Cihgira seroka belediyeya Wêranşehrê bi cilûbergên kurdî çû karê xwe
» Li daîreyan rê ji cilûbergên kurdî re vebû
WÊRANŞEHR, 31/10 2013 — Piştî ko qedexeya li ser cilûbergan û kefiya jinan li Tirkiyeyê nema jinên kurd destpê kirin ko bi cilûbergên xwe yên kurdî biçin karê xwe yê resmî. Suna Ulugturkena cihgira seroka belediyeya Wêranşehrê bi »eşîriya« xwe yanî bi cilûbergên kurdî çû karê xwe.
Li gor AA-yê, Suna Ulugturkenê got ew bi lixwekirina cilûbergên kurdî bextewar e û got:
— Pîştî ko rêziknameya guherîna cilûbergên kesên ko li dezgeh û saziyên mîrî dixebitin di rojnameya fermî de hat weşandin û ket rewacê îro hin parlamenterên jin dê bi şelpeyên xwe herin meclîsê. Ez jî nêzîkî sê salan e ko wezîfeya cihgiriya serokê belediyeyê dikim. Ez berê bi pantolon û çakêtî dihatim kar. Lê belê îro bi cilûbergên herêma me hatim belediyeyê. Yên ko ez dîtim, eşîriyên min gelek ecibandin.
Suna Ulugturkenê got dema ko bi cilûbergên herêmî çû belediyeyê wezîfedaran jê re got ”birêz seroka me, qey tu dê biçî dawetê yan bernameyeka te ya xweser heye”? Suna Ulugturkenê got wezîfedarên wan yên jin dixwazin bi cilûbergên kurdî biçin karê xwe.