STOCKHOLM,17/2 2007 — Heşameta zilaman har û dîn bû û keça xwe kuşt û êriş birin ser kurê êzidî yê ko bi gotina wan hez ji keça wan dikir yan keça wan revandiye yan destdirêjkarî kiriye ser keça wan. Belkî jî çi ji van rast nebe û malbata keçê xwestibe wê bi darê zorê bidin kesekê ko wê nevêt û ew ji ber hindê ji malê reviyabe.
Mesle çi ye, goya wan divêt namûsa xwe bişûn; çawa yekê nemisilman xwe nêzîkî keça wan kiriye. Ew dê bi kuştina keça xwe û kurê êzidî namûsa xwe bişûn. Belê, ew bi xwînê namûsê dişûn, ew bi kuştinê namûsê dişûn, ew fikir dikin ew bi wê kerbê, bi wê xwînî, bi wê kuştinê dê serê xwe û malbata xwe bilind bikin û dê bi mêranî ji arêşeyeka weha derkevin.
Wextê beşekê misilmanên me keçê didin şû wan divêt ew keç hêj di pakêtê de be û heke di roja yekê de mêrê wê keşif kir ko ew ne keç e û yekî berî wî ew ji keçîniyê xistiye divêt hîngê ew namûsa xwe hilînin û mirovê ko xudê afirandiye ew wê jiyan û rûha ko li gor misilmanan xudê dayê jê bistînin. Gelo wextê ew wê dikin ew nafikirin ko ew xudêyê wan, wan dibîne û ji wê tore û êciz dibe ko ebdên wî xwe tevlî karê wî dikin. Ma eger eqil û hizra wan hebûya ma dê wan karên weha wehşî bikirana!
Xwe bi sedan û bi hezaran û bi milyonan keç û jinên misilmanan li ser destên kesûkarên wan, bi dirêjahiya hebûna me misilmanan, li ser pirsa namûsê hatine kuştin. Xwe heta eger kurê ko bi keça misilman re, berî şûkirina wê, raketî misilman jî bû wan ew dikuşt û carna, ji ber wan egeran dibû xwîndarî di navbera du malbatan de û belkî jî berferehtir dibû û xwîndarî diket di navbera du eşîran de û ew û kuştinkarî bi salan berdewam dibû.
Hema berî çend salan babekê ko li Swêdê bû, bi arîkariya birayên xwe rabû keça xwe bir Kurdistanê û wan ew li wê derê kuşt. Goya keça wan hez ji kurekî kiriye û goya ew kur misilman û kurd bû lê wî ew ji keçîniyê xistiye û dayûbab û mam û bapîr ko hemî jî xwende ne, ji hindê xeyidî û hêris bûn û wan xwest bi biryar û kiryareka weha namûsa xwe bişûn.
Berî van jî û her li derveyî Kurdistanê babekê din keçeka xwe da niyasekê xwe li Kurdistanê. Di şeva yekê ya bûk û zavaniyê de ji xurtî re diyarbû ko ew keç, berî ko ew dest bideyê, ji keçîniyê ketiye. Kurik peywendiyê bi babê keçê yê li derveyî welatî dike û gazinda xwe jê dike ko keça wî nepakêt kirî ye û ew berî wî bi kesekê din re raketî ye. Bab jî dibêjeyê lo namûsa min û ya te yek e û destên te ji te re û wê weha bitelifîne ko ne wekî kuştinê lê wekî bûyereka trafîkê diyar bibe. Kela mêraniyê li xurtî dabû û wî jî weha keç kuşt û hat gotin ko otomobîlekê lê xistiye û ew kuştiye. Yan kuştina Fatmayê, ya ko li Swêdê gelek dengvedayî, li ser destê babê wê, ji ber ko wê hevalekê xwe yê Swêdî hebû.
Xudê dizane ka çend kuştinên weha, bi navê namûsê hatine kirin. Gelo ew çi namûsşûştin bû, nebes yên niyas lê belê hemî dinyayê pê zanî û hindek ji wan kujekan yên li Swêdê bûn hatin girtin û hikmê zîndankirina heta hetayê li derheqa wan hat dan û rûyên wan li dinyayê û li nik xudê reşbûn. Wan qet hizra hindê nedikir ko ew kuştinê dikin û ew bi hindê qatil nin û divêt qanûn bi dijwarî reftarê ligel wan bike. Xwe kuştinên li Kurdistanê bi xwe bi navê namûsê tên kirin hema nahên hejmartin û qatil jî, hema bêje nahên girtin û sizadan.
Hûn dizanin di serdema Mihemed pêxemberî de, weha hatiye gotin ko nabe misilman bi çi rengekî keçên xwe bidin kurên nemisilman lê kur û zilamê misilman dikare keç yan jineka nemisilman ji xwe re bîne û wê bike misilman û heke ew fele yan cuhî be û naxwaze bibe misilman, ew dikare jina yê misilman be û her li ser dînê xwe be, lê divêt zarokên wan misilman bin. Bi sedan sal derbasbûn û hêj gelek ji me bi wê mentalîteya wê serdemê dijîn. Ev wekî cîhad û enfalan, bo wan serdeman û bo belavkirina îslamê û berferehkirina desthilata misilmanan û dewleta wan hatibûn û eger hindek kes hêj kiryarên weha, niha jî bi heq û rewa dibînin, pa divêt ew kes cîhad û enfalan jî bi heq û rewa bibînin! Yan êdî wextê hindê ye em bizanin ko em ne xelk û civak û dinyaya wê serdemê ne û divêt em xwe ligel guhortinên dinyaya xwe ya niha rabihînin.
Ya din, eger em eqlê xwe hinekê bi kar bînin û ji xwe bipirsin ka gelo bo çi heq e kur û zilamê misilman keç û jina nemisilman bîne û ne heq e keç û jina misilman kur û zilamê nemisilman bîne! Erê gelo çima wextê keç bi xurtekî re seksê dike ew namûsa malê dişkêne û bo çi wextê kurê malê karekê ji wî rengî dike ji wan re normal e! Ev çi neheqiyeka deqûdeq e û pîvan û hilsengandineka kevnar û primitîv e! Ev di eslê xwe de, berî her tiştî tadariyeka mezin e ko li keça misilman têt kirin û mitakirina wê ye û paşî neheqî ye li kesên nemisilman jî têt kirin. Ev xwe bi çêtir û paqijtir û bilindtir dîtin e û bi xwe dibe kêmbihakirin û perçiqandina yên din yên nemisilman.
Erê gelo misilmanên me yên kurd ko evîna kurê nemisilman û keça misilman heram dikin dizanin ko ew bi vê reftar û kiryara xwe eşq û mehbetê di navbera mirovan de heram dikin? Ew rê li ber wê hevwelatîbûna mezin, Kurdistanîbûnê digirin û xwe û yên din di qerqodkên tengên ez û tu û ew yên ayînî de zîndan dikin û dîwarên tirsê û ferq û cidahiyê di navbera xwe de diparêzin û naherifînin. Bila her kes li ser dînê xwe be û bila me hemiyan yek û du bivêt û bila evîn û şûkirin û mêrkirin di navbera wan de helal be û bila em sizadanê bo xudê û dewlet û qanûnê bihêlin.
|