Prînt bike
Talebanî: Ez û serok Barzanî dê hertim pêgirên tewsiyeyên Hemaîlxanê bin
» Celal Talebanî behsa Hemaîlxanê dike
 
BARZAN, 28/7 2011 — Cenazeyê Hemaîlxana xanima Barzaniyê nemir û dayîka serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Barzan hat veşartin. Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî di merasima veşartinê de behsa hevdîtina xwe û Hemaîlxanê ya cara dawiyê kir û got ew û Mesûd Barzanî dê wekî du brayên hev heta mirinê pêgirên tewsiye û şîretên Hemaîlxanê bin.

Celal Talebanî bi navê Xwedayê gewre û mihreban bangî barzaniyên qehreman kir û got:

— Bi mixabinî û xemgîniyeka mezin em îro xanima yekê ya Kurdistanê hevjîna Barzaniyê nemir li Barzana qehreman di qebra wê de bi cih dikin. Ev xanim li Kurdistanê xanimeka gewre û mezin bû û roleka wê ya aşkera di xebata gelê me de hebû. Mezinî û gewrebûna wê ne di wê yekê de bû ko hevjîna qehremanekê mezin yê miletê me bû. Û ne ji bo wê yekê jî bû ko mêrxasekî wekî serok [Mesûd] Barzanî ji bo me perwerde kir. Belko ji ber hindê bû ko ew têkoşereka bêwestiyan, dilsojeka kurdayetiyê û xanimeka jîr biserketî ya kurdayetiyê bû.

— Di hemî jiyana xwe de digel general Barzanî ji bo bidestxistina armancên xelkê Kurdistanê xebat kiriye. Di hemî xweşî û nexweşiyekê de beşdar bûye. Li çiya, dol û şikeftên Kurdistanê ji bo bidestxistina armancên xelkê Kurdistanê jiyaneka dijwar borandiye.

— Pir baş têt bîra min, di cara dawiyê de ko şerefa dîtina wê bi dest min ket ji min û serok Barzanî re got: ”Wekî du kurên min ez daxwazê ji we herduyan dikim ko destê we di destê hev de dirêjiyê bidin bratî û xebata bihevrebûnê heta ko xebata miletê xwe bi ser dixin. Ji bo civaka xelkê Kurdistanê jî di westiyan, têkoşîn û xebatê de hîç teqsîriyekê nekin.” Vêca ez li vêderê li ber çavên we hemiyan soza xwe dubare dikim ko dê guhdarê wê tewsiyeya Wê bim û heta mirinê bratiya xwe digel cenabê serok Barzanî biparêzim û lêbixebitin ko hemî aliyên xelkê Kurdistanê û berî hemiyan aliyê Yekîtî û Partiyê yekrêz bikin. Emê bi vê soza xwe canê pak yê Hemaîlxanê di beheşta berîn de şad bikin.

— Gotineka erebî heye, dibêje “li pitr her mêrekê mezin jinek heye”. Belê, li pişt mezinekê gewre wekî Barzaniyê nemir jinek hebû û ew jî Hemaîlxana nemir e ko heta nefesa xwe ya dawiyê ji bo xelkê Kurdistanê xebitî û têkoşiya. Ez ji Xwedayê gewre hêvî dikim ko li beheşta berîn de wê bigihîne Barzaniyê nemir û şehîdên dî yên Kurdistanê. Hêviya temenekê dirêj bo kek Mesûd û kurên wî dikim.

— Bila serwerî û serbilindî ji bo Barzaniyê nemir û barzaniyên qehreman, qehremanên xebata kurdayetiyê û qehremanên xebata rizgariya kurdan û Kurdistanê be. Xuşk û brayan, hon hemî biserketî û serfiraz bin.

Hikûmeta Kurdistanê bi minasebeta wefata Hemaîlxanê duhî ji bo sersaxiya xelkê Kurdistanê sê rojên sersaxiyê îlan kir û li mizgeftên mezin yên li Hewlêrê, Silêmaniyê, Kerkûkê û Dihokê merasimên sersaxiyê dê bên amade kirin.



Foto: Herman

-----------------------------------
Nivîskar: Nefel-Nûçe
Weşandin: 2011-7-28
Xwendin: 2890