STOCKHOLM, 19/12 2007 – Peyiva lêkerê termeka çêkirî ye. Rehmetî Celadet Bedirxanî ew afirandiye û li hember verba îngilîzî, fîila erebî, tirkî û farisî bi kar dianî. Ev peyiv ji daçeka »lê« û ji koka lêkera »kirin«-ê pêk dihêt. Wateya wê jî »ya ko tesîrê li kesekî yan tiştekî dike yan encama karekî digehîne kesekî yan tiştekî« ye. Bo nimûne, di hevoka »Berfîn sêvê dixwe« de, »xwarin« tesîrê li »sêvê« dike. Divê li vir bête gotin ko ev ne nasandina karê lêkeran e; lê, ev wateya peyiva lêkerê bi xwe ye. Bilêvkirina k-a lêkerê wek ya »kirin«-ê ne wek ya »kirrîn«-ê ye. Zayenda peyivê bi xwe jî mê ye.
Hinek rêzimannivîsên kurd bêjeyên dî jî li şûna lêkerê bi kar anîne, ji wan bêjeyan kirdar, pîşk, kar, firman û hwd. Yên ko naxwazin terma lêkerê bi kar bînin bi hêceta ko ew termeka ji aliyê wateya xwe ve bêmane ye ji bîr dikin ko peyiva »verb«-ê ji îngilîzan re ji bilî wateya wê ya rêzimanî hîç wateya dî ya giştî nade. Divê em termekê ji wî beşê axiftinê re yê ko îngilz dibêjinê verb qebûl bikin. Terma Celadet Bedirxanî deha ji yên dî çêtir e çunkî ew ji bilî maneya rêzimanî hîç wateyên dî nabexşe.
Lêker beşek e ji beşên axiftinê. Ji bo ko mirov bikare wê ji nav peyivên dî nas bike, divê miorv taybetmendiyên wê bizane. Heger mirov bibêje ko hemû lêker bi (i)n-ê bi dawî tên, wê çaxê barîn, narîn, havîn, xwarin, mezin û sabûn lêker in. Lê, navê gişt van peyivan di ferhengan de ne lêker e. Narîn û mezin rengdêr in çunkî ew bi kategoriya danberheviyê ve girêdayî ne. Mirov dikare bibêje narîntir, narîntirîn, mezintir û mezintirîn. Danberhevî ji peyivên dî yên li jorê nagire. Ferheng dibêjin ko havîn û sabûn navdêr in. Navdêriya wan ji ber wê ye ko ew bi kategoriya zayendê (nêr û mê) ve bend in. Mirov dibêje havîna par û sabûna miskî. Lê, ya rast, barîn û xwarin jî xwedîzayend in; bo nimûne, barîna berfê û xwarina bilez. Nexwe mirov nikare ji (i)n-a van herdu peyivên dawiyê misoger bizane ka ew lêker in yan ne.
Lêkeriya peyivên hanê hîngê kifş dibe gava mirov (i)n ya dawiyê jê diavêje û di hevokê de bi kar tîne. Bi avêtina (i)n, barîn dibe barî û xwarin dibe xwar. Ev herdu form heman ew form in yên ko di van hevokan de hene: 1) baran barî, 2) wê sêv xwar. Ev form, barî û xwar, girêdana bi dema borî ve nîşan didin. Peyivên wek havîn û sabûn vê taybetmendiyê diyar nakin heger miorv (i)n-a wan rake. Anku, havî û sabû ne dikarin cihê barî û xwar di hevokê de bigirin ne jî demekê diyar bikin. Mirov dişê taybetmendiyeka dî jî li barîn û xwarinê zêde bike û bibêje ko mirov nikare wan di danberheviyê de bi kar bîne. Mirov nikare bibêje barîntir, barîntirîn, xwarintir û xwarintirîn. Vêca, ev bêje ne rengdêr û ne jî navdêr in. Ew lêker in û bi kategoriya demê ve girêdayî ne.
Lê, hinek bêjeyên dî jî wek îro, par û niho, hene ko deman diyar dikin. Ferqa van bêjeyan ji bêjeyên barîn û xwarin ew e ko ew bi (i)n-ê bi dawî nahên û ji demekê zêdetir diyar nakin.
Lêker êdî ew bêje ye ya ko bi (î)n-ê bi dawî têt û bi avêtina (i)n-a wê girêdana bi dema borî ve di hevokê de diyar dike.
[Dom dike]
|