STENBOL, 6/7 2017 — Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, duhî di hevdîtineke digel kanala France24-ê de du beyanên balkêş dan. Got “heger Qeter bixwaze em dê binkeyê xwe yê leşkerî bigrin” û di heman hevpeyvînê de jî got “dê kurdên Iraqê jî referandumê poşma bibin”.
Ev gotinên Erdogan dihên çi wateyê? Erdogan hem di navxweyî de û hem jî bo derve siyaseteke çawa dimeşîne?
Qet ne tişteke nehênî ye ji dema Erdogan bûye xwedan desthilat heya niha, gav bi gav hem awayê siyaset û birêvebirina nêvxweyî ya komara kemalîst diguhore, hem jî siyaseta wê ya tradîsyonel ya derve jî yekcar bi awayekî dî bi rê ve dibe ji aliyê siyaseta navxweyî ve hemî erkên birêvebirina dewletê bi referandumê guhort: parlamento, birêvebirin û sîstema dadê di yêk destî de kom kir. Dê birêvebirina van erkan di yêkdestî de çawa û bi çi rengî praktîze bike, di vî warî de dîtinek zelal di serê Erdogan bi xwe de heye gelo?
Yêk: Hêzên ko heya niha xwedanê van erkan bûn, anjî hêzên kemalîst ko ev erk bi awayekî sîstematîk bi saziyên cuda bi rê ve dibirin, dê wesa hêsanî radestî Erdogan bibin?
Ji ber ko ev hewl û serûbêriya Erdogan di guhortina sîstema serweriya Tirkiyeyê de kiriye ji berxwe de, mijara guhortina sîstema birêvebirinê ji mijara dabîkirina pêdawîstiyên komalgeya Tirkiyeyê derdixe, dike karekê şerê desthilatê. Dema tu şerê desthilatê digel hinekan bikî, ji ber xwe de mekanîka wê jî dikeve ser kar. Vê gavê jî çi aşkere çi veşartî ev şerê desthialtê bi awayekî germ li Tirkiyeyê li ser kar e. Vêca navê vî şerî têkoşîna li dijî terorê ye anjî li dijî FETO anjî li diî kodetakaran e, zêde ferq nake. Ya rast ew e ko şerekê desthilatê Tirkiye girtiye ber xwe. Dê bi kodetayan anjî bi şereke navxweyî dawî li vî şerê desthilatê bê anjî bi riyeke dî qet ne diyar e.
Du: Ji aliyê demazirandin û birêvebirina hikûmetê ve jî, “sîstema Erdogan” hikûmeteka wesa çêdike ko di her warî de xwedandesthilat e, lê ti mekanîzmayeka kontrolê li ser tune ye. Rejîmeka “demokratîk” çawa dikare bêkontrol bi rê ve biçe? Dê her karî bike, lê qet mekanîzmeyeka kontrolê li ser tune ye. Sîstema dadê jî raste-rast serokê hikûmetê ve dihê girêdan, di radeyeke diyarker de lîsteya parlamentoyê jî serok dê çêbike. Sîstemek yêkcar derveyî prensîbên zelaliyê, kontrol û balansê ye. Di welatek wekî Tirkiye bêîstiqrar de sîstemeke bi vî rengî dê bikare çiqas bimeşe?
Sisê: Sîstema Erdogan ji aliyê siyasî ve jî rewşeka sîstema dupartîtiyê çêdike, qet êdî tu buhayek yê partiyên biçûk namîne. Du partiyên sereke dê reqîbên hev bin. Digel van herdu partiyan dê hertim “nîvpartiyek” jî hebe, li gorî vê sîstemê dê ev “nîvpartî” kingmaker be. Ev nîvpartî dikare kurd bin, alewî bin, anjî her çi aliyêk yê komalgehê yê zilmlêkirî be. Bo nimûne dema ev “nîpartî” li dijî Erdogan dengê xwe bide, ev sîstema ko Erdogan çêkiriyê dê yêkcar vegere li dijî wî, dê hingê çawa ji nav derbikeve?
Rejîma kemalîst çawa gorbegor dibe qet ne derd e. Lê realîte ev e.
Em vegerin siyaseta derve.
Komara kemalîst ji aliyê lokasiyona xwe û pozîsyona jeopolîk ya dinê ve di mihwereke rojavayî de hat ava kirin. Di dema lawaziya avakirina xwe de jî, hertim rengeke rojavayî da xwe û bi navê “modernîzma rojavayî” siyaseteka faşîzan ya navxweyî meşand. Di siyaseta derve de jî bi ti awayî dijberiya welatên rojava nekir. Hindek îstisna ne di nav de piştî bû endama Natoyê êdî mîhwera sîsyaseta wê ya derve Natoyê diyar kir. Heta dema Erdogan, rojekê tenê jî dethilatdarên dewleta tirk li dijî Natoyê an Emerîka anjî welatên Rojavayê qet beyanek tenê jî ne didan. Lê Erdogan hêdî hêdî ev karekterê siyseta derve ya rejîma kemalîst jî guhort.
Erdogan ne tenê diskursa siyaseta derve guhort belê wekî pratîk jî gavên li dijî peymana Natoyê avêtin.
Tirkiye, ji bo sîstema hewayî ya berevaniyê ya mûşekan bi Çînê re ket peywendiyan û ew nebû, digel Rusyayê bû “hevpeyman.” Di vî warî de hêj jî pewyendiyên wê digel Rusyayê germ in.
Tirkiye her cardî berevajî peymana Natoyê berî salekê binkeyeke eskerî li Somaliyê ava kir û bi awayekî aşkere xwest “misyoneka” ewlekariya “hêza Îslamê” li xwe bar bike. Her bi şandina eskeran bo Somalîyê, di dîroka komara Tirkiyeyê de cara pêşiyê ye ko bi serê xwe, derveyî misyona Natoyê leşker dişîne welateke biyanî.
Binkeyê dî yê leşkerî yê Tirkiyeyê niha li Qeterê ye. Qeter wekî em hemî dizanin niha bûye navenda qeyraneke mezin li Xelîcê. Çar welatên sereke yên ereb bi lîsteyeka daxwazên ko divê Qeter bi cih bîne peywendiyên xwe ji Qeterê birîn. Yêk ji wan daxwaz daxistina binkeyê leşkerî yê Tirkiyeyê ye. Lê Tirkiye bi israr dibêje ez li pişt pişta Qeterê me.
Gelo bi rastî jî ger ev welatên ereb êrişike eskerî li ser Qeterê bikin hêza Tirkiyeyê ya ko bikare Qeterê biparêze heye? Ev tişteke xeyalî ye. Tirkiye bi ti rengî nikare parastinê li Qetera ko di nav gewdeyê dinyaya ereb de wekî kelemekê dirêjî Xelîcê bûye bike…
Lê riya mequl ew e ko Tirkiye vî binkeyê xwe bigire. Erdogan di hevpeyvîna xwe ya min li jorê îşaret pêkirî de îşareta vê yekê dide, dibêje “Tenê li ser daxwaza Qeterê em dikarin binkeyê xwe bigirin.” Ji xwe pêwîst e ko Qeter qenciyeka weha li Erdogan bike an dê herdu jî poşman bibin, ji ber ko ti riyeka dî ya rasyonel li ber Qeterê bi xwe jî nîne.
Em bên ser beyana Erdogan ya ko dibêje “Kurdên Iraqê dê ji referandumê poşman bibin.”
Divê pêşiyê em heqîqetekê bi zelalî raberî ber çavan bikin. Ger hêza dewleta tirk xwedana wê şiyanê bûya ko başûrê Kurdistanê ji mafê wê yên rewa poşman bike, rojekê tenê jî ev şiyana xwe nedida paş. Ta ji 1992-yê heya niha siyaseta kemalîstan jî û ya Erdogan jî ew bû ko başûr ji mafê xwe yên rewa "poşman bibe", lê qet nebû.
Serweriya Kurdistanê roj bir roj ber bi asoyên nû, biserketinên nû ve meşiya. Federalî kir sîstemeka destûrî, pêşmergeyeke xwedanê hêza şerî yê herî xurt damezirand, bîrên petrolê kola û petrol bo bazara nêvneteweyî rêkir. Hewlêr bo binkeyê dîplomasiya global, ew rûmeta Natoyê qet li Tirkiyeyê nedît li Hewlêrê dît. Îro ji Pekînê heya Moskowayê, heya Londra û Washingtonê, Hewlêr bûye binkeya asayîş û seqamgîriya global jî. Hewlêrê di şerê dirinde yê li dijî Daîşê de heyraniya hemî dinyayê qezenc kir, welatê xwe jî % 40 berfirehtir kir. Maf û heqîqet tiştekî weha ye. Zorkerî nikare hertim serî jê bistîne.
Ger Erdogan wekî “hişariyeke dostane” dibêje “dê kurd poşman bibin” mala wî ava bila ji xwe re neke derd. Lê ger wekî tehdîdeka zordariyê vê gotinê dibêje, bila baş bizane ko tiştek kurd ji mafên xwe yê rewa poşman bibin nîne, lê ew dê mitleqen ji zordariya xwe poşman bibe. |