[HELSÎNKÎ, 20/9 2008]
Hevalê min be
Hevalê min be,
hevalê min be.
Ax, dê çendî xweş be ger em bikarin heval bin.
Her jin carine hewceyî alîkariya hevalan e,
pêwîstî peyvên nerm,
pêdivî kûnekî ji peyvan vehûnandî ye,
ne lazimî bahoza maçan e.
Loma, hevalê min, çima
guh nadî derdên min yên biçûk?
Çima bala xwe nadî tişta ko keyfê dide jinê?
Hevalê min be,
hevalê min be.
Dixwazim carine li gel te li nav mêrgê bimeşim,
dixwazim hin car bi te re helbestan bixwînim,
wek jin bi dengê te şad bibim.
Çima, mêrê rojhilatî, bala xwe tenê
didî bejna min,
çima kilê çavên min dibînî
ê li hişê min kor î?
Çawa ko ax bêriya baranê dike,
ez jî bi hesreta suhbetên te dijîm.
Çima tenê bazinên min dibînî
û bermayiyên Şehriyarî di te de hene?
Hevalê min be,
hevalê min be:
Ti ji mêraniya te kêm nabe.
Lê mêrê rojhilatî ji bilî qehremaniyê
bi ti roleke dî razî nabe.
Çi hewce ye ko tiştên sade bên tevlihevkirin
çima xwe di arezûyan danî
ger evîndar nebûbî.
Her jina li ser rûyê dinyayê
hewceyî aqil û hişî ye,
lazimî dengê ronahiyê ye,
pêwîstî xewa li hemberî piyanoyê yan pirtûkê ye.
Çima guh nedî asoyên çandeyê
lê xeman ji fesala cilan bixwî?
Hevalê min be,
hevalê min be.
Ji te naxwazim ko dilbera te bim,
ne jî dixwazim ko bo min yaxtekê bikirrî
yan koşk û serayan diyarî min bikî
û ne jî dixwazim ko min di nav gulavên frensî de bifetisînî
yan kilîlên heyvê bidî dest min.
Ew tişt min şa nakin.
Mereqa min li tiştên biçûk e
Û mijûliyên min rojane ne.
Hêviya min ew e bi seetan
Li ber baranê li gel te bigerim.
Umêda min ew e ko dengê te di telefonê de bibîzim
Dema ko xem barê min giran dikin
Û bêrîkirin min digirîne.
Hevalê min be,
hevalê min be.
Ji dil bêriya deravekî aram dikim.
Bi çîrokên evînî ve kerixîme,
betilîme ji serdema ko jinan mîna peykelên mermerî dihesibîne.
De biaxive dema ko min dibînî.
Çima nîv ji gotinên xwe ji bîr dikî
dema ko pêrgî jinê dibî
û jinê tenê wek kerek şekirê yan mîna kevokê dibînî?
Çima sêvên cinîna wê jê diçinî û paşî di xew diçî?
Jin sala 2000ê
Min jî dikarî
mîna hemû jinên dinyayê
xwe li ber awêneyan vehejînim,
min jî dikarî qehweyê di nav germiya nivînan re firr bikim
û di telefonê de devjenkiyê bikim
bêyî ko ji reva seet û rojan haydar bibim.
Min jî dikarî
xwe spehî bikim
çavên xwe kil bikim
bilhiyê bikim
xwe li ber tavê bigemirînim
û mîna zeriyan li ser sîpelan semayê bikim.
Min jî dikarî
fîroz û yaqûtan li xwe bipêçim
û mîna şabaniyan li dor xwe bêm û biçim.
Ji min jî dihat
ku qet ti tiştî nekim,
yekcar nenivîsim jî,
tenê bala xwe bidim şeng û şoxiyê,
kirasên cejnan û geştûgerran.
Min jî dikarî
rê li belayan negirim
neqehirim
neqîrrim.
Min jî dikarî
rondikên xwe daqurtînim,
bindestiya xwe bipejirînim
û mîna her jina zindanî
bi rewşa xwe razî bim.
Min jî dikarî
xwe ji pirsên dîrokê vedim,
ji xweşkencekirinê verevim.
Min jî dikarî
xwe ji axînên xemgîn bidim alî,
guhên xwe li hewarên fetisandî bigirim
û serhildana hezaran giyanên mirî nebihîzim.
Lê min qanûnên jiniyê binpê kirin
û xwest rû-bi-rû rastî peyvan bibim.
Yê ko bo min ji yaran jî zêdetir
Asayî ne
hemû gotinên ku
hê basa evîna te ya mezin dikim.
Yarê min,
gelo gotinek heye
ku ti kesî ta niha keşif nekiribe?
Wê peyvê dê ez ji vê belayê xilas kiribûma,
Ey paşayê paşayan,
Ew yê ko berztir î bo min ji yaran.
Ez ê
– tevî dijberiya eşîra qureyşiyan jî –
ji te re bibêjim “Yarê min”
û tevî dijberiya hoza kuleybiyan jî –
“Yarê min”.
Dizanim ko tixûbên te bêpîvan in
û sembolên te bêçare ne
û têkoşîna xwendina çavên te
mîna ceribandina xwendina razan e.
Ez ê
– daku jin ji qehran bipeqin –
ji te re bibêjim “Yarê min”
– daku mejiyên kevirbûyî vexewixin –
”Yarê min”.
Dizanim ko eşîr serê min dixwaze
û zelam pesnê xwe bi kuştina min didin
û jin
li dor xaça min govendê digirin.
Min hemû ferheng têk vedan
ta ko westiyam.
Gelo ti nav tên bîra te,
navekî nû,
xerîb,
kelecanî
yê ko kêrî evîna min ya şêtane bêt
ji bilî ”Yarê min”?
Mêrê di bin sifrê de
Ez Hulegûyê vî zemanî ,
şûrê stemê ji ser min rake!
Tu mêrê xembariyê yî,
trajîk î
bi kîn û kerb î.
Ti cudahiyê di navbera xwîna min
û çipên hibrî de nabînî.
Ey Hulegû,
me ti tiştê hevpar nîne
ne di dilê me de,
ne di mejiyê me de.
Tu ji bejahiya bêliv hez dikî
lê ez ji masiyên deryayê jî livoktir im.
Tu şarezayê hunera kuştinê yî
Lê ez pisporê hinêra bênfirehiyê me.
Oy Hulegûyê Yekem,
Hulegûyê Duyem,
Hulegûyê Notûnehem!
Nikarî min di Xaniyê Guhdariyê ve zeft bikî.
Jinek im
ku ji lêkerên neyînî
û yên fermanî direve.
Bo min behsa hestên xwe neke.
Tu axir kesî ko pêwendîdarî helbestan be.
Ti tişt min li vir ranagire.
Lêvên te mîna kelem û striyan in
û nivînên te goristan e.
Oy Hulegû,
ji gotinan bênteng nebe
dema ko vê razê ji te re eşkere bikim:
Ez di pileya kelînê de me
û tu mêrekî di bin sifrê de yî.
Kend
Her cara ko bi şeydayî lêvên min radimûsî,
her dema ko kendek li ber min vedibe,
tu hê jî hosteyê evînê yî
û ez şagirdê naşî me.
Ketime bîra evînê
Ketime bîra evînê, yar!
Mezintirîn mizgînî ew e ko her spêdê
dema çavên xwe vedikim,
berdiliyê xwe li rex xwe dibînim.
Mizgînî ye ko qehwê li ser zendên wî vexwim
û şevê di av gulistana bêhnan de biborînim.
Mizgînî ye dema jin dest pê dike
ku mêr nobedariyê lê dike,
wê diparêze û deriyê dinyaya nehînî lê vedike.
Ez bi hemû zimanên cîhanê
ji te hez dikim.
Ma te navekî din heye
ji bilî ”Yarê min”?
Ma dê çi ji te bimîne?
Naramim ko qet te biguherînim.
Ger siriştê te yê hovane biguherînim,
ma dê çi ji te bimîne?
Nafikirim ko te perwerde bikim
û ne jî te bitaşînim.
Ger zarokê xemsar yê di te de perwerde bikim,
ma dê çi ji te bimîne?
Napûnijim ko te ji tevliheviyê rizgar bikim.
Ger hemû kaxezên li nav nivînên te belav
berhev bikim,
ma dê çi ji te bimîne?
Nahizirim ko hunera evînê hînî te bikim
ji ber ko tu peyamberê evînê yî.
Ger tiştê ko ez bi xwe nizanim
fêrî te bi bikim,
ma dê çi ji te bimîne?
Naxwazim ku
te ji erdlerizîna helbestan bisitirinîm.
Ger te ji erdhejîna helbestan biparêzim,
ma dê çi ji te bimîne?
Ma dê çi ji te bimîne?
Ma dê çi ji te bimîne?
Rûpelek ji bîra daran
Her payizê li nav daristanan digerim
daku rûyê xwe bi baranê bişom.
Belgên zer,
belçîmên sor,
hin ji pelgan mîna çirîskên agirî.
Ji xwe dipirsim:
Dema ko di ser pirtikên yaqûtî re dimeşim,
gelo ev pel in… yan raman in?
Gelo daristan jî hest bi xemgîniyê dike?
Gelo ew jî digirî?
Raborî tên bîra wê jî?
Ew jî janê dikêşe?
Gelo demên berê tên bîra daran?
Dema jinê
Hestên min zivistan nîne
û hesreta min jî bêhavîn e.
Hemû demjimêrkên dinyayê
dema jivana me radigihînin
– û radiwestin
dema ko tu saqoyê xwe digirî
– û diçî
Biserketina mezin
Hê berî bêm vê dinyayê
min dizanî ku
ez ê bibim dildara te.
Piştî ko hatim dinyayê,
dîsa jî evîndara te me.
Mezintirîn biserketina min wek jinekê
ew e ko aşiqa te bim.
Avisiya ebedî
Mîna ko kanguroyek mê bim
te di zikê xwe de hildigirim
li gel te xwe ji darekê diavêjim ya din
ji girekî xwe digihînim yê dî
ji bejahiyekê dibezim ya dîtir
not mehan
not salan
ditirsim te biwelidînim
ta ko te li nav daristanan hinda nekim.
Şûmiya zarokê
Naqehirim ji kerba te
û ne xemgîn im ji berq
û birûsiyên te
bahoz û babelîskên te.
Dizanim ko hemû amanên te şkandî
hemû şûmiyên te kirî
hemû pêşnîşanên
peydabûna helbestekê ne.
Elektrîk
Li nîveka havînê
jiniya min
li çipek biçûk ya xuhê dikeve
û çipik dibe çem û diherike cem te.
Tu ji deryayê ve tê
û dinya elektrîze dibe
û baran dadişirrike.
Xwendinek neasayî
Min ne mîna erebî
ji rastê ber bi çepê ve bixwîne,
ne jî wek latînî
ji çepê ber bi rastê ve
û ne jî nola çînî
ji jor ber bi jêr ve.
Min sade bixwîne
mîna ko tav davên giyayî
û çivîk pelgên sorgulê dixwîne.
Demokrasî
Demokrasî ne ew e
ku mêr helwesta xwe ya siyasî diyar bike
bêyî ko ti kes dijberî wî derkeve.
Demokrasî ew e
ku jin bikare helwesta xwe ya evînî eşkere bike
bêyî ti kes wê bikuje.
Min di nav peyvan de biçîne
Gelek ditirsim
ku evîn bibe tiştek edetî.
Pirr ditirsim
ku xewn bibe xwelî
Û ev bîsk biteqin hewa.
Zor ditirsim
ku helbest veçopire
û daxwaz bên fetisandin.
Zehf ditirsim
ku ewr nemînin,
ku baran dê veçopire,
ku darên daristanê nemînin.
Loma hêvî dikim
ku min di nav peyvan de
biçîne.
Bilindtirîn dara dinyayê
Dema ko zarok bûm,
min bawer dikir ko dar
bilindtirîn cihê dinyayê ye.
Dema ko bûm jin
û hilketim ser milên te,
têgihiştim ko tu
ji hemû daran bilindtir î
û ko xew li ser zendê te
xweş û şirîn e…
şirîn mîna xewa li ber tavheyvê.
Nahêlim
Nahêlim ko eşîr
navbera min û te
asê bike.
Tu eşîra min î.
Ma devê min bo çi ye?
Eger nekarim li gel te
qehweyê vexwim,
ma qehwexane bo çi hene?
Eger nekarim li gel te
bêarmanc bigerim,
ma kolan bo çi hene?
Eger nekarim navê te
li ser zimanê xwe bigerînim,
ma ziman bo çi hene?
Û eger nekarim gazî bikim:
“Ji te hez dikim!”,
ma zimanê min bo çi ye?
Meşrûiyet
Ji vê serdemê daxwaz nakim
ku evîna me meşrû bike.
Ez û tu
vê serdemê meşrû dikin.
Pênaseyek nû bo Cîhana Sêyem
Ji ber ko li bal me evîn
karek pileya sêyem e
û jin welatiyên pileya sêyem in
û helbestname pirtûkên pileya sêyem in,
loma navê “miletên cîhana sêyem” li me tê kirin.
Afirandina pêxemberan
Hemû dîn wek mîras bo me tên,
tenê evîn ne.
Evîn tek dîn e
ku pêxemberên xwe diafirîne.
Kîmya
Evîn şoreşa kîmyaya leşî ye,
bi wêrekî redkirina rûtînan e,
hêza biyolojiyê ye.
Fêrî bêrîkirina te bûme
ku tiştek xirab e
û nizanim çawa jê verevim.
Evîna min hemberî te mezin e,
neguhdariyek e ko dikim
û hêvî jî nakim ko bêm efûkirin.
Deravê azad
Gelek keştiyan
daxwaza penaberiyê
ji çavên min kiriye.
Lê min pena nedaye wan.
Tenê keştiyên te
mafê meşê
li beravên min heye.
Tenê keştiyên te
bê destûr
di xwîna min re dimeşin.
Tenê bajarek
Hemû bajarên dinyayê
li ber çavên min
nuqteyên li ser nexşeyê ne.
Tek awarte
ew bajar e
yê ko lê bûm evîndara te
û paşî bû warê min.
Dayikî
Dilşadiya min dema te dibînim
weke hingê ye ko yekem car dilê zarrokê
perdeya malzarokê de dihejîne,
mîna awazên pêşîn yên semfoniya Beethoven in.
Ey mêrê ko ji kûrahiya mejiyê min radibî,
li kû dera vê dinyayê jî bî,
dayikîtiyê ji bîr neke!
Pêşbînî
Berî ko bêm dinyayê,
dayika min tu di bîra min de nivîsandî,
wê pêşbînî kir ko tu dê yê min bî
loma min jî lez kir û hatim vê dinyayê.
Dirêjtirîn çemê dinyayê
Dema ko semayê li gel te dikim,
navtenga min dibe guliyek genimî
û pirça min dibe
dirêjtirîn çemê dinyayê.
Imtiyazên ya evîndar
Rûyê te pasaporta min e
ku pê li dinyayê digerim,
bi saya wê xwe digihînim firrgeh û keştîgehan.
Dema ko çavdêrên pasaportan
te di çavên min de dibînin,
min berdidin salona şerefê
û gul û saremeniyan bo min tînin,
imtiyazê didin min
çunkî ez evîndar im.
Deravê dawiyê
Soz didim te ko ez ê welatê te bim.
Soz bide min ko tu dê paytextê min bî.
Soz didim te ko ez ê keştiya xewnên te bim.
Soz bide min ko ez ê deravê te yê dawiyê bim.
Soz didim te ko ez ê ewrê te bim.
Soz bide min ko tu dê barana min bî.
Kesatî
Xelk min bi te dinase
tu gulava min ya taybet î.
Geştek negengaz
Piştî vegera ji geştê,
Ditirsim çanteyên xwe vekim.
Her cara ko dixwazim cilan hilawîsim,
Tu mîna masiyan ji çanteyî dertê
Û min bi werîsên rondikan ve dihilawîsî.
Libek gilyazê
Muzîka dengê te
û piyanoya Claydermanî
du çeng in ko pê difirim bal te.
Lêvên xwe veke
daku mîna libek gilyazê
di nav wan re bikevim devê te.
Nivêjker
Tiliyên te
mîna find li dêrê
dişewitin
û ez
dixwazim nivêjê bikim.
Hîsterya
Ey mêrê te ez xistim dinyaya dînan
û derî li min girt,
dest ji min berde
çunkî dilşad im ku
li ber tava şêtiya te pal dim.
Bihagirantirîn morî
Dema ko zarok bûm,
min efsûnbûyî guhdarî
çîrokên li ser morîgeran guhdarî dikirin,
li ser noqîvanên ko xwe berdidan binê deryayan
daku xwe bigihînin morî û mircanên delal-
Dema ko mezin bûm
û min xwe noqî deryaya evîna te kir,
tê gihiştim ko çend xweş e
ku xwe noqî deryayek nenas bikim
daku te anku bihagirantirîn moriya jiyana xwe wergirim.
Derbê evînê
Li Swîsreyê ji min re gotin:
“Cilên germ yên ji hiriyê li bejna xwe bike
daku sarma te negire.”
Min guhdariya wan kir
û hezar kum danîn ser serê xwe
bi hezar blûzan xwe rapêçand.
Lê tevî wan hemû cilan jî,
min ji bîr kir ko dilê xwe biniximînim
û derbek evînê pê ket.
Espreso
Nikarim bawer bikim
ku kesê ko espreso çêkir,
ew tenê bo kesekî çêkiribe.
Eger wî wisan kiribe,
Hingê ew bêhiş e
Û ti hay ji hunera qehweçêkirinê
Yan hunera evînê nîne.
Mereq
Li qehwexaneyên ewropî
ez rojnameya xwe bi tenê dixwînim.
Li qehwexaneyên erebî
her kes wê li gel min dixwîne.
Dua
şevekê min dua ji Xwedê kir
ku ew min ji evînê rizgar bike.
Xwedê duaya min qebûl kir
û ez kirim kevir.
Bêhişî
Em meqesê tînin
û li cejnê
û pê benê navbera xwe dibirin.
Paşî em tê digihin
ku me ne ben
lê tiliyên xwe
pê birîne.
Raza jinê
Bêje min: ”Ji te hez dikim.”
Bêje min: ”Ji te hez dikim.”
Dizanim ku
dubarekirinê nefret dikî
û dizanim helwesta te
li ser suhbeta bêdeng çi ye.
Lê weke jin
ji wî hez dikim
yê ko çermê min biselixîne
Bihayê dayikîtiyê
Nikarim bêjim te: ”Na”
û nikarim dijî daxwazên te derkevim.
Tu zaroktiya xwe baş bo xwe bi kar tînî
û ez neçar im bihayê dayikîtiyê bidim.
Eger xwe biavêjim
Eger ji gupika vê dinyayê
xwe biavêjim xwarê
daku ji efyona evîna te bifilitim,
ez ê bikevim
ser zendên te.
Firinde
Galegotên behsa min û te dikin
min aciz û bêzar nakin.
Berevajî hindê,
ez pencereyên mala xwe
bo wan vedikim,
libên genimî ji kefa destê xwe
raberî wan dikim
û dihêlim ew di dolabên min de
yarî û lîstikan bilîzin
çunkî li bal me
galegotên li ser evînê
çivîk û firindeyên delal in
û naxwazim wan bikujim.
Cenga dawiyê
Tu mêrê xwedî bêjimar jin î.
Dema ko êvarê
bi kil, sorav û nînokan xemilandî
têyî bal min,
birînên te bi gulavên pak dikim,
ji te lava dikim
ku kumê xwe ji serê xwe bikî,
şûrê xwe biavêjî
û min bikî cenga xwe ya dawiyê.
Ronakbîrî
Tu yekem mêrê têgihiştî yî
ku ez dinasim ko têkiliyên zayendî
weke nirxên neteweyî napejirîne
û doşekê nake minbera gotarên melayan
Evîn û girtîgeh
Ew çembera ko te bi hibrê çînî
li dor dilê min, edet û daxwazên min,
li dor her liva leşê min,
li dor her henaseya canê min,
li dor her tiştê mezin û biçûk yê jiyana min
xîçand,
wî çember
êdî şiklê girtîgehekê wergirtiye.
Çemberê hew li min bişidîne
çunkî dixwazim ko evîndarê min bî,
ne dergevanê girtîgeha min.
Li ser zendên te
Li ser zendên destên te
xerîbî û xurbet
dibin welat û niştiman.
Dema ku
Dema ko jin evîndar dibe,
xwîna wê rengê xwe diguhere,
dibe morî.
Kopiyek dî
Li beravên gola Leymanê
li rex min nemeşe
daku deryaçe nekeve gumanê
ku ez ez kopiya te me.
Li mala Mozartî
Dema em çûn avahiyê Mozartî li Salzburgê
û ez a bi çavên bi kilê erebî rengdayî
li gel te dîtim,
ew li ber piyanoyek kevn rûnişt,
hemû seredêrên dî ji bîr kirin
û bo me Dîlana Fîgaro lê da.
Pirs
Ji min rengê esmanan tê pirsî:
Gelo şîn e?
Yan sor e?
Ma mor e?
Dibêjim bila pirsan arasteyî te bikin
çunkî tu esmanê min î.
Otonomî
Tu mîna mêtingerekî berê
bîra min ya avê, dexlûdanê min,
kanza û mêweyên min û
dewlemendiyên min yên siriştî
dagir dikî.
Warê min û xwediya wî
bi zorê zeft dikî.
Lê ez naxwazim te jê verevînim
yan jî keştiyên te yên di çavên min de diseyirin
binoqînim.
Tenê dixwazim ko tu
hema eger bo ceribandinê jî be
hinek otonomiyê bidî min.
Mereqdarî
Dizanim ko yekem jina jiyana te me
Lê şeytanê ko her spêde
qehwê li gel me vedixwe
min neçar dike ko ji te bipirsim:
”Lê ya duyem kî ye?”
Stema siyasî
Berî ko te bibînim,
min bawer dikir ko mejîşûştin
karê dewletên totalîter e.
Lê ko min tu nas kirî,
te mejiyê min şûşt ji hemû
qehwexaneyên ko berî nasîna te diçûmê,
ji beravên ko min berî nasîna te
bi ava we xwe dişûşt,
ji mêrên ko berî nasîna te
e vedixwendim şîvan.
Ez êdî tê gihiştim
ku stema siyasî
û stema hestan
her heman dezgeh e.
Ma evîn e?
Di demarên xwe de
bi dengek neasayî dihesim.
Gelo ew evîn e?
Fîşek
Min fîşekek berda
dengê te,
kursiya ko tu li ser rûniştî
û rojnameya ko te dixwend,
gerdenîka te ya zêrîn.
Min pênc fîşek
berdan te
û piştî ya şeşê
ez bi xwe ketim erdê.
Hevsengî
Libek genimî + libek genimî = guliyek genimî
Kevokek + kevokek = havîn
Lêv + lêv = cinînek gilyazan
Ximav + perr = şoreşa çandeyî
Destê min + destê te = bazarê zêringeran
Jin + mêr = du têlên elektrîkê yên neniximandî
Tu + ez = lerzek helbestî li jêr rûyê dinyayê
Heyva revok
Gazî dikim:
“Min tu divê!”
Û heyv mala xwe, jina xwe
û zarokên xwe dihêle
û bi dizîkî tê nav nivînên min.
Piştî erdlerizînê
Piştî her serdana te,
wek goriyên erdlerizînê
li ser kursiya xwe rûdinim
û tiştên xwe yên jidestdayî dijimêrim
û pirt û parçeyên xwe dicivînim.
Penaberiya nesiyasî
Gazî dikim:
“Min tu divê!”
Û kevok
ji sivandeyên banên dêran
bar dikin
daku hêlînên xwe
di nav pirça min re çêkin.
Vegerîn zindanê
Dema ko jina ereb
diçe Parîsê, Londonê yan Romê,
ew xwe dixe şiklê kevokê,
dipirpire raserî peykelan,
avê ji şadirwanê vedixwe,
bi destê xwe tovikan dide qazan.
Lê li vegerê,
dema ko firvan daxwaz dike
ku kemera xwe girê bidin
û cigare nekêşin,
xewna wê vedireve,
muzîka şadirwanan diçike,
perr û baskên qazan belawela dibin
û jin wek mirîşkên din
vedigere kolikê xwe.
***
Bijartin û wergerandin ji erebî: Husein Muhammed |