DIYARBEKIR, 17/6 2005 — Mesûd Barzanî di dîroka kurdan de piştî pêşewa Qazî Mihemed duyemîn serokek e ko bi îradeya azad a gelê kurd bo serokatiya Dewleta Federal a Kurdistanê tête hilbijartin. Bêguman dilê her kurdekî bi vê bûyera girîng û dîrokî kêfxweş e û serbilind dibe.
Mesûd Barzanî, wek mîrasgirekî xeta sîyasî û netewî ya tevgera Mistefa Barzanîyê nemir, bi kêmtirîn temsîla dîroka sed salên dawî yên tevgera azadî ya Kurdistanê dike.
Di dîroka her miletî de hin gav û pêvajoyên pir girîng hene ko qedera wan diguherînin, yan jî di jîyana komele û miletan de dibin destpêkeke nû. Mesûd Barzanî, bi taybetî bi helwêsta xwe ya sîyasî-pratîk a sê salên dawî, li çar parçeyên Kurdistanê di dilê her kurdperwerekî dilsoz de text daniye û bûye tercumanê armanc û daxwazên wan ên netewî. Mesûd Barzanî bi awakî fermî sonda ji bo serokatiya Dewleta Federal a Kurdistanê xwend û erkê serokatiyê wergirt. Bawer dikim di dilê her kurdekî de hizr û gotinên ko ji bo vê roja dîrokî bîne ziman hene.
Dema ko em li rabirdûya jîyana 59 salên borî yên têkoşîna sîyasî û pêşmergayetî ya Mesûd Barzanî binêrin, ev qonaxa îro dê bi hêsanî bête têgehîştin. Ew di bin sîbera Komara Mahabadê de ji dayikê bû û bû serokê Dewleta Federal a Kurdistinê. Di pratîka wî ya nîvesrî ya vê pêvajoya de; pêşmergeyekî şervan, şorişgerekî netewî yê pêşeng, xebatkar û dilsozekî şorişê, kadir û rêberekî mitewazî û dilnizm derxistiya holê. Van xusûsiyetan, di pêvajoya têkoşînê de erk û berpirsyariya serokatiya şoreşê li ser wî ferz kir. Wî di pratîka xwe ya sîyasî de, berjewendiyên netewî û giştî, di ser berjewendiyên xusûsî û gurubî de girt û bi vê helwêsta xwe jî bû garantîya aştiya navxweyî û yekgirtina gurubên sîyasî yên kurdî. Nemaze helwêsta wî ya netewî ya van çend salên dawîyê, hêjayê teqdîrkirinê ye. Ji ber vê, ez dixwazim bi çend mînakan vê helwêsta netewî û şorişgerane ya kurdistanî rave bikim:
Ya yekemîn: dema ko dewleta Tirk dixwest leşkerê xwe birêke bo Kurdistana Başûr û Îraqa erebî, digel rewşa sîyasî ya herêmî û têkiliyên DYA-Tirkiyeyê, helwêsta Mesûd Barzanî di radeya yekemîn de ji çûyina wan re bû asteng.
Ya duyem: helwêsta wî ya li ser çawaniya Federaliya Herêma Kurdistana Başûrê bû. Gelo dê Federaliya Herêma Kurdistanê li ser bingeha hijdeh (18) wîlayetên Îraqa erebî bibûya yan dê li ser bingeha cografî-dîrokî ya herêma Kurdistanê û Îraqa erebî bibûya? Mam Celal Talebanî, wek serokê demkî yê Dewleta Îraqê, tevî ko bi Paul Bremer re peymana federaliya li ser hijdeh wîlayetan imze kiribû jî, Mesûd Barzanî ev proje red kir û federaliya li ser bingeha cografî-dîrokî ya gelê kurd û Îraqa erebî bi Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê û îngilizan re da qebûlkirin.
Ya sisêyan: helwêsta wî ya li ser mesela Kerkûkê ye. Di vê mijarê de jî, helwêsta mêjûyî ya Mistefa Barzanîyê nemir dupat kir û heta vê gavê jî, ji Kurdistaniyetiya Kerkûkê tawîz nedaye, helwêsta xwe ya netewî didomîne.
Ya çaran: helweta wî ya derbarê berdewamiya rêxistina pêşmergeyan û hêza xweser a leşkerî ya Herêma Federal a Kurdistanê, ko di derbarê nîqaşkirina vê yekê de gotarekî dîrokî û dawîn gotibû “rêxistina pêşmerge bi gotina hinek hêz û rêxistinan çênebûye ko bi gotina wan belav bibe.”
Ya pêncan: helwêsta wî derbarê mesela hildan û hilnedana ala Îraqê ye. Bêguman di nav sînorên Dewleta Federal a Îraqê de, herêma Kurdistanê û herêma Îraqa erebî her yek ji herêmên Îraqa Federal in, di nav sînorên van herêman de digel ala Herêmên Federal hildana ala Dewleta Îraqa Federal pêwistiyek e, bi şertê ko ala nû ya Îraqa Federal bête nîşankirin ne ko ala be‘siyan be û di ber Parlementoya Îraqa Federal de jî digel ala Îraqa Federal, ala herêma Kurdistanê jî bête hildan. Û ya dawîn jî helwêsta wî derbarê sondxwarina qebîna Brahîm Caferî de ye. Em dikarin mînakên wisa zêdetir bikin.
Mesûd Barzanî, li gor rewşa nû ya Rojhelata Navîn, kêmtirîn bi van helwêstên xwe, ji bo dîyarkirina ciyê neteweyê kurd di nav koma neteweyên dinyayê de, bûye yek ji serokê dûrbîn ê dîyardeyê polîtîka herêmê û li hember dost û dijminan mîsyona xwe aşkira kiriye. Wî bi vê helwêsta xwe, hem bîr û bawerî daye hemû kurdên dinyayê û hem jî mîsyona hevpeymaniya xwe ya bi hêzên navnetewî re aniye cî.
Di rojên pêşiya me de, ne diyar e ko federaliya kurd û ereban dê çiqas bi ser keve. Ji ber vê yekê, di vê pêvajoyê de pêdiviya kurdan bêtir bi serokekî wekî Mesûd Barzanî heye. Heman demî hinek pirsgirêkên pir girîng jî li benda çareserîyê ne. Divê beriya her tiştî hikûmeta nû bête damezirandin; hemû sazî û rêxistin li bin hukma yasa û qanunê de ji nû ve bêne rêxistinkirin û rêvebirin (bi taybetî jî hêza pêşmerge); di serî de Kerkûk û herêmên din ên kurdî divê bi hikumeta kurî ve bête girêda.
Serokatiya Mesûd Barzanî bo Kurdistana Başûr û hemû kurdên dinyayê bixêr be, serkevtî be! |