[ ÇARŞEM, 2024-12-04 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Rewşenbîrê di hêla berevajî de
HEWLÊR, 22/7 2008 — Li Kurdistanê ragehandinek ji ya fermî cuda heye. Di nivîsîneke berê de min navê vê ragehandinê kiribû ragehandina qeraxê.Wate ew ragehandina ko ser bi desthilatê ye lê belê ne bi rengekî dîrekt, jêr bi jêr û veşartî. Beşek ji vê ragehandinê (ne hemû) ko mebesta min ew e li vir li ser biaxivim, peywendiya xwe ya hizbayetî vedişêre, lê belê ji bo berevanîkirina pirsgirêkên hizbayetetî ji agir germtir e. Ev jî rastiya wê gotina kurdî derdixe ko dibêje "Bi dizî avis dibe, bi eşkere dizê". Ê ko çend babeta ji vê ragehandinê bibîne dizane bê ka çi bêhn jê tê! Bêhna hizbayetyê yan serbixweyî yê! Ewên ko tê de jî kar dikin, gelek rexne li hizb û hikûmetê digirin, nakokiyên navbêna partiyan biçûk jî bin mezin dikin, rûpelên şerê navxweyî vedikin û bela xwe di hemû kes û hemû tiştekî didin.

Bi kurtî, jiber ko ev ragehandin ne ser bi hîç berpirsyaretiyeke eşkere ye, ji hîç tiştekî şerm nake û hemû kirdarek jê diweşe. Weku mînak: "Gotarekê bidiyê destkarî dike, hevpeyvînekê bi tere dike jê di qirtêne, axaftinekê ji te werdigre piştre tu axaftinên xwe ns nakî". Kesek ko propaganda ragehandina serbixwe bike divê berî hemû tiştekî erk û pîşeyê xwe li ber çav bigire. Pêwist e di gehandina raspardeyên xelkê de destê wî pak be. Lê belê ya ko bûna wê nebe di vê ragehandinê de, prensîpên karê pîşeyî ye. Serbixwebûn û pîşeyîbûn du şertên ragehandina azad in, ev herdu jî bi hîç rengekî û weku serê derziyê jî di vê ragehandina kurdî de nayên xwiya kirin. Bi baweriya min ragehandina hizbî li Kurdistanê ko gelekî jî girtiye (daxistî) dîsan jî xala pîşeyîbûnê tê de baştir e ji vê ragehandina bi nav azad.

Ji bo îspatkirina wê ko serbixwe ne û talîmatê ji kesî wernagirin, berpirsên vê ragehandinê weha xistine mêjiyê beşekî ji yê xelkê ko qaşo li ser firotina xwe û tîraja zêde, yan li ser hatina reklam û şabaşan bi rê ve diçin. Ewê nêzîkê rewşa çapemeniya kurdî be, dizane ev propagande çiqasê ji rastiyê dûr e. Ne tenê rojnameyek yan govarek herweha birêvebirina radyoyekê-malperekê jî ko li gor rojnameyekê zêde tê naçe, bê hevkariyeke derve ne mimkun e li ser piyê xwe rabiweste.

Gelek xelkê cor bi cor di vê ragehandinê de beşdar in. Evder ne ciyê wê ye wan bijmêrim. Hene bi sedema tengiya sînorê azadiya weşandinê di ragehandina partiyan de berê xwe didinê, lê belê bixwaze yan nexwaze dikeve ber fişara siyaseta wê ragehandinê û jibo armanceke çewt sûd ji nerînên wî tên wergirtin. Heye ji nav krokiya desthilatê ve tê û di wê ragehandinê de dikeve xefkê. Axaftinekê yan nivîsînekê jê werdigrin û di nûçeyeka tevlîhev de axaftinên wî digel hinek tiştên xwe bi hev ve pîne dikin û bi vêna jî wî dişemitênin nav sengerê xwe, ko bi neheq navê wê kirine sengerê opozisyon-muxalefetê. Gelek xelkên serbixwe jî hene, bi xwesteka xwe ketine nav vê leyistikê, gelek ji vana piştî bi demekê poşman dibin.

