Prînt bike
Danielle Mitterandê rexneyeka dijwar li desthilata Kurdistanê girt
» Danielle Mitterand
HEWLÊR, 6/10 2009 — Di rûniştina îro ya Parlamentoya Kurdistanê de dosta kevin ya kurdan xatûn Danielle Mitterandê rexneyeka dijwar li desthilata Kurdistanê û xemsariya wê li hemberî parçeyên dî yên Kurdistanê girt û got:— Hun ji min baştir dizanin ko paşeroja neteweya kurd girêdayî Kurdistana Iraqê ye. Erka we ye ko hon hevkariya çalakiyên kurdên parçeyên dî bikin. Niha dora we ye ko alîkariya xwe li hemberî kurdên parçeyên dî îzbat bikin.

Îro Parlamentoya Kurdistanê bi serokatiya serokê parlamentoyê Dr. Kemal Kerkûkî li hev civiya. Di destpêka civînê de serokê parlamentoyê Kemal Kerkûkî bi kurtî qala jiyana Mitterandê û malbata wê di serdema şoreş û xebata Fransa, alîkarîdayîna wê bi lêqewimî û zarokên bêserpereştiyar kir. Kerkûkî got Mitterand û hevjînê wê Fransuwa Mitterand di bidestxistina destketên îro yên herêma Kurdistanê de roleka bilind lîstine û got:

— Xatûn Mitterandê di rojên zehmet de çend caran serdana Kurdistanê kiriye û beşdarî yekemîn civîna Parlametoya Kurdistanê bûye.

Paşê Mitterandê gotarek pêşkêş kir û dilxweşiya xwe diyar kir ko di civîna îro ya parlamentoyê de amade bûye û wiha got:

— Kêm caran ji bo min derfet çêdibe, di pêşiya civateke hilbijartî de biaxivim. Dost û hevalên kurdan gelek şanaziyê bi hilbijartinên ko li Kurdistanê bi awayekî azadane û demokratîk bi rê ve çûn, dikin.

— Li Kurdistanê demokrasî gelek pêş ketiye. Yekemîn serdana min bo herêma Kurdistanê di bîra min de ye. Tê bîra min, dema ko di nîsana 1991-ê de ez ji Kurdistana Îranê ve ji bo dîtina we, hatim vir. Min xelk li ser rêyan didît ko ji tirsa zilm û zora rejîma rûxayî, keçber dibûn.

— Dîmenên wê koçberiyê, ez pir têk birim. Dîmenên bicîhmayîyên Enfal û çekên kîmyawiyê ko min di kampên Mardîn, Diyarbekir û Mûşê de dîtin, bandoreke mezin li ser siyaset û raya giştî ya cîhan, Fransayê çê kir.

Mitterand paşê hat ser yekrêziya gelê kurd û diyar kir ko yekrêziya gelê kurd tenê biryarek nîne bê dayîn, belkî dê bi hewil û xebata hemû aliyan were bidest xistin û wiha dom da axaftina xwe:

— Min bihîstiye, hinek kes pêşniyaz dikin Kurdistanê bikin wek Dubayî û Qeterê. Ez bi guman im li wê yekê ko ev nêrîn rast be. Heyf e ko ev welat, ko xwediyê kultûreke gelek xweşik e û hêlîneke şaristaniya mirovatiyê ye, bibe Îmarateke petrolê ya qazancker û bikarber. Eger tiştekî wiha çê bibe, xelkê we dê pênas û kesayetiya xwe ji dest bide.

Xatûn Mitterandê di gotara xwe de bal kişand ser çareserkirina meseleya gelê kurd li welatên cîran û wiha domand:

— Hun ji min baştir dizanin ko ayîndeya neteweya kurd girêdayî Kurdistana Iraqê ye. Eger hun di bidestxistina demokrasiya rasteqîne de serkeftî bin, dê bibe îlhambexş ji bo perçeyên dî yên Kurdistanê jî û dê baweriyeke wiha jî ji bo raya giştî ya cîhanê jî çêbike ko kurd dikarin bi xwe di çarçoveya sînorên dewletên niha de karûbarê xwe bi rê ve bibin. Ev yek jî dê bibe teşwîqek ji bo çareseriyeke aştiyane ya pirgirêka kurd li welatên derdor.

— Niha li herêma Kurdistanê hin konsulosên welatên rojava hatine vekirin. Hikûmeta we dikare bi awayekî wiha pêwediyê bi wan ve deyne ko di berjewendiya hikûmeta Kurdistanê û hemû kurdekî de be.

— Her wiha bi ya min, erkeke we ye ko hevkariya çalakiyên kurdên perçeyên dî yên Kurdistanê bikin. Gelek caran rewşenbîr û hunermendên kurd yên Kurdistana Tirkiyê bûne sedema nasandina pirsgirêkên we bi derve. Ez bi xwe şahîdekê wan mêvandariyên germ û birayane bûme ko kurdên Tirkiye û Îranê li penaberên kurd yên Iraqê kirine. Li kampên Tirkiyê min dîtin, çawa kudên Tirkiyê bi hev re ji bo alîkarîdayîna kurdên Iraqê yên ko ji tawana Enfalê rizgar bûbûn, li hev kom bûbûn.

— Niha dora we ye û dora wê yekê ye ko alîkariya xwe li hemberî wan biselmînin. Ew jî dikare di warên wek kultûrî, perwerdehî û medyayî de be. Ew (kurdên perçeyên dî) di dema tengasiyê de baştirîn alîkarên we bûn. Alîkarîdayîna we bi her awayî, takane garantî ye ji bo serkeftina we. Bi kurtî, bi awayê ko xelkê Îmaratê digel xelkê Filistîn û Misrê tev digerin, hun jî digel birayên xwe wiha nebin. Wek kurd digel wan tev bigerin. Wek çawa wan jî di rojên reş de nanê xwe yê req, digel we parve dikir.

Xatûn Mitterandê wiha berdewam kir:

— Di dema van sih salên ko min dostayetiya kurdan kirye de, ez fêrî hezkirina xelkê we bûm û niha ez xwe bi yek ji we dizanim. Pirsgirêka we pirsgirêkeke rewa ye û irf û adetên we cihê şanaziyê ne. Lewre bi ya min roja ko kurd di nav xwe de hevdu fêm bikin, hemû cîhan dê digel wan baş bibe. Pir caran ji min re dibêjin dayika kurdan. Dayik her tim dixwaze zarokên wê hevdu fêm bikin û alîkarên hevdu bin.

Di dawiya peyama xwe ya dîrokî de “dayika kurdan” xatûn Mitterandê wiha axivî:

— Ez peyama xwe arasyetî we dikim ko hilbijartiyên gel in û min wek civîneke malbatî xwast dilê xwe ji we re vekim û dilgiraniyên xwe digel we parve bikim. Hun dê bi xwe ayîndeya xwe ava bikin. Bi hêviya şansên baş ji bo we hemûyan. Bijî Kurdistan.

-----------------------------------
Nivîskar: Nefel-Pukmedia
Weşandin: 2009-10-6
Xwendin: 3675