[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


HEVPEYVÎN 
Fuat Onen: Cidabûn divêt ruknê esasî yê siyaseta kurdan be
» Fut Onen
DIYARBEKIR, 8/10 2010 — Siyasetmedarê kurd yê xudanfikr û xudantecribe Fuat Onen di hevpeyvîneka eksklusîv de dibêje sebebekê esasî yê guhortinên pozîtîv li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê hebûna de fakto ya dewleta federal ya li başûrê Kurdistanê ye û dibêje kurd li bakur divêt cidabûnê bikin ruknekê esasî yê siyaseta xwe da wekî milet ferqa xwe û tirkan diyar bikin.

***

Pirs: — Bi salan e pirsgirêka kurdî nayê çareserkirin gelo astengên li pêşiya vê çareserkirinê çi ne?

FUAT ONEN: — Belê ev pirseka gelek berfireh e lê qasê ko ez bikarim di hevpeyvînekê de bibêjim, pirsgirêka kurdî ne pirsgirêkeka di nêv welatekê de ye. Ji xwe pirsgirêk ya Kurdistanê ye û ne ya Kurdî ye. Hişekê şaş e ko Abdullah Ocalan û Ahmet Turk rexneyê li hikûmetê digirin û dibêjin ”çima hon ji bo çareserkirina pirsgirêkeka me ya nav-xwe yî bi dewletên dî re danûstandinê dikin” ya di esasê xwe de dibe asteng ev e. Pirsgirêka ”Kurdistanê” pirsgirêka navdewletî ye. Ji roja bûyî pirsgirêk û pê ve pirsgirêkeka navdewletî ye. Demek dirêj di navbera osmanî û farisan de bûye pirsgirêk.

Di sala 638ê de di peymana Qasrişîrînê de di navbera du împeretoriyên mezin de bûye pirsgirêk. Esas yên Kurdistan parçe kirîn jî ne ev dewletên biçûk in ko Kurdistan parçe kirine. Di paş parçekirina Kurdistanê Birîtanyaya mezin heye, Fransa heye... Nexşeyek sîyasî li vê herêmê ava kirine. Pirtir dibêjin rojhilata navîn: Ew jî şaş e. Kurdistan ne dewleteka rojhilata navîn e. Dema ko rojhilata nêzîk, ya nêvê û ya dûr hate te`rîfkirin, li gor Bîzansîyan hatine te`rîfkirin. Rojhilata nêzîk di eslê xwe de Kurdistan e, Ermenîstan e, Klîkya ye, belkî Surîye... Ewan(Bîzansîyan) li gor xwe gotine ev yên nêzîk in û Kurdistan di wê derê de ye. Piştî ko Welatê Tirkiyeyê hat avakirin ji Kurdistanê re gotin rojhilata navîn, ev jî şaş e. Kurdistan ne welatekê rojhilata navîn e.

Vêca Birîtanîyan û Firansizan yanî serdestên herba dinyayê ya yekem, li gor menfîetên xwe nexşeyek sîyasî li herêmê ava kirin û di vê nexşeyê de statûyeka sîyasî ya ji bo Kurdistanê nebû. Ji roja ko ev nexşe hatî çêkirin ve jî pirsgirêka Kurdistanê pirsgirêkeka navdewletî ye. Dagirkerên Kurdistanê kî bûn? Iraq bû, Brîtanî li piştê bûn, Brîtanî mandaterê Iraqê bû. Li aliyê dî Surîye bû, Fransizan ji xwe re ava kiribûn, mandaterê Suriyê Fransa bû. Li aliyekê Tirkiye bû û li aliyê dî Îran bû, heke tu Tirkiyeyê û Îranê digel hevalbendên wan bihesibînî tu dikarî bibêjî temamê dinyayê li hember Kurdistanê bûbûn yek alî. Dema ko kurd dijî Tirkîyeyê şerî dikin ne tenê dijî wan dikin û dijî hemî hevalbendê wan jî dikin. Tirkiye pêşiyê mûtefîkê Brîtanyayê bû paşe bû ji komwelatên NATOyê,tu şerî bikî tu şerê van hemîyan dikî.