Opozisyon li hîç ciyekî dinyayê ne "reşayî-termayî" ye ta ko xelk nebîne. Opozisyon bizaveke siyasî ye, bernameya wê ya eşkere heye û navek li xwe kiriye. Ev opozisyona me ne kesek diyar e û ne tevgerek heye bê xwiya kirin. Tenê karekî rojnamevanîya nepîşeyîyane ye û bes. Loma, em bi çi awahî şirove bikin, tên ser wê xala ko ev ragehandin ji kûrahiya hizba kurdî ve hatiye û serî hildaye. Herweha ger ne karekî bi bername yê hizbê jî be her dikeve nav hizir û fikra hizbayetî û wê zemîneya digel hizbê de jiya ye û dijî, yan ew xewnên totalîter ko berdewam dibîne: Liberçavnegirtina beramber, bihîçzanîna kar û navxerakirina wî, hinek caran jî çêkirina dosye bo wî. Milmilaneya grupên nav partiyekê yan navbêna du partiyan di vê ragehandinê de ne tiştek e ko ji kesî bên veşartin. Bi kurtî, em dikarin bêjin hîç bernameyekî siyasî û çakxwazî di vî karê rojnamevanî de nîne heta ko jê re opozisyon bê gotin, yan bê gotin ko opozisyoneke kurdî bi rê ve ye. Tenê em dikarin bêjin ev ragehandin nîşana nexweşiyên navxwe yên hizbên kurdî ye.

Dahênaneke vê ragehandinê zarave yê "rewşenbîrê opozisyonê" ye li beramber rewşenbîrekî din ko navê wê kiriye "rewşenbîrê desthilatê". Xwiya ye mebest ji rewşenbîrê desthilatê ew rewşenbîrin ko li dezgehên ragehandina hizbî û hikûmetê yan li ciyê nîvserbixwe de kar dikin, yan ew nivîskar û rewşenbîrên ko di dozên siyasî yên giştî de piştîvaniya serkirdayetiya Kurd dikin. Dibêje evna zilamê desthilatê ne, berevaniya kêmasiyên wê dikin û jêre vedişêrin-vedixwimînin. Wan bi qelemê şerê navxweyî û gendelxwer-bertîlxwer bi nav dike û dehan natorê din dixe situyê wan. Li beramber jî, xwe weku rojnamevanê pîşeyî û serbixwe tînin ziman, ko digel êş û janên gel dijîn, tenê jibo xizmeta pîşe kar dikin û ji aliyê desthilata kurdî ve jî hatine çewsandin. Ev cudahiya bi wî rengê beloq û hişk ko ew behs dikin, bêguman ger weha be, dilê xelkê dixe wê qeleqiyê ko Kurdistan di tiştekî din de jî bûye du beş. Di demekê de hemû ew tiştên em behs dikin, deq û deq berevajiya wan rast e.

Ev ragehandin, ji xeynî berevajîkirina rastiyan ko bi destê xwe dike, hewil dide rêxirawên biyanî û rojnamevanên derve jî bîne ser xetê. Zanyariyên çewt û çîrokên çêkirî didiyê heta li derve belav bikin û ezmûna Kurdistanê riswa bibe. Yan bi tiştekî digrin û dikin benîştê devê xwe, weku mînak ji xelkê re gotine "seg" û ji rojnamevanan re jî gotine "li ber tava heyvê direye", lê belê ger ew van bêjeyan bo kesekî jê aciz in bi kar bînin, vê biziravbûn û çavnetirsiya rewşenbîrê opozisyon hesab dikin. Gelek caran di vê ragehandinê de hincet li henek berpirsan tên girtin heta weha lê bikin reaksiyoneke dijwar pêşan bide û wê jî bikin firset bo leyistikeke bê nirx û erzan. Bêguman xelk hest pê dike, ev leyistik ne leyistika rewşenbîr e ko pêwiste xwedî raman, bîrkirin û kesayetiyeke rêzdarane be. Ev leyistika kesên nûpêgihayî û nezan e. Dibe ko pêwist jî neke behsa wê bikim, di vê ragehandinê de çi bazirganiyek bi kêmasiyên xelkê ve tê kirin, yan bi xwîna şehîd û tekoşîna pêşmergeyên kevin. Ev babet hewqasî kal bûne û weha li wan hatiye ko bûne keresteyên henekpêkirinê bi daxwaziyên xelkê yan xwîna şehîd û temenê weriyayî yê bav û birayê wan di xebata riya kurdayetiyê de.

