[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


NÛÇE 
KCK: Em li dijî dewleta neteweyî ne û bila Şingal bibe xweser û axa Iraqê jî yekgirtî be
» Hevserokê KCK-ê Cemil Bayik
HEWLÊR, 29/12 2014 — KCK-ê bi navê "Komîteya têkilîyên derve ya KCK-ê" rexne li gotinên berpirsê têkiliyên derve yê PDK-ê Hêmin Hewramî girt û got KCK li dijî dewleta neteweyî ya kurdî ye û piştgiriya wê yekê dike ko Şingal herêmeka xweser be û axa Iraqê jî yekgirtî be.

Berpirsê têkilîyên derve yê Partîya Demokrat ya Kurdistanê Hêmin Hewramî 25-ê vê mehê di programeka Zagros TV de behsa daxuyanîyên hevserokê KCK-ê Cemîl Bayik û hevserokê HDP-ê Selahattîn Demîrtaş yên di heqê Şingalê û yekîtîya axa Iraqê de kir.

KCK-ê pêr bi navê "Komîteya têkilîyên derve ya KCK-ê" daxuyanîyeka nivîskî di heqê gotinên Hêmin Hewramî de belav kir. Teksta daxuyanîya "Komîteya têkilîyên derve ya KCK-ê" bi kurdî li xwarê ye. Nefelê hinek têbînî di nêvbera goşekevanekan de li daxuyaniyê zêde kirine.

***

Di vê dema ko herî pir pêwistîya kurdan bi yekîtîyê heye de gotinên bêrêz yên yek ji berdevkên têkilîyên derve yê PDK-ê Hêmin Hewramî yên di heqê hevserokê konseya birêvebir ya KCK-ê Cemil Bayik û hevserokê HDP-ê Selahattin Demirtaş de tam di rengê provokasyonekê de ne. Mafê herkesê heye ko fikrên xwe yên sîyasî û projeyên xwe yên sîyasî pêşkêş bike. Hêmin Hewramî şûna ko fikrên xwe yên sîyasî bibêje herwekî ko daxuyanîyekê di heqê dijminên xwe de bide, di heqê hevserokê me Cemil Bayik û hevserokê HDP-ê Selahattin Demirtaş de bi uslubeka ko ne li gor etîka sîyasî ye şirove kirine.

Serkirdayetîya tevgera me digel ko fikr û nêrînên wê yên cida hene jî hertim li hemberî berpirsên PDK-ê û partîyên dî yên sîyasî li usluba xwe diqetê dike û ji daxuyanîyên ko dijwarîyê di nêvbera rêxistinan de ava bike xwe dûr girtîye. Lê belê daxuyanîyên berpirsên PDK-ê yên ko yekser hevserokên KCK-ê û HDP-ê dikin hedef nîşan dide ko heman hesasîyet li cem berpirsên PDK-ê nîne. Yên ko daxuyanîyên wiha didin aya gotinên wan yên di heqê têkilîyên baş di nêvbera rêxistinên kurdan de, di heqê kongreya neteweyî de û di heqê yekîtîyê de dê çiqasê semîmî bên pêşwazî kirin.

Rêzdar Hêmin Hewramî ne bes êrişî hevserokên me dike, di heman demê de zimanê rêxistinên mixaberatê yên Tirkîyeyê û medyaya şerê taybet ya Tirkîyeyê bi kar tîne û dibêje di nêv îdareya PKK-ê de cidahî heye û ev jî nîşan dide ko nîyeta wî ne baş e. Şona ko lêbifikire ka dê çawa têkilîyên xwe digel PKK-ê baş bike aşkera ye ko ev helwêsta wan faydeyê nade hîç partîyeka kurdî.

