Parlamentoya Iraqê biryar da ko Kerkûkê ji kurdan bistîne
» Ereb ne cihê qîmê ne
BEXDA, 22/7 2008 — Parlamentoya Iraqê îro bi dengdaneka hîleûpîle derbeyeka hiqûqî li Kurdistanê da û biryar da ko meclisa wîlayeta Kerkûkê hilweşîne û kursiyên meclisê jî 32 ereb, 32 tirkmen, 32 kurd û çar mesîhî li grupên etnîkî yên Kekrûkê dabeş bike.
Parlamentoya Iraqê îro qanûna wîlayetan ya Iraqê minaqeşe kir û madeya 24-ê ya vê qanûnê taybet ji bo Kerkûkê ye. Dengdana li ser madeyên qanûnê aşkera çêbû lê belê tenê madeya 24-ê bi awayekê nihênî û bêyî rizaya kurdan û bi dengên hinek karmendên parlamentoyê li cihê parlamenteran hat erê kirin.
Serokê Parlamentoya Iraqê Mehmûd Meşhedanî di dema dengdana li ser madeya 24-ê de bi awayekê provokatîv rexne li kurdan û Kurdistanê girt û xwest ko dengdan veşartî be herçend qanûna esasî ya Iraqê dengdana aşkera ferz dike.
Cihgirê serokê Parlamentoya Iraqê Arif Teyfûrê kurd û parlamenterên lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê salona parlamentoyê terk kir lê belê Mehmûd Meşhedanî dengdan ranewestand û bi vê dengdana gumanbar derbeyeka qanûnî ya dijwar li daxwazên miletê kurd yên li ser Kerkûkê da.
Li gor vê qanûna nû ya Parlamentoya Iraqê hilbijartinên meclisa wîlayeta Kerkûkê dê şeş mehan bêt paşve dan lê belê di vê nêvê de meclisa wîlayeta Kerkûkê ya niho ko piranî di destê kurdan de ye dê bêt hilweşandin û kursiyên wê dê wiha bêne dabeş kirin: ereb 32, tirkmen 32, kurd 32 û mesîhî 4.
Arif Teyfûr û parlamenterê kurd Mehmûd Osman behsa nemeşrûbûna vê biryara Parlamentoya Iraqê dikin û Mehmûd Osmanî ji Peyamnêrê re got ev biryar “wekî Mehmûd Meşhedanî tevlihev e” û xwest bibêje ko Mehmûd Meşhedanî nizane karan bi rastî û diristî bi rê ve bibe.
Berhem Salihê cihgirê serokwezîrê Iraqê jî îro bi dijwarî nerazîbûna xwe li hemberî vê biryara nû ya Parlamentoya Iraqê nîşan da û got heger parlamento bi xwe vê meseleyê safî neke serokkomarê Iraqê Celal Talebanî dê wê veto bike û li parlamentoyê vegerîne.