Gelek kes ji min re dibêjin çima tu dev ji van babetan bernadî û xwe dikî sîper bo hinek kesan ko her wan bi xwe nan da vana û ew pê gihandin. Ji bo min, ev ne axaftinek e ko min qayil bike, ez berevaniyê li kesî nakim, tenê rastî wê tîne mirov qurbaniyê jêre bide. Tirsa min ji wê jî nemaye ev ragehandin çîrok û belgeyên din ji min re çêke. Tiştek nema ev wê sivik û erzan nekin. Gelek caran li wê yekê difikirim gelo ew karê dijwar yê ko di dema xwendina zanîngehê de min dikir di nîvê yekem ê salên heştêyê de, tekoşîn bû ji bo welat yan xerabî bû. Ne ko xelk ez bi xwe jî ketime nav dudiliyekê ji rabirdûya xwe. Ew têkdana rastiyan ko îro ev ragehandin dike, di paşerojê de xelkê Kurdistanê, bêguman tenê ew, bi taybetî reş-rûtê wê dê vî hesabî bidin. Loma bi erkê xwe dizanim lê bêdeng nebim û heta ji min bêt rût bikim ji wî bergeyê ko li xwe pêçandiye.

Bêguman ger pirs pirsa rexneyê be, kêmasiyên kikûmeta Kurdistanê hene, di gelek aliyan de jî hene ne ko tenê di aliyê xizmetguzariya giştî de. Rexnegirtina kêmasiyan jî rewa ye û her kes azad e fikra xwe bi eşkere diyar bike. Demokrasî demokrasî ye û mafê hemû kesî weke hev e di axaftinê de. Guman jî ji dilsoziya rexnegiran nayê kirin. Lê belê em nikarin wê yekê jî înkar bikin ko dergehdaxistin bi ser bîr û boçûnên rexnegirane di ragehandina hizbî de sedema here mezin bûye bo serhildana vê ragehandinê û berfirehbûna wê. Herweha gelek ji wan rewşenbîrên ko ji wan re dibêjin rerwşenbîrê desthilatê, jiber nebûna biçûktirîn tirîskeya azadiya raderbirînê di kenalên partiyên xwe de, berê xwe dane vê ragehandinê û li wir ew kirine agir-duwê leyistikeke ne ciwamêrane.

Baş e ev du reftarên berevajî yê hizba kurdî: Bi awayekî eşkere serkutkirin û maskekirina ragehandina xwe, di jêr ve jî handana ragehandineke çewt û têkder, herweha lêserfkirina pereyekî bi belaş û çêkirina provakasyonan pê, gelo ji xeynî derxistina nexweşiyên navxweyî yên demdirêj wê çibe! Yan ji xeynî milmilaneyeke berjewendî perestane a veşartî ko nabe bê eşkre kirin! Yan ji xeynî tirsê ji paşeroja demokrasiya Kurdistanê û bi cîkirina qanûnê û wekheviyê wê çi be? Ko wê demê dengdana xelkê dibe bingehê destnîşankirina wî kesê ko diçe ser kursiyê desthilatê ne ko hêza hizbê. Lê binêrin bê çawa hinek nivîskar û rojnamevan bûne aletê vê leyistikê!

Piştî hevdeh sal temen, ragehandina hikûmeta Kurdistanê nîne. Car-car bûbe jî di nav milmilaneya hizbî de sist û sade bûye, yan bi destê kesên ne şareza tiştekî kal û bêtam jê derketiye. Herweha ji hikûmetê re jî ne giring bûye ragehandineke wê hebe. Ji aliyekî din ve jî ragehandina hizbê hertim xwe bi wê ve mijûl kiriye nehêle ragehandina hikûmeta Kurdistanê ji dayik bibe ne ko ji wê zêdetir bibe ciyê pesendkirina xelkê. Ez xema wê yekê naxwim, destê herduka xweş be jiber ko di dinyaya îro de modeya ragehandina dewletî nemaye, her çiqas mebesta wan ne ew jî bû.

Lê belê nebûna ragehandineke serbixwe û azad li Kurdistanê ko li gor qanûnê hatibe damezrandin, hikûmet alîkariya wê ya madî bike û wê biparêze ji fişar û desttêwerdana hizbî, kêmasiyeke û hikûmeta Kurdistanê jê berpirs e. Bêguman her nebûna vê ragehandina daxwazkirî ye jî bûye sedema valabûna meydanê ji bo vê ragehandina ko em behsa wê dikin, wate ew ragehandina bêprensîp ko bûye yek ji wan pirsgirêkên jikontrolêderketî yên Kurdistanê.

