STENBOL, 22/3 2006 — Sê tîşt hene ko dewleta tirk gellekî aciz dikin: 1) Hatina Emerîkayê ya Rojhilata Navîn, 2) Yekîtiya Ewropayê û 3) Dewleta federe ya Kurdistanê. Dewleta tirk, van hersê faktorên ha jî, ji bo doza gelê kurd wek sê dînamîkên gellek girîng û tehdîtkar (gefxwar) dinîrxîne. Bi kurtî tirk dibêjin ko kurdên Bakur, ji alîkî ve pişta xwe dane Emerîkayê, ji alîkî ve Yekîtiya Ewropayê û ji aliyekî ve ji dewleta federe ya Kurdistanê. Bêguman, ya ko tirsa wan dike saweke nedîtî û xewa şevan li wan diherimîne, li Başûrê Kurdistanê çêbûna dewleteke kurdan e. Bi ser de, hin beyanên serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokkomarê Iraqê Celal Talabanî, tirs û sawa tirkan yekcar zêdetir dike.
Gelo tirk di vê tirsa xwe de çiqas mafdar in? Ya din, tirseke weha dikare çi bi tirkan bide kirin? Bi ya min eger tirk, di çareserkirina pirsa Kurdistanê de xwedan vîzyon û projeyeke hemdem bûna, ji bo ko weha bitirsiyana tu sedemek tune bû. Belê ji ber ko tirk, hê jî riya yekem a çareserkirina pirsa kurdî tenê asîmilasyonê dibînin û bi tu awayî naxwazin di pirsa siyaseta xwe ya asîmilekar de bi şûn de gav bavêjin, tirsa wan çiqas diçe zêdetir dibe.
Dewleta tirk, heta niha karê asîmilasyonê bi giranî bi îmkanên xwe dimeşand û avahiyên sivîl têkilî vî karê ha nedikir, belê ji serê demekê ve ye ko, bi qampanyayên wek "Haydê keçno, herin dibistanê!" avahiyên sîvîl û medyayê jî di vê projê de cihê xwe girtine. Çimkî asîmilsyona ko keç û jinên kurd ji xwe re dike armanc, hê zûtir bi ser dikeve. Berî her tiştî keçên îro, dayikên sibê ne. Gava ko dê bi zarûkên xwe re bi tirkî peyivî, êdî ne kurdbûn û ne jî zimanê kurdî dimîne.
Roja ko tirk têbigihîjin ko ew, nema karin kurdan bikin tirk û siyaseta asîmilasyonê bi ser nakeve, bawer bin ew roj gellek talûke ye. Çimkî tirk, bi tu awayî ne amada ne ko kurdan li rû xwe wek netewe û xelqekî wekhev qebûl bikin û ji mafên wan ên netewî re hurmet nîşan bidin. Di vê pirsê de, bila kes pişta xwe bi Yekîtiya Ewropayê ve jî girê nede. Wa ye, ji serê salekê ve ye ko xwedênegiravî muzakereyan dest pê kiriye. Ka heta niha çi guherî?
Mafên netewî deynin aliyekî, ma dewleta tirk amade ye ko mafên hindikanîbûnê ji bo kurdan binase? Naskirina mafên hindikanîbûnê li aliyekî, dewleta tirk naxwaze ko vê yekê bi kesî re devjenî (munaqeşe) bike. Çi ji alî Ewropayê be, çi jî ji alî kurdan be, kesên ko ji bo kurdan daxwaza mafên hindikanîbûnê tînin zimam, devê wan tê girtin. Bi ser de gellek kurdên me jî tên vê leyistika dewleta tirk û ew jî bi hişkî mafên hindikanîbûnê red dikin.
Aqil û mantiq heye. Me kurdan mafên xwe yên netewî di rojekê de û bi yek derbekê hunda nekir. Vî karê ha bi sedan salan ajot. Loma çawa ko em di rojekê de nehatin bindestkirin, em nikarin di rojekê de ji dîlîtî û koletiyê xelas bibin. Kurd pê bi pê, gav bi gav dikarin bigihîjin mafên xwe. Eger dewleta tirk, qet nebe mafên hindikanîbûnê ji bo kurdan binasiya, hingê ewê kurdan bi zimanê xwe, ji dibistana seretayî bigire heta unîversîtê bixwenda û li gor nufûsa xwe di îdara Tirkiyê de cih bistanda. Di rewşeke weha de, pêşî li asîmilasyonê jî dihat girtin. Belê wek tirkan, gellek siyasiyê kurdan jî qet naxwazin ko mafên hindikanîbûnê ji bo kurdan bê naskirin. Tê bêjî gava ko mora hindikanîbûnê li kurdan bikeve, ewê rastiya xwe ya miletî hunda bikin. Niha, miletbûn an jî nebûn, rastiyeke civakî ye, bi pîvan û krîterên siyasî nikare bê destnîşankirin.
Ecêbek giran jî ew e ko, hin kesên ko dibêjin kurd jî wek tirkan avakarek bingehî yên dewleta tirk in (aslî unsur), naxwazin ji bo kurdan qala mafên hindikanî bên kirin, çareserkirina pirsa Kurdistanê di çarçova dewleteke unîter de dibînin. Li welatekî ko wek miletên cihê, du avakarên bingehîn hene, dewleta unîter (yek ziman, yek al û yek welat) ne mumkun e. Her tişt li aliyekî, eger îro tirk kurdan wek hindikanî binasin jî unîteriya dewletê namîne; çimkî kurd li ser axa Kurdistanê pirraniya nufûsê pêk tînin.
Em cardin werin ser pirsa pêşî, ango faktora Emerîka, Ewropa û Kurdistana Başûr. Tecrûba salan nîşan da, îrada Ewropayê ya çareserkirina pirsa kurdî tune; belê Emerîka ne wusa ye, ya ko dibêje dike. Eger kurdan, ango kurdên Bakur, bikaribûna rastiya van hersê dînamîkên ha baş fêm bikira û li gor wê siyasetek danîna pêş xwe, hingê karê Tirkiyê pirr zehmet dibû. Belê kurdan, heta niha jî ev dînamîzm baş nexwendin. Ya ko karê tirkan rihet dike ev e. |