Dema ko kurd li Iraqê şerî dikin li hemberê temamê welatên ereban şerî dikin. Dema ko li Îranê şerî dikin Îran temamê mûterikên xwe dide dora xwe. Dema ko mesele tê çaresekirinê ev herçar dewlet digel hevalbendên xwe dijî derdikevin. Bo nimûne 1975ê di peymana Cezayîrê de eşkere bû. Di bin pêşengiya Mele Mistefa Barzanî de wek eskerî Iraq têk biribûn lê van dewletan nehiştin ew peymana 75ê pêk bê. Çawa ko ev pirsgirêka Kurdistanê ji bûyina xwe ve pirsgirêkeka navdewletî ye. Ji bo çareserkirina wê jî halek sîyasî jê re pêwîst e. Ne mimkûn e li Tirkiyeyê kurd û tirk vê meseleyê niqaş bikin û çareserîyekê bidinê. Em ne herêmeka di nav Tirkiyeyê ne ko ev pirsgirêk di navbera me û wan de çareser bibe.

Pirs: — Wekî dî çi pisgirêk hene?

FUAT ONEN: — Wekî dî... Kurdistan ne tenê ji aliyê fizîkî ve hatiye parçe kirin. Ji aliyê mejîyî ve jî hatine parçe kirin. Hinek parçe ji hinekan zûtir bi pêş dikevin û ev jî wan ji hev bi dûr diêxe.

Kurdistan di navbera hêzên mezin de bûye wek pirekê, wan şerê hev kirine lê li Kurdistanê kirine. Kurdistan bûye meydana şerê ne yê wan. Şerê ne yê wan li welatê wan didome. Di şerê dinyayê yê yekê de menfîetê rûsîyan û brîtanîyan gihane hev lew ev dewleta Tirkiyeyê ava bûye. Birîtanîyan xwestin tamponek li hemberê belavbûna komunîzmê vekin. Rûsan jî xwestin li hemberê ingilîzan tamponekê çêkin û menfîtê wan giha hev û Tirkiye ava bû. Herdu mitefiqên hevdu Brîtanya û Rûsya dema ko bûn dijminên hev xwestin Kurdistan di navbera wan de bêstatû bimîne û çareserî zehmettir kirin. Gelek sebebên civakî hene lê dibêjim qey ev dê bes be.

Pirs: — Belê ji bo fêmkirina çaresernebûna pirsgirêka Kurdistanê ev qas bes e. Min divê ez ji bo çareserkirinê, pirsa temsîliyetê bikim. Gelo pîvanên temsîliyetê çi ne? Kî kurdan temsîl dikin? Ma dengên di hilbijartinande hatîn dayin, dibin pîvan? ko em dizanin li bakurê Kurdistanê kurdan herî zêde dengên xwe dane partîyeka tirkan?

FUAT ONEN: — Di vê meseleyê de divêt kurdên bakurê Kurdistanê li ser axê bisekinin. Heke temamê kurdan dengên xwe bidin partiyeka tirkan jî, ji ber ko ew ne ji Kurdistanê ye ew partî nikare kurdan temsîl bike. Ji ber ko partiyên sîstemê rasteqîniyê kurdan nas nakin. Da ko partîyek milletekê temsîl bike divêt pêşiyê wî milletî qebûl bike. Ji ber ko partiyên tirkan me kurdan wek milletekê qebûl nakin hemî kurd dengê xwe bidin wan jî ew kurdan temsîl nakin. Ew kurdan wek parçeyeka milletê tirk terîf dikin. Dema ko AKP dibêje ji ber ko parlementerên min ên kurd zêde ne, ez kurdan temsîl dikim di fikreka xelet de ye.