Di ezmûna Kurdistanê de ji vê jî xerabtir, nebûna hêzeke opozisyonê a çep e ko bernameya wê ya radîkal hebe ji bo guherankariyên civakî û rewşenbîrî. Hemû ew partiyên ko di Konseya Siyasî de kursiyê wan heye beşek in ji hêza berpirs a kurdî ne ko opozisyona wê. Ev partî, bi vî kursî û kursiyekî din li kabîneya wezîran û heyvaneyek bo bi xwedîkirina hinek baregeh yan me'aşê berpirsên wan, rê li ber xwe girtine ko bibin opozisyon û ragehandineke wan a aktîf hebe, yan bibin fişar bo guherînên ber bi pêş ve.

Ez di wê baweriyê de me ger opozisyon li Kurdistanê hebe û dibe ko bibe jî, çênabe di vê qonaxê de erkê wê ew be xwe ji hikûmetê dûr bixe yan bi rexnegirtina kêmasiyên hinek karên xizmetguzarî, ko çareserkirina wan vaye bi rê ve ye, rewşa hikûmetê xerabtir bike ji wêya ko heye. Rast e ev kêmasiyên ha bi xweşguzeraniya xelkê ve girêdayî ne û pir giringe jî zutirîn wext bên çareserkirin, lê belê biçûk û besît in bo qonaxa siyasî ya îro a Kurdistanê û ew stratejiya kurd ko heye di çêkirina desthilateke siyasî a parastî ji metirsiyên çaverêkirî yên derve di her wextekî de ko Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê hêzên xwe vekişandin. Ew xewa ko Emerîka her li vir dimîne, xwezaya mirovên nezan û xweş bawer e ne ko mirovên siyasî ên biguman yan rewşenbîrên dûr bîn û xwedî fikrên kûr.

Opozisyonek hebûya, erkê wê diva bû ew be di sengerê hikûmetê de cî bigire bo beşdarbûn di hilgirtina erkên qonaxeke dîrokî ya pir giring de, ko ew jî veguhastina rewşa siyaseta kurdî ye ji qonaxa bizava rizgarîxwazî bo qonaxa karê dewletîbûn. Rewşenbîrekî opozisyon jî li Kurdistanê hebûya heman erk di situyê wî jî de bû, fişar dixiste ser hizban ta dewr û teslîma desthilatê digel hikûmetê de bikin û careke din ji pişt ve lingê hizbê nekişênin. Ew tiştê me behs kir ko navê xwe kiriye "rewşenbîrê opozisyonê" ew her aletê hizbê bi xwe ye ko lingê xwe dide ber hikûmetê. Ev ragehandina opozisyon ko "rewşenbîrê opozisyonê" forsa serbixwebûnê tê de dikin, nikare bersiva vê pirsa biçûk bide: Gelo wan pereyê ko ji hizbê werdigire bo karê rojnamevanî, ji bo çi red nake û daxwaz nake ji destê yekem werbigire ko hikûmet e, hikûmeta demokratîk jî qanûna wê heye ne ko siyaset, bêguman qanûna giştî bo karê rojnamevaniya serbixwe maqûltir e ji perspektîfên hizbî ko hemû rojekê tên guhertin. Ev rewşenbîr yan nizane çi dike yan jî dizane û evna jêre xweştir e.

Ferqa rewşenbîrekî çi ye ji ya hevwelatiyekî normal ko bi sedema cî bi cînebûna karê wî yê îdarî, dema ji daîreyeke hikûmetê derdikeve, ter û hişk bi hev re dişewitîne û nefret li hemû tiştekî dike. Dibe ko karê wî li gor rênmayî û qanûnê pirsgirêk jêre çêbû be ne ko bi sedema bîrokrasiyê. Ji bo çi divê her dem hevwelatî li ser rastiyê be û dam û dezgeh li ser çewtiyê bin! Yek carê jî min hest pê nekiriye di wê ragehandina kurdî de rexne li hevwelatiyekî bê girtin yan şîreta li xelkê bikin da ko rêz li qanûnan bigirin. Ez berevaniya dam û dezgehan nakim û ez bi xwe jî ne berpirs û karmend im li hîç dezgehekî resmî, lê belê rojane dibênim ko hevwelatî zêdetir ji berpirsan qanûna bin pê dikin. Rast e di vî warî de jî pêwiste gilehî her ji damûdezgeh û berpirsan bê kirin jiber ko wan xelk weha fêr kirine bi riya rast de neçin. Lê belê nabe tu her bestika hikûmetê bigirî û berevanîyê li hemû tiştekî xelkê bikî, evna weha be wate bi hîç rengekî û di hîç serdemeke paşerojê de dewleteke kurdî çênabe. Ne mimkun e dewletek hebe hemû tiştî bi axaftinên xelkê û li gor xwestekên her kesekî civakê encam bide. Dewlet wate qanûn, qanûn jî wate rêzlêgirtin. Ev jî du dest jêre divin weku çepka, destê hikûmetê û destê millet. Rewşenbîr pêwist e hevkar be bo rêpêşandana hikûmet û civakê bi hev re bi riyeke rast de, bi taybetî jî kesekî ko navê xwe kiribe opozisyon. Di dinyayê de jî her dem pêwistiya desthilatê bi opozisyonê heye bo zêdetir bi hêz bûna wê ne ko zêdetir perîşankirin.

