STOCKHOLM, 20/7 2008 — Guherînên vê dawîyê yên li Tirkîyeyê rû didin, bi tenê dîyardeya tişteke xwezayî ne ko di esasê xwe de ji bo civat û birêvebiriya sîyasî ya li Tirkîyeyê gaveke gelekî direngmayî û newêrek e. Lê êdî tu feydeya tirsê nîne, têkilîyên îqtîsadî, civakî, çandî û guherînên li dunyayê pêkhatî, bi her awayî fişarê li ser vê gelemşe, welwele û guherînan dikin.
Li ber awayê birêvebirina dewleta tirkan, hew bi tenê rêyek heye: Tiştên ko dewlet û civatên Rojavayê sedûpêncî, dused sal berê kirin, bi gotineke din daner û birêvebirên Komara Tirkan, burokrasîya eskerî û sivîl mecbûr e ko hukumranîya sîyasî, ne şiklî lê bi rastî, bide refên xuristî, destebirakên sermeyadarên global yên li Tirkiyeyê.
Ne Tirkiye ya heştê sal berê ye, ne jî civat û dînamîkên heyî wek berê ne. Zêdeyî şêst salî ye hewildanên civatê ji bo guherînên ber bi têkilîyên sîyasî, yên sermayedarî û dewlemendbûna ferd û refên civatê, gihiştine radeyeke gihaştî, ango êdî ew xamî û tirsonekîya li hember burokrasî çi bêje nemaye û kevirên îqtidara burokrasî çendîn car e bi pêlên helbijartinan derb xwarîne û ji mêj ve derizî ne.
Ev tevlîhevî, welwele û amadekarîya sîyasî ya refên civakî hemî dîyardeyên vê yekê ne.
Xwedîyên hukumdarîya kevin êdî nikarin bi awayên berê hukumdarîya xwe bidomînin, namzetên nuh dixwazin burokrasî vekişe qalibê xwe yê normal û bi karên dewlet û civatê yên karmendî ve mijûl bibin. Lê yên ko heta niha ji hatin û nîmetên civat û dewletê kelk wergirtine û xwedî jîyaneke rahet bûne, naxwazin zû bi zû dest ji vê rehetî û hukumranîya xwe berdin. Lê bêçare ne, ne ji hundir ne jî ji derve êdî wek berê pêwistîya “kesî” bi wan nemaye. Wan temenê xwe tijî kirîye û êdî di payîza hukumranîya xwe de digevizin!
Rêxistinên legal û îlegal di nav vê welweleyê de, ji çendîn alîyan ve têne eşkere kirin, roj nîne ko marîfet û pîsîyên van kesan an jî komikan di medyaya tirkan de nehête dîyar kirin. Ev şerê refên hukumranîyê ye, yên di warê aborî de xurt in û her roj xurttir dibin û perspektîfa wan ya sîyasî li rojev û guherînên global yên li preferîya Rojavayê diguncin, dê serfiraz bin.
Dîrok weha ye, carinan dînamîkên guherînan li bendî aktorên “rastî” nasekine, bi aktorên “dudil” jî tiştinan dide kirin. Îro roj li Turkîyeyê ev dibe.
Nevîyên îttihatçîyan, zarokên kemalîstan li ber hilweşîna bihişta xwe defa hewarê lê dixin!
Lê rewşa kevnegeneral û burokratên tirkan nîşana wê yekê ye ko bêçare ne! |