Em vegerin partiyê kurdan li wê derê jî hinek astengî hene, hem dewleta tirkan nahêle ko partiyên kurdan bi nasnameya xwe (nasnameya kurdî) derbikevin meydana sîyasetê hem jî fikra tirkiyeyîtîyê ya partiyên kurdan asteng e. Bo nimûne Partiya Aştî û Demokrasîyê (BDP) bi me`neya ko em partîyeka Tirkiyeyê ne dibêje ”ew sîyaseta etnîkî nake” di meseleya temsîlîyetê de astengek jî ev e. Lê dîsa jî ji nava partîyên kurdan de partiyeka ko bi awayek xurt bibêje ko ez dikarim temsîliyetê nbikim BDP ye. Ji xeynî wê qabîlîyeta xurt ya ti sazî dî nîne. Di temsîlîyetê de di eslê xwe de bernameya partiyê giring e çiqasê nêzîktirê milletê xwe be ew dikare ew qasê temsîl bike.

Pirs: — Ez dixwazim piştî temsîlîyetê behsa tehsîran bikim, gelo heyîna Kurdistana Iraqê çi tehsîrê li sîyaseta bakurê Kurdistanê dike?

FUAT ONEN: — Wek yekem bêyî nîyeta birêvebiriya Kurdistana Iraqê û ya wan derên dî, di dinyayê de Kurdistanek hebe û li yekê nebe ji bo kurdan du dinyayên cida ne. Li başûrê Kurdistanê statûyeka kurdan çêbû û ber bi azadiyê ve diçe, ev bivê-nevê dê tehsîrê li herçar parçeyên Kurdistanê bike. Di meseleya ko tirk kurdan wek pirsgirêk qebûl dikin bi xêra heyîna başûrê Kurdistanê ye. Ji ber ko başûrê Kurdistanê û Tirkiye mûtefikên Emerîkayê ne, Emerîkayê liwan herduyan jî ferz kirin ko hev nas bikin. Ma niho maqûl e ko berpirsên Tirkiyeyê Mesûd Barzanî wek serokê herêma Kurdistanê pêşwazî bike biçe serdana Celal Telebanîyê kurd yê serokkomar û vegere û bêje ez kurdan nas nakim. Ev ne maqûl e. Ew kesên ko van gavên erênî hemîyan dikin bara AKPê û dibêjin va ye AKPê gavên erênî avêtiye û qenaleka bi kurdî vekiriye, bila bizanin ko sebebeka mezin ya dibe sebep ko ev gavên hanê tên avêtin, avahîya sîyasî ya li başûr e.

Pirs: — Li welatên Ewropayê jî hinek parlamenter bi reng û nasnameya xwe ya kurdîniyê têne bijartin, bo nimûne di hilbijartina Swêdê ya vê dawîyê de pênc kurd wek parlamenter hatin bijartin. Gelo çi tehsîra wan dê li çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê bike?

FUAT ONEN: — Bi rêya wan hevalan kurd dikevin di pêvajoya milletê Ewropayê de. Niho tiştek heye; her dewlet li gor menfîetê dewleta xwe stratejîyan didanin û her dewletekê di derheqê Kurdistanê de stratejîyek danîye. Lê dema ko bikeve rojeva gelê Ewropayê de ew tişteka dî ye. Bi şexsiyeta van hevalan li nava millet de jî kurd û Kurdistan têne niqaşkirin ko ev tehsîreka erênî ye. Ji aliyê qanûnî ve jî di parlamentoyan de ev kes hebin, destketineka me ye. Niho li Ewropayê lobîyeka xurt ya cihûyan heye, yeka ermenîyan heye lê mixabin, digel ko li Ewropayê gelek kurdên penaber hene jî lobîyeka kurdan nîne hêvî dikim ko ev bipêşketinên vê dawîyê dê bibe sebeb ko lobîyeka kurdan jî dê çêbe.