Desthilata kurdî, ger mebest jê hikûmeta Kurdistanê be ne ko hizba kurdî, desthilateke piştî hevdeh sal damezirandina wê, ne li navxwe û ne li derve hê bi tevahî cêgir nebûye. Hê jî biryarên siyasî yên kurdî ji civînên herdu partiyên serekî ve derdikevin. Herweha Parlamentoya Kurdistanê biryarên giring ji wan werdigire heta piştre bixe qalibekî qanûnî. Danûstandin digel welatên cîran, heta niha herdu partî dikin. Digel Emerîkayê jî her weha ye. Loma, em dikarin bêjin di warê siyasî de rewşa Kurdistanê bi hemû aloziyên xwe ve hê jî dirêjahiya bizava rizgarîxwaz a Kurdistanê ye çi di peywendiyên navbêna tayên xwe de û çi di têkiliyên bi derve re di hindûrê pênceh salên rabirdû de, bi taybetî digel welatên herêmî de. Nivîsîngehên partiyan li welatên cîran her çiqas ne weku carane jî, lê belê her aktîf û çalak in. Avakirina Konseya Siyasî ya Partiyan jî wê rastiyê tekez dike ko hizib xwediyê gotina dawiyê ye di siyaseta kurdî de ne ko serokayetiya Kurdistanê û kabîneya wezîran. Her weha rêkeftina stratejî a navbêna PDK-ê û YNK-ê ta radeyeke zêde diçe wê çarçoveya ko hizib xwediyê bêjeya yekalîker e.

Ev rewşa han jî, ne ko tenê xwesteka herdu partiyên kurdî be û mebest jê hiştina hikûmetê be weku dezgahekî xêrxwazî, her çiqas ev jî bi sedema aloziyên navxweyî heta hedekî rast e, lê belê di heman demê de xwestekeke derve-derekî ye jî, bi taybetî xwesteka welatên herêmî ye. Di herêmê de ne tenê em weha ne, waye filistînî rewşa wan ji a me ne baştir e. Bi heman rengî lubnanî. Ev rewşa navxwe ya Kurdistanê û ew welatên behsa wan hate kirin, beşeke ji xwesteka herêmî û armanc jê hiştina rewşa wan welata ye di necîgirî de, yan weku projeyeke li ber dest bo dest tê werdan û leyistik pê kirin çi dema bê xwestin.

Guman tê de nîne, milmilaneya navbêna aliyên navxwe çi milmilaneya veşartî be çi eşkere, rêxweşker in bo çêbûna wê rewşê. Welatên herêmî berdewam di danûstandina de ne digel aliyên cuda . Di warê kurdî de kêmtir lê belê di warê Filistîn û Lubnan de hikûmeta wan bi tevahî kirine leyistika destê xwe. Li Kurdistanê jî heta herdu îdare nebûbûn yek ne herdu hikûmet jî bin, yek ji wan tiştekî bi wî awahî bû.

