ŞEMZÎNAN, 20/2 2007 — Li gorî ko tê zanîn Şêx Adî di sala 1075-ê zayînî de li derdora bajarê Hekaryê ji dayik bûye. Navê wî yê esil Şerefedîn e. Navê babê wî Misafir e. Ji aliyê hin derdoran ve jê re Şêx Şerefedîn hatiye gotin. Nasnavê wî Adî an jî Edê ye. Ev nasnav di borîna deman de bûne wekî navên esil. Vêca Jê re Şêx Adî (Şêx Edê) hatiye gotin. Ew zat ji hoz û êla Tîrahî ye.
Vî zatî di herêma jidayikbûna xwa de zarokatiya xwe borandiye û li heman deverê dest bi nivîsandin, xwendin û perwerdehiya xwe kiriye. Ew jî weki giraniya feqiyên kurd li gelek medreseyan maye û ji gelek mamosteyan û seydayan ders girtiye. Ji bo xwendin û perwerdehiya xwe çûye Şam, Heleb, Bexda, Mûsil û Diyarbekirê. Ev gera han û gelek zêde, di medreseyên cuda de mayîna wî, bandor li ser jikubûn û nîqaşa malbata wî kiriye. Lewre hin kesan gotiye ko Şamî ye, Musilî ye, an jî Bexdayî ye. Bi xwezayî yên ko digotin ji Culemêrgê ye jî hebûn. Heman gotin der barê malbata wî de jî dihate gotin. Giraniya gotaran di nav malbatên Ereban de li malbata wî digeriyan. Ev bûyer ne bi tenê ji bo Şêx Adî tê gotin. Çiqas leheng, zana, navdar û hişmendên kurd hene, bi heman bextreşiyê li dûrkirina ji binyata wan dixebitin. Di vê mijarê de, emê dor bidine kesinan ka der barê Şêxê me de çi dibêjin:
Îbnî Esîrê Cezîrî di cîlda yanzdehem a pirtûka Elkamil de dibêje: “Adî kurê Misafir û yek ji parêzkarên mezin bûye û li Şam û Elbakê jiyaye û paşî çûye Hekariyê û paşmaya jiyana xwe li wir raborandiye, heta ko di sala 1162-ê zayînî de çûye ser dilovaniya Xwedê.
Îbnê Xelkanê Hewlêrî jî di pirtûka “Wefiyatil E-eyan” de dibêje: “Şêx Adî kurê Misafir li gundê Beyt Qarî ya Elbakê hatiye perwerdekirin. Ew zilamekî xwedanas û parêzgar bûye û nav û dengê xwedanasiya wî li her cihî deng daye û belav bûye. Ji ber vê yekê gelek kes bûne alîgir û peyrewên wî. Bi ko de çûye gel bi dû wî de çûye û paşî gel ew wekî pêşengê xwe hilbijartiye û ji wî her tişt xwestine. Wî bi kesayetî û mezinên parêzkarên wê demê yên wekî ‘Eqîl Muncî, Hemad Bas, Ebî Necîb, Evdilqadir Sehwerdî, Evdilqadir Geylanî û Evdilqadir Helwanî re têkiliyên xurt û peywendî danîne. Lê paşî ji wan veqetiyaye û penahê xwe ji çiyayên Culemêrgê re biriye. Li wir perestgehek ava kiriye û gel qesta wî kiriye û çûye bal wî. Şêx Adî di sala 1162-ê zayînî de can spartiye canaferîn.”
Hafîz Şemsedînê Zehebî di beşa duyem a pirtûka Dulel Îslamî de dibêje: “Şêx Adî di sala 1162-ê Zayînî de li Culemêrgê koça dawî kiriye û li wir ew spartine axê. Piraniya gelê herêmê bawerî bi wî aniye û bûne peyrew û alîgirên wî.”
Şêx Zeynedîn di beşa duyem a “Tarîxa Îbnê El Werdî de” dibêje: “Şêx Adî kurê Misafir di sala 1162-ê zayînî de di meha Miheremê de li welatê Culemêrgê koça dawî kiriye. Ev xwedanasê mezin li Elbakê ji dayik bûye û di temenê ciwaniyê de çûye Mûsilê û gelê wê herêmê bawerî bi wî aniye û bûne alîgirên wî.”
Şêx Mihemedê Henbelî di pirtûka “Qela-idel Cewahirî de” dibêje: “Şêx Adî kurê Misafirê Emewî li Elbakê ji dayik bûye û di temenê ciwaniyê de çûye Bexdayê û li wir li ba zanayên wê demê elimiye xwendina zanistî. Piştî zor û zehmetiyeke mezin tenêtî û kuncnişînî ji xwe re hilbijartiye û paşî çûye Culemêrgê. Li wir jî di şikeftekê de bi cih bûye. Gel bi hatina Şêx hesiyaye û deste bi deste çûne ziyareta wî.
Ew jî naçar ji şikeftê derketiye derve û bûye pêşengê gel. Wî bi vî awayî jiyana xwe derbas kiriye heta ko li wir miriye.”
Ew kesên ko dibêjin Şêx Adî ji êla Emewî û ji neteweya ereban e di nava şaşiyeke mezin de ne. Ji ber ko li gorî van belgenameyên ko di dest de hene Şêx Adî kurdekî ji êla Tîrahî ye û di kurdbûna wî de tu şik û gumanek tune ye. Ji ber ko êla Tîrahî yek ji êlên bakurê Kurdistanê ye û nifûsa wan nêzîkî hezar û pênc sed malbatî ye û niha li bakurê Amedê dijîn. Nêzîkî çar sed malbatê wan jî li Anadoliya Navin, bi qasî 24 kîlometre dûrî Enqereyê niştecih in. Her wisa hin malbat ji vê êlê li başûrê biçûk ê Kurdistanê dijîn.
