STOCKHOLM, 22/2 2009 — Gotineke pêşîyên kurdan heye: »Siwarê hespê xelkê timî peyar e.« Digel gelek waran û di ser hemîyan re di warê sîyasetê de, ev gotina pêşîyan xwedî balkêşîyeke muhîm e. Heke em bi kurtî berê xwe bidin tarîx û rewşa sîyasî ya vê sedsala dawîyê, dê bi awayekî pir eşkere xuya bibe ko pêşîyên kurdan çi qasî rast gotine.
Di dema osmanîyan de partîya Îtîhad û Terakî bi piştgirîya rewşenbîr û sîyasetmedarên kurd û gelek miletên din hukumranî bi dest xist; lê piştî bidestxistina hukum, alîgirên xwe yên mîna kurd û ereban ji hespên xwe daxistin, bi gotineke din kurd peyar man û ketin ber zordarîya Enver Paşa û hevalên wî yên li ser hukum.
Cara duwem, piştî têkçûna osmanîyan li şerê yekê û Mutarekeya Mondrosê, vê care jî birek ji kurdan da dû Kemal Paşa û careke din li hespê xelkê siwar bûn. Kemal Paşa jî wek birayên xwe yên Îtîhatçîyan, karê xwe bi kurdan kir û ew peyar hîştin.
Mirov carekê bêt xapandin an jî xeletîyê bike normal e, lê mirov gava eynî xeletîyê du caran, sê caran bike, êdî ev ne normal e.
Sîyaset hukumranî ye, bikaranîna desthilatê ye, li ser hukum bicîhanîna daxwazan e; hesabkirina mêzîna civakî, îktîsadî û refên sîyasî yên civakî ye. Li her dezgeh û warên ko gerînendeyî lê hebe, miheqeq sîyaset li wir heye.
Ji dezgehên herî piçûk heta bi organîzasyona dewlet û têkilîyên nêvdewletî, hertişt li ser hunandina sîyasî hatîye danîn û li ser hesabên sîyasî xebat tê kirin ko îro êdî ev têkilîyên navneteweyî di nav hev de bi awayên cuda, ji yên aborî, çandî, civakî heta bi yên dîplomasî xwe di tewirên pirreng de dîyar dikin.
Wek ko di destpêka nivîsarê de min dest nîşan kir, divê mirov xwedî hespê xwe be, nebe siwarê hespên xelkê.
Gava mirov di nav civat û xelkê xwe de ne bi hêz û bi rêxistin be, helbet dê hesabên sîyasî yên ko li ser mirovî têne kirin dê li gorî rewşa mirov bin. Mirov nikare hinan wek dijberê xwe bi nav bike û li bendî be ko ew rabin ji bo mirov tiştine baş û maqûl bikin.
Dibe ko di bijartina dostan de, mirov xwedî alternatîf be û bi dilê xwe ji xwe re dost û hevalan biecibîne, lê di bijartina dijberan de ev tişt ne di destê mirovî de ye. Di sîyasetê de jî welê ye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî, li hember me dewletek heye û birêvebir û hukumranên vê dewletê tirk in. Em nikarin û ne rast e ko em li nav tirkan li gorî mêldarîya xwe ya îdeolojîk li alternatîfan bigerin.
Nimûneyek: Gava Nelson Mandela piştî 28 salên li zindanê hate berdan, partîya nîjadperest ya li Başûrê Afrîkayê li ser hukum bû. Mandela bi serokê (De Klark) partîya nîjadperest re rûnişt û li hev kirin. Nexwe rewş û dem timî li gorî daxwaza dilê mirov tevnagere.
Di şertên Turkîyeyê de jî bi fikira min, ji bo me kurdan, ji hêla îdeolojîk de, ferqeke zêde mezin di nav partîyên tirkan de nîne. Lê carinan hin nuansên piçûk dikarin bibin rêveker ji bo prosesa çareserkirina problemê. Di nav tirkan de kîjan partî û ji kîjan îdeolojî dibe bila bibe, ya muhîm ka ew partî an jî ref li doza kurdî çawa dinere û ji bo çareserîyê wan çi pêşnîyar hene. Bi gotineke din şertên dunya û têkilîyên pircûre yên navdewletî û yên li welatên me, me mecbûr dike ko em ji bo çareserîya pirsgirêkê berhemdar bin, sîyaset bi înadê nabe, meseleya hesab û kitabê ye. Me keyseke weha nîna ko em kes an jî refên ko ji bo çareserîyê gavekê ber bi me diavêjin red bikin û li bendî ref û kesên ”baş” bin.
Lê ya herî muhîm ev e ko em bi destê xwe bin, em siwarê hespê xwe bin, em di nav miletê xwe de xurt û bi hev re bin.
Yên dijberê me dê li rewşa me ya rêxistînî, hevgirtin û hêza me ya milî binerin û gava xwe bavêjin.
Gava ko em ne mêldarê vê an wê xeta sîyasî yan tirkan bin, lê mêldarê mala kurd û kurdayetî bin û li ser bingeheke kurdewarî di nav civata xwe de bi hêz û qewet bin, yên li hemberî me di kîjan rengî de dibin bila bibin xem nake. Bêguman dil dixwaze ko yên li hemberî me, xwedî exlaq û etîkeke mirovperwer bin, bi empatî (qîyas) li doza me temaşe bikin û mafên me yên milî û demokratk, yên rewa qebûl bikin.
Lê belê tecrûbeyên jîyanê, tecrûbeyên welatên din û yên me, dest nîşan dikin ko tayînkerê bidestxistinên me kurdan, di destê pêşîn de, dê li gorî rewşa me ya sîyasî û civakî be û li realîteya me bigunce.
Roja ko me kurdan wek miletekî hevdem bi hev re dengê xwe bilind kir, wê rojê, em dê ne li hespên xelkê siwar bin, ne jî wek carên berê em ê peyar bimînin.
Sîyaset û îdeolojî guhêrbar in.
Hêz û taqeta miletê kurd dê bibe tayînkerê guhertina îdeolojî û sîyaseta asasî yên dijberî me. |