Hikûmet wate biryarên siyasî, asayîş, pêşmerge û darayî. Li Kurdistanê heta niha ew biwarên ha ne di destê hikûmetê de ne. Wezîrê hikûmeta Kurdistanê ger ew bi xwe ne endamê serkirdayetiya yek ji herdu partiyan be yan kesekî derece yek ê nêzîkê wê nebe, tenê nizane pirsa yekgirtina wezaretên cuda jî çi lê hat ko ev pirs bi wî ve girêdayiye! Ev wezîrê weha, ji nişka ve weku hevwelatiyekî normal, nûçeyên siyasî ên herêmê jî bi riya kenalên ragehandinê werdigire neku bi riya kenalên taybetî. Weke min got hikûmet zêdetir weku dezgahekî xizmetguzarî hatiye nas kirin ne weku navenda biryarên stratejîk. Herweha sernekeftina wê jî di hinek warên xizmetguzarî de her divegere ser wê ko biryarên siyasî ne di destê wê de ne, dawî jî her tişt siyaset e. Bêguman hikûmet nikare destkariya ciyê wezîrekî bêkêr yan birêveberekî astnizim bike. Ger carekê hikûmetê xwestibe biryara pêngaveke siyasî bide û kêmtir ber bi çavkaniyên hizbî de vegere, bi vî karê ha bûye ciyê gumanê, weku mînak ewa di van herdu heyvên dawî de me di meseleyên girêbestên petrolê de dît. Ev cara yekem bû hikûmet biwêre biryara siyasî bide.

Ji bo hizba kurdî hikûmet hê jî cihê gumanê ye. Li wir hemû tişt winda dibe: Desthilata hizbê, dîroka tejî serwerî, çîroka xwîna şehîdan, destana qehremantiya pêşmerge, şoreşên yek di pey yekê re, çîroka bi hezaran malbatên ko qurban dane û hemû şanaziyên heyî êdî behsa wan nema tê kirin û ji ber çavan winda dibin. Hikûmet qanûn e, qanûn jî liberçavgirtina mafê hemû kesî ye bi wekhevî, hikûmet xizmetguzariya giştî ye bo du malan ko yek ji wan rabirduya wê ji xebat û qurbanî pêşkeşkirin pêk tê û ya din hîç tiştek nekiribe yan bi tevahî berevajî bûbe, ferq nake. Li ba min tiştekî balkêş e rojnamevan û rewşenbîr bêjin filan çalakî ne dibû hikûmetê kiriba û weha baştir bû kiribana xanî bo malbatên şehîdan. Hikûmet ji bo hikûmetbûna xwe pêşan bide, gelek caran pereyekî zêde serf dike bo bûyereke rewşenbîrî a bêma'ne û vala. Li dinyayê hemûyî jî weha ye. Karê hikûmetê ne tenê tiştên xwiya û berbiçav in, tiştên wateyî jî pir in pêwist e bike.

Xwîna şehîd, xebata pêşmergayetî û rabirdûya pir hêja a hizba kurdî, li ser ser û ser çavan. Kes wan înkar nake û heta hetayê jî di nav hest û hizrê vî miletî de parastîne. Heqê wan e bi awayekî herî baş mafê wan bê liberçavgirtin û zerar gihabe çi kesekî ko rejîma Baas bûbe sedem ciyê wê bê pir kirin. Lê belê mesele meseleya dewletdariyê ye û pêwiste rewşenbîr û rojnamevan dewletiyane û giştî bifikirin. Ewê çîroka xwîna şehîd ji devê wî xelas nabe, bixwaze yan na mirovekî hizbiye, bi cisim jî ne endamê hizbê be kultura wî endamê hizibe.

Rewşenbîrê kurd, bi taybetî ewê navê xwe kiriye opozisyon diviya bû di sengerê hihûmetê de be, diviya bû beşdarê xemên bi cîanîna erkên wê bûya ne ko dest û piyê wê bigire, diva bû parêzerê hikûmetê bûya ne ko bê hajê wî jê hebe di sengerê hizib de be û ji hemû tiştekî hikûmetê bi goman be û pirsyarên wî hebin. Pêwiste ew rastî her dem li ber çavê me be ko hikûmeteke yekgirtî, ji hemû aliyan ve yekgirtî, yekem rê ye bo çespandina desthilateke siyasî a kurdî, yekem rê ye bo dawî anîna pirnavendiyên desthilata kurdî, ko mezin û biçûk hemû hizib beşdarin di vê pirnavendiyê de. Hizba herî biçûk xwe ji hikûmetê mezintir dibêne. Hizba herî biçûk pirtirîn peywendiyên siyasî digel derve girêdide û li gor wê hikûmet ne tişteke.