Nemaze gotinên berpirsekê PDK-ê yên wekî rêxistinên mixaberata Tirkîyeyê û wekî hinek medyaya tirkî û berpirsên dewleta Tirkîyeyê ko dibêjin PKK li bakurê Kurdistanê temsîla hemî kurdan nake û gotinên wî ko dibêje wan ev ji hikûmeta Tirkîyeyê re jî gotîye tam plangêrîyek e. Aya gotinên Hewramî yên bi vî rengî digel kîjan etîka exlaqî digunce? [HDP li bakur ji % 25-ê dengên kurdan distîne. Vêca PKK yan HDP çawa dibe nûnera hemî kurdên bakur divêt KCK ji xwe bipirse.]

Rêzdar Hewramî jî û li Kurdistanê hemî kesên ko hinekê têgihiştina wan ya sîyasî heye pir baş dizanin ka rêberê gelê kurd û PKK-ê ji bo hemî Kurdistanê kîjan destkeft bi dest xistine û ka hebûna PKK-ê kîjan destkeftan diparêze. Sebebê ko îro li hemî parçeyên Kurdistanê PKK bi evîndarî têt pêşwazî kirin ew e ko hebûna PKK-ê li hemî parçeyên Kurdistanê yek ji garantîyên jîyana azad û demokratîk ya gelê me ye. [PKK-ê li bakurê Kurdistanê gundek tenê jî ji bin desthilata dewleta Tirkiyeyê rizgar nekiriye. HDP jî li qor qanûnên Tirkiyeyê siyasetê dike û tişteka taybet li destkeftên siyasî yên Kurdistanê zêde nekiriye. Belediye her belediyeyên berê ne û tenê serokên hinek belediyeyan ji DBP-ê ne.]

Tevgera me ya azadîyê ne tenê li bakurê Kurdistanê, nemaze li başûrê Kurdistanê û li hemî parçeyên Kurdistanê li piştgira jîyaneka azad û demokratîk ya gelê me ye. Çi dema ko êrişek pêkbêt di parastina destkeftên gelê me yê başûrê Kurdistanê tevgera me amade ye ko fedakarîya herî mezin bike. Û ev helwêsta xwe di dema êrişên Daişê bo ser başûrê Kurdistanê de nîşan da. [PKK tenê "jiyaneka azad û demokratîk" dixwaze û daxwazeka siyasî bo xak û welatê Kurdistanê li bakur nake.]

Hewramî ji wê çendê tore ye ko tevgera me piştgira xweserîyê ji bo civakên dînî û etnîkî dike. Rast e ko em piştgirîya xweserîya demokratîk ya gelê xwe yê li Şingalê dikin. Divêt bêt zanîn ko em vê yekê li gor paradîgmaya xwe ya îdeolojîk û sîyasî dikin. Li bakurê Kurdistanê jî Dêrsim di serî de em dixwazin ko gelek herêm xwebixwe îfdareya xwe bikin. [PKK dixwaze ko li başûr Şingal li derveyî Kurdistanê be yan jî bibe herêmeka xweser û digel Kurdistanê federasyonekê çêke. Ev jî parçekirina axa Kurdistanê ye û dijminên Kurdistanê piştgiriya vê fikrê dikin.]

Tevgera azadîyê ya kurdî (yanî PKK) li dijî dewleta neteweyî ye ji ber dewleta neteweyî monopolîst e û li dijî azadîya kultur û gelên cida ye. Neteweya demokratîk di nêv qewareyê dewleteka demokratîk azadî û xweserîya nasname û kulturên cida diparêze. Ya ko kurdan bigihîne azadîyê û hemî problemên Rojhilata-nêvê jî çareser bike ev projeya me ye. Ne mimkin e ko mirov bi gotinên demagojîk vê projeya PKK-ê ya ji bo bihevrejîyana gel, mezheb û xudanên bawerîyên cida ya li Rojhilata-nêvê ji rê derxe. [Projeya "neteweya demokratîk" ya PKK-ê li dijî wê yekê ye ko başûrê Kurdistanê bibe dewleteka serbixwe û li dijî wê yekê ye ko kurdan dewleteka neteweyî hebe. Bila tirkan, ereban û farisan "dewletên neteweyî" hebin lê belê kurdan nebe.]

