STOCKHOLM, 6/11 2008 — Di şiîra xwe ya bi navê Paul Robson de, şaîrê kurd Cigerxwîn ji vir pêncî sal berê dibêje:
“Ey Heval Robson,
Ne tenê reşik ketin bin destan,
Em jî spî ne man e perîşan” …
Dibe ko pêncî sal berê weha bû, lê belê bi helbijartina Barack Obama ya ji bo serokatîya Emerîkayê, êdî reşik bi temamî ji wê ruhiyeta bindestiyê rizgar bûn…
Xewna Martîn Luther Kîng bi cîh hat…
Xelkê Emerîkayê bi spî, reşik, zerik û latînîyan ve, ji bavekî kenyayî û dêyeke spî reşikekî senator û huqûqzan ji bo fermandarîya herî bilind ya USA-yê hilbijart û dînamîzma demokrasî û toleransa pêkvejîyanê bi xurtî nîşan da…
Li welatê xewnan, xewneke nedîtî pêk hat…
Lê belê digel ”spîbûna” me jî, em hîn bindest, serî lênimandî, ziman û kultur qedexekirî, bê dem û dezgehên dewletî, bêyî ko ji siberoja xwe bawer bin, li welatekî dagirkirî, per û perîşan bênav, bênasname û wek mehkûmên dest li kelepçeyan dijîn.
Ji hev belavbûyî, bêserî, di nav tofan û pengizîna raman û sîyasetê de, em wek keleka li ser avê geh bi vir de geh bi wir de radibin û dadikevin.
Doza miletekî girse, gewdeya bîst mîlyon însanî wek qeretûnekê carinan di nav tarîtîyê de xuya dibe û winda dibe.
Niha hûn ê bêjin ne tirk emerîkî ne, ne jî em reşik in.
Niha ne welê be jî, nîvsedsal berê weha bû.
Pirsgirêk cuda be jî dirûv nêzîkî hev in.
Bi reşik û spîyan ve hêzên azadîxwaz di encamê de gihîştin miradê xwe.
Keleha demokrasî, tolerans û xewnan xurttir kirin.
Me jî hewcedarî bi pêl û tevgerên weha heye.
Pirsgirêk ne ya kurdan tenê ye.
Bi kêmasî du aktorên sereke hene: kurd û tirk.
Ev dused sal in em bi rabûn û ketinê şer dikin.
Heta niha ne wan karî me têk bibin û hebûna me ji meydanê rakin, ne jî me karî em zora wan bibin û bigihîjin armanca xwe.
Wan nîyet û armanc ew bû û ew e ko me bikin tirk, me jî nîyet û armanc ew bû û ew e ko em li welatê xwe kurd bimînin û serwer bin.
Lê bi gotinê nabe û bi rêyên ko me heta niha ceribandine jî, me nêzîkahî li armanca xwe nekirîye.
Ji lewre ji bo kurdên bakur xeteke nuh divê.
Ji lewre ji bo kurdên bakur hişekî hevbeş divê.
Ji lewre ji bo kurdên bakur armanceke zelal û yekparagrafî divê.
Ji lewre ji kurdên bakur re merkezeke şêwrê divê.
Ji lewre ji kurdên bakur re pêleke cemawerî divê.
Ji lewre ji kurdên bakur re, rêyeke demokrat, pirdeng û pirrengîdivê.
…
Ji hêla din de, me hewcedarî bi tirkên demokrat heye, divê em rêyêne mişterek peyda bikin da ko em karibin ji vê gerîneka bêdawî rizgar bibin.
Heta em wek miletên hevdem yên modern, bi hemî îdeolojî û sîyasetên cuda yekîtîyeke milî pêk neyînin û bi hevre ji bo armancên xwe tevnegerin, em dê weha şerpeze û bindest bin.
Qedera me di destê me de ye, gava em wek milet ji bo azadîya xwe bi îstîqrar û xwedî prensîb bin û wek milet bi hev re, di hemî waran de xwedî dengekî hevbeş û milî bin, wê gavê xewna me ya dusedsalî jî, dê mîna xewna Martîn Luther Kîng pêk bêt.
Civat bi hişê xwe yê hevbeş, bi tolerans, bi pirdengî û pirrengîya xwe bi hev ve dikemilin û dibin milet.
Bi fermanan û yekdengiyê kes nebûye milet û em jî nabin! |