STENBOL, 15/12 2016 — Di van rojên dawiyê de sê "gotarên" pir giring bo ayîndeya miletê kurd hatin pêşkêş kirin. Berî ko bikevim nav hûrkêliyên van gotaran dixwazim bi kurtî “werçerxana” pêşiya van gotaran bêxim bîra me.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî rizgarkirina Başîkayê, 16-yê îlonê li wêderê digel hemî nûnerên ayînî, mezhebî û etnîkî yên wê herêmê civiya û gotarek pêşkêş kir. Barzanî mesajên pir vekirî dan Bexdayê, dan hêzên siyasî yên Kurdistanê, dan welatên cîran û dinyayê jî; diyar kir ko Kurdistan di aresteya xwe ya serxwebûnê de qet ti dudiliyan nake û bibiryarî li ser vê riya xwe berdewam dike. Wî diyar kir ko ji bo têkçûna hêzên tarî û ayîndeya geş ya miletê kurd jî ev roj, rojeke dîrokî ye, destpêka werçerxaneke nû ye.
Wekî berdewamiya vê werçexanê berî du rajon li dijî rêçika cehşitiyê ya hindek derdorên navxweyî û li dijî êrişên kirêt yên ji aliyê van hêzan ve bi sponsoriya navendên dereke li ser pêşmerge tên kirin, hêzên “Gulesor” yên pêşmerge bi dsîplîneke unîform, bi girêdaneke serderiya yasayan xwepêşêndanek li Hewlêrê li ber deriyê Dadgeha Bilind ya Kurdistanê pêk anî. Pêşmerge xwest yasa li himberî xwefiroşan li ser kar û aktîf be. Pêşmerge di vê xwepêşandana bi dsîplîn û bi berpirsiyarî diyar kir ko baweriyeke tam bi yasayên Kurdistanê heye. Di her mercî de bergirî û parastina miletê kurd û niştimana Kurdistanê mesajeke dî sereke ya pêşmerge bû.
Ji bo dost û neyaran jî mesajên gelek biwate di dîmenên “polayî” yên pêşmerge de xwe dida der. Ev gotara yekê bû; mesajeke serbazî ya polayî bû, bo parastina Kuridstaneke serbixwe. Gotara duyê di heman rojê de serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferansa “Xweşbîniya bihevrejiyanê” de pêşkêş kir. Wî diyar kir ko ka Kurdistan li dûv dinyayeke çawan e.
Nêçîrvan Barzanî wekî serokê hikûmeta Kurdistanê îşaret bi rûbirûbûnên arîşeyên ko li himberî Kurdistanê hene raberî ber çavan kir û got:
— Ev hezar sal e ko Kurdistan hêlîn û penageha hemî ol, mezhep ayîn û fereh neteweyan e. Lê dinyaya tarî ya Daîşê û daîşçiyan dixwazin vê penagehê têk bibin, ji nav bibin.
Wî diyar kir ko ji aliyê hêza çekan ve şikandina Daîşê dikare hêsanî be, lê ya ji serbirînên Daîşê jî xetertir, bingehê birûbaweriya dinyaya wê ya tarî ye û got:
— Tenê em dikarin bi pêkanîn binaxeyên (infrastructure) dinyayeke ronî, medenî, ferehkulturî, ferehdîn û mezhebî binaxeyên vê taristanê ji navê rakin.
Helbet ev gotara Neçîrvan Barzanî di heman demê de vîzyon û mîsyona Partiya Demokrat ya Kurdistanê jî raberî me dike.
Sazîya zanîn û zanistê unîversîte jî parçeyeka vê prosesa pêşketina Kurdistanê ya bo serxwebûnê ye. Lewma gotara sêyê jî bi konferansa Universiteya Emerîka ya Kurdistanê li Duhokê ya bi navê “Ayîndeya Serxwebûna Kurdistanê, Rûbirûbûn û Derfeten wê” hat pêşkêş kirin.
Ji axaftina destpêkê ya Mesrûr Barzanî, heya ya Zalmay Xelîlzad, Berhem Salih, Îsmail Beşikçi, Bernard Kouchner heya Michael Gunter, Peter Galbraith û Neçîrvan Barzanî û gelekên dî axaftina wan hemiyan di aresteya serxwebûna Kurdistanê de bû, îşaret bi rolê wê yê çêker yê bo pêkanîna aştî û îstiqrara hemî Rojhilata-nêvê bo hemî dîn, ayîn, mezheb û neteweyan kirin.
Du kesên ko ez herî ji hebûna wan ya li wir hestiyar bûm; yek Dr. Îsmail Beşikçi û yê dî jî Dr. Bernard Kouchner bû. Beşikçi ji 50 salan zêdetir e wekî dildarekî ji aliyê zanistî ve di xeta doza neteweyî ya miletê kurd de cih gitiye; ji 50-yan zêdetir pirtûk û xebatên wî di vî warî de hene, ji ber vê jî temenekê xwe yê dirêj di zindanên tirkan de jî borandiye, ji ber wê jî hebûna wî ya li wir hem ji bo wî hem jî ji bo asta ko niha Kurdistan gihayiyê pir bi watedar bû.
Her Dr. Bernard Kouchner jî, behsa bîranîneka xwe kir. Behs kir ka di 1975-ê de di çi mercan de wî rêberê mezin yê efsanewî Mistafa Barzanî dîtiye, dema behs kir her wekî ji wê rojê heya niha hemî çîroka miletê kurd li ber çavên wî re derbas bibû. Wî got:
— Ev e 50 sal in, çavê min li îro bû, li benda serxwebûna Kurdistanê bûm. Ne tenê ji bo serxwebûn mafe we ye. Her ji bo dinyaya medenî jî Kurdistan pêwîst e, ji ber ko hon demokrasiyê ava dikin, ji ber ko hon kultura pêkvejiyana hemî dîn, mezhep, ayîn û neteweyan binecih dikin, ji ber hon baweriya dîn ji birêvebirina dewletê cida dikin, ev hemî ew hêjayiyên ko dewletên Ewropayê xwe pê digirin in.
Ev e riya ko Kurdistan bo serxwebûnê ketiy ser. Vêca hon kerem bikin bipirsin ka kî çima li dijî serxwebûna Kurdistanê ye? |