Ruhê stranbêjê ”Sebahul xeyrî xanê min” li Ewropayê biyanî ye – vîdeo
» Zubêr Salih helbestên Melayê Cizîrî dike muzîk
HEWLÊR, 11/3 2013 — Hunermend Zubêr Salih dibêje, ji wexta ko çavê xwe vekirine saz li mala wan hebû. Ew sala 1965ê li gundê Delîkê di navbera Dirbêsiyê û Serê Kaniyê de li rojavayê Kurdistanê ji dayika xwe bûye û niha li Ewropayê dijî, lê belê dibêje tenê laşê wî li Ewropayê ye û ruhê wî li welat e.
Pirs: — Di navbera bîranên duh ên rojavayê Kurdistanê û jiyana îro ya Ewropayê de çi guherîn di kesayetiya te wekî hunermend Zubêr Salih de çêbûne?
Zubêr Salih: — Min 33 salên xwe li rojavayê Kurdistanê derbas kirin, di nav dost û heval û gelê xwe de min gellek rojên xweş û nexweş û gellek zehmetî dîtin. Ez di malbatek kurd de mezin bûm, lê bi zarokatiya xwe şa nebûm ji ber ez di heft saliya xwe de ketim nav çand û hunerê. Lê zarokatiya min a herî xweş li bajarê Serê Kaniyê bû û li gundê Delîkê. Min ciwaniya xwe jî li bajarê Hisiçe derbas kir. Gel pir rêz ji min û hunera min re digirt, ji ber ko min her salê berhemek diyarî gelê xwe dikir. Ti car Ewropa bandora xwe li ser kesayetiya min nake, ezê her wek xwe bimînim û nayêm guhertin. Astengiya herî mezin ko dikşînin dûrbûna min ji civaka me ye, em bêjin nebêjin ev bandorê hinekî li ser hunera min jî dike. Lê tenê cesetê min li Ewropayê ye û ruh û hestên min li welatê min in.
Pirs: — Tu çawa derbasî nava dinyaya hunerê bûyî?
Zubêr Salih: — Ez bi xwe jî nizanim çawa ketim dinyaya hunerê, ji ber min çavê xwe vekir tembûr li malê daleqandî bû. Min çavê xwe vekir û dît ko ez hunermend im û ji destpêka xwe de min stran afirandin û nêzîkî 230 stranên min hene û beşekî baş helbestên wan jî min bi xwe nivîsîne.
Pirs: — Hunermendek heye ko ji te re bibe mînaka bilind?
Zubêr Salih: — Di destpêkê de bandora gellek hunermendan li ser min hebû, lê yekî taybet tine. Min zû dest bi çêkirina stranan kir û rêyeke taybet ji xwe re vekir di nav hunera kurdî de û ez bi stranên xwe yên taybet hatim nas kirin. Bi stîla xwe ya nazik û nerm her kesî ji rengê stranên min hez kirin.
Pirs: — Bandora hunera erebî li ser stranên te hebû?
Zubêr Salih: — Ti bandora muzîka erebî li ser min nebû, ji ber ez pirr girêdayî folklorê kurdî bûm.
Pirs: — Gellek hunermend karwanê xwe yê hunerî bi stranên lezgîn dest pê dikin û navdar dibin. Lê ya te cida bû, te bi awazên giran û hilbijartina helbestên kûr dest pê kir?
Zubêr Salih: — Du rengên muzîka min hebûn, yek jê muzîka klasîk bû ji bo şahî û dawetan û newrozan, û rengê din jî min ji xwe re kir wek proje û ez li ser meşiyam, ew rengê muzîka resen ji bo pêşketina çand û muzîka kurdî bû. Mînak, min ji Tîrêj û Bêbuhar û Melayê Cizîrî pirr helbest bi kar anîn û awaz ji wan re danîn û ew ji min re bûn bingeh û min xwe li ser wan ava kir. Min 8 helbestên Cizîrî awaz kirin û yek ji wan pirr hat hezkirin û li her çar perçên Kurdistanê hat guhdarî kirin, ew jî ya “Sebahul xeyrî xanê min” bû. Niha jî ez berhemekê amade dikim ji helbestên Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî.
Pirs: — Di stranên te de xemgîniyeke mezin heye, ew xemgînî ji kû hatiye?
Zubêr Salih: — Min di jiyana xwe de, pirr derd û xem dîtin, yek ji wan jî xema welatê min bû. Helbet ez di warê evînê de jî derbas bûm û bandorek mezin li ser min kir û bû sedema stranên min ko tim xemgîn bûn. Sebeba din jî ew bû ko birayekî min di sala 1988ê de hat kuştin û jiyana min serobin kir û rengê stranê min hatin guhertin.
Pirs: Bi çend hunermendên rojavayê Kurdistanê re, te stranek amade kiriye. Hûn dixwazin çi bibêjin?
Zubêr Salih: — Ev strana ko min amade kiriye û niha klîba wê di montajê de ye, ji awazên min e û ji helbesta Arşevê Oskan e. Stran li ser şoreşa rojavayê ye, mebesta min jê ew e ko em hinekî moral bidin gelê xwe û em partiyên xwe nêzîkî hev bikin û bêjin em jî wek hunermend bi vê şoreşê re ne û bi gelê xwe re ne. Min di vî karî de 8 hunermend gihandine hev.
Pirs: — Bi dîtina te serdema strana şoreşgerî qediya?
Zubêr Salih: — Strana şoreşgerî di şoreşê de pirr girîng e. Hunerê karîbû bandoreke mezin li ser ciwanan bike di şoreşê de. Huner ne kêmî wê çeka li sermilê şoreşgerekî ye di nêrîna min de.
Pirs: — Stranbêjên kurd zehmetiyeke mezin dikişînin ji bo çêkirina stranan. Kî stranên te diafirîne?
Zubêr Salih: — Rast e, em pirr astengiyan dikşînin di afirandin berhemeke de, heta îro min qet alîkarî ji kesekî û ji rêxistinekê negirtiye ji bo ez berhemeke xwe derxim. Ev yek dibe sedema derengketina berhemên min.
Zubêr Salih: — Mînak ez niha berhemeke amade dikim ji helbestên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran, lê mixabin hinek alîkarî ji bo vê berhemê gerek e, berhem li Stenbolê tê çêkirin û tenê nikarim xerciyên wê bidim. Hêvîdar im ko kesek alîkariya min bike da ko ev berhema resen derkeve û têkeve arşîva kurdî.
Pirs: — Vê dawiyê te çend klîp ji hunermendên kurd re çêkirin. Gelo ev behremendî ye yan ji neçarî ye?
Zubêr Salih: — Ez bi xwe ne derhêner im, lê nêrîneke min a ne xerab li ser derhêneran heye. Min dora 20 vîdeo klîb montaj kirine û derhêneriya wan jî kiriye.