DIYARBEKIR, 16/ 8 2005 — Ji roja ko Komara Tirkiyê hatiye damezirandin û vir ve, heta berî wê dema ko împeretoriya osmanî ber bi hilweşiyan û belavbûnê ve diçû gelek rêvebir û serokwezîrên Dewleta Tirk bi hebûna mesela kurdî li xwe mikur hatine û soz û hêviya çareserkirina wê dane gelê kurd. Lê mixabin di encamê de ji bo çareseriyê tiştek nehatiye kirin. Di salên notî de dema ko Înonî û Demirel jî hatin Diyarbekirê, li ber mizgefta mezin bang li gelê kurd kirin û gotin “em realiteya kurd dinasin”. Li ser vê gotinê jî deh salan zêdetir zeman bihûrî, tu tişt nehate kirin. Di pratîkê de tiştên bervajî vê pêk hatin. Piştî demekî dirêj, navê hebûna “realiteya kurd” bû “hebûna pirsgirêka kurdî”.
Serokwezîrê tirkan Recep Tayyip Erdoganî di roja 12.08.2005 de, di axaftina xwe ya li Diyarbekirê de weha got, “wekî pirsgirêkên din yên Tirkiyeyê, pirsgirêka kurdî jî heye û di çarçova prensîbên bingehîn ên ‘komara demokratîk’ de çareserkirina ‘pirsagirêka kurdî’ mimkun e û çareserkirina vê pirsgirêkê jî problema min e.”
Lê belê Tayyip Erdogan jî wekî yên pêşiya xwe nabêje “pirsgirêka kurdî” çi ye? Dibêje “pirsgirêka kurdî” dê di çarçova “yek dewlet, yek milet û yek beyraqê” de bête çareser kirin. Nûha divê em bi kurtî li ser van sê gotinan rawestin û têbigîjin ka Erdogan dixwaze bi van kevnegotinên adetî çawa “pirsgirêka kurdî” çareser bike. “Yek dewlet”, bi niyeta herî baş em dikarin di çarçova federaliyeke dilxwaz a kurd û tirkan de yek dewletê qebûl bikin û biparêzin. Mana gotina “Yek milet” jî ew e ko hemû hemwelatiyên “Tirkiyeya Federal” tirk in, yan jî bi gotineka dî “Tirkiye ya tirkan e”. Eger ko wisa be gotina “hebûna pirsgirêka kurdî” (ko kurd tune be pirsgirêka wê jî nabe) çi mana îfade dike? Ya sêyem jî gotina “yek beyraqê” ye. Her milet dixwazin hebûna xwe bi hinek sembolan dîyar bikin, beyraq jî yek ji wan sembolan e. Ji ber vê yekê, mimkun e ko di nav sînorên dewletekî de gelek beyraq (al) hebin û li dinyayê gelek mînakên vê jî hene. Ev gotinên Erdoganî nîşan dikin ko dê bi çi awayê “pirsgirêka kurdî” çareser bike.
Erdogan di berdewamiya axaftina xwe ya li Diyarbekirê de, li ser çareseriya “pirsgirêka kurdî” xetên xwe yên sor jî weha dîyar kir, “Sê tişt hene ko em tu car qebûl nakin: 1) Netewetiya qewmî (etnîkî): Di welatê me de gelek unsurên etnîkî hene, ew tiştê ko me bi hev ve girê dide, pevgirêdaniya hemwelatîbûna Tirkiyê ye. 2) Netewetiya herêmî: Rojhelat-rojava, bakur-başûr hemû herêmên welatê me ne û em tu cûdahiyê naxin navbera van herêman. 3) Netewetiya zimanî: Di fikra me de ciyê netewetiya ziman nîne.”
Nizanim di ferhenga sîyasî de biwêja “netewetiya qewmî” bête bi kar anîn jî, biwêjên wekî “netewetiya herêmî” û “netewetiya zimanî” herhal îcadên Erdoganî ne. Bi rastî ev aliyekî din e, ya girîng û mihîmtirîn ev e ko Erdogan dixwaze bi van xetên sor çi peyamê bigehîne kurdan û ji bo çareseriya “pirsgirêka kurdî” çarçoveyekî çawa dîyar bike? Bi ya min pir aşkera ye ko Erdogan bi van xetên sor; wek miletekî hebûna kurdan înkar dike, wek welatekî hebûna Kurdistanê înkar dike û wek zimanekî xweser ê perwerdeyî hebûna zimanê kurdî înkar dike. Dema ko aliyê herî girîng ên pirsgirêkê bêne înkar kirin û bi berçavkên Erdoganî li pirsgirêkê bête nêrîn, dê “pirsgirêka kurdî” bi kîjan demokrasiyê û bi çi awayê bête çareser kirin?
Eger ko Erdogan ji ber nêzîkbûna dema destpêkirina gengeşiyên bi Yekîtiya Ewropayê re, yek ji leyiztikên Alî Osmanî naleyze û bixwaze gunehbariya heştê salan ya li hember kurdan hinekî sivik bike, divê rast bête têgehîştin ko “pirsgirêka kurdî”, pirsgirêka netewî ya miletê kurd e û bi gotinên “komara demokratîk” û bi qebûlkirina “hebûna pirsgirêka kurdî” nayê veşartin û çareser nabe. Divê êdî ev rastî bête qebûl kirin ko pirsgirêka kurdî tenê ne pirsgirêka Tirkiyeyê ye, pirsgirêkeke sîyasî û navnetewî ye, îro ji hemû demên borî bêtir di rojeva sîyaseta navnetewî de cî girtiye û di herêma xwe de bûye unsureke teraziyê (sengê) ya sîyaseta nû ya Rojhelata Navîn. Ji ber vê yekê, Tirkiye nikare di derbarê vê pirsgirêkê de wek berê deng ji xwe neîne û bêçareseriyê wek çareseriyê bibîne. Yên ko dixwazin pirsgirêka kurdî di çarçova demokrasîyê de çareser bikin, pratîka başûrê Kurdistanê mînak û modelekî herî nêzîk û berçav e.
Di encamê de wisa xuya ye ko heta îro, statuya heyî ya Kurdistanê, bi sîstemeke dagirkerî ya navdewletî hate parastin û berdewam kirin. Ev sîstema dagirkerîyê li ser çar stûnan ava bûbû. Li Kurdistana Başûr pêkhatina Dewletekî Federal a Kurdî, yek ji van stûnên sîstema dagirkerîya navdewletî hilweşiya û didoyên din jî ber bi pûçbûnê ve diçin. Ji ber vê yekê, dewleta Tirk dixwaze ji bo Kurdistana Bakur sîstemeke dagirkerî ya navxweyî pêk bîne. Ji bo vê, bi van hewildanan dixwaze sîyaseta kurd bêtir kedî bike û kurdan bikşîne ser xeta sîyaseta “tirkîyeyîbûnê”.
Ji bo vê jî du rê têne bi kar anîn: Yekemîn, bi giştî di çarçova têkiliyên Yekîtiya Ewropayê de pêşxistina demokrasîyê li Tirkiyeyê û di nav vê çarçova demokratîbûna Tirkiyê de bo kurdan pêşxistina “mafên ferdî” ye. Ya duyemîn jî, bikaranîna bêtir tundrewiyê (şîddetê), terbiyekirin û kedîkirina kurdan e. |