Mamoste Yaqûb Serkîş jî di pirtûka “Mebahîs El Eraqiye” de dibêje: “Ev nivîs di notên destnivîsî yên Aramî de ko qeşeyekî bi navê “Mîşu” di sala 855-ê koçî de wergerandiye ser zimanê frensî û di kovara “Nuy”a fransî de hatiye weşandin.” Nivîs bi vî awayî ye: “Şêx Adî kurê Misafir kurê Ehmed ji kurdên Tîrahî ye. Êla Tîrahî li gorî rêz û rêçikên kevn ên xwe her salê di werza havînê de diçine zozanan û di werza zivistanê de jî ber bi Mûsilê ve bi rê ketine. Ew li wir bi cih bûne. Ji ber ko bab û bapîrên Adî li wir jiyane û gelê zozanî û koçber jî bi Şêx re çûne zozanan û vegeriyane. Ew êzîdiyên ko xizmeta malbata Şêx Adî kirine jî gava ko ji zozanan vegeriyane çûne ba Adî kurê mîrê xwe û ew diyariyên ko ji wî re anîne dane wî. Lewre Adî jî bi germî pêşwazî li wan kiriye û ew mêvan kirine û her cure xwarin dane wan”
Mamoste Raxib Tebax Helebî di cilda pêncem a pirtûka “E-elam Elnebla-” de dibêje: “Îzedîn kurê Yûsifê Edewî yê Kurdî fermanrewayê Helebê ko piştî serdema çerkezan di destpêka damezirandina Dewleta Osmanî de jiyaye. Şêx Adî kurê Misafir bûye û ji binemal û malbata wan re malbata Şêx Mend hatiye gotin û bi vî navî hatine nasîn. Ev mîr di sala 948-ê koçî de miriye”.
Şêx Adî wekî yek ji zanatirîn û mezintirîn parêzgarê xwedanasê kurdên sedsalên pêncem û şeşem ên koçî tê zanîn.
Ji Şêx Adî hin berhem û vehonanên olî û civakî bi cih mane ko ji wan çend malik ev in û der heqê pesindana Xweda de hatine nivîsîn:
Heqo tu padişah î
Xwedanê mêhr û mah î
Rezaqê cin û îns î
Xwedayê alema Quds î
Mizgîniyê bibin Kurdistanê
Bilav ken deftera îmanê
Wate: Ey Xwadayê mezin û giran. Tu Xwedan û perwerdekerê roj û heyvê yî. Rizqdeyê, cin û mirovan î. Xwedî û dahînerê alema pîroz î. Ey Xwedayê mezin ev mizgîniyek e ji bo gelê Kurdistanê. Her tu yî belavkarê deftera îmanê.
Ev berhemên ko li ser kîteyê hatine ristin hemû heft kîteyî ne. Berhemên bi vî rengî hemû xwedî mêjûyeke kevn in.
Piraniya helbestên Zerdeşt ko di Gatayê de hatine tomarkirin heft-heşt û deh kîteyî ne. Mirov dikare bibêje ko kêş û kişandina van helbestan xwemalî ne û ji hêla naverokê ve jî gelekî dewlemend û berzin. Wateya naveroka wan jî diçe ser bîr û baweriya rojperestî û hîvperestiyê.
Berhemên Şêx Adî:
1) Helbest
2) Mishefa Reş
3) Cilwe
Şêx Adî, ev berhemên pîroz û hêja ji me re hiştin û di sala 1162-ê zayînî de gava ko temenê wî 87 salî bûye li Colemêrgê koça dawî kiriye. Ew li wir spartine gora pîroz.
Çavkanî:
1) Elkamîl fî Tarîx Îbnê Esîr, 1858
2) Îbnê Xilkan, Şemsedîn; Wefyatil E-eyan, Misir 1893
3) Werdî, Îbnul; Tarîx Îbnul Werdî, Qahîre 1924
4) Zehebî, Hafiz Şemsedînul; Dolil Îslam, Misir 1945
5) Henbelî, Muhemed; Qela-dil Cewahîr, Qahîre 1934
6) Tebax, Raxib; E-lamil Neba, Beyrût 1962
7) Serkis, Ye-qub; Mibahisil Iraqiye, Bexda 1947
8) Saix, Suleyman; Tarîxul Musil, Bexda 1934
9) Col, Îsmaîl; EL Yezîdiye Qedîmen, Bexda 1941
10) Şerefxanê; Şerefname, 1925
11) Nîkîtîn, Bazîl; Les Kurdes, Parîs 1956
Not: Ev nivîs ji pirtûka rehmetiyê Feqe Huseyîn Sagniç a bi navê Dîroka Wêjeya Kurdî ko ji nava weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê derketiye hatiye girtin.
------
Têbîniya Nefelê: Me bi xeletî wisa fêm kir ko ev nivîsar ya Qahir Bateyî ye lê belê piştî lêpirsînê diyar bû ko nivîsar ya Feqe Huseyn Sagniçî ye û Qahir Bateyî ew di kolumna xwe ya "Yuksekova haber" de belav kiriye. |