Rewşenbîrê bi nav opozisyon ko hemû tiştê hikûmetê dixe jêr gomanê weku wêya mesele meseleya rejîma Baas be, ew bi xwe coreke ji paşkoyê hizib, cî bi cîkerê heman bernameye ko dixwaze hikûmeteke sist û lawaz û bê biryar î weku buka şuşeyî hebe. Hikûmetek neku tenê pirsên wê yên giring di pişt perdê de bên yekalî kirin, her weha tayinkirina birêveberekî xwendingeheke seretayî jî li dûrtirîn gund bi şêwra hizbê ye. Balkêş e ko rewşenbîrê opozisyon ne di sengerê vê hikûmetê de ne û digel xemên wê najîn. Rewşenbîrek forsa xwe bi wê bike ko digel xemên reş-rût û hejar de dijî, pêwiste bizane xemên vana digel projeyên hikûmetê hevudu digirin ne ko digel tiştekî din.

Rewşenbîrê kurd di vê qonaxê de, çi hizbî û çi serbixwe, li gor min ev herdu nav rast in û êdî zaravayê "rewşenbîrê opozisyonê" bi kar nayênim, jiber ko eva dawî belbelîska pirsgirêkên veşartî yên hizbayetiyê ye, erkê wan ew e ji rastiyê re bêjin rast û ji çewtiyê re bêjin çewt. Ne ko bexçikên xemên xwe li ser hesabê xewnên xelkê vekin û forsa xwe jî pê bikin. Xelk ne hewqasî nezanin heta kesek weha fam bike dikare bazirganiyê bi wan ve bike. Hemû tişt li ba wan eşkere ye, lê belê ev kultura be‘as e ko kurd bi xwe pirtirîn dahênan tê de kiriye, weha li wan dike ji bo tiştekî li çepka bidin ko di bin simbêla re henekê xwe pê dikin. Xelk hest bi hemû tiştekî dike, lê belê bi dilê wa ye berdewam ev henek-menek dûbare bibin, ji bo wan jiyan bêhûde ye, li gor wan dinya çerx û dewra van henek-meneka ye. Hewqasî sîstema bê dadwerî û ragehandina têkder dîtine qalibê wan cemidandiye. Evna kultureke xwe sepandiye di vî welatê me de û pêwiste rewşenbîr erkê guherîna wê bide ser milê xwe. Evna jî tenê di sîbera dewletê de çêdibe. Rewşenbîrê hêlberevajî, bi dirûtiya xwe, beşdarekî aktîf e di bi paşxistina jidayikbûna desthilateke kurdî a yeknavend, her weha di çêkirina rayeke giştî a devşerker û sixêfker weku xwe, ko tiştek li ba wî ne giring e ji xeynî berjewediya şexsî a xwe.

-----------------------------------
Nivîskar: BEDRAN EHMED badranhabeeb@yahoo.com
Weşandin: 2008-07-22
Xwendin: 12635
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Kurtiyek ji tarîxa kurdan û Kurdistanê – III (2012-05-20)
Niyeta dîktator Nûrî Malikî xirab e (2012-04-22)
Kurtiyek ji tarîxa kurdan û Kurdistanê – II (2012-02-07)
Kurteyek ji tarîxa kurdan û Kurdistanê – I – (2012-01-07)
Mala zimanê wêran – zimanê yekgirtî 1 (2011-08-26)
Ax ji derdê kurdan (2011-05-30)
Bi minasebeta kuştina Usame Bin Ladin (2011-05-08)
Dîmenên qerfbar yên opozîsyona Kurdistanê (2011-04-14)
Xewna dêrîn û dîrokî ji bo Kerkûkê (2011-03-26)
Guhartin erê – şidet na (2011-03-02)
Kerkûk bo Kurdistanê – VI (2011-02-06)
Kerkûk bo Kurdistanê – IV (2011-01-09)
Divêt kurd di nav xwe de entegre bibin (2011-01-02)
Bêkesiya zimanê kurdî (2010-12-02)
Wêneyeke Iraqa paşerojê (2010-11-21)
Kerkûk ji bo Kurdistanê – II (2010-11-04)
Kerkûk ji bo Kurdistanê – I (2010-10-24)
Nêçîrvan Barzanî – dewletek bo kurdan û kurdek bo dewletê (2010-09-08)
Partiyên îslamî û şerê ne di dema xwe de (2008-07-14)
Heger bêhnekê rexnekirin be divêt bêhnekê jî teqdîrkirin be (2008-06-13)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org