STOCKHOLM, 5/1 2009 — Di TRT-6ê de, bi navê Rojînameyê bernameyek tê weşandin. Min jî wek gelek kurdan di 2/1 2009an de, berê xwe da vê bernameya navbihurî. Mêvanê Bernameyê Latîf Epozdemîr bû. Di bernameyê de, gelek pirs hatin rojevê, sohbeta gelek mijaran hat kirin.
Yek ji wan pirsan jî dîroka romana kurdî bû û herweha navê romana kurdî ya yekem bû. Di sohbetê de, navên hin romanên din jî hatin dan û bi kurtî be jî behsa wan hat kirin. Di van waran de hin tişt hatin gotin ko têbînîyên min li ser wan hene. Li gor min, pêwîstîya wan bi sererastkirinê û bi zelalkirinê heye.
Yek jê pirsa romana kurdî ya yekem e ko di bernameyê de, navê ”Jana Gel” hat dan. Ev roman bi soranî ye û wergera Elîşêrî cara yekem di 1992yan de, ji alîyê weşanxaneya APECê ve bi kurmancî hatiye weşandin û her di heman salê de, çapa wê ya duyem ji alîyê weşanxaneya Komalê ve li Stenbolê hatiye weşandin. Çapa wê ya sêyem jî di sala 2007an de, ji alîyê weşanxaneya Lîsê ve li Dîyarbekirê hatiye weşandin.
Di warê agahdarîyên li ser vê romanê de, tu problem xuya nake. Lê problemek ji ber îdîaya li ser vê romanê serî xwe hildide. Ew jî îdîaya ko ”ev roman, romana kurdî ya yekem e. Ango romana kurdî bi vê berhemê dest pê dike.” Ev şaşîyek e, ji alîyê dîroka romana kurdî ve pêwîstî bi zelalkirinê heye.
Romana ko behsa wê tê kirin, ango Jana Gel di 1956an de hatiye weşandin. Ji xwe, Îbrahîm Ehmed bi xwe bi navê ”Çend gotin li ser vê romanê” dibêje; ”Di nîsana 1956an de, min dest bi nivîsandina vê romanê kir.” Lê romana Erebê Şemo, ango Şivanê Kurmanca di sala 1935an de hatiye weşandin. Ev jî nîşana wê ye ko gava romana ko navê romana yekem lê tê kirin (Jana Gel), hat weşandin, hingê romana me ya yekem 21 salî bû û navê wê jî ”Şivanê Kurmanca” bû.
Ji xwe, minaqeşeyên heta niha, ne li ser tarîxa wê bû, li ser wê bû, bê Erebê Şemo ev pirtûk bi kîjan zimanî nivîsîbû. Lewra hin kes dibêjin ko Erebê Şemo ev pirtûk berê bi rûsî nivîsîye û dû re wergerandiye kurmancî û hin jî dibêjin; ”na, Erebê Şemo ev pirtûk berê bi kurdî nivîsîye û dû re wergerandiye rûsî an jî bi xwe li ber ya rûsî, kurmancîya wê nivîsîye.”
Di çapa vê romanê ya Kolnê de, bi navê “Çend gotinên werger” weha tê gotin; ”Nıviskarê vê pırtûkê, Ereb Şemo, Kurdeki Sowyetistanê ye. Ev pırtûk bı Kurdi hatıye nıvisandın, pıştre ew wergerandıne Rusi û dı sala 1935’an da lı Tıflisê çap bûye. Şıvanê Kurd jı alıyê Bazil Nikitin hatıye wergerandın zımanê Fransızi û cardın Nurettin Zaza, ew kırıye Kurdi û jı nuh ve çap kırıye.”
Heger ev agahdarî rast be, ango heger Erebê Şemo ev roman berê bi kurdî nivîsîbe, hingê ya çapa sala 1977an de û ya 1990î wergera wergera wergerê ye ko berê ji kurmancî wergerîyaye rûsî, ji rûsî wergerîyaye fransî û ji fransî jî wergerîyaye kurmancî. Heger ev agahdarî ne rast be, ango heger Erebê Şemo ev behrem berê bi rûsî nivîsîbe û dû re bi xwe wergerandibe kurmancî, an jî bi xwe bi kurmancî nivîsîbe, hingê tê wê maneyê ko versîyona nivîskarî ya kurmancî bi xwe heye. Di hemû halan de, ev nîşana wê ye, bê haya kurdan çi qasî ji hevdu hebû.
Ez ê kurmancîya Erebê Şemo û kurmancîya wergera wergera wergerê bi hevdu re pêşkêş bikim, da xwendevan karibin herduyan bidin ber hevdu û herweha di warê vê romanê de bêtir serwext bibin.
Ez dixwazim ji vê romanê, beşê destpêkê bi alfabeya me ya latînî ya îroj li jêrê pêşkêş bikim. Ya orîjînal ko bi alfabeya latînî -ya Îsahak Marûgolov û Erebê Şemo amade kiribû- di destê min de ye, lê çend herfên wê guhartî ne. Loma heger ez bi wê alfabeyê pêşkêş bikim, hingê gelek kes dê tênegihêjin. Ji ber vê yekê ye ko ez ji bo têgihiştinê, rêya hêsan hildibijêrim û beşê destpêkê bi alfabeya kurdî ya dema me, bi alfabeya Celadetî dinivîsim.
