STOCKHOLM, 22/8 2006 – Di kurdiyê de, du kategoriyên rêzimanî hene ko herdem bi navdêran ve girêdayî ne. Ew jî hejmar – “mêjer” li gor Celadet Bedirxanî – û zayend in. Navdêr yan yekhejmar yan pirhejmar e. Ew nêr yan mê ye. Hejmara navdêrê û zayenda wê bi alîkariya hinek nîşanan – yan paşgiran – xuya dibin. Ew paşgir bi ser wan navdêran ve yên ko di halê tewangê yan îzafeyê de ne tên zêde kirin yan jî bi ser lêkeran ve tên berdan. Temaşeyî vê nimûneyê bike:
Polîsê kal nikare dizan bigire
Navdêra “polîs” di halê îzafeyê de ye û pirtika “ê” bi ser ve hatiye zêde kirin. Ew pirtik diyar dike ko “polîs” yekhejmar e û nêr e. Navdêra “diz” tewandî ye û bi pirtika pirhejmariyê “-an” diqede. Pirtika “e” ya ko bi ser koka lêkera “karîn” û koka lêkera “girtin”-ê ve hatiye berdan taybetmendiyên navdêra “polîs” destnîşan dike û diyar dike ko “polîs” yekhejmar e û kesê sêyê ye (anku, ne “ez”, ne “tu” lê “ew” e). Paşgirên ko diçin ser lêkeran dê di mijara lêkeran de bên behs kirin.
Di hinek haletan de, paşgirên ko li ser navdêran zêde dibin di kurmancî û behdîniyê de ne wek hev in. Di behdîniyê de, navdêrên nêr yên yekhejmar di halê tewangê de hemû caran bi paşgira “-î”-yê tên tewandin. Di kurmanciyê de, ew navdêr carina bi “-î” û carina bi vokalguhortinê tên tewandin yan jî bi yekcarî nahên tewandin. Binêre:
Ev nimûneya dawiyê diyar dike ko di frazên îşarkî de kurmancî wek behdîniyê serederiyê li gel tewanga navdêra nêr dike û wê bi “-î”-yê ditewîne. Kurmancî û behdînî li ser tewandina navdêrên nêr yên yekhejmar û nebinavkirî, tewandina navdêrên mê û yekhejmar û tewandina navdêrên pirhejmar li hev dikin û wan bi “-î”, “-ê” û “-a(n)”-ê ditewînin. Nimûne:
Lê di halê îzafeyê de, cidahiyên navbera behdînî û kurmanciyê zêdetir in. Di vî halî de, navdêr li gor hejmar û zayendê paşgirên cida werdigirin. Ferqên ji hemûyan kifştir di paşgirên navdêrên pirhejmar û yên yekhejmar yên nebinavkirî de diyar dibin. Li van nimûneyan temaşe bike:
Wek tu dibînî, nîşanên îzafeyê yên ko li ser navdêrên yekhejmar di frazên behdînî de tên zêdekirin, çi ew navdêr binavkirî yan nebinavkirî bin, wek xwe dimînin. Lê, nebinavkirina navdêrên yekhejmar di îzafeyê de di frazên kurmancî de nîşanên cida ji wan yên ko diçin ser navdêrên yekhejmar yên binavkirî hildibijêre. Çi ew teoriya ko dibêje koka formên îzafeyê yên navdêrên pirhejmar “-êt” û “-ên” ji heman çavkaniyê ne – ji “-ên di” ne – rast be yan şaş be, heryek ji behdînî û kurmanciyê formeka cihê ji xwe re hilbijartiye. Tevî ko bikaranîna “-ên”-ê di çapemenî û medyaya Behdînan de zêde dibe jî, hêj “-êt”-parêz jî hene.
Tu dibînî ko zayenda navdêrê di halê pirhejmariyê de diyar nabe. Anku, paşgirên pirhejmariyê ji me re nabêjin ka ev navdêr nêr e yan mê ye. Bi tenê navdêra yekhejmar ya tewandî yan ya di îzafeyê de zayenda xwe aşkira bi rêya paşgirên tewandinê û îzafeyê kifş dike. Zayendkirina navdêran di behdînî û kurmanciyê de mijara nivîsara paştir e.