VIYANA, 13/10 2012 — Di dawiya meha hezîranê de ez û sê milyaketên xwe Bînahî, Lava û Lara li qeraxa Viyanayê bûn mêvanê serwext û kurdologê kurd Celîlê Celîl û kitêbxaneya bi navê babê wî Casimê Celîl.
Xebata Casimê Celîl ya ko bûye bingehê avakirina vê kitêbxaneyê sala 1929-ê destpê kiriye û ji wê rojê ve hem Casimê Celîl yê rehmetî û hem jî zarokên wî Celîlê Celîl, Cemîla Celîl û Ordîxanê Celîl yê rehmetî kitêb û belgeyên kurdî kom dikin û li ser folklor, muzîk, tarîx û edebiyata kurdî lêkolînan dikin û kitêban çap dikin.
Di civata kurdî de kêm kes yan familye hene ko wekî familyeya celîlan nêzîkî sedsalekî bêyî vebir xizmeta kultur û zimanê kurdî kiribin. Celîlê Celîl hemî keda babê xwe, keda brayê xwe, keda xuşka xwe û keda xwe li ser hev kom kiriye û wekî xezîneyeka çanda kurdî di kitêbxaneya Casimê Celîl de li Viyanayê di bin banê avahiyeka nû û spehî de raberî kurdan û kesên ko bi kurdan ve eleqedar dibin dike.
Bêguman ji bilî keda entelektuelî, familyeya celîlan mal û sermayeyê xwe jî li avakirina vê kitêbxaneya dewlemend daye û di encamê de berhemeka ko kurd pê serbilind bibin derketiye meydanê.
Digel temenê xwe yê mezin (76-salî) niho jî Celîlê Celîl li kitêbxaneya bi navê babê xwe bi kêfxweşî xizmeta çanda kurdî û mêvanên ko tên serdana kitêbxaneyê dike. Em şevekê bûn mêvanê kitêbxaneyê û Celîlê Celîl. Xwedê her û her taqetê bide wî û temenê wî jî dirêj bike.
Di vê hevpeyvînê de Celîlê Celîl behsa çîroka kitêbxaneyê û kar û xebata familyeya xwe dike.
***
Pirs: — Kek Celîlê Celîl, em niho li kitêbxaneya kurdî ya li nêzîkî Viyanayê ne. Ev kitêbxane bi destê te hatiye ava kirin. Ma tu dikarî wekî çîrokekê behsa prosesa avakirina kitêbxaneyê bikî?
Celîlê Celîl: — Ev pirtûkxaneya kurdî ye, navê wê Pirtûkxaneya Casimê Celîl e. Avahî bi pirtûkên xwe ve li nêzîkî Viyanayê sala 2008-an hatiye ava kirin. Dîroka pirtûkxaneyê bi vê avahiyê destpê nekiriye. Dîroka wê ji xortaniya Casimê Celîl destpê dike û li ser bingehê pirtûkxaneya wî û malbata wî ev pirtûkxaneya ko îro em tê de ne, ava bûye. Wî bi du pirtûkan dest pê kiriye: Yên ko sala 1929-an bi kurdî û tîpên latînî li Ermenistanê çap bûne. Wî çaxî Casimê Celîl li Bakuyê li mekteba leşkeriyê bû. Guhê wî hertim li ser kurdan bû, dema ko navê kurdan dibihîst yan rastî navê wan dihat dixwend. Di rojnameyeke ko li Bakuyê bi ermenî û rûsî derdikeve de dixwîne ko li Ermenistanê du pirtûk ko yek ji wan elîfbaya kurdî ye çap bûne. Babê min bi heyecan li navnîşana yê ko elîfba çêkiriye digere û dibîne. Ew Îsahak Marogulov bû. Sala 1929-an jê re mektûbekê dişîne, ew mektûb di arşîva Casimê Celîl de heye. Casimê Celîl wan herdu pirtûkan distîne û paşê destpê dike pirtûkên li ser kurdan kom dike.
Sala 1931-ê gava têt Ermenistanê dibe dîrektorê teknîka pedagojiyê ji bo hemî kurdên piştkafkasê yanî Azerbaycan, Ermenistan û Gurcistanê. Ji wan hersê welatan kurd dihatin di beşa teknîka pedagojiyê de çar salan perwerde dibûn û dibûn mamoste ji bo dibistanên kurdî. Casimê Celîl salekê li wêderê kar dike û ocaxeke kulturî ya kurdî ya nû li Êrîvanê têt ava kirin: Weşanxaneya kurdî ya dewletê. Li wêderê hemî pirtûkên dersê yên dibistanan tên weşandin: fîzîk, kimya, matematîk, edebiyat, dîrok û hwd bi kurdî. Heta atlasa cografyayê bi kurdî derdikeve, nisxeyeke wê di arşîva babê min de hatiye parastin. Casimê Celîl dibe serokê wê weşanxaneyê: hem pirtûkan amade dike, hem werdigerîne û hem redaktoriyê dike. Paşê weşanxaneyek jî têt çêkirin, weşanxaneya partiyê ya ko îdeolojiya partiyê belav dike. Ev weşanxane jî ji aliyê resmiyetê ve “serbixwe” ye lê belê birêvebririya wê Casimê Celîl dike.
Di salên 1930-î de dora 200 pirtûkan çap dibin. Ji her yek ji wan di Pirtûkxaneya Casimê Celîl de zêdetirî sê–çar nisxeyan hene û ji bo Kurdistanê û nevîçîçirkan hatine parastin.
Dema ko Sovyeta berê hilweşiya û rewşenbîriya kurdî li Ermenistanê perîşan bû ez jî wekî penaber hatim konferanseke navneteweyî li Viyanayê. Ji min re gotin tu li vêderê bimînî dê faydeya te ji me re hebe ji ber li ser dîrok û edebiyata kurdî zêde zanist nîne. Ez mam û heta nuha jî hêj min hemwelatîbûna xwe neguhertiye, niyeta min nîne ko biguherim û hewce jî nake.
Babê min mezin bûbû, Ordîxan li Sankt Petersburgê bû, Cemîle li Êrîvanê bû. Ez jî hatim vêderê û li Unîversîteya Viyanayê ders dida û di akademiyê de karê xwe berdewam kir. Ez bi Awisturyayê ve zêde hatim girêdan. Paşeroja pirtûkxaneyê vekirî mabû. Berî mirina xwe babê min got pirtûkxaneya min bêxweyî nehêle. Pirtûkxane hêdