixwiye ko trên li ser rayan di cure xewekê de ne, û mirov. mîna ko dikarin serkêşiya xewgerokan bikin, dikarin desthilatdariya wan jî bikin. Min trêna vê carê baş nedît ji ber ko hawirdor tarî bû lê min tîpa wê nasî. Ew yek ji wan dîzellokomotîfên sor î mezin bû. Min wêneyê wê ji trênpirtûka pirtûkxaneyê derxist. Ew DV15ek ji aliyê atolyeya Valmetin Lokomo de hatibû çêkirin. An jî belkî ew DV12, a ko hema wek hev in, bû. Ne tim piştrast im. Panzdeh vagon pê ve bûn - min ewqas hesibandin. Ew ne vagonên rêwiyan lê yên vala yî vekirî yên baran bûn, mîna wan ên ko dişibin komhestiyên lawiran û piranî caran traktor û makîneyên din ên mezin pê tên raguhezandin. Cara berî wê min trênek şîn a bi navê "Kulavpan" dît, yek ji yên bê vagon bû. Carna bi rojê jî yên mîna wê di trafîkê de tên dîtin. Ew mirovan radiguhezînin lê li ciyê zivirîna trênan pencereyên "Kulavpanê" tikîtarî bûn, û min jî nedît ka kesek tê de hebû yan na. Lê dema ko cara pêşîn çûm ciyê zivirîna trênan, min bi bîskek kurt trênek pir ecêb, a ko tevî lêgerîna bi saetan ji pirtûkxaneyan, qet nebe, heta niha min wêneyê wê nedîtiye, dît. Bi rastî ew mîna şikilê fîşekê bû û ji hemû trênan pêtir dişibî raketên valahiyê. Dixwiya ko hinekî li raserî rayan dihejî. Ji dil dixwazim fotografekê jê re bikişînim ji bo ko bikarim wê nîşanî mezinekî, yê ko gelekî ji trênan dizane, bidim û bipirsim ka ew yek bi rastî çi ye.
Dema ko vhekeîm malê û bi rêya xwe ve giham ciyek rût, ê ko ronîtir bû, min li demjimêrê nerî. Ew hê du û bîst bû, û pêşî pê aram bûm lê piştre min guman kir; bi min zêdetir dem borîbû. Min vezanî ko demjimêra min rawestîbû lê dema ko min li malê ew çavdêrand, durist bû. Xwezî min kameraya xwe bidîta û ew fîlm bişûştana! Tevî nebaweriyê jî dayê jî ê bidîta û bi wan wêneyan bawer ji min jî bikira. Dixwiye ko ew ji hebûna min jî bawer nake. Îro li dibistanê şorbeya kelemiyan û çokolata xwarina me bûn lê ji berî xwarina kelemiyan bêguman çokolata nedihat dan. Osmo verişî ser maseyê û dilê yên din jî rabû ji ber ku, tevî kîna xwe ya li kelemiyan jî, bi bêhêvîtî hewl da şorbeya sênîk jê tijî binîçîne. Ez jîrtir bûm û min kelemiyên xwe kîpandin bin kursiya xwe û çûm ji xwe re porsiyonek mezin a çokolatayê anî!"
"20.1.1976, Ji Çavdêriyên Ferroequînologîst: Min dîsan xewnek dît ko trênê ez diteqizandim. Hilketim ser ban lê trênê bi dîwar ve da pey min. Bi ketina ji ser text û lêdana serê xwe li dîwar şiyar bûm. Werimek mezin lê çêbû. Ji daristanê dengê trênê bihîzî, pir ji nêzîk. Min êdî newêrî bixewim. Beyaniyê çûm li şûnpiyan gerîm lê min nedîtin."
"12.4.1976, Ji Çavdêriyên Ferroequînologîst: Min xewnek dît ko li ser nikilê buxarlokomotîfê rûdiniştim. Ew bi lezek bêpayan pêşde diherikî. Pêşî hawirdor nenas bûn lê piştre em hatin Koirakkalayê. Li ser rayan du keç hebûn. Wan destê hev girtibûn. Ew tiştekî ji min re qîrîn û kenîn û di bîska dawîn de wan xwe veda û dawên wan li ber bayê trênê dipêlîn (pêl didan). Ew herdu jî xweşik bûn lê min pêtir ji ya pirçzêrîn hez kir. Ew a din pêşî nas dixwiya lê paşî tam xerîb derket. Piştî bîskekê em gihan xaçerêyê. Li pişt thekeeya rêyê tirimpêlek binefşî hebû. Bavo tê de bû û xemgîn dixwiya. Min destê xwe hejand û qîrîm ko ew hew xeman bixwe ji ber ko rewşa min baş e lê wî nebihîst. Piştre lokomotîf leqî û bi awayekî behît dixwiya, em bibêjin, wek şiyarbûyî. Û ji bilî wê yekê jî ew êdî ne buxarlokomotîf lê dîzellokomotîf bû. Ew ji bavo re peyivî, bi dengek wisan pistî ko ez xewandim tevî ko wek din jî di xewê de bûm. Wê fermand ko bavo gêr (vîtes) bide ser ê yekem û biajo ser rayan. Wê bi awayekî thekee bilind kir û bavo bandorand, û bavo daxwaza wê bi cî anî. Me li tirimpêla bavo da û lê nerîm ka çawan trênê tirimpêl bi rayan ve meriçand, hinekî mîna ko şêr "Di Xwezaya Sosret de", ya ko dayê niha jî dihêle temaşe bikim, têjika hevûriyê dipijikîne. Sac, plaqe, pola û beşên bixwîn ên bavo diketin ber rayan. Min destê wî yê qetî dît ko ket coyê. Bavo bi tirimpêlê re peritîbû, û di heman demê de min fam kir ko trênê bavo dixwar û hingê qîrîm û min trên kulimand. Paşî trên têr bû û dîsan raza. Hingê ji ser nikilê lokomotîfê ketim û şiyar bûm, û qîrek tûj a trênê ji derve dibihîzî.
Do çûm pirtûkxaneyê û ji ferhengê lê gerîm ka wateya "Ferroequînologîst" çi ye. "Dilsozê rêasinan" e. Bavo carna digot ko ez û ew herdu Ferroequînologîst in lê bi taybetî ez. Min tutiştek jê fam nekir, û ew dibişirî û soz da, dema ko têra famkirinê mezin bibim, ew ê ji min re şîrove bike. Lê trênê bavo kuşt ango belkî ez êdî tucaran nizanim. Û jixwe dayê jî tiştekî ji van karan nizane."
"14.6.1976, Ji Çavdêriyên Ferroequînologîst: Di xewnên min de trênan ciyek berz hebû, û niha jî min xewnek dît ko wan ez diteqizandim. Bezîm malê û min xwe veşart, û kesek pistî guhê min ko trênan giyana ejdehayan heye loma ji tinelan hez dikin û ewqas bedmebest in. Min hewl da wî pisterî bibînim lê dema ko li xwe zivirîm, li ser nivînên xwe şiyar bûm û haydar bûm ko li hirçoka xwe fedikim."
***
"Çavdêriyên Ferroequînologîst" (herwiha bilêta qirêjî ya di nav re jî) min avêtin çalê. Dawiyê Ruupert ji wê rewşa nexweş û xeternak, a ko encama hêza wî ya xeyalî ya perçivî bû, sax bûbû. Min tucaran nexwestibû birîskînim û kiriyên girêdayî zaroktiya wî bidim peyivandin. Ji min re dixwiya ko belkî êdî zaroktiya wî ne li bîrê bû, qet nebe, wî tiştên kitkite (teferruat) ji bîr kiribûn - di dema xwendinê de bi taybetî bi trênan dihat malê tevî ko li Koirakkalayê îstasyon tine bû û diviyabû bi otobûsê yan jî bi destrakirina li tirimpêlan bê vir. Bi rastî jî dixwiya ko wî zaroktiya xwe ji bîr kiribû, wisan baş bû. Û min jî ya xwe ji bîr kiribû.
Xwendina huquqê ramanên wî bi tundî di realcîhana objektîv, a ko di bin desthilatdariya aqil û lojîka tiştên rast de bû, de dizeftandin. Ruupert êdî dem ji bo tiştên wisan pûç ên mîna roman û fîlman tine bû loma hêza wî ya xeyalî ewleyane di xewa xwe de dima. Lê jiyana Ruupert ne tenê xwendin bû. Li fakulteya huquqê du-sê hevalên wî yên baş, ên ko pê re derdiketin derê û tenîs dilîstin (piştî derbasbûna salan Ruupert bûbû atletek jêhatî), hebûn. Herwiha min ji kartpostalên wî yên kêmbêje fam kir ko ew demek bû wî hevdîtin bi keçekê, ya ko di heman konferansên dersan de beşdar dibû, kiribûn.
Ew yek debara min bû ko Ruupert piştî azmûna gihîştinê (matriculation exam, olgunluk sinavi) yekser çû huquqê bixwîne. Dema ko wî wek 9-salî gera xwe ya dawîn a ji bo lêkolînên ferroequînologîstî kir, di tiştekî giham: piştî hemû hobiyên min jê re dîtî jî wî zêde dem ji bo ponijîna tiştên wisan behît û sosret hebû. Min dikarîbû dest dabinim ser tiştên wî û piştrast bikim ko bi şevan ji xanî dernekeve û çavdêriyên ferroequînologîstî neke - wek mînak min çengek xist deriyê û yek jî pencereya odeya wî û bi şevan min solên wî vedişartin. Lê bêguman min nedikarîbû ramanên di serî de bikontrolînim. Ango diviyabû min çareyek ji bo bikeşifanda ji bo ko Ruupert mejiyê xwe ji bo tiştek ruhsaxlem û rasyonal bi kar bianiya.
Carekê Gunnar pirtûkek stûr a qanûnê li cem min hiştibû. Min ew bi demkî dehifandibû nav ferhengên zanistî yên refa xwe lê ew bi salan li wir ji bîr bûbû. Niha bezîm wê bikim di koşa Ruupert de. Min jê re got ko ew pirtûka bavê wî bû û wî xwestibû ku, ta kurê wî mezin bibe, ez bidimê (bêguman belkî wisan jî bû). Herwiha min jê re got ko bavê wî ferman dabû ji bo her rûpelê jiberkirî bi pênc markan xelat bikim. Pêşî ew ji min bêbawer bû. Çend roj borîn. Paşî wî hesiband ka çend rûpel di pirtûkê de hebûn û ew digel pêncan carandin (multiply, çarpmak). Ew çû ji xwe re li Firoşgeha Çerx û Makîneyan a Koirakkalayê li duçerxeyên 10-gêrî yên teyisende nerî, û demek dirêj neajot ko wî derbaskirina hemû dema xwe ya vala bi lêkolîna pirtûka zagonê re kir. Dema ko digel pirsîna min rûpel ji ber kiribû, min bi dilxweşî pere didanê. Hêdî hêdî xewnên wî yên erjeng hew man, û ew ji diltengiya xwe û mecbûriya girêdayiya bi trênan re sax bû. Wî pereyên duçerxe di demek suprîzî lezgîn de berhevandin lê ji ber demana (qebaleya) xwe ya xwendinê dem tine bû wî duçerxeyê nipînû biajo; di xewnên xwe de jî wî rûpelên pirtûka zagonê diqulipandin, bendên qanûnê û pere di xewnên xwe de jî dihesibandin, wî ê çiqas ji ber bikirana û çiqas pere bi dest bixistana.
Ax, çiqas huquqnasek jidil e, serbilindane ponijîm.
Bihara 1991an Ruupert xwendina xwe bi pileya herî baş bi dawî anî, û min bi paşrojmendiyên xwe demjimêrek Rolexa zêrîn wek xelata amadebûnê jê re kirî (şerm nakim bibêjim ko du-sê mehan ji bextiyariyê bênavber girîm heta ko çavkuliyê ez girtim). Ji bo kar ew çû nivîsgehek paytextî ya piçûk lê rêzgirtî û dest bi jîna bi hevala xwe Birgittayê, ya ko hinekî piştî Ruupert ji xwendina xwe amade bû û wê jî ji xwe re kar ji heman fîrmayê dît, kir. Birgitta Susanne Donner keçek baş û biaqil bû, min çend caran pê re hevdîtin kiribû, û min karî bêtirs Ruupert pê re bihêlim. Min tê derxist ko ew ê ji Ruupert re bibe hevalek bawermend û jîndar a jiyanê, û heke piştre dema wan ji bo domandina malbatê hebûya, ew ê ji neviyên min re bibûya dayikek baş a çavdêr. Min bi xwe jî dest bi hevdîtina mirovek balkêş kiribû çimkî êdî pêwîst nebû ewqas çavdêriya Ruupert bikim. Ew yek ne pir cidî bû ji ber ko li ciyek wek Koirakkalayê piçûk hevalbendiya kesek mîna min digel mêrekî ê em bikirana qaçikê ber devê xelkê, û bi taybetî jî ji ber ko ew mamoste bû. Lê caran dihat serîlêdana min û carna wisan jî dibû ko em beyaniyan li ber hev paldayî ji xewê şiyar dibûn.
Ê baş bûya ko min çîrok li vir bi dawî bianiya, dema ko kurik biserketî û dayik bextiyar e. Lê rojên bextiyariyê di rêya encama dawîn a jiyanê de tenê bîskên kurt in, dawiyê her kurm me dixwin, bi awayekî yan yek din. Di dawiya tîrmeha germ a 1994an de cardin trên ketin jiyana kurê min.
Ruupert û Birgitta bilez bûn, û carna min bi telefonê jî nedikarî peywendiyan bi wan re girê bidim, hingê ketim ramanekê ko kurê min bi awayekî ji ser rûyê erdê wenda bûbû. Lê dawiyê wan derfet dît û ji bo dawîhefteyê hatin cem min. Dîtina wan ez vejînandim lê xemgîniyek sosret xist dilê min. Yekşemê me ji bo sêranê biryar da. Roj bi carekê di germiyê û rengan de dipêlî, û heke em wan zeleqûnkên li hawirdorê belavbûyî jî bigirin nav hesabê, ew yek ji wan rojan, ên hêjayî abadînkirinê ne, bû. Min şerbet, sandwîçên ji sosîs û çokolatakêka bi gilyazan neqişandî, ya ko min ji bo 29emîn cejna jidayikbûna Ruupert a nêzîkhatî amade kiribû, xistin selikê. Me bi tirimpêla Ruupert a nû yî sor ajot ta ko gihîştin ber Girpezê. Ew wek saheyek kesk bilind dibû heta digiha ber asmanê şêlî. Wek navê xwe ew çerîngeha pez bû; mî, wek komên spî li wan dorhêlan digerîn û carna pêşbaziya kalînê dikirin. Me tirimpêl li ber sîbera têruyekê hişt, da pey buhurekê ya ko ber bi jêr de em gihandin binê Girpezê, û wiha em gihabûn binecî, mêrga şên a li ber Newala Berên. Min mêdek belav kir û daxwaza cotê ciwan kir ko bikevin ser û bixwin ji berî ko germî û mêş wê xwarinê biherimînin. Me dixwar, û Ruupert yekser rabû ser piyan û nan di devî re ragihand ko wan berî du hefteyan nişanî biriye.
Ez ê bi sandwîçê re bifetisîma. Min li kurê xwe, yê ko wisan fedikir min ko li benda pekandina ser be, nerî. Ew hêrsbûyî dixwiya ji ber ko nedizanî helwesta min çi bû lê bêguman bûm ko ew jidil bextiyar bû, û wê çavdêriya yekser ji dilxweşî kenandim.
— Çi ye ewqas kenok? Birgitta pirsî lê piştre bişirek fireh ket ser devî. Keçek ewqas ciwan, min nefes kişand. Min hê ji hingê dizanîbû ez ê ji bo xelata zemawendê çi ji wan re bikirim: ciwantirîn demjimêra darîn a dolaban di cîhanê de! Ruupert bi dilxweşî bişirî û rûnişt xwarina xwe bidomîne.
***
"Piranî caran li ser çêbûna Ruupert difikirim. Gunnar ez bi xwe re li motorduçerxeyê xwe yê nû siwar kirim - hingê Gunnar hê cure dirindeyek bû. Çakêtek çermî jî li ber bû. Lê ew ne tu dirayî-çiryayî lê yek qehweyî yî îtalî bû, bêguman giranbiha jî. Piranî caran min ew li Kepirê, ya ko her şemî tijî mirov dibû lê niha girtî ye ji ber ko xelk diçe bajar, didît. Carna ji bo dansîn û dîtina mirovan diçûm wir. Ew demek bû ko ew li pey min bû (qet nebe, ji min re wisan dixwiya), û tevî ko wî agirê min gur nekir jî, jixwebaweriya wî ya bêdeng û wê yekê, ko hemûyan lê dinerî, bala min kişand û li dû daxwaza wî min pejirand pê re biçim. Em li van deveran gerîn û dawiyê ji bo vexwarina hinek şeraba spî rawestîn. Gunnar got ko pir ji poza min hez dike û xapandim. Bi rastî hê min ew zêde nedixwest lê hişt hertiştî bi min bike. Min stobenda wî girtibû û her dibişirîm. Giya laşê min diqidand. Wî soz da hê zû, ji berî veresînê, xwe vebikişîne, û wî ê wisan bikara jî ji ber ko min bi temamî baweriya xwe bi centilmeniya wî anîbû. Dawiyê min hes kir ko rîtma wî dileze. Parxoneyên wî dişidîn. Bîra min tê ko min hingê dengê trênê bihîst, ray nêzîkî me bûn lê zûtir haya min ji wê yekê tine bû. Gunnar, mîna lawirek asêbûyî, di hembêza min de perpitî, min lingên xwe li pişta wî alandibûn, û wî jî nikarîbû xwe di dema pêdivî de vebikişanda. Piştrast bûm ko ew ê korane bixeyidiya lê tenê hinekî xemgînane li min nerî, gepa min maçand û dîsan vhekeandim dansgehê û ji berî çûna wî em hê valsek din jî dansîn. Min zanî jiyanek nû di min de dest pê kiriye, û şeş hefteyan derengtir bijîjk ew yek rastand."
(Ji xewnpirtûka nenivîsandî ya E.S)
***
Hatim ser hişên xwe. Li hinekî dûr pezan dest bi kalînek bêyom kiribû. Min dît ko ew bi lez gindirîn jêr. Ji serê gir. -Trên tê, Ruupert got. Hingê min yekem car tê derxist ko stobenda wî bi "Qaz û Werdekan" neqişandî bû - ango wî bi temamî zaroktiya xwe ji bîr nekiribû. -Tu çi dibêjî? pirsîm.
— Trên tê, Ruupert bi bişir dubare kir û tiliya xwe ber bi miyan de kir. Min sandwîç ji destê xwe danî û zivirîm lê binerim. Rêasin di gupika Girpez re derbas dibû; ew ji nav kajdaristana hênik derdiket û xwe diavêt nav tinela sar î bêdawî ya ko di zikê Girpez de hatibû kolandin. Dengê madenê zeximende û gurmîna sedan madenxirxalên li ser rayên asinî sloganên miyên xeyidî bêdeng dihiştin. Lokomotîfek sor î bilez xwe nîşan da. Li pey wê bêdawî vagonên pertalan ên gewr dixilingîn. Min bêhed li demjimêra xwe nerî: 13:27. Dengê biawaz mî teqezandin; dawiyê wê mîna aşûtê hemû hawirdor di bin bandora xwe de hişt. Ruupert destê evîndara xwe girt, ew maçand û tiştek gotê lê min nebihîst ka çi. Keçik kenî. Pelatînkek, ê ko şikilê wî yê qehweyî pelên daran ên payizê anîn bîra min, di ser me re firî.
Trênê xetek bi qasî wê meydana vekirî xîçand. Vagon bi vagon ket tinela di ser me re, roja li raserî Girpez li me tarî kir û li şûna wê teyisokek hîpnotîk î lezgîn a reş-zelal arasteyî me kir. Toz vejenand me. Hinekî silbûyî li jor nerîm û ramîm ko divê xwarina me ji tozê biparêzim. Hingê parçeyek ji şikilê tarî yê trênê vebû û ber bi me de hat. Min di bin asmanê tozgirtî de li tevgera wî tiştî nerî: ew zivirî, gindirî û her mezintir bû. Wî ez bi temamî di bin bandora xwe de hiştibûm. Yekser tê gihîştim ko ew me diteqizîne û ê bikeve cem me. Min devê xwe vekir daku Ruupert û Birgittayê biagahînim lê tenê toz ket devê min û ji ber kuxînê dengek din ji min derneket. Herwiha tozê çavên min korandin loma ji kuxîn û hêvîkirinê, ji bo ko ew xwe ji rayan dûr bixin, pêtir tiştek ji min nehat.
Di nav xilingîn û gurmînê de min qirçînek kûr, mîna şkîna hêka mirîşkê, bihîst. Min çavên xwe yên birondik dan vekirin û bi nezelalî dît ko Ruupert destê xwe dihejand, mîna ko hevalek xwe yê kevn, ê ko bi salan nedîtibû, disilavand, û min dît ko tiştek wek mox ji serê Ruupert ket newalê. Ruupert fişî ser piştê li nav mêrgê. Qîjîna tûj a Birgittayê di nav xilingîna trênê re ket guhê min. -Ma hêk bi me re hene? bêaqilane qîrîm û dîsan kuxîm. Wê serê xwe hejand û bi tiliya xwe ya lerizende Ruupert, ê ko hewl dida bileqe lê razayî dixwiya, nîşan min da. Heke te hinekî seqbêrtir lê bineriya, te ê xemla wê ya berî bi bîskekê ewqas bişkivî lê niha çilmisî bidîta.
Birgittayê şerek huquqî li dij Rêasina Dewletê (RD) dest pê kir. RDyê îtîraf kir ko tiştikê madenî, yê ko moxê Ruupert şkand, bi rastî jî ji trêna di ber me re borî bû, ji qilifgeha 28. vagonê. Nûnerê RDyê matmayîtiya xwe daxwiyand ko bi tu awayî vebûna wî madenî ji trênê di serî de ne mumkun bû ji ber ko ji berî birêketinê trên li gor hemû qanûnên trafîkê hatibû çavdêrîkirin. Wisan dixwiya ko wî dixwest me ji ber sabotajandina trêna wan a giranbiha tawanbar bike. Jêvebûna wê parçeyê bi tundî serê RDyê êşand. Lê bûyera Ruupert xew li berpirsiyarên rêasinan neherimand - wan bûyer bi ser ve dişopand lê hema wan ê ji me re bigota "Bûyer diqewimin, ma em çi bikin? Bila hûn nêzîkî rêasina me nebûna!" Min dixwest ewqas korane li wan biqehirim ko çavên wan derbînim lê ejdehayê di min de ji meydana şer filitîbû û li şûna enerjiya wî tenê westîn û xwesteka devjêberdanê mabû. Yekdiliyek li ser telafiyê jî çênebû: Birgittayê sî mîlyon mark xwestin, û berpirsiyarên rêasinan jî ji bilî lêçûyiyên nexweşxaneyê nexwestin yek qurûş jî bidin - tenê lêçûyiyên derman-mermanan jî ji hemû erkên qanûnî yên rêasinan zêdetir in, nûnerê wan got û em bi çavbirçîtiyê gunehbarkirin. Birgittayê bi giyana xwe sond xwar ko ew ê rêasinan mecbûrî peredanê bike û, heke pêwîst be, hemû rêasinsîstema Fînlandiyayê biruxîne daku berpirsiyariya rêasinan pê bide zanîn. Min texmînand ko bi herikîna demê re êrîşkariya Birgittayê ê aram bibe û wisan derket jî: piştî pênc mehan wê ez zengandim û daxwiyand ko êdî hew dikare êrîşan bibe ser "ba-aşan". Min jê re gor ko bi min bêguman aş dikarin bizivirin û trên bigerin, tişta qewimî nayê neqewimandin.
Piştî şiyarbûna xwe Ruupert Birgitta nenasî. Wî tenê fedikir dîwarên odeya nexweşxaneyê, beranektiliyên xwe li hev dizivirandin û dawiyê ji Birgittaya recifok ya li rex xwe pirsî ka xanima giranbiha Chicago-benîşt hene. -Û jixwe ew benîşt bi salan nehatine çêkirin, dema ko em li kafeteryaya nexweşxaneyê rûniştibûn û li ser qulipîna bûyerê dipeyivîn, Birgittayê got. Bijîjkan dabû diyarkirin ko Ruupert ê êdî Birgittayê baş nenase. Ew beşa mejiyê Ruupert, a ko bîranînên li ser Birgittayê di nav xwe de digirtin, bi cidî ziyan girtibû. -Ango ji bo min ew bi awayekî miriye, bûka bextreş anî ziman, û min nikarî gotina wê îtîraz bikim loma min devê xwe bi kadeyê tijî kir.
Ji bilî Birgittayê herwiha di heman beşa mejî de hemû zanînên huquqnasî û hin bîranînên din jî yên girîng hebûn û pê re ruxîbûn. Lê ez li bîra wî mabûm. Piştî benîşt wî yekser bêriya dayika xwe kiribû. Û Lola-çokolata li bîrê bû (tevî ko em mecbûr man jê re bidin xwiyandin ko ew êdî nedihatin çêkirin) û "Qaz û Werdek" û trên û mirina bavê wî û hemû xewnên xerab, hemû li bîrê bûn. Bi rastî wî hertişt - heta nehsaliya xwe baş bi bîr dianî.
Ji ber sedemên famkirî zemawend nehat lidarxistin. Ruupert vhekeî mala zaroktiya xwe. Wî şeş meh li nexweşxaneyê derbas kiribûn. Di wê navberê de havînê xwe ji bo zivistanê amade kiribû.
Demek dirêj borî heta ko bi afirandiyekî, yê ko li gor serê xwe di xaniyê min ve ji vê odeyê diçû ya din re, aşna bûm. Ew kêm dipeyivî, tenê carna daxwaza anîna tiştek xweş ji firoşgehê dikir an jî li pey tiştên ji mêj de nemayî dipirsî. Ew Ruupert bû lê na. Ew kesek anakronîstîk bû: ew xwediyê bejna Ruupertê huquqnas û xwediyê dil û çavên erjeng ên Ruupertê zarok bû. Wî di pencereyê re çavdêrî li baxçe dikir, wek hêrsbûyî tiliyên xwe diqirçandin û mîna şeytanqûniyekî digerî. Wî ramanên li min veşartî di dilê xwe de dihiştin. Ew ji neynikê ditirsî ji ber ko tê re wêneyê xwe yê jê re xerîb û nenas didît. Heke min bikariya, ez ê biqîjîma lê wisan westî û apatîk bûm ko dengê min ê têra tiştek wisan nekira. Hewayê min nefes dikirê tenik û genî bû. -Ruupert, dawiyê min jê re got. -Êdî ev yek nikare wiha bidome. Divê tiştek bibe. Tiştek.
Bi rastî min bi xwe jî nedizanî ka çi dibêjim û tam piştrast im ko ji Ruupert pêtir ez ji xwe re dipeyivîm lê Ruupertê anakronîstîk li min nerî û serê xwe çemand, mîna ko bi temamî mebesta min averûyandibe.
Li derveyî xanî meh derbas dibûn. Li hundurê wî pêşî dem rawestîbû û paşî bi vhekeîna Ruupertê anakronîstîk a malê re bi temamî tevlihev bûbû. Ez jî digel Ruupert li malê dimam. Ji bilî di ber re borînê (li firoşgehê, li ser rêyê û hwd) min pêtir Miriam jî nedît. Ewqas em ji hevdu dûr ketibûn ko carna min guman dikir ko belkî min tucaran ew nenasîbû jî. Min ew venedixwend û ew bi xwe jî ewqas jîr bû ko nedihat cem min. Min êdî nedikarîbû bi xelkê re bipeyivim, ji xwe û ji wan re rewşa Ruupert şîrove bikim; min nedixwest nerînên empatîk û şil rewşa kurê min bibînin û rewşa min bi xwe ya kambax hê xopantir bikin û kezeba min bi wî afirandî, yê ko berî bîskekê huquqnasek serbilind lê niha tam tiştek din bû, dilê xwe pê bidim şewitandin. Di nav koirakkalayiyan de tucaran ne xwediyê gelek hevalan û mêvanê her cejnê bûm lê dîsan min ew kêm hevalên heyî jî di pileya şandina kartpostalên Noelê de hiştin. Min nedixwest êdî li çavên xelkê binerim û bizanim ko êdî ne xatû Emma Satakieli lê "ew rebena dayika huquqnasê aqilsivik" im. Min nedixwest kurê min, "ew huquqnasê aqilsivik", bibûya qaçikê ber devê koirakkalayiyan. Diviyabû min tiştek, ê ko hem alîkariya Ruupert û hem jî ya min bikira, bikeşifanda, diviyabû min çareyek aqilane, ya ko em herdu ji vê malmîratiyê xelas bikirana, bidîta, û min dixwest vê yekê bi tenê, di aramiyê de, bikim.
Li hefteya yekem a sibatê mamosteya wî bi suprîzî hat min bibîne. Wê pora xwe ya ciwan î zêrîn bi sor î ramankûr boyaxandibû. Ew hinekî qelew bûbû lê ew giloverî lê dihat û ew bişehwettir dikir. Lê şehwetiya min ber bi kêmbûnê de bû. Van hefteyên dawîn cî bi cî mûyên spî ketibûn nav pirça min reş, tiştek sosret ez mecbûrî kurtandina wan kiribûm. Ez lawaz bûbûm, û min yekemîn nîşanên pîrbûnê di xwe de agihandin. (Mixabin min ji nû niha hay ji nîşanên navserebûnê yên hê zûtir hatî bû.) Me hevdu hembêzand û piştre maçand jî, bêguman ne mîna evîndaran lê xweşhevalan. Me ji fincanan qehwe vexwar, bîskewît xwarin û li ser hin tiştên vala sohbet kir.
Miriam diheyirî ka çawan dînamît ji Çivgeha Piskiläyê hatibû dizîn. Û mamoste hatibûn haydarkirin ko ew çavdêriyê li şagirtan bikin çimkî dibû ko teqemenî di çante yan jî rûniştekên wan de hebûna. Min anî bîra wê ko ew ne yekem car bû ko tiştek wisan li Koirakkalayê diqewimî. Em herdu jî ji zarokên vî zemanî ditirsîn. Teqemeniyên dizî hatibûn firotin an jî veşartingehek li van nêzîkan hebû - di demên nêzîk ên pêşhatî de beşek ji Koirakkalayê ê bifiriya asmanan, me texmînand (û di dilê xwe de min ji wê yekê hez kir jî).
Ji Miriamê pirsîm ka ew hê jî kurteçîrokan dinivîse, û wê got ko ew ê di demek nêzîk de hinekan ji çapvan re bişîne. Ew rêzgirtane pirsî ka dixwazim lê binerim û helwesta xwe bibêjim lê min spas kir û got na, nexwe min ê tiştek ji fîksiyona wê ya asmanî fam nekira ji ber ko min tenê pirtûkên zanistî dixwendin.
Heyirane Ruupert ji odeya xwe hat mamosteya xwe ya berê bisilavîne. Mîna herdem wî gomlekek spî yî bibersto, êlek, stobenda Qaz û Werdekan û pantolonê taxima gewr li xwe kiribûn (lê bêguman wî jî, mîna herkesî xwe 9-salî bihesibîne, di wan cilan de xerîb dihesand). Pêşî ew biaqil dixwiya, heta wek mirovek jîtemam dipeyivî, û Miriam bi dilxweşî bişirî: "De ka tu bi Xwedê kî, ka çi xerabî lê heye?" çavên wê pirsîn. Lê Ruupert ev întîfaya avakirî bi pirsên xwe yên sosret herifand:"Di wê navbera ko ew li nexweşxaneyê bû, hevalên wî çend rûpel di pirtûka matematîkê de pêş ketibûn? Û ka mamosteyê ê bi tu awayî alîkariya wî di zehmetiyên parjimaran (fraction, kesir) de bikira?" Miriamê xwe li cewtikê xwe da, "bimînin di xêr û xweşiyê de" û bi lez û çavên şil ji xanî derket û Ruupertê anakronîstîk matmayî li pey xwe hişt.
Dengên trênên şevan wisan dikir ko Ruupert ji nivînên xwe bikeve, û piranî caran diviyabû ew bihata girêdan ji ber ko mêrê mezin ji kurikê piçûk girantir dikeve. Ew li hundur dima. Ew yek bi dilê min bû, min nedixwest ew ji aliyê zarokên cîranan de bê henekandin û kevirandin. Her çarşem ew diçû li namesandoqê dinerî lê dilşkestî vedigerî, û piştî agahdariya demekê tê gihîştim ko ew li benda "Qaz û Werdekan" bû. Min nizanî ka ew yek aqilane bû yan na lê piştî navbera 20 salan min carek din ew kir abone (lê roja derketinê bûbû pêncşem û loma Ruupert nearam dibû). Min êdî nexwest û mumkun jî nedît ko xwendin, kirin û temaşekirinên Ruupert bikontrolînim. Herçî hêza wî ya xeyalî bû, êdî ne karê min bû. Êdî min nikarî êrîşek din a mezin bibim ser fantaziyê - şerê min hatibû kirin, ejdeha di min de di bin bandora bûyerên rûdayî de hatibû veşartin, enerjiya wî ji bo ronahiyek bêhêz bûbû petrol. Carna Ruupert li pirtûkên ji refê dîtî dinerî; ferhengên zanistî, biyografî û helbestantolojiyên stûr. Du-sê caran min ew yekemîn pirtûka qanûnê, ya ko wî ji ber kiribû, di destên wî de didît, nepiştrast gotinên tênegihende jê re digotin û herdem venekirî dîsan dixist ciyê wê.
Nizanim ka kurê min çiqas ji pirtûkan û bûyera xwe fam dikir. Carna ew mîna wî huquqnasê jîr û têgihîştî, yê ko berî çend mehan bû, dixwiya, û dîsan yekser mîna zarokek matmayî yê xwediyê stobendek bi pêncsed markan bi saetan rûdinişt û ji kovara Qaz û Werdekan "Hêkên Çargoşe" dixwend. Van herdu aliyan di jiyana wî de pêşbirk dikir û piranî caran ew di navbera herduyan de bû. Carna wî hin wêneyên piçûk î sosret diçîzandin lê di heman demê de diçirandin û di sobeya saunayê de disojandin. Tê gihîştim ko wî hewl dida Birgittayê û tiştên din ên di qezayê de jidestbirî, yên ko di serê wî de wek wêneyên nezelal bûn, biçîzîne. Wî dîsan Timexa kevn xist destê xwe lê mecbûr mam ji Demjimêrfiroşgeha Koirakkalayê jê re qayişek nû bikirim - wî qet bawer nedikir ko Rolexa zêrîn î biriqende ya di çekmeçeyê de bi rastî jî ya wî bi xwe bû.
Ev jiyana bi Ruupert re bi temamî ji min re bûbû nîvxewnek û li bendê bûm ko ez ê carekê şiyar bibim û ev xewna erjeng ê êdî hew serê min êşanda (tevî ko ev ramana han bêguman, heke em bi objektîvî bala xwe bidinê, subjektîv bû).
Adarê hewa bêpayan sar bû. Hestiyên xanî di bin sarmayê de dizirviçîn, û carna min wisan bawer dikir ko xanî ê biherife û zivistan ê bikeve hundur, şîşiltokên berfê ê bi min ve çêbike û paşî min bike heykelek rût li ser nivînên min. Min xewn ji sarmaya erjeng, a ko di bin xwe de dihiştim, didîtin. Carna şiyar dibûm lê min nedizanî kî yan li kû me - diviyabû di xanî ve bigerim û biçim li Ruupertê razayî binerim û çavdêriya tiştan bikim ji bo ko belgeyan ji bo kîbûn û likûbûna xwe peyda bikim. Li hefteya dawîn a wê mehê, şeva navbera pêncşem û înê de demjimêr 01:12 li dengê pêngavên çûnê ceniqîm. Berê jî Ruupert qelizîbû lê hercar derengtir ji solên wî yên şil û şûnpiyên di berfê de jê agahdar bûbûm. Hemû binbîrên min di wê bîskê de hilketin û wan goştê min vejînand - min çakêtikek avêt ser milên xwe û daberizîm derveya sar. Min derî bi hêz vekir. Ruupert, pêliyank li piyan û kaşok di destan de û çante li piştê, fedikir min. Ew hinekî ditirsî ko min ê lê bidaya lê herwiha min di wî de biryarek tund dît - rast bû ko ew ê aniha biçûya ciyekî û min ê qet nikariya wî biastengînim.
Ew yek ji min re dibû.
Min hişt hewayê şevê yê reş î cemidî cigera min tijî bike û bikeve nav xwîna min. Dixwiya ko asmanê raserî me rê ji salonên sar ên valahiyê re vekiribû. Stêran temahî di ronahîşandina xwe de dikir lê Heyva geş di nav wan de hewla geşandina xwe dikir: piştî du rojan ew ê bi temamî bibûya gilover û ciwan. Ez di çakêtikê tenik de recifîm û me herduyan li hev nerî, bê ko em tiştekî bibêjin lê piştre min bêdengî şkand: -Meraq meke, te nakim xwarina guran. (Ango tehdîda berî bîst salan hê li bîra min bû û dixwiye ko li bîra Ruupert jî bû ji ber ko niha ew jî bi gotina min aram bû.) -Xwediyê wan li nêçîrvaniyê mir û lawirên wî niha li Helsinkiyê ne, û polîsek nû, yê ko naxwazim bi bertîlan bêdeng bikim, heye. Lê ji berî çûnê hinekî rabiweste. Heke nexeyidî, ez ê jî îcar bi te re bêm. Kî dizane, belkî ez jî bibim ferroequînologîst.
Ruupert, wek ko kûr biponije, eniya xwe çermiqandin lê piştre serê xwe çemand. Çakêtê wî yê şepapor erd radimalî. Wî stoxawliyek sor î nîvdirêj li gerdena xwe alandibû û guhên xwe bi berguhkan diparastin. Ew qet mîna mêrek mejîziyangirtî, yê ko wek 9-saliyan difikirî, nedixwiya. Ew mîna ronakbîrekî, yê ko piştî êvara tiyatroyê ji bo hewayek hûnik derdikeve derê, piştre çend xetên Dostoyevskî dixwîne û paşî diçe bin nivînên xwe, dixwiya. Min bi lez cil li xwe kirin, deriyên xanî qilifandin û pêliyankên xwe ji ambarê, ciyê lêmana wan a bîst salan, deranîn. Piştre em bi liyanê ketin nav tarîtiya daristanê, kur bi çakêtê ramalende li pêşiyê û dayik bi kaşokên şewişende di destan de li pey wî.
Berfa req em bi asaniyek heyirane di nav stûnên bilind ên daristanê re ber bi pêş de diborandin, û dem diherikî. Carna min çavek dida demjimêra xwe ya ko her ber bi kûratiya şevê de ditikî. Ruupert ji min lezgîntir bû, ew difirî lê şansa min hebû ko ew li benda min a laşgiran dima.
Min dozîna rêyê zû wenda kir. Ev yek ji min re baş bû: min nedixwest biramim ka diçûm ko - yan çima. Ez bi bangehî li ser wê baweriyê bûm ko xeyalên Ruupert wek fantaziya bedgumanî bidim derewandin. Min şeh nikarî ji xwe re rastgo bim, bidirkînim ko li gor întuîsyonê tevdigerim. Jixwe întuîsyon ji bilî dilxwaziyek psîkolojîk pêtir ne tiştek e. Û çareserkirina tiştên girîng bi întuîsyonê mîna bijartina rêyê bi pereyê lejwerdî ye. Lê wê şevê ez ji sedemên aqilî derketim, belkî tenê ji bo ko bibînim ka çi li wir heye; tenê wê carê min pêwîstiyek bêsînor hesand ko di gera wî ya îrrasyonalî de ber bi nuklera fantaziyê de bidim pey kurê xwe.
Em li beşek ji zinarên Girpez zivirîn û di ser beşekê re derbas bûn. Di nav wan re yek ji tinelên herî dirêj ên rêasinên welat heye. Tevî ko em mecbûr man pêliyankên xwe hilbigirin, bi piyan hilbikevin jor û hertim seqbêr bin daku di berfa xulale de neçin xwarê yan jî berf wek aşûtê bi ser me de neyê. Dawiyê em gihîştin deverekê ya ko min tucaran nedîtibû tevî ko li vê heremê ji dayik bûbûm û mezin jî bûbûm, û sedem jî eşkere bû: dixwiya ko tu rê û buhur nediçûn wir. Tevî ko min dûriya gundê herî nêzîk wek deh kîlometreyan texmînand jî, dever ewqas asê bû ko xwe ji her cure mêweçin, nêçîrvan û gerokên din parastibû. Ev avzêl-, tiraş- û keviristanek nemêvanperwer bû, darên ketî û rizî, percanên têlî yên nîvruxî, yên ko ji ber sedemek nediyar ji aliyê kesek nenas de hatibû çandin û piştre jibîrkirin. Çeqên jorîn ên darên pikîpîr (gelek pîr) ronahî zeft dikir, û em di tikîtarîtiyê de dimeşîn. Bi rastî jî xwezayê hemû derfetên xwe ji bo astengandinê bi kar dianîn. Û ez ê vebigerîma, gelek, gelek caran lê şikilê bibiryar ê Ruupert bi zanatî serkêşiya min dikir, wî rêyên ranewirandî mîna kefa destê xwe dinasîn. Carna ew wek kesatiyek mîtolojîkî, yê ko ji bo rênîşandana min hatibû şandin, dixwiya, û herwiha diviyabû li bîra min bûya ko ew huquqnasek mejîziyangirtî bû! Em ji zinarek tund lê kurt, ê ko em anîn cem rayan, daketin. Bi qasî du-sê kîlometreyan em li ber heyveronê bi rayan ve meşîn û piştre me ew rawirandin. -Divê em di vir re biçin, Ruupert di ser milê xwe re ji min re got û ket nav daristana hê asêtir, a ko li aliyê din ê rayan didomî. -Lê heke em ji vir derketin, em ê bibînin ko rêyek ê me bibe wir.
Li pey şikilê li pêşiya xwe min xwe gihand nav tarîtî û zilmata daran. Tiraşistana ziwa û bêhawe asê pêşketina me gelek astengand. Dema ko min li jor nerî, min qet asman nedît, tenê darên bilind ên ko çeqên wan ên jorîn nedihiştin heyveron bikeve erdê. Çeqên mumyabûyî dixwiyan bi çakêtê min ê hirî ve zeliqîn. Wan berstoka min ji min vekir. Wan rûyê min verûçand û bi striyên xwe yên tûj hewl didan herdu çavên min biqoqilînin. Her car min xwe ji wan xelas dikir lê dîsan jî strî bi min ve dizeliqîn, berf dişepî û çeq diqirçîn ser serê min lê dîsan jî, heta astengek din a dijwar ez ranewestandim, min rêwîtiya xwe li pey xuşîna pêliyankên nebînende (ên ko nayên dîtin) domand.
Tirsîm ko Ruupert ê êdî li benda min nemaya, ew ê biçûya û li vir, li nav vê tevliheviya berfê bihiştama. Min qet nedikarî tevgera kurê xwe pêş bibînim. Bi awayekî ew hê jî kurê min ê jêhezkirî bû (tevî ko min tucaran ji operaya çînî pêtir ji aqilê wî fam nekiribû jî) û bîskekê min hê jî ew wek huquqnasek aqilmend dît. Lê bi ziyangirtina mejî re ev aliyê sosret jî li wî zêde bûbû, kombînezona herduyên navborî - Ruupertê anakronîstîk, xerîbek tijîveşarî yî bedbîn ê ko kirin û nekirîhiştiyên wî bi temamî li derî kontrolê bûn.
Qet nebe, bi qasî du-sê saetan di nav qelebalixa darên mirî de me xwe xuşand, û dibe ko em bi qasî deh kîlometreyan jî pêş ketin. Qet nebe, ew bi qasî deh kîlometreyan dixwiya lê heke tenê dused metre yan jî ji deh kîlometreyan jî gelek zêdetir be, ez ê matmayî nemînim.
Carna Ruupert wek sîberekê di nav sîberan de li pêşiya min dixwiya lê piştre min ew bi demek dirêj nedidît û ramîm ko min ew wenda kiriye lê piştî ko min ji hezaran daran xatir xwest û xwe spart hembêza hezarên din, min ew dît. Dar hinekî kêm bûn û piçek rê ji ronahiyê re jî vebû; li jor heyvê sêlika xwe nîşan dida. Piştî hilketina dirêj û betilkar Ruupert li nav tiraşên merxê li benda min rawestibû. Wî pal dabû kaşokên xwe û ber bi pêş de fedikir. -Ew li wê dera han e, dema ko lezîbûm nik wî, ew pistî. -Em gihane binecî.
Li ber me deştek mîna gelî, hewzek bi tarîtiyê dagirtî, ya ko darên wê yên berfîn digihîştin asmanên reş, hebû. Bi qasî keviravêtinekê, ji ciyê em lê bûn, ray hebûn. Min ew bi temamî nedidîtin lê li vir-wir di nav daran re dixwiyan. Ray ji aliyê din ê daristanê, yê ko mîna yê em tê re hatî (belkî hê jî xerabtir) nuklera tarîtiya tiraşistanê bû, dihat; ray li ser lêvikek nizim diçû ta ko sosretane li nav kajan bi dawî dihat, mîna ko bi meqesên bêhempa mezin hatibûn birîn.
Min eniya xwe qurmiçand. Nexwe ray bi vî awayî bi dawî nedihatin. Li ciyê bidawîhatina rayan diviyabû astengek hebûya ji bo ko trên bi bêhedî jî zêde dirêj neçûna û ji ser rayan neketana! Wek din jî wisan dixwiya ko ray li ciyek çewt bûn. Belkî li ser nivîsmaseyekê xîçek xwar li ser nexşeyê hatibû xîçandin û dema ko dawiyê şaşî hatibûn famkirin, rayavakiran yekser karê xwe nîvî hiştibû û bi nefretandin, kenîn û galtepêkirina aqilmendiya endazyaran filitîbûn.
Min bîna ecêb a rêasinan kişand pozkunikên xwe. Li vir ew ji herderê pêtir bihêz dixwiya. -Û ev cî...
— Ev ciyê zivirîna trênan e, Ruupert bi dengnizmî got. Belkî ew hêrsbûyî bû. Sarmayê ji nefesberdana wî ewr ava dikirin, û sîberên li ser hev ên daran avêtî şikilê wî ji heyveronê û çavên min vedişart. Wî pêliyank ji piyên xwe kirin, kaşok di berfa bi rex xwe ve çikilandin û xwe pal da erdê. Min jî da pey wî. -Divê yek ji wan aniha bê. Carna mirov dirêj li bendê dimîne lê bêsûd e ko mirov li ji ber herikîna demê xeman bixwe, haya min jê bûye. Demjimêr bi te re heye?
Min huçikê xwe bir aliyekî û hewl da demjimêrê bidim ber heyveronê lê tarîtiyê bi serhişkî tîrkên demjimêrê niximandin û tevî hemû hewldanan jî min ew nedîtin. -Demjimêra te bi xwe li kû ye? piştre pirsîm. Wî got ko Timexa wî di dema gerên ferroequînologîstî de radiwestî; êdî wî nexwestibû wê bi xwe re bibe ji ber ko ew rawestana wisan ê ji bo demjimêrê jî ziyan bûya. Min a xwe da ber guhê xwe û hewl da bibihîzim ka ditike yan na. Min tiştek nebihîst lê dibe ko guhên min ji ber sarmayê mismid bûbûn. Herwiha bayek bihêz jî li nav daran digerî lê daristana kevnar diqirpî û dixirpî, û wê yekê jî hewlên guhdariya min xerabtir dikirin.
Ruupert heyirane pirsî ka nîv Tuplayê (celebek çokolatayê ye - werger) dixwazim. Min ê otomatîkane bi neyînî bibersivanda lê paşî tê gihîştim ku, cara yekem piştî zaroktiya xwe, dilê min çokolata dixwest. Ruupert çokolata ji çanteyê xwe derxist û parçeyek ji duyan da min. Piştre çakêtê xwe pehêttir li xwe aland û ji xwe re rawestek xweş girt, qet nebe, mîna bendewarek xwedîpêzanîn. Û me li daristana asê, rayên di nav de, darên xerabe û berfa spî, ya ko tarîtî di navbera teng a daran de zeft dikir, dinerî, çokolata dixwar û li bendê bûn. Û dawiyê ev libendêman ji min re xeyalî lê nas dixwiya. Bi nîvxewnî ponijîm û dirêj bawişîm ûhêdî hêdî poşman bûm ko hatibûm vê sêrana şevîn a bêwate - çi ketibû serê min, vê jina reben, ko nivînên xwe yên germ di şevek wiha de bihêlim...
***
"Me xwest em li çavên Mirinê binerin û galteyan pê bikin loma wê şemiyê me hevdu dît û nêzîkî demjimêr hevdeh, piştî ko em ji xwendingehê vhekeîbûn û me aman şûştibûn, em çûn cem rêasinan.
Dema ko em gihan ser rayan, çipên baranê yên qasî gûzan şepîn. Kirasên me şil bûn û bi laşê me ve zeliqîn, û me sar bû lê em ji wir nefilitîn; diviyabû îro jî Mirin bihata şerimandin, Aliisayê got, ji bo ko em bi rastî jî bi jîna xwe bihesin.
Mafê me herduyan e jî ko em tiştekî ji desanta kozmîk a wek Mirinê navandî re bibêjin: bi jana zirav wê di çarsaliya Aliisayê de jiyana dayika wê jê xîfandibû, û kûçikê min ê rind jî biribû - berî salekê sepandiyê min ê skotî Roope di dema nêçîra kîroşkan de di bin trênê de mabû. (Berî bîsikekê xalê min Kaapo jî serê xwe danîbû lê min zêde ji wî hez nedikir ji ber ko ew kesek serxweş û dengbilind, ê ko tucaran tiştek biaqil nedikir, bû, tenê eraq diqurçand û pantolon bi ser de hatî digerî û çêrên pîs ji zarokan re digotin.) Me xwest Mirinê vebixwînin meydanê, û ma tiştek ji trêna xilingende ya bêrawest û tijînihînî çêtir hebû. Ji berî hertiştî wê mîna destar Roopeyê min hêrandibû. Û tenê du-sê meh di ser re derbas bûbûn ko Einari Sikojärvi xwe li trênê dabû ji ber ko di şer de hunera dîtina aliyê ciwan ê jiyanê ji destê xwe biribû (qet nebe, bavo wisan digot), û Einari qet ne kesek bi tenê yê koirakkalayî bû ko ev heman lîstik dikir, "tam dikir trênê", mîna ko gundiyan digot - îsal, qet nebe, ji aliyê şeş rûniştvanên heremê ve "trên hatibû tamandin", û niha hê gulan bû. Bi vî awayî yekem tişt, a ko trênê dianî bîra rûniştvanan, mirin bû - jixwe îstasyona me tine bû û trên li Koirakkalayê ranediwestî, ji bilî ko heke kesekî/ê bi mebesta xwekuştinê xwe biavêta ber singê wê loma ew wek amraza raguhezandinê nedihat dîtin.
Em li bendê bûn û me bîn dikir bîna sosret a li nêzîkî rayan difûrî. (Aliisayê got ko bîn ji jengê, ji maddeya têrkirinê û maddeyek din a nenas tê.) Di dema libendêmanê de me kabikên şekirê, yên ko Aliisayê ji malê dizîbûn, dimêjandin. Trên her şemî demjimêra 17:15 dihat. îro ew dereng bû, min ji demjimêra xwe ya spehî ya rûsî, ya ko min wek xelata roja jidayikbûnê ji bavê xwe wergirtibû (wî di dema şer de li wî welatî dîtibû), çavdêrî lê kir. Heta demjimêr nebû 17:23, me dengê trênê nebihîst. -Ew tê, Aliisa pistî. Em çûn rûyê hevdu û me destê hevdu girt. Destê wê germ, tiliyên wê pir ciwan bûn; hêviya piyanîstek baş di wê de hebû, mamosteya me digot, û Amalia Korpinen her hefteyê saetekê ew fêrî piyanoyê dikir.
Trên ji pişt zivirokê derket.
— Heke tu di dema hatina trênê de li ser rayan bî, Aliisayê carekê gotibû, tu ê bizirviçî, mîna mêş di bin çakûç de tu derfet ê di destên te de tine bin ko tu jîndar bimînî. Lê heke tam di dema gihîştina wê de tu xwe ji ser rêya wê vebidî, trên ê bêtalûke be û Mirin ê hêza xwe ya li ser te ji dest bibe, wenda bike. Tu dikarî bi qasî nîv metreyê yan jî tenê çend santîmetreyan ji trênê dûr rabiwestî, û ew "Remoyê reben" ji bilî girnijekê nikare tiştekî bi te bike. Hingê tu dikarî li rûyê wê yê xeyalşkestî binerî û galteyan pê bikî!
Pêşî trên wek pêlîstokek dûkêldar dixwiya, wek modelek piçûk a trênek bar a bi hunerek biserketî avakirî. Piştre wê di perspektîvê de ciyê xwe girt û di çavên min de bi qasî pîva xwe ya rast mezin bû. Min li wê dîdara massîv î lewitî, ya ko bi xilingîna madenî re ber bi me de dihat, nerî; min li rayan, a ko ew li ser dihat û em niha li ser dihejîn, nerî. Trên giraniyek bi mîlyonan kîloyan, a ko nayê rawestandin, bû. Heke em li ser rayan bûna, wê ê bê kêmandina leza xwe em bipijikandana. Tevî ko makînîst bifrenanda jî, trên ê di dema pêwîst de ranewestiya, ji berî ko wê bi dirêjiya du-sê kîlometreyan ray bi mayiyên me nemaliştana, ew ê nesekiniya. Vê ramanê heyecanek zikêş xist min lê niha tenê sar bûm. Rewşa min ne gelek baş bû, û nearamane dilivîm û bi bêwateyî min pirça xwe, ya ko ne mîna ya Aliisayê zêrîn lê gewr bû bi virde-wirde dida. Aliisa kenî, bi kenek dengqîjî lê kenê min qet nedihat. -Me bigire heke bikarî! Aliisa bi zewq pistî û dîsan kenî. Di gavên wiha de ew bitirs bû, û belkî ji ber wê yekê bû ko min ewqas ew nediviya; bi wê re rewşa min sade nedixwiya.
Dema ko lokomotîfa tarî êdî tenê bi qasî pêncî metreyan dûr bû, trên dîsan lîrî. Bawer dikim ko lîstika me makînîst hêrsand, û me carna dît ko wî qurmiçka xwe nîşan me dida lê mîna ko Aliisayê anî ziman: ma wî ê çi bi me bikira? Xwe ji trênê biavêta û em ceza bikirana?
Lokomotîfa kesk-reş xwe ber bi me de diavêt. Tamponên wê wek lepên zarokên birçî bûn. Ronahîavêja lerizende ya li ser nikilê wê dişibî çavê teyisende yê kîklopê. Buxar di gewrî û boriyên wê yên asinî de di bin pesta giran de digurmî û digufî, û buxarpîstonên bi hêzek mezin radijandî xirxalên polatî mecbûrî çerixînek hê bi leztir û hê bileztir dikirin. Rojinga wek kovikê ya lokomotîfê dûkêlewr, ê wek rengê reş î avêtî avê, li hawirdor belav dikir û divirand bilindiya asmanan. Li ser destpêka lewitiya reş plaqek bi jimare "888" hebû; min ew jimare her ji nû ve xwendin û dîsan jî xwendin û ramîm ka çiqas asan bû ko mirov wan heman jimareyan bidomîne û xwe li vir ji bîr bike û bihêle hertişt biqewime.
Me qaşo xwe bi aramî û bê lez ji ser rayan veda tevî ko min laşê xwe sar û giran hesand jî. Em li ber rayan man, ne ewqas nêzîk ko wê ji me bigirta lê ewqas nêzîk ko Mirina hêrsbûyî bi xilingîna trênê re di dema di ber me re çûnê de bîn bikira me. Em mîna prensesan serfiraz û serbilind li wir rawestibûn û li bendê bûn ko bayê trênê cilên me bihejandana, dengê wê yê birîtm guhên me dabigirtana û dûkêlê lokomotîfê bi bîskekê rûyên me bimaliştana.
Hingê me ê bizaniya ko îcar jî mamê Mirin di lîstikê de wenda kiribû û me ê xwe baş jîndar bihesanda.
Lokomotîf qîrî. Dengê wê birçî bû, hevbeşiyek di navbera wê û giriyê savayê cîranên me yê sosret û bihêrs ê nûjidayikbûyî de hebû, bi taybetî dema ko ew sava şiyar dibû û wek stemkarekî daxwaza xwarinê dikir, lokomotîf jî mîna wî dixwiya.
Min di poza xwe de bîna rêasinan hes kir, niha ji herdemê bihêztir. Dixwiya ko dengê bilez î birîtm ê trênê destê xwe yên nebînende pêşkêşî min kir û bi wî dest avêt dilqutîna min; bi bîskekê rîtma me yek bû, û xwîn zêde bi lez di demarên min de dixuşî - min hemû rojê ew yek di binê zikê xwe de hesandibû; hingê yekser ji min re zelal bû ko dijmina me plan ji bo me jî amade kiribûn.
Min çavên xwe ji trêna nêzîk dibû girt, destê xwe ji yê Aliisayê vekir û di bin bandora xofek kor de revîm. Piştî rêwîtiya bi bîskekê min beza xwe hêdî kir. Min wek şermkirî li pey xwe nerî û di heman demê de min kontrola laşê xwe ji dest bir, mîna ko çek li min hatibû berdan. Min hebûna piyên xwe û livandina wan ji bîr kiribû, û tiştek din jî nemabû li bîra min û, kêlek li berî min, ez ketim nav keviran lê heke êşîbûm jî, bîra min nehat janê bihesînim.
Tê gihîştm ko saniyeyên dawîn tijî deng bûn. Di heman demê de ko min baz dabû, gumînek req î madenî dibihîzî. Piştre dengek nebihîstî dest pê kir, dengek bi qasî asman mezin; wisan dixwiya ko Xwedê bi xwe piyê xwe ji nav ewran li erdê dabû û kendên kûr li meydana şer kolandibûn.Dema ko min dît hewa bi xîz, qûm û kevirên lokomotîfê firandî tijî bû, ez têk çûm. Lokomotîf jimare 888 êdî ne li ser rayan digerî. Wê hinek axa li ber rayan vekolî û xeyidî ber bi ciyê jê hatî de vhekeî. Wê hemû vagonên xwe, ji siyan pêtir, wek hêrsbûyî ji ser rayan vekişandin û li pey xwe rakişandin. Trên niha azad bû û hema ji ber dilxweşiya xwe dîn bûbû. Buxarpîstonên wê ew mecbûrî rakişandina vê wezna bêpîv dikir. Tutiştekî ê nikaribûya ew rabiwestanda. Lê tenê pistîna keçikek piçûk ew azad kiribû, û li ser nikilê lokomotîfê Mirina xwedîpelerîn bi xwe bi kenek xe-xeyî dikenî.
Min li trênê, ya mezin û dirêjiyek bêdawî ya ko di ber min re çû û ronahiya asman tarî kir û hemû mejiyê min tijî kir, nerî. Heke rabûbûma ser lingan û du-sê pêngav biavêtana, min ê bikariya dest bikira kêleka wê, pê re biçûma. Paşî min serê xwe yê bi qasî wezna hespekî giranbûyî zivirand û li keçika pirçzêrîn, a ko trên bi nik de diçû, nerî. Aliisaya narîn, dilbirîndar û mîna firişteyan ciwan li ber singê madencenawera wê bi xwe azadkirî rawestî bû. Min nefes kişand hundur û berda: min tucaran nizanîbû ko ew ewqas ciwan e! Ew dîsan jî rûken dixwiya, devê wê mîna kunek reş û destên wê yên nazik wek baskên ba-aş dixwiyan. Dengê wê nedibihîzî, trêna hezardengî bi qîrîna xwe hemû cîhan dadigirt. Keçik bi tenê bi qasî yek ji sedê ya dema qîçandina çav hat dîtin, û paşî xîz û çamûrê û madençiyayê reş î livbar ew daqûrand. Û trên ji bo pêşdeçûnê wek serhildêr û birçî hê jî bizav dikir. Lê li derî rayan leza wê bêhed kêm bû. Vagonên wê li hev ketin, û kaosek, a ko mirova di nav di sazûmaniyek biaheng de mezinbûyî nedikarî averû bike, ber pê bû.
Trên mîna dêwedirindeyek li ber mirinê, wek ejdehayek ketî û xwînçikî dixwiya. Ji bin qapûşka derizî ya lokomotîfê dûkêlê reş î stûr, ê ko dêwa pelixî di bin xwe de hişt û ew ji çavên cîhanê veşart, difûrî. Hinek ji vagonan mîna kartonan ruxîbûn û li ber rayan belawela bûbûn. Dûkêl xwe bi erdê ve xuşand cem min jî, û dema ko wî li piyên min ên pêxwas da, ez bi nefret recifîm - min hesand ko împaratora pirrû, Mirinê bi xwe jî xwe di penaya wî dûkêlî de veşartibû; wê bi destê xwe yê hestîn goştê min ê jîndar, ê ko ewqas ew dizewiqand, dimizdand. -Carna mirov bi ser dikeve, carna na, ew bi dengek nerm di nav kufîna lokomotîfê de pistî, -bila em nefretê li hevdu nebarînin, hevala delal, em ê dîsan hevdu bibînin!
Û li ciyekî, di nav penaya dûkêl de Mirinê bedena bêjîn a Aliisaya min li hember singê xwe yê lawaz hembêzand. Aliisaya pirçzêrîn î tilîhilû...
ya ko min germiya wê hê di destên xwe de dihesand;
ya ko beyaniya duşemê rûnişteka wê ya dibistanê ê vala bimaya;
ya ko ji bo bîranîna wê em ê deqîqeyekê bêdeng bimana û di wê bîskê de kurikê bi nihînî evîndarê wê bû, dê li ser rûniştekên paşiya dersxaneyê bi girînê biqoriya;
ya ko dayik û bavê wê ê zû pîr û piştqoz bibûna û di çend hefteyan de bê xatirxwestin rûniştvanên navçeyê di cî de bihiştana;
ya ko êdî ê ji bo waneyên piyanoyê li cem Amalia Korpinenê nexwiya ji ber ko tiliyên wê yên piyanîstan jê vebûbûn û di bin trênê ve perçiqîbûn, û wan ê êdî awazek herî sade jî dernexista.
Ez li ser wê rojê, ya ko Roope kîroşk nêçîrandibû û yekser bezîbû ber singê trênê, ponijîm. Ew çend roj bûn ko min beşên wî yên mûyî dicivandin telîsekî. Heke kûçik neçin biheştê jî, min xwest, qet nebe, ew di gorekê de bi aramî rabizaya. Ez ji beyaniyê ta êvarê li ber rayan paş-pêş gerîm û co, giya û newal çavdêrandin lê dîsan jî guhê çepê, paşpiyê rastê û nîv ji kurîka Roope wenda man. Min herdem wisan hesandibû ko trênê ew xwaribûn.
Min çavên xwe girtî şidandin û bi hemû giyanê xwe ji bo wî - ew kî yan çi dibû bila bibûya - yê ko hişt ev trên bibeze ser Aliisayê, daxwazek şand - belkî cure Ezrayîlek Mezin û Erjeng ê Rêasinan, ê ko me di bêfamiyek mezin de nearam kiribû, hebû: HEKE BI TU AWAYÎ MUMKUN BE, JI KEREMA XWE RE, WISAN BIKE KO EV BÛYER NEQEWIMÎBE! ÇI BIXWAZÎ EZ Ê BIKIM!
Piştre min pişta xwe da dîdarê û çûm malê. Rewşa min tevlihev bû. Min tucaran ji tukesekî, ji dê û bavê xwe jî, re negot ko govana mirina baştirîn hevala xwe û vê qezaya trênê, ya ko ewqas di rojnameyan û radyoyê de jî li ser hat peyivandin, bûm. Ew li dûrî rastiyê dixwiya loma min nedikarî li ser biaxivim. Heta min nehişt ramanên min bi xwe jî vebigerin ser wê roja bibaran. Dawiyê ew jî bû wêneyek şêlî ji yên ko mîna balindeyek reş ê ko li qeraxa rastiya min difirî. Dema ko Gunnar di min de bû û her lezgîntir dilivî û min stobenda wî girtibû û dengê bixof î birçî yê trênê hat guhê min, min ew roj bi bîr anî - bîranîn vhekeî û hewa ji gewriya min, germî ji xwîna min û hes ji demarên min bir. Min hingê bi girtina keysê jiyanek nû, ya ko bi wê bîska efsaneyî li ber destê min bû, min destê bi sarî tewî yê Mirinê red kir - min ew jiyan dizî, revand, dev jê berneda û neda Tinebûnê ya ko ji bilî navek din ê Mirinê ne tiştek e."
(Ji xewnpirtûka nenivîsandî ya E.S.)
***
— Va ye, Ruupert pistî.
Min fekir tarîtiya nav daran a ko ray jê dihatin. Min tiştek bihîst, dibe ko xîskînek xemgîn a madenek giran bû û bi maweyek dirêj di nav daristana berfîn de deng veda. Çirînek kûr da pey wê. piştre min livek, an baştir e em bibêjin ko hay ji livekê, dît. Pêşî ew jî tenê siyek di nav siyên din de bû, lîstika şevê û roniya heyvê ya bi kajên hejok û berfê re bû. Lê hêdî hêdî dîdara sosret li meydanê xwiya bû. Rayan ew a reş î dirêj, a ko bi gufîn, erjengî û mezintiya xwe derket, hildigirt. Carna heyveronê lê dida lê wê tucaran dev ji siyan, ên ko li xwe pêçandibûn, bernedida. Ew bi seqbêrî tev digerî, hema ditirsî û zêde nemabû ko ew ê rabiwesta lê piştre wê dûkêlewrek mezin avêt nav hewayê sar û ber bi pêş de livî; bi çirînek bijan ji ser rayan, li ber çavên min ên tijîrondik, herikî.
Bi şêlî tê gihîştim ko Ruupert bi rex min ve rabû ser lingan.
— Tu çi niyet dikî? pirsîm. Min hewl da ko bûyera li ber çavên min rû dida averû bikim; şîroveyek xwezayî jê re peyda bikim û bişibînim rûdawek berî wê lê jena li pişt eniya min destpêkirî rasyonalîzandina qewimê qet asantir nedikir.
— Li wir. Û dayê: qet ji wir bi tu alî de meliqe! Li wir li bendê be, serê xwe nizm bihêle û guhên xwe bigire.
— Guhan?
Lê ew çûbû jî, bi çakêtê lepik hejende bi kendalê de ber bi trêna ji rayan dadiket. Min lê temaşe kir ta ko di nav siyên stûr de wenda bû. Guhên xwe bigire!. Yekser dizîna dînamîtan, a ko Miriam jê peyivîbû, hat bîra min; min hemû wendabûnên teqemeniyan ên wan rojên raborî bi bîr anîn. Ax ka çiqas hatibû birin? ...an jî li ciyekî komek mezin a teqemeniyan hebû. Dixwiye ko beşek ji Koirakkalayê ê bifire ber perên asmanan! -Lê nexwe tu ê bi tu awayî trênê neteqînî! min dengê xwe berda tarîtîstanê.
Lê bêguman belkî wî wisan bikira jî. Jixwe wî mejîziyan girtibû û ew ji hergavê îrrasyonaltir bû û dikarîbû hertişt bikira ji ber ko wî êdî otorîteya min nedinasî. Û hemû dizînên destnîşannekirî yên teqemeniyan - min dikarîbû bi çavên ruha xwe bibînim ka çawan kurê min bi şevan ew dizîbûn, bi liyanê bidestxistiyên xwe anîbûn vir û hêdî hêdî gelî tijî teqemenî kiribû. Min nedikarî baş bitexmînînim ka ew çiqas bi teqemeniyan re şareza bû, bêguman ne gelek lê zanîna wê ê têra teqek "baş" bikira. Trênan ew bi gelek awayan êşandibû, û niha wî dixwest bi heman şêweyî wan bibersivîne. -Na, Ruupert, na...
Min ew gotin di nav darên merxê re li pey kurê xwe avêtin. Li bendê bûm ko tarîtiya li ber singê min bibûya agir, ê ko cil, çerm û goştê min ji ber min bikirana û hestiyên min ên şewitî bivirandana tehtekê. Min jî nikarîbû şîroveyek aqilane bibînim ka çima trên nîva şevê li vê herema asûde ji ser rayan dihatin daketin lê ma ne wisan e ko wê yekê jî teqandina trênê nedikir ramanek aqilane? -Ruupert, bela xwe bi trênê mede! qîrîm. -Divê em bi cidî di derbareyê vê yekê de bipeyivin. Were, em biçin malê û çokolatayê ji sarincê derbînin û kakaoyê çêbikin û bi cidî biaxivin! Baş e?
Li binê gelî hê jî tarîtir bû. Di nav kaj, merx û çaman re ber bi rayan de çûm. Dema ko bêtişeyek sosret ket ber çavên min, min leza xwe kêmand. Min xwe çemand û baştir lê nerî. Ew berfmêrikek piçûk bû. Na na, ne berfmêrik lê kêl bû - tekstek jî li ser hatibû kolandin lê min nesihirand ka çi bû. Min bi pêhnandinê berf ji ber wê avêt, û tiştek mîna lepekî dixwiya, derket.
Min pişta xwe rast kir û tê gihîştim ko bi rastî jî ji bo tiştên wiha pûç dema min tine bû. Diviyabû min makînîst haydar bikira ji berî ko Ruupert ramana xwe ya sabît bi cî bianiya û ew piça jiyanê ya mayî jî li xwe biherimanda. Berf di bin piyên min de diçirî û dikirî. -Ruupert, Ruupert, pistîm. -Dayê gorî, ma ev e ew "hêza te ya xeyalên afirînende"?
Sirînek dirêj rawestandim. Min bîskekê guh dayê û paşî bi seqbêrî di nav çeqên hejende yên kajê de ber bi pêş de çûm. Bi qasî deh-panzdeh metreyan li ber singê min trên, an rasttir e em bibêjin şikilê trênê, ya ko xwe di tarîtiya dûkêl de pêçandî, hebû. Li dor wê dar û tarîtî, zaf tarîtî, hebûn. Gelî bi rastî jî deryaya tarîtiyê, ya ko hertişt ji pileyên cuda yên tarîtiyê pêk dihatin, bû, û ew piçek ronahiya heyvê kirî risqê me jî tenê çavên mirov bi lîstikên xwe dixapandin. Heke min durist dît, trêna bi rayan gihayî bi buxarlokomotîfek reş î mezin, a ko ji muzexaneyê re pêtir kêr tiştekî nedihat, dihat rakişandin. Ewqas tarî bû ko mîna şevek tîr dixwiya, mîna şikilê lokomotîfê yê bi tarîtiyê tijîkirî. Li pey wê rêza barvagonên reş hebû. Ew hê li ser rayan bûn lê lokomotîf di nav kajan de li ser berfê rawestî bû. Tamponên wê yên mîna pençeyên lawirên dirinde ez ber bi xwe de dikişandim. Min tenê dît ko made, ê ko dişibî gîsin û yê ko dixwiya ko astengên li pêşiya trênê ji ser rayan radike, hebû; niha berf û çeq civîbûn ser.
Min aqiland ko belkî cure buxarlokomotîfmuzexaneyek li wir dihat avakirin. Hêvîdar bûm ko serê min ewqas bêyom neêşiya; mîgrenek nerm jî ramana lojîk zehmet dikir û bi asanî tiştên li dûrî aqil bi min didan kirin. (Wek mînak di şeşsaliya Ruupert de min cilên balavê yekser ji cilşûştokê (washing machine, çamaşir makinesi) biribûn loda gilêş (trash can, çöp sepeti). Wî bi lîstikek xwe, ko qaşo xaniyê me valahîkeştî bû û dadabû Neptûnê, sê rojan li ser hev, bênavber serêşiyek bêpayan ji min re anî - dema ko min hewl dabû pencereyê vebikim, wî hîsteriyane xwe avêtibû destê min daku venekim an em ê bibin girêdayî atmosferek jehrî, yê ko qaşo li derve bû.) -Hêêêy! qîrîm û min destê xwe hejand. -Hoooy! Hûn ên di lokomotîfê de! Ma we kurê min dîtiye? Xwediyê çakêtek Setson î dirêj. Ew ne li ser hişên xwe ye û wisan dihesînim ko baştir e hûn...
Lokomotîfê dûmana qalind ditifand hewa û dilîrî. Dengê wê li dor min vetewişî ma, û guhên min, mîna ko bûbin çenga katedralek mezin, diçingîn. Gelek tarî bû ko di hundurê lokomotîfê de bibînim. Dixwiya ko trênê bi xwe bi lampeçavên xwe fedikir min. Ew meraqdar dixwiyan. Heke makîneyek nejîndar a ji xwe haydar hebe, ev ew bû. Min bi serê xwarkirî li qebareya bêsînor a lokomotîfa reş dinerî û hewl dida ko bala xwe nedim ser hesên xwe, yên ko her diçûn, îrrasyonaltir dibûn. Min hesand ko dihatim çavdêrandin. Bêguman ne trênê bi xwe lê makînîst ji nav penaya tarîtiyê li min dinerî lê îllusyon bihêz bû. Û hin danên rojê dilê mirov bi taybetî ji bo radestîna ji subjektîviyê re amade ye; belkî vê wendakirina objektîviyê tiştek bi fenomena wek biyorîtm navandî girêdayî hebe. -Hêêêy! Guh bidin min an belayek hêvînekirî ê bi serê we bê!
Min çend pêngav ber bi nêzîkbûna trênê de avêtin. Min xwest bizanim ka êdî kes di trênê de hebû. Belkî makînîst hay ji bûyerê bûbû û derketibû çavdêriyê li rewşê bike. Min çavek li hawirdor gerand.
— Ruupert! Ez li vir im! Ez, dayika te, li cem trênê me! Meke - qet tiştekî meke!
Min hêvî dikir ko kurê min - li kû dibû bila bibûya - bi zanîna ko nêzîkî trênê bûm, belaya xwe bi teqemeniyan nedaya.
Têgihîştin ji kaniyek nihînî ya di min de derket. Ew tişt, a ko li ber min bû, ne - yan jî qet nebe bi taybetî ne - trên bû. Ew wek trênê dixwiya û bawer dikim ko heta radeyekê trên jî bû lê bi rastî ew yek ji wan tiştên marjînal, ên ko diviyabû mirovan tiştek jê nezaniya, bû. Min pêwîst hesand ko bibehîtim û hîsteriyane biqîrim. Nexwe ew yek ê pêkenok bûya. Hebûna vê yekê ez hinekî nearam kirim, mîna ko bê kutandina derî ketibim hundurê odeyê ya ko tê ve kesek, ê ko dinasim, wê gavê tiştek qet li-bendê-nebûyî dikir, hebe. Mebesta wê "trêna" han tiştek sosret bû; wê tiştên ji aliyê min de tênegihîştî bi cî dianîn. Di cîhana aqil û lojîkê de ew tam xerîb bû; mêvanek venexwendî, şermek bi xêr nehatî. Ejdehayek ji serdemek din. Belê: min ew lokomotîfa han dinasî. Min jimareya wê nas dikir. Min dîtibû ko ew ji ser rayan direvî, wê mirov kuşt û piştre ew bi xwe jî hilweşîbû. Lê niha ew dîsan li ber singê min bû. Çima? Ma min li sawêra trênê dinerî?
— Ew "Jumboya Piçûk" e, dengekî ji pişt min veda. -Ew ji sala 1927an ta 1953an ji hêla şîrketên Tampella, Lokomo û Frischê de dihatin çêkirin, û ew wek bartrênan tên bikaranîn. Niha çi sal e?
Min bi bilêvkirinek şidandî sala min durist texmînandî got, nerîna min bi trênê ve qerisîbû, çavên min jê venedibûn. Wê hê jî di nav çamên bisîber re bi lampeçavên xwe fedikir min. Ew meraqdar bû, birçî bû. Sarmaya lokomotîfê herikî nav goştê min, û mîna ko berfa agirîn be, ez şewitandim, û min wisan hesand ko heke zû ji bin bandora wê nerevim, ez ê êdî nikarim bilivim jî. Û bêguman mebesta trênê jî ew bû. Wê dixwest min efsûn bike û biqerisîne, li vir min bi ponijînê mijûl bike daku bibim nêçîra wê. Û hema ew di plana xwe de bi ser diket jî. Min dizanî ko diviyabû pişta xwe bidimê û biçim lê min tenê li wê agirejdehaya îrrasyonalîavêj û plaqejimareya wê fedikir. Hîsa hesînê ji laşê min revîbû, min dibihîst ko dengê qerisînê ji laşê min dihat.
888, 888, 888,...
— Ev ên wiha ev demek dirêj e ji trafîkê hatine derxistin, Ruupert li ciyek nebînende domand. -Berî bîst salan. Ango ew li vir e ji berî ko hatibû derxistin. Û carna hinên hê çênekirî jî tên li vir dizivirin. Loma min wêneyê yekê ji wan di tu pirtûkan de nedît. Loma li vir tu sûd ji demjimêran tine ye: ev der li derveyî tarîfeyê ye. Ew li ser rayan şiyar dibin, ji tarîfeyên xwe derdikevin, ji xwe re li rêyekê digerin û tên vir.
— De bila wisan be, Ruupert, ez bi lêvên lerizende pistîm. Min nedikarîbû hewlê ji bo têgihîştina peyvên wî bidim. Li ber mirina bi sarmayê bûm. -Ruupert, kurê min, ma tu bi rastî jî niyeta teqandina wê trênê dikî?
Piştî bîskek bêdengiyê Ruupertê anakronîstîk bersivandim: -Ev cî ji dînamîtan tijî ye. Di nav rayan re, di nav daran re, di bin berfê de, li herderê dînamît heye. Min çend şev bi amadekirinê re derbas kirine. Divê vê yekê bikim. Tevî ko tu bixeyidî jî.
— Û ma ez nikarim te bi tu awayî biastengînim? Tiştek biaqil ji te re bibêjim? Te tê bigihînim ko ev hemû li dûrî aqil e?
— Na.
— Ango divê tu wisan bikî, minîm (min mine-min kir) - êdî ne berpirsiyar bûm. Min taqeta berpisiyariyê nemabû; çi ji destê min hatibû, min texsîr nekiribû.
Trênê dûkêl difûrand; û buxarpîstonên wê şidîn û dest bi badana xirxalan kir; ew ji bo pêşdeçûnê amade dibû, ji bo mirina xwe. Ji bo qetilandina min. Min hesand ko di milên min re hat girtin. Ruupert ez rakişandim û revandim. Sarmayê taqeta piyên min jê standibû, lê Ruupert bihêz bû. Ji gelî dengê trênê vedida.
Em gihan cem darên merxê, û Ruupert xwe avêt nav berfê û ez bi xwe re. Rû bi rû şepîm nav berfê. Ewqas bêhêz bûm ko min nedikarî ketina xwe sivik bikim. -Dayê, min agir bi hemû bendên vêxistinê xistiye, kurê min minî. -Destên xwe bide ber guhên xwe!
— Heke em gihan malê, divê em li ser vê bipeyivin, min hewl da. Em ê kakaoyê vebixwin û têr biaxivin.
Ponijîm ko tiştek, ê ko pêwîst bû li ser fikirîbûma, hebû. Tiştek girêdayî sedem û encamê. Xwezî tenê serê min ewqas neêşîbûya. Lêdana di serê min de hema nehişt ko teqan, ên ko yekser gelî, dar û trênên ji tarîfeyê derketî pijikandin, jî bibihîzim.
***
"Em, ez û Aliisa, dest di dest de saetekê li bendê bûn. Paşî em li ser rayan rûniştin û saetek din jî li bendê man. Dengê trênê nedibihîzî, ray vala bûn. Her ko diçû, min rewşa xwe kambaxtir dihesand. Zikê min diêşî, û ser jî. -Ew ê neyê, min got. -Em bifilitin.
Aliisayê bi tiliyekê pirtek ji pirça xwe ya zêrîn xelekand û lêvên xwe nehwirandin: -Erê, bi rastî jî nayê dîtin. Divê em sibeyê dîsan bên.
Em çûn malê, Aliisa dilşkestî û ez nesax lê aram. Bi şevê li wê yekê şiyar bûm ko min nedikarî nefesê bikişînim. Cênîkên min tûj dizûrîn. Yekemîn ramana min mirina Aliisayê bû. Min xeyal dikir ko tê bîra min ka çawan trên li ber çavên min ên behitî ji ser rayan daxuşî û Aliisa perçiqand. Xeyal ewqas jîndar bû ko li ser nivînên xwe girîm. Lê dîsan jî li bîra min bû ko trên qet nehatibû, û em bi aramî vhekeîbûn malê.
Beyaniyê bezîm nik Aliisayê; mecbûr bûm xwe piştrast bikim ko ew hê jî hebû. Wê yekser dest bi plana çûnê ya ser rayan kir lê, tevî ko wê ez wek xayîn û hevalek xerab navandim jî, min daxwaza wê redand. Wê bi awayek sosret li min nerî, û min zanî ko tiştek di navbera me de guherîbû. Bêguman em hê jî heval bûn û bi hev re digerîn lê roj bi roj hevalbendiya me teniktir dibû û me kêmtir hevdu didît - efsûnî di navbera me de nemabû. Sûcên min jî tê de hebûn - êdî min nedikarîbû jê re mîna berê bim ji ber ko li bîra min bû ko wê dana êvarê li ser rêasinê miribû lê herwiha li bîra min bû ko em bi aramî vhekeîbûn jî. Taziyeya wê, heta gora wê, kêla li ser jî û tîpên zêrîn ên li ser kolandî jî li bîra min bûn lê, tevî vê hemûyê jî, ew li dibistanê li rex min rûdinişt."
(Ji xewnpirtûka nenivîsandî ya E.S.)
***
Bawer dikim ko wê şevê min kurê xwe wenda kir; ew şev û ew teq li bîra min in lê piştî wan... tutiştek nayê bîra min. Nayê bîra min ko em hatin malê. Çend caran min hewl daye bi xwe vebigerim wî ciyê sosret lê her car jê dûr ketime û tucaran negihîştimê.
Welidîna Ruupert li bîra min e. Mezinbûna wî, hêza wî ya xeyalî ya zêde û ew roj, a ko wî xwendina xwe li fakulteya huquqnasî bi dawî anî, li bîra min in. Evîna wî û mejîziyangirtina wî, ya ko ew (evîna wî -werger) jê (ji mejiyê wî - werger) derxist, li bîra min in. Rêwîtiya me ya şevîn ber bi ciyê zivirîna trênan de û wendakirina wî li wir, li bîra min in. Ew hemû li bîra min in lê herwiha baş li bîra min e ko min tucaran zarokê hêvîkirî newelidand. Di xortaniya xwe de xwendevan bûm û paşî diviyabû di kariyera xwe de pêş biketama. Em, ez û mêrê xwe, pir caran li ser zarokan peyivîbûn lê me bicîanîna ramanê paş de dixist, û dema ko me dawiyê hewl da, êdî dereng bû.
Berî du mehan min Gunnar di televîzyonê de dît. Ew gelek qelew bûbû. Hilceniqîm; min xeyal kiribû ko ew miribû. Ew bi hişkî di derbareyê bazirganiya şirketa di bin nûnertiya xwe de ya li derveyî welat dipeyivî, û fikirîm ka gelo ew keçika berî sê dehsalan berê li ber rayan bi wî re bi bîr tîne yan na. Gelek caran fikirîbûm ka ê çi bibûya heke di bîska krîtîk de min asteng li ber jêderketina wî bigirta û bi tovê wî kurek biwelidanda. Tevî îrrasyonalî û bêperpirsiyariya wê jî, ev raman wê bîskê di dilê min de hebû. Heke min wisan bikira, ma bîranînên min ê ne tenê rastiya subjektîv lê xetek jê ê objektîv jî bûya? Ma Ruupert ê niha rastiya objektîv bûya?
Bibîranîn min nexweş dike lê nikarim li ser Ruupert nefikirim. Ew ewqas rast dixwiye, piranî caran ji vê jiyana min a rast jî rasttir. Bîra min tê ka çawan gilover bûm û bi taksiyê çûm nexweşxaneyê û min kurê xwe welidand; jan û rondik û şadiya dema ko min ew mirovê piçûk girt hembêza xwe, li bîra min e. Dapîrk û beşa nexweşxaneyê, ya ko ez lê bûm, tê bîra min. Lê dîsan jî dizanim ko tiştek wisan tucaran bi min nebûye - belgeyên min hene ko di roja welidîna Ruupert de ji bo kar min rêwîtî kiribû Moskovayê. Û ew yek jî li bîra min e ko odeya hotelê piçûk bû û malerê (a ko dimale) hewl dabû tiştekî ji cewdikê min bidize lê min ew dît.
Belkî ez dîn bim. Ma kî kesê aqildar ji dema çil salan bîranînên li ser hev hene? Belkî ev bîranînên vala, yên ko hertim belayên xwe bi min dane, tenê berhema mejiyê tevlihevbûyî be? Ew asantirîn û bawerkirîtirîn şîrove ye - bê tu problemek piçûk jî. Dibe ko min Ruupert keşifandibe. Belkî ew ramanek çewt be, jinika pîr a bêzarok ji bo kêmandina jana xwe ji raboriya xwe li hev anîbe. Lê ciyê zivirîna trênan? Min hêza xeyalî ji bo tiştek wisan nîn e. Ez kesek biaqil, a ko piyên xwe bi qasî berika xwe dirêj dike, me. Berevajî wan kesan ên ko bi bêberpirsiyarî bi xeyalên xwe difirin; kurê min Ruupert wisan bû. Ciyê zivirîna trênan dikare tenê xeyala Ruupert be, û heke Ruupert bi rastî jî tenê xeyala min be, wî ê nikariya ew li hev bianiya.
Ez nêçîra bîranînên xwe dikim û mîna zanist li ser tiştên bêhempa girîng, çavdêriya wan dikim. Herdu xetên jiyana xwe, yên ko di cudakirina wan de carna pêrgî zehmetiyên dijwar jî têm, didim ber hev. Û nivîsmaseya min di bin belgeyan de maye:
Jimareya telefonê: li Helsinkiyê parêzvanek bi navê Birgitta Donner heye lê wê tucaran navê Ruupert Satakieli nebihîstiye jî.
Pîroznameyek Noelê ji Aliisa Holmstenê; tê de diyar kiriye ko zewicî ye û wek mamoste li Turkuyê (bajarek Fînlandiyayê - werger) dixebite. Bi salan ew ne li bîra min bû lê jixwe carna pîrozname ji hin kesên jibîrkirî jî tên.
Antolojiya kurteçîrokên Miriam Kissalayê, ya ko min do ji Pirtûkfiroşgeha Koirakkalayê kirî. Tevî ko hin bîranînên min ên cuda li ser wê hebin jî, ez wê nanasim. Gelek kes wê nas dikin ji ber ko ew mamoste ye lê jixwe min tu zarok tine bûne û em tucaran bi hev re nepeyivîne jî. Dema ko min ew zengand û navê xwe jê re diyar kir, ew matmayî dixwiya. Min jê re got ko min novelên wê xwendine û bi taybetî wê çîrokê, ya ko qala kurikek bi navê Robert ê dilsozê rêasinan, ê ko dayika wî Anna bêencam hewl dide xeyala wî ya der-rasyonalî bifetisîne, bala min kişand. -Ev bêaqilî ye, min hewl da, -lê mecbûr mam bipirsim ka te îdea ji bo nivîsîna çîroka Robert ji kû anî. -Ma ji te re çi bibêjim, Miriamê nearamane got. -Ew li hewa ne. Piranî caran xewnan dibînim û wan ji xwe re dikim îlham. Min du-sê şevan xewn di derbareyê kurikek piçûk, ê ko ji rêasinan hez dikir, de didîtin, û hêdî hêdî çîrok jê afirî. Min çend caran novel ji serî ta binî xwendiye û hewl daye tê derbixînim ka ew çi rastiyê tîne ziman.
Li ser nivîsmaseya min herwiha nivîsarek, ya ko min berî 40 salan ji rojnameyekê vekiribû û ta van rojan di nav ferhengek zanistî de parastibû, heye. Tê de behsa bartrênekê, ya ko bi bar û makînîstê xwe re li navçeya Koirakkalayê bêşop wendabûbû, tê kirin. Rayedarên lêkolînvan matmayî bûn lê li gor wan îhtîmal e dizîna trênê bi komployek di navbera personelên rêasinan de hatibû pêkanîn - ev xerabîkarî bi tu awayek din nikarîbû bê şîrovekirin. Dixwiye ko ew nivîsar jî dixwaze ji min re tiştekî bibêje lê, qet nebe, niha nikarim averû bikim ka çawan ew bûyer girêdayî wendabûna kurê min Ruupert e.
Nikarim bihêlim ko ew ji cem min ber bi wendabûna abadîn de biçe. Nikarim wî li Tinebûnê vebigerînim. Loma lêkolînên xwe didomînim. Divê dawiyê tê bigihim, wî ji nav çembera abadîn bibînim. Ji bo kurê xwe ez vê yekê didomînim, ji bo wî van ramanên xwe li ser kaxizê dinivîsim.
***
Wergera ji fînî: Husein Muhammed |