Prînt bike
Hikûmeta Kurdistanê ciwanên salê xelat kirin
HEWLÊR, 22/12 2010 — Îro li hola Pêşewa ya Hewlêrê sêyemîn Festîvala Ciwanên Salê bi heman pîvanên salên borî bi rê ve çû û 10 kesan di warên cuda de xelata baştirîn ciwanê salê wergirt. Serokwezîrê Kurdistanê jî biryar da ko yek milyon dînar bide wan ciwanan ko di festîvalê de pileya yekem bi dest ve anîne.

Di heqê vê festîvalê de serokê komîteya birêvebirina festîvalê Emîr Hacî ji Rûdawê re got:

— Di vê festîvalê de bi heman şêwazê salên borî ji aliyê komîteyên nirxandinê ve ciwan hatine hilbijartin û di her warekî de 20 heta 300 ciwan beşdarî pêşbirkê bûn.

Yekem car e ko di warê şanoyê de baştirîn ciwanê salê bê destnîşan kirin, ji ber di warê sînema, şano û dramayê de yek kes tê hilbijartin, salên borî jî ciwanê salê di warê drama û sînemê de hatibûn hilbijartin.

Karo Îbrahîm (28) ko baştirîn ciwanê salê yê 2010-ê yê di warê sînema, drama û şanoyê de ye dibêje:

— Yekem sal e ciwanek di warê şanoyê de xelata baştirîn ciwanê salê werdigire, ev nayê wê wateyê ko ez baştirîn ciwanê salê me, dehan ciwanên din jî hene ko hêjayê wê xelatê ne, lê jiber beşdarî vê festîvalê nebûne, navên wan ne diyar e. Herwiha pir kêfxweş im bi wê ko di warê sînema, drama û şanoyê de wek ciwanê salê hatime hilbijartin.

Xelata ciwanên salê festîvaleke salane ye û ji aliyê Wezareta rewşenbîrî û ciwanan ya Kurdistanê ve bi rê ve diçe, yekem car ji aliyê wezîrê berê yê hikûmeta Kurdistanê Taha Berwarî ve di sala 2007-ê de ev festîval hat organîze kirin û heta niha her berdewam e.

Navên kesên ko xelat jî wergirtine wiha ye:

1 – Werziş: Serdar Îsmaîl, Gulîstan Mehmûd
2 – Sînema, Drama û Şano: Karox Îbrahîm
3 – Stran: Loke Zahîr
4 – Muzîk: Heval Mihemmed
5 – Dîzayn: Poşya Kakil
6 – Rojnamegerî: Ebdulezîz Muhsîn
7 – Çalakî bo Wekheviya Hevcins: Huda Sabîr Berzencî
8 – Helbest: Beşdar Samî
9 – Çîrok: Twana Emîn

Herwiha du ciwanên din jî xelata rêzlêgirtinê wergirtin ko wek ciwanên pêşeng di festîvalê de hatin diyar kirin:

1 – Avtaw Mihemmed, (Nabîne û Nabihîze)
2 – Kenar Şehab (Nabihîze)

-----------------------------------
Nivîskar: Nefel-Rûdaw
Weşandin: 2010-12-22
Xwendin: 2483