Şivanê Kurmanca – Beşê yekem –
”Kulfetê me. Zarotîya min
Şemo kurmancekî kesîb bû, ji êla Hesena (Hesinîya) bû. Diçû ber dewarê xelqê, li qeza Surmelîye berê ew qeza tev welatê Rewanê bû. Wextê jina wî pêşin mir, ewî herdu kurê xwe, Biro u Dewrêş hildan u ji qeza Surmelîyê derket, lêda çû. Şemo rêda gelle çetinî dîtin, çim ko barbirê wî tunne bû, -ewî herdu kurê xwe hildigirtin, yek dida pişta xwe, yê dinê jî dida ber dilê xwe- Biro wî çaxî sêsalî bû, lê Dewrêşî hê dusalî bû. Qet tiştekî wî idî tunne bû, xên ji lihêfeke kevn.” Şivanê Kurmanca, E’reb Şamilov – Neşra Hukumatê Rewan 1935)
Ev jî beşê destpêkê ya wergera N. Zazayî ye ko ji fransî hatiye wergerandin. Divê ez dîyar bikim ko di pirtûkê de ”i” wek ”ı” û ”î” jî wek ”i” hatiye nivîsîn. Ez dest wan nadim û bi awayê heyî pêşkêş dikim.
Şıvanê Kurd – Beşê yekem –
”MALBAT Û ZAROTIYA MIN
Şemo Şamıl ji eşira Heseni, Kurdeki bê mılk bû. Dı mentiqeya Sûrmeli de –berê tabıê Hıkûmeta Erivanê- şıvani dıkır. Pışti ko jına wi mır, Şemo her du kurên xwe –Bro û Derwêş- bı xwe re bırın û jı wê derê derket.
Dı hımbêzê de, bı van her du zarokan re bı rê ve çûn, jê re ne hêsani bû. Bro hingê sê û Derwêş ji du sali bûn; jı bextê wi yê baş, pê re jı bo hılgırtınê tıştên dın tune bûn.” (Şıvanê Kurd, Ereb Şemo Weşanên Riya Azadi, Adar 1977 Stenbol, Tebax 1990 Koln)
Pirsa duyem jî ew îdîa ye ko romana Şivanê Kurmanca bi alfabeya kîrîlî hatiye nivîsîn û weşandin. Ev jî hêjayî lêhûrbûnê ye. Lewra dema ko ev roman hat weşandin hingê kurd li Ermenistanê û li gelek deverên Kafkasyayê yên din xwedîyên alfabeyeke latînî ya taybet bûn. Ev alfabe di sala 1929an de, di pêşengîya Îsahak Marogûlovî û herweha bi hevkarîya Erebê Şemo û çend aktorên din ve bi awayekî resmî hatibû qebûlkirin û Riya Teze û berhemên kurdan yên din bi vê alfabeyê hatibûn weşandin. Berhemek ji wan berhemên ko bi vê alfabeyê hatibûn nivîsandin û weşandin jî Şivanê Kurmanca bû û ev berhem niha bi alfabeya xwe ya orîjînal û bi tarîxa xwe ya 1935an, di destên me de heye. Riya Teze heta 1937an jî bi vê alfabeyê derdiket. Hikûmeta Ermenistanê di hezîrana 1941ê de, bi biryara xwe ya 909an alfabeya kîrîlî li ser hemû beşên civakê ferz kir û bi vî awayî alfabeya kurdî ya latînî ya wê demê ji holê rabû.
Pirsa sêyem jî pirsa Memduh Selîm Beg e. Di sohbetê hat behskirin ko romana Mehmet Uzunî ya bi navê Bîra Qederê li ser jîyana Memduh Selîm Beg bû. Heçî Memduh Selîm Beg e, ronekbîrekî kurd e ko li gel ronakbîrên kurd yên dema xwe di gelek çalakîyan de xuya dibe. Romana ko li ser jîyana wî hatiye nivîsîn, ne ”Bîra qederê” ye, lê ”Siya Evînê” ye. Ji ber ko ”Bîra Qederê” li ser jîyana Celadet Alî Bedir-Xanî ye û li gor agahdarîyên cur bi cur, Celadetî bi xw jî bi vî navî dest bi xebatekê kiribû û baş jî pê de çûbû. Lê ji ber ko di 58 salîya xwe de, di wê demê de ko pêwîstîya kurdan û ziman û edebîyata kurdî bêtir pê hebû, ji nav me koç kir, wek gelek tiştên wî yên din ev xebata wî jî nîvco mabû.
» Bergê romana »Şivanê Kurmanca«, ji sala 1935an
Çavkanî:
Şivanê Kurmanca, E`reb Şamîlov, Rewan-1935
Şivanê Kurd, Ereb Şemo, Weşanên Riya Azadî, Stenbol 1977 û Koln 1990
13 Rûpelên balkêş ji dîroka gelê kurd, Celîlê Celîl
Siya Evînê, Mehmet uzun
Bîra Qederê, Mehmet Uzun
Jana Gel, Îbrahîm Ehmed |