Pirs: — Ez pirseka cida bikim, gelo di sîyaseta kudî de giringîya bikaranîna zimanê kurdî çi ye?

FUAT ONEN: — Ji aliyê teorîk ve niho giringîya zimanî baş tê zanîn lê berê me di warê siyasetê de qîmetê kurdiyê baş nedizanî. Digel wê jî niho ji aliyê piratîkê ve qîmetê wê nayê dayin, hê jî sîyasetmedarên me bi tirkî diaxêvin. Rewşenbîrên me hê jî bi tirkiyê dinivîsînin. Esas tu bi zimanê kîjan welatî siyasetê bikî tu sîyaseta wî miletî dikî. Tu bi zimanê kîjan miletî rewşenbîrîyê bikî tu rewşenbîrê/a wî miletî yî. Kesek du rîzik bi kurdî nenivîsandî çênabe rewşenbîrê kurdan be. Tişta ko me û miletên dî ji hev cida dike tenê ziman maye di destên me de û divêt me hay ji giringiya wê hebe. Wek şoreşgerekê kevin ji bo rexnelixwegirtinê ez dikarim bibêjim ko di salên 70yê de yên ko tirkî birin Dêrikê em [şoreşgerên kurd] bûn. Komele hatin avakirin û pirtûkên me li wan deran dixwendin jî bi tirkî bûn niqaş jî dibûn bi tirkî. Haya me jê nebû ko ev roj dê bên û em dê biçin û bibêjin Dêrikîyan:” bi tirkî neaxêvin!”

Pirs: — Di pêvajoya îro de tişta ko tê minaqeşe kirin guhertina çendek maddeyên qanûna esasî ya Tirkiyeyê ye û helbet boykot e, gelo tu di derheqê guhertina wan maddeyan de çi difikirî û li gor te di sîyasetan de cihê boykotê çi ye?

FUAT ONEN: — Di siyaseta mixalif de cihê boykotê her heye. Lê ya mihom ka gelo tu boykotê bi kîjan sebeban derdiêxî pêş e. Di boykota ko ez diparêzim de dewlet, denklemeka sîyasî li te ferz dike û tu ji binî ve vê denklemê red dikî. Boykota di referandumê de jî ev bû. Du baskên siyasî dixwestin çeperekê ji destê hevdu derbiêxin. Mebesta min a boykotê ew bû ko divêt siyaseta kurdî vî şerî wek şerê xwe nepejirîne.

Pirs: — Ma ev qanûnên bên guhertin wan eleqedar nake?

FUAT ONEN: — Na, neko eleqedar nake. Helbet guhertina van qanûnan tehsîrekê li Kurdistanê dike. Lê ev şer ne yê me ye. Divêt em vê denklemê ji kokê ve red bikin. Ew qanûna esasî ya ko miletê kurd nas nake ne ya me ye û li hemberê me ye. Wê hingê divêt em jî denklema wan ya sîyasî ji kokê ve red bikin. Sebebê boykota DTPê cida ye. Hefteyak ji beriya boykotê Ocalanî got ko ”heke AKPê nêzîkahî li me bikiriya wan dê bigotiya erê û heke CHPê nêzîkatî li wan bikiriya wan dê bigotiya na lê yekî jî nêzîkahî li wan nekir ko ew mecbûr man û wan boykot kir.” Boykota bi vî awayî boykoteka cida ye. Bi min encamên boykotê ji bo sîyaseta kurdan erênî bû. Ji ber ko va ye 90 sal in dewleta tirkan dixwaze me wek parçeyeka Tirkiyeyê bidin xuyakirin û ev boykot kurdan ji tirkan dide cida kirin. Her tişta ko kurdan ji tirkan dide cida kirin ji bo siyaseta me baş e. Bi min boykot sîyasetek pir ciddî ye û divêt sîyasetmedarên kurd vê baş bi kar biînin.

Pirs: — Wek gotinên paşîyê, kurt û û kurmancî tu dikarî bibêjî gelo kurd çi dixwazin û divêt çawa bixwazin?

FUAT ONEN: — Bi kurd û kurmancî sîyaseta kurdî pir zelal e, du rêzik in:

1) Em kurd in, em miletek cida ne. Me welatek bi navekê şêrîn bi navê Kurdistanê heye. Divêt ev milet li vî welatî xwediyê desthilatê be.

2) Serxwebûn û yekgirtina Kurdistanê mafê milatê kurd e.

Sîyaseta kurdî ev qasê zelal û hêsanî ye lê mixabin di sîyaseta kurdî de gelek peyvên nû û neyên fêmkirin lê zêde kirine. Niqaşa ”Demokratîk Cimhuriyet”, Pênasa ”jêr” û ya ”jor”, ”demokratîk konfederalîzm” û jehr û ziqum lê zêde kirine... Kurt û kurmancî mesele ev e.

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ newa@nefel.com
Weşandin: 2010-10-08
Xwendin: 13149
 

HEVPEYVÎN   
Selah Bedredîn: EGRK û ENKS ji bo dûrxistina kurdan ji şoreşê hatin ava kirin (2012-10-25)
Familyeya Celîlê Celîl xizmeteka mezin ji bo kurdî kirine û dikin – foto (2012-10-13)
Kemal Burkay: Bila dewlet û hikûmet wekî mixateba pirsa kurdî bi me re rûne (2012-10-10)
Seîd Veroj: Tirkiye dê îtirafê bi Kurdistaneka serbixwe bike (2012-04-23)
Ebdilhekîm Beşar: Em tevlî Meclisa Niştimanî ya Sûriyê nabin (2012-03-24)
Mesûd Barzanî: Krîza Iraqê dikare me mecbûrî serxwebûnê bike (2012-01-23)
Firat: Ak Parti naxwaze qanûneka esasî ya nû çêke – kurd dikarin patiyeka dî ava bikin (2011-11-29)
Mihemed Adiyaman: Serkirdeyekî PKK-ê Hogirê minafiq em kirin dijminê PKK-ê (2011-09-18)
Sezgin Tanrikulu: Erdogan bûye wekî Tansu Çiller û Dogan Gureşî (2011-08-29)
Nêçîrvan Barzanî: BDP-ê xeletiyeka stratejîk kir – em dê hêzên xwe li ser sînor bi cih bikin (2011-08-28)
Barzanî: Şerê PKK-ê xizmeta doza kurdan nake – konferansa kurdistanî jî çênabe (2011-08-22)
Mesrûr Barzanî: — Ez serxwebûnê dixwazim lê hêj firseta serxwebûnê çênebûye (2011-07-16)
Şerafettîn Elçî: Divêt tirkbûn û kemalîzm di qanûna esasî de nemînin (2011-06-12)
Aktar: Kurd federasyonê dixwazin – divêt polîs jî girêdayî desthilata herêmî bin (2011-06-08)
Omer Şêxmûs: Mesûd Barzanî mirovekî sîngfireh û ji bo diyalogê rêxweşker e (2011-06-04)
Altan Tan: Erdogan û partiya wî teslîmî dewletê û bîrokrasiya wê bûn (2011-04-22)
Kişanak: Armanca me ew e ko em bi kêmî 40 kursiyan bi dest xin (2011-04-20)
Muhsin Kizilkaya: Ez xwe ji faşîstên tirkan û kurdan çawa biparêzim (2011-04-14)
Nêçîrvan Barzanî: Têkiliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê gehiştine qunaxa ko hêdî têkneçin (2011-03-22)
[hevpeyvîn] Iraq bi şer û çewsandinê dikare lawaz bibe û wekî Sudanê lê bêt (2011-01-18)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org