Ma tu d’zanî
çend aşiq im ez hevalê.
şîne çava ez dîn kirim,
li deryaya eşq û vînê
niqo kirim,
bo warekê dûr ez birim.
Çend hatin ku
me jêk vekin,
ku te b’kirin,
ku min b’kirin,
ku nehêlin evîna me
bibît hêzek,
ku hêlîna me d’vêt ava,
lê b’girin hemî derava,
lê neşyan û neşên dostê.
***
Ma tu d’zanî
qute quta evî dilî
navê te ye.
Çaktirîn ziman bo me yar,
axiftina çavên min û
çavên te ye.
Bawer neke ez te b’hêlim
ey Sînemê,
li hêv’ya te her dê mînim,
te çend b’vêt û
çewa b’vêtin.
Bawer neke evîna te
kesek bişêt
j’ min b’dizîtin.
Ya min gotî lêvenabim,
bo vîna me
dê her livim,
l’ ber gotgotka ez nanivim,
da bo çavên te Sînemê
ava bikim
warekê buhar lê b’ evîn,
ku em b’ hev re tê da bijîn,
bi dilxweşî,
bê kerb û kîn,
ku b’girnijîn bo jiyanê,
ku vîna xwe himbêz bikîn,
j’ xelkê xwe re b’kîn diyarî
alayek nû bo vî warî,
l’ ser binvîsîn:
b’ evînê nû d’bîtin kavil,
b’ evînê paqij d’bîtin dil,
b’ evînê namînin çi kul,
b’ evînê aş dibin yên sil.
Lê bizane
ger gotin nebîte kirin,
ger kenya te nebîte zad
bo eşqa min,
ger ez neb’me
berevanê evîna me,
ger canê min û te yarê,
ger hizr û bîr negehne êk,
baş bizane ne evîn e û
pê nabîn êk.
***
Nê tu d’zanî
dilê min ê jar û reben,
her keftiyê ber dirban e,
hilgirê kul û xeman e,
mestiyê dar û beran e,
mirovan e,
ji bo xetîra umêdê
bîr û can e.
Çendî bêxne
ber eşkence û azardana,
hindî rêz kin l’ ber samana,
naşkênît yar
ew belên û wa peymana.
Ho Sînemê
hûrik hûrik mêze b’keyê,
viyana te
naguhorît b’ hemî mana.
1980
|