Li seranserî warî,
li gund û şaran,
li hemî deran,
bi şev û rojan
Reş û tarî bû.
Bi hebkên xewê,
bi nezanînê
tarî zal bû.
***
Diza dizî dikir,
pîsa hîzî dikir,
dehbe û dêwa
yar û berdilk direvandin,
kenî û xende dixendiqandin.
Mirovên nemirov,
yên dirr û hov,
dil ji evînê,
çav ji bêgunehiyê dişelandin.
Hemî diqewimî û
xelkê hejar û perîşan,
xelkê warî,
bi nale nal û xewndîtinê
razayî bû
***
Li seranserî welatî,
li hemî deran,
laye laya xewê bû,
dil dibirine xewê,
ser dibirine xewê,
xelk dibirine xewê,
gund û şar,
hemî war,
kit û qol,
kom bi kom,
giş dibirine xewê,
palehiya xewê bû,
xewa xelkê min,
xewa warê min.
***
Ta ko ji nişkan ve,
piştî çi di çi re nemayî,
piştî ko birîn rizîn û
bêhna wan xwe li seran dayî,
piştî bes bindestî ji me re mayî,
piştî ko van dagîrkeran
em li coxwîna xwe dane bayî,
piştî vê hemiyê û
kûre birînê û êş û girînê
xew û bêdengî,
xew û nivistî,
peykerên jar û birsê,
yên koletiyê,
hemî tişt,
kêm û mişt,
hûr û mûr,
li jor û li jêr,
tev peqîn.
Peqîna wan bû şilqên,
bû lihî û lafaw,
bû lerzên,
leqandin,
hejandin
giş kevnedîwar û bindîwar,
li esmanan kir gurmên û hurrên,
agir û baran barîn,
li rûbaran kir nalên û buşşên,
sikir ramalîn,
li mirovan kir qîjên û qîrên,
neman xew û çavniqîn.
Taze, ji nû bû şerê rojê û mij û moranê,
şerê rojê û şevê.
***
Li boşbûna xwe evê lihiyê giş dane ber,
mirov û mal,
şirîn û tal,
tev qirş û qal,
hemî di navêk de şilqandin,
xew girt û sedcarkî vekuşt,
ne ji xewê û ne ji xewxwazan re hêlan çi pergal,
ya li ber hizrê û ne li ber hizrê
bûn rûdan, bûyer û qewimîn.
***
Lo xelkîno,
me li ber e di vê lihiyê de
welatê me bibe gemiya
qurtalkirina
mirovî û mirovheziyê,
serbestî û aştiyê.
Lê ne Nûh e û ne Xidirê Zînde ye û
ev xelke jî hêj li bendê ye,
***
Lêhmişt e,
lafaw e,
lihî ye û çi lihî ye,
xewê ji ber girî ye,
tariyê jê rev e,
nebes ev e,
lê birano,
lihî her dê bimîne lihî û
çaxê genî, çaxê mirî
ha ji nav me çû û lê bû behî,
ne bes ev e,
lê birano,
leşkerê tev bendewaran,
van bindest û van xembaran
morka xewê ji ser singê xwe avêt û pirtikand,
hawara wan serhildan keland û şarand.
Ya mayî ko ji nava vê lihmiştê
xwiya bibe gemîvanê
gemiya me bindest û hejara,
Nûhek ji jare kurdan re.
***
Lêhmişt e,
lafaw e,
Lihî ye û di nava lihiyê de
xelik li ber gefa nemanê ye û
ez yê dibînim
em di giryê de û
Nûh nivistî ye di gemiyê de.
Lê ew roj jî her dê hêt,
ku tê de Nûh ji xewê radibe,
ku gemî rizgar dibe,
ku yên di gemiyê de ji ser sîpelên tirsê peyar dibin,
ku tem û tarî binbir dibin,
ku çaxên mirî û genî bi yekcarî qir dibin,
Adar/1988
|