Di vê çarçeweyê de israra me ya li ser xweserîya Şingalê yan jî Dêrsimê, kurdan yan jî Kurdistanê lawaz nake û xurt dike. Li başûrê Kurdistanê hebûna nasnameyên taybet û jîyaneka wan di herêmên federal de dê tenê federasyona başûrê Kurdistanê xurt bike. Fikra neteweperest û otorîter ya [PDK-ê] ko dixwaze hakimîyetê li ser civakê çêke û li dewletên herêmê jî heye û zulmê li kurdan dike yekîtîya kurdan xurt nake û lawaz dike. Lewra parastina xweserîya Şingalê di heman demê de parastin û xurtkirina yekîtîya kurdan û Kurdistanê ye. [PKK dixwaze bakurê Kurdistanê jî li gelek herêman parve bike û wan wekî eyalet di nêv Tirkiyeyê de bihêle da ti caran Kurdistaneka yekgirtî li bakur tenê jî nebe.]

Em naxwazin tevlî polemîka Şingalê bibin. Raya giştî ya kurdan dizane ka Şingal di encama kîjan sîyaseta xelet de tûşî van problemên xwe yên îro bûye. Piştî trajedîya Şingalê dema ko Hêmin Hewramî behsa bidestxistina kursîyên PDK-ê yên li Mûsilê dike hîç me‘nayek jê re nîne û kesên ko berpirsîyarîya xwe pêkneanîne tîne bîra mirovî.

Piştî wan êş û azarên ko gelê me yê êzidî rûbirûyê wan bûyî gelê me yê li hemî parçeyan û hêzên sîyasî yên kurdan ketine bin berpirsîyarîyeka exlaqî û sîyasî de. Ne tenê rêxistinên kurdan lê belê hemî mirovayetî divêt hestê bi vê berpirsîyarîyê bike. Ne PKK, ne YNK û PDK, ne Goran, ne PYD û PJAK û ne jî rêxistinên dî yên kurdan dikarin li hemberî parastina Şingalê û êzidîyan bêdeng bimînin. Ji bo bidestxistina azadî û xweserîya êzidîyên Şingalê divêt hemî hêzên sîyasî yên kurdan hestê bi berpirsîyarîya xwe ya sîyasî bikin. PKK jî, PYD jî, PDK, YNK, Goran, PJAK û partîyên dî ji ber hindê li Şingalê hene û Hêzên Meşrû yên Parastinê rêdikin wê deverê. Divêt armanca hemî rêxistinên kurdan ew be ko Şingal di bin îdareya şingalîyan de be û parastina wê ya xweser jî xelkê Şingalê bi xwe bike. Heger helwêst bi vî rengî be em bawer dikin ko federasyona başûrê Kurdistanê dê hêj xurttir bibe. [Li hemî devera Şingalê 170 gerîlayên YPG-ê yan HPG-ê hene û Şingal bi beşdarbûna 8 000 pêşmergeyan hat rizgar kirin û bajar bi xwe hêj bi temamî rizgar nebûye. PKK bi hebûna sembolîk ya gerîlayên xwe dixwaze sîstemeka bi dilê xwe li Kurdistanê û kurdên êzdî bide qebûl kirin.]

Behsa hindê têt kirin ko em ji serkeftinên [Mesûd] Barzanî nerihet in. Boçûnên bi vî rengî rastîyê îfade nakin. Berpirsên PDK-ê jî dizanin ko ev du meh bûn me pêşnîyar kir ko em bi hev re operasyoneka eskerî li Şingalê bikin. Lê belê herçend PDK-ê ev pêşnîyara me red jî nekir ji bo pêkanîna wê hîç gaveka pratîk neavêt. Di encama vê helwêsta PDK-ê de operasyoneka nekoordînekirî û cuda-cuda çêbû. KCK hêjî ne terefdara wê yekê ye ko em cuda-cuda hereket bikin dixwaze di bin qumandarîyeka hevbeş de Şingal bêt rizgar kirin. [PKK û PYD-ya ko nikarin Kobanê ji destê Daişê rizgar bikin û hewceyî pêşmergeyên Kurdistanê dibin nikarin behsa qumandariyeka hevbeş ji bo Şingalê bikin ji ber ew hêza wan nîne.]

Dema ko Iraq mafên kurdan qebûl neka û nebe pêgira tetbîqkirina madeya 140-ê hingê mafê hêzên sîyasî yên başûrê Kurdistanê û hikûmeta başûrê Kurdistanê heye ko bibêje jê re zehmet e ko di nêv çarçeweya Iraqê de bimîne û daxwaza qebûlkirina mafên kurdan bikin. Hevserokê me jî û tevgera me jî terefdara yekîtîya axa Iraqê ye lê belê divêt li gor têgehiştineka demokratîk be û nemaze mafên esasî yên neteweyî û demokratîk yên kurdan û hemî civakên etnîkî, mezhebî û dînî qebûl bike. Qebûlnekirina mafên neteweyan, gelan û civakên cuda yên dînî û etnîkî rê li ber cudabûnê vedike lê belê dema ko zîhnîyet û sîyaseteka demokratîk bêt tetbîq kirin hingê hebûna sînorên dewletan jî bêwate dibe. [KCK jî di vê daxuyaniya xwe de wekî Cemil Bayik behsa parastina "yekîtiya axa Iraqê" dike û jixwe rexneyên PDK-ê li vê helwêsta KCK-ê ye.]

Tevgera me [di meseleya kongreya neteweyî de] sîstema hevserokatîyê parast ko yek jê jin be û di heqê hejmara delegeyan de minaqeşe hat kirin. Ew hejmara ko rêzdar Hewramî di heqê delegeyan de dide ne rast e û bîleks wan bi xwe xwest ko hejmara delegeyên başûrê Kurdistanê û ya bakurê Kurdistanê wekî hev be. Û ev mesele hemî di qunaxa minaqeşekirinê de bûn û hîç biryarek nehatibû dan.

Astengî di wê yekê de derket ko komîteya amadekar û organên pêwist di dema xwe de necivîyan û biryara tarîxekê ji bo pêkanîna kongreyê nedan. Wekî ko têt zanîn di destpêkê de tarîxek hat destnîşan kirin lê belê hilbijartinên li başûrê Kurdistanê bûn sebebê sistkirina xebata kongreya neteweyî û ma bo tarîxeka nedîyar. Em rast nabînin ko meseleyên wekî kongreya neteweyî bi vî awayî bibin mijara polemîkan. Em hêvî dikin ko hemî hêzên sîyasî ji bo pêkanîna wê û avêtina gavên pratîk bi awayekê berpirsane û meqûl hereket bikin. Di vê demê de ko pêwistî bi yekîtîya neteweyî û têkoşîneka hevbeş heye divêt partîyên kurdan daxuyanîyên berpirsane bidin. Hêzên sîyasî bêguman dê fikrên xwe bibêjin. [KCK û PKK alaya Kurdistanê wekî alaya miletê kurd qebûl nakin û li dijî dewleteka neteweyî ne, vêca kongreya neteweyî dê li ser çi esasî bicive.]

Bêguman xelkê Şingalê dê biryarê li ser statuya Şingalê bide. Vê gavê ya ko bilez divêt li Şingalê bêt kirin ew e ko hêzên kurdan bi hev re Daişê ji Şingalê derxin û azad bikin. Herwiha têkoşîna hevbeş ya ko li Kobanê çêbû divêt hêj pirtir bêt sîstematîze kirin. Heger hemî daxuyanî xizmeta hevkarîyên wiha û helwêstên hevbeş bike dê wateyeka wan hebe û hêja bin.

Nemaze dema behsa rêberên rêxistinan û berpirsên îdarî yên wan bêt kirin divêt kesên ko li meqamên berpirs in zêdetir diqetê li gotinên xwe bikin. Pir xeternak û nelirê ye ko hinek berpirsên PDK-ê jî piştî ko hevalê me Cemil Bayik bû heveserok di heqê wî de wekî hinek medyayên tirkî û hinek hêzên sîyasî li dijî wî propagandayê dikin û medyaya xwe jî di vê rêyê de bi kar tînin. Lewra jî em bangî berpirsên PDK-ê dikin ko dest ji vê helwêsta xwe berdin û berpirsîyarane hereket bikin. [Divêt KCK û PKK pêşiyê li medyaya xwe û dijminahiya ko li dijî serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî temaşa bikin.]

Hemî kesên hereketa me yên berpirs li hemberî berpirs û kadroyên partîyên dî helwêsteka hesas û bidiqet nîşan didin û pêbendnebûna hinek berpirsên PDK-ê bi vê yekê dê tradîsyoneka xirab bide destpê kirin û aşkera ye ko ev faydeyê nade hîç hêzeka sîyasî.

Em wekî Komîteya têkilîyên derve ya KCK-ê dixwazin ko hemî kes dema ko daxuyanîyan didin hesas bin û bi vê wesîleyê hêvî dikin ko probeleman bi rêya minaqeşekirinê çareser bikin.

-----------------------------------
Nivîskar: Nefel-Nûçe
Weşandin: 2014-12-29
Xwendin: 3158
 

NÛÇE   
Serok Barzanî profesorê kurd Koçer Bîrkarê ko xelata matematîkê stand pîroz kir (2018-08-02)
Bîstûpêncê îlonê roja referanduma serxwebûnê ye (2017-06-08)
Heyeteka ENKS-ê diçe Emerîkayê da îdareya Trump qane bike (2017-01-28)
Partiyên Kurdistana Îranê naxwazin bi PJAK-ê re tifaqê bikin (2017-01-18)
Barzanî wêneyê pirrengiya dîn û miletan li Kurdistanê neqişand (2016-11-18)
Serokatiya Kurdistanê: Girtina hevserokên HDP-ê cihê endîşeyê ye (2016-11-04)
Tirkiye alaya Kurdistanê qebûl dike lê ji serxwebûnê re dibêje no (2016-08-24)
Nameya kurekî bo babê wî yê ezîz Mesûd Barzanî (2016-08-15)
Protokola eskerî ya Emerîka û Kurdistanê encam da – meaşê pêşmergeyan têt dan (2016-08-11)
Wezareta pêşmergeyan û Pentagonê li hev kir – rê li xêrnexwazan hat girtin (2016-07-13)
Ehmedê Xanî gunehkar e! (2016-07-03)
Wefata Osmanê Elî Çawîş û Şernexa kavilbûyî (2016-06-29)
Barzanî: Xwe ji bo serxwebûnê amade bikin (2016-06-23)
PDK: Peymana YNK-ê û Goranê dê nakokiyên nêvxweyî zêdetir bike (2016-05-18)
Barzanî: Dema peymana Sykes-Picotê nema – bila gel biryara qedera xwe bide (2016-05-16)
Cevdet Yilmaz: Îstiqrara herêma Kurdistanê îstiqrara Tirkiyeyê ye (2016-04-28)
Di landika çandiniyê de ji % 95-ê pêwistiyên jiyanê ji derve tên kirîn (2016-04-09)
Barzanî: Meha oktoberê emê referanduma ji bo serxwebûnê bikin (2016-03-24)
Barzanî: Yan emê dest ji doza xwe berdin yan jî divêt rêyeka dî bibînin (2016-03-21)
Davutoglu: Em li hemberî Sykes-Picoteka nû li ber xwe didin (2016-03-21)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org