STOCKHOLM, 3/8 2007 — Ji Îranê ti caran xeberên baş nayên. Heroj mafên mirovî tên binpê kirin. Heta vê gavê gelek nûçeyên negatîv yên Îranê ez şaş kiribûm lê belê xebera vê dawiyê dilê min şewitand û ez aciz kirim.
Ji sala 1979-ê ve, yanî ji dema ko ayatullahan dest daniye ser desthilata Îranê heta 16-ê tîrmeha 2007-ê li Îranê rojnamevan nehatine îdam kirin lê belê bi sedan rojnamevanan cezayên giran wergirtine. Li Îranê ti caran rojnamevanî ne hêsanî bûye lê belê Îranê îdam li hemberî rojnamevanan bi kar nedianî.
Belê, 16-ê tîrmeha 2007-ê mehkemeya şoreşê ya Sineyê cezayê îdamê da du kurdên rojnamevan yên bi navê Ednan Hesenpoor û Hîwa Bûtimar. Herdu jî ji mintiqeya Merîwanê ne. Hedu jî dor 30-salî ne û bi karên xwe yên rewşwenbîrî tên nas kirin. Hîwa Bûtimar ji bo xebata xwe ya jîngehê têt nas kirin. Herdu rojnamevan ji roja 25-ê meha yekê ya sala 2007-ê ve li zîndana Sineyê dimînin. Roja 31-ê tîrmehê jî mehkemeya bilind ya Tehranê biryara îdama wan mohr kir. Gelo Hesenpor û Bûtimar ji bo çi sûcî cezayê îdamê wergirtin. Di herdu mehkemeyan de sûcên wan cida ne.
Li gor mehkemeya şoreşê ya li Sineyê sûcê rojnamevanên kurd ew e ko wan di rojnameya Asoyê de, ko sala 2005-ê derxistina wê hatiye qedexe kirin, li ser meseleya kurdî nivîsîne, rexne li rejîma Tehranê kirine û li gor mehkemeyê nivîsên wan dijminahiyê di navbera hemwelatiyên Îranê de dirist dike. Herwiha nivîsên Ednan Hesenpor û Hîwa Bûtimar welatê Îranê dihejînin!!! Hîwa Bûtimar behsa jîngehê dike û dewleta Îranê diheje.
Li mehkemeya bilind ya Tehranê sûcên herdu rojnamevanên kurd têt guhortin. Li gor wê mehkemeyê ”Ednan Hesenpor û Hîwa Bûtimar bi xebatên xwe diyar kirine ko ew dijminê Xwedê ne û di demekê nêzîk de dê bên îdam kirin”. Yanî ew kesên ko li ser meseleya kurdî dinivîsîn yan jî minaqeşe dikirin haşa neyarî bi Xwedê re kirine. Ev mantiqeke ecêb e. Heger wisa be li gor mehkemeya Tehranê 40 milyon kurd haşa neyariyê bi Xwedê re dikin.
Ji bilî van herdu rojnamevanan heft rojnamevanên dî yên kurd li zîndanên Îranê girtî ne Nehê tîrmeha îsal Iclal Qewami hat girtin û li mehkemeya şoreşê ya Sineyê sê sal ceza ji bo karê xwe yê rojnamevaniyê girt.
Rêxistinên mafên mirovî yên wekî Amnesty International û Defend International ji bo azadkirina van rojnamevanan dest bi kampanyayekê kirine. Her kes dikare li malpera wan de protestoyekî ji rejîma Îranê re bişîne. Herwisa rêxistina Rojnamevanên tixûbnenas biryara mehkemeya Îranê ya îdamkirina rojnaemvanên kurd bi xurtî protesto kir.
Çend pirsên min hene: Çima berpirsiyarên hikûmeta herêma Kurdistanê, bo nimûne wezîrê kulturê, biryara Îranê ya îdama rojnamevnên kurd protesto nake? Çima kurd li rojnamevanên xwe xwedî dernakevin? Neteweyekî ko li rojnamevanên xwe xwedî dernekeve ew netewe ti caran bi ser nakeve.
Divêt kurdên cîhanê hemî kar bikin û rejîma Îranê protesto bikin da Ednan Hesnpor û Hîwa Bûtimar neyên îdam kirin.