HEWLÊR, 30/7 2008 — Ev roj rojên dîrokî ne. Li başûrê Kurdistanê îro babet yek e: Mesele Kerkûk e. Roja 24-ê tîrmeha 2008-ê Parlamentoya Bexdayê biryar da ko Kerkûkê ji Kurdistanê bistîne. Roja duşemê kurdan li Kerkûke protestoyek li dar xist lê belê di protestoyê de teqandinek çêbû û bi kêmî 22 kurdan canê xwe da.
Berî 85 salan jî, roja 24-ê tîrmehê ji bo kurdan rojeka xemgîn bû. Belê, roja 24-ê tîrmeha sala 1923-yê li qesra Ush, li bajarê Lozanê, li Swîsreyê peymanek hat nivîsandin. Li gor wê peymana Lozanê Kurdistan bû çar parçe.
Bi minasebeta 85-saliya peymana Lozanê bi aîkariya Kombenda Kawa min li otêla Çarçirayê semînerek li ser peymana Lozanê da. Di wê semînerê de gelek mêvan û rojnamevan amade bûn. Di dema pirs û bersivan de tenê behsa Kerkûk û Mûsilê hat kirin. Ez fêrî tiştekî bûm: Agahdariyên kurdan li ser peymana Lozanê kêm in. Ji bo ko em rewşa îro fêm bikin divêt em peymana Lozanê fêm bikin.
***
Peymana Lozanê li dijî peymana Sevrê ya 1920-ê ye. Li gor peymana Sewrê li ser xaka împeratoriya osmanî dewleta Kurdistan û Ermenistanê dihatin damezrandin.
Bendên peymana Sewrê ya 62, 63 û 64-ê, damezrandina Kurdistaneke serbixwe
destnîşan dikin. Benda 62-ê Kurdistanê wiha tarîf dike:
— Devera di navbera rojhilatê Firatê, başûrê Ermenistanê, Tirkiyê û Sûrî, yên ko tixûbên wan dê di paşerojê de bên diyar kirin û herêmên ko kurd tê de piranî ne.
Benda 64-ê ya peymana Sewrê jî wiha ye:
— Gelê kurd, yanî gelê herêmê ger bi piranî daxwaz bike ko ji Tirkiyê bi tevahî veqete û serbixwe bibe û serî li Civata Gelan bixe û Civat baweriya xwe pê bîne ko kapasîta vî gelî ya damezirandina dewleteke serbixwe heye û damezirandinê qewêtî bike, Tirkiye garantî dide ko ji bo damezirandina vê dewletê dev ji hemû mafên xwe berde.
Di çarê mijdara sala 1922-ê de li Meclîsa Tirk li ser amadekariyên peymana
Lozanê civîn çêbû. Di serî de mebûsê Bedlîsê Yûsif Ziya û gelek mebûsên kurd di vê civînê de, ji heyeta tirk dixwestin ko di hevdîtinên Lozanê de ew ti carî qebûl nekin ko Rojava û Başûrê Kurdistanê ji Tirkiyê bê veqetandin.
Heyeta tirk ya Lozanê bi giştî ji 38 kesan pêk dihat. Serokê delegasyonê wezîrê karê derve Ismet Inonû bû. Brîtanya, Fransa, Îtalya, Tirkiye, Yûnanistan, Yugoslawya û Japonya beşdarî konferansa Lozanê bûn. Yekitiya Sowyetê, Romanya û Bulgaristan jî tevlî rûniştinên li ser pirsgirêka tengavan bûn. Herwiha Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî wek çavdêr tevlî konferansê bû.
Heyetên dewletan di bin serokatiya wezîrên xwe yên karê derve tevlî konferansê bûbûn. Serokê heyeta Brîtanya Lord Curzon, yê Yûnanistanê Wenîzelos, yê Tirkiyê Ismet Inonu, yê Fransa Poîncare, yê Îtalya jî Musolonî
bû.
Pirsgirêka parvekirina xaka dewleta osmanî; yanî tespîtkirina sînoran, pirsgirêka tengavên Çanakale û Stenbolê u pirsgirêka kapîtûlasyonan û deynên dewleta tirk pirsên esasî yên Lozanê bûn.
Roja 12-ê kanûnê jî rûniştina li ser pirsgirêka parastina kêmnetewan destpê kir û li gor Dewletên Hevkar, li Tirkiyê kêmnetewe nedihatin parastin.
Di derbarê mijara Kurdistanê de, serokwezîrê îngilîz Lloyd George jî di 19-e
nîsana sala 1920-ê de wiha digot:
— Zehmet e mirov karibe di derheqê Kurdistanê de biryarekê bide. Kurdistan di bin guhê Ermenistanê de ye û ji ber ko qedera wê, asûrî û keldaniyan jî eleqedar dike, bala dewletên ewropî jî gelekî dikişîne. Herwiha Başûrê Kurdistanê mumkûn e ko bikeve bin rêvebiriya Brîtanyayê. Em fikirîn ko qetandina Kurdistanê ji Tirkiyê, wê baş be. Lê zahmet e mirov karibe texmîn bike, ka wê encamên daxwazên kurdan û hevragirtina wan di dewleteke otonom de, balanseke çawa derxe meydanê.
Di rûniştinê de li ser meseleya avakirina dewleta kurdî heyeta tirk got:
— Dewleta Tirkiyê, dewleta hevpar ya hemû rûniştvanên Tirkiyê ye û di navbera wan de tu cudahî nîne.
Heyetên ewrûpî jî got:
— Baş e, lê em kesên xeyrî-mislim yên ko li Tirkiyê dijîn bigrin bin parastina xwe. Yên mayî yanê misilmanên ne tirk jî bila di bin baskê edaleta we de bin.
Lord Curzon, di rûniştina 9-ê çileya sala 1922-ê de di derbarê mijara
parastina mafên kêmnetewan de wiha got:
— Komîsyona jêrin; pêşiyê xwestibû ko hemû kêmnetewên etnîkî yên wek kurd, çerkes û ereb jî wek kêmnetewên olî ji tedbîrên parastinê îstîfade bikin. Heyeta tirk jî li ser vê yekê got ko pêwîstiya van kêmnetewan bi parastinê nîne, lewra ew bi temamî ji hukûmeta tirk memnûn in. Ez dixwazim bawer bikim ko rewş bi rastî jî wiha ye. Ji ber vê yekê komîsyona jêrîn li ser van gotinên ko bawerî dayê, qebûl kiriye ko tedbîrên parastinê tenê ji bo kêmnetewên olî bisînor bike.
Serokê heyeta tirk Ismet Inonu li ser vê axaftina Lord Curzon wiha got:
— Lê heyeta me rewşê wiha nanirxîne. Li Tirkiyê hîç kêmnetewek misilman nîne. Li Lozan'ê kurdan serî li me neda. Heta me di axaftinên xwe yên Lozanê de doza xwe ya netewî wek 'em kurd û tirk' yanî wek yek milet me parast û da qebûl kirin.'
Piştî peymana Lozanê hemî mafên kurdan ji wan hatin standin. Divê cîhan her sal wê peymanê protesto bike u kurd li Sûriyr, Îran Iraq û li Tirkiyê bigihîn mafên xwe. Heger kurdan pêşiya Lozanê karekî baş kiriba îro kesekî cografya Kerkûkê minaqeşe nedikir. Hêvîdar im ko li tu parçeya Kurdistanê xeletiyên ko di peymana Lozanê de bûn dubare nebin! |