STOCKHOLM, 16/2 2009 — Kurdino min hewce bi alîkarîyê heye. Ez dikim nakim nikarim ji nav meseleyê derkevim. Heyran ez jî wek we kurd im, ji dê û bavekî kurd bûme. Ne bi daxwaza xwe lê qederê welê tecelî kirîye û min jî li hember vê yekê gotinek nîne ko çima kurd im.
Min qebûl e, ji lewre heta ji destê min tê wek kurdekî hewl didim û dixwazim rewşa em tê de ne, ji haletî ruhîya me bigire heta bi pirsgirkên ji me re dibin serêş û zikêş, fam bikim… lê neçar, nikarim!
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê wek hemî salan îsal jî newrozê pîroz dike. Hûn ê bêjin di vê yekê de çi heye, tiştekî edetî û normal e. Belê ji hêla pîrozkirinê de çu çewtî û anormalîyek nîne, lê di hêla roja pîrozkirinê de çewtîyeke mezin heye û FKKS bi înad li ser wê çewtîya xwe bi israr e û ji ya xwe danakeve. FKKS dê newrozê îsal ne 20-21 adarê lê di 14ê adarê de pîroz bike!
Piştî ko mirov di roja wê de pîroz neke, ha mirov 14ê adarê de, ha 25ê tebaxê, an jî heftê sibatê de pîroz kirîye çi ferq nîne.
Min sala berê jî nivisî û behsa adaptasyona me kurdan kir û destnîşan kir ko em kurd ji şiûra milî bêpar in, em ji rîtuelên milî bêpar in, welê li me hatîye ko em bûne wek hin ajelên rengguhêr. Em rengê ax an jî dara ko lê bin digirin.
Niha ez fam nakim derdê me kurdan çî ye?
Em netewe ne?
Bersîva we “erê” ye?
Wê gavê qet nebe li neteweyên li derûdora xwe binerin, binerin ka ew rojên weha çawa pîroz dikin!
Ma we dîtîye û bihîstîye ko faris newrozê di meha nîsanê de pîroz dikin?
Ma we bihîstîye ko tirk rojên xwe yên milî berî çend hefteyan pîroz dikin?
Ma we bihîstîye ereb cejna remezanê an qurbanê berî du hefteyan pîroz dikin?
Ma we bihîstîye swêdî sersalê di 21 kanûnê de û Noelê jî di meha sibatê de pîroz dikin?
Her tirkek, her swêdîyek, her erebek, her farisek li kû dibe bila bibe, roj an jî rojên xwe yên milî di roja wê de pîroz dikin. Evqas! Ji xwe ji gotina vî tiştî ez şerm dikin!
Lê FKKS bi salan e vê çewtîyê dike û qet ne xema wan e jî.
Dîn (ol) bi rituelên xwe bûne dîn.
Milet bi rituelên xwe bûne milet û miletbûna xwe didomînin.
Ez dirêj nakim, eger em dixwazin bibin milet, em mecbûr in ko rîayetê qaîdeya bicîhanîna rîtuelan bikin. Rîtuel şiûra hevbeş vedijînin, xurt dikin. Civat bi rîtuelan hîn dibe. Dunya alem ji kêfa xwe sirûdên milî naxwîne, rojên milî an jî dînî pîroz nake. Sebebên vê yekê hene!
Na eger me derdekî weha nîne, ango em ne milet in, wê gavê dilê we çawa dixwaze welê bikin û we divê di pêncê sibatê de newrozê pîroz bikin!
Ji bo Xwedê newrozê di roja wê de di êvara 20 û roja 21ê adarê de pîroz bikin, wê rojê neçin kar, wê rojê zarokên xwe neşeyînin dibistanan, wê rojê em kurdên ko qaşo 35-40 milyon in, bi eynî hisan roja xwe pîroz bikin!
Ez zanim wê gelek hêcetan li pey hev rêz bikin û bêjin ji ber hindê em welê dikin!
Lê ez kurt bibirim û bêjim, hêcetên we tev tewş û vala ne!
Ya min fam nekirîye ev e: Kurd netewe ne, dixwazin bibin neteweyeke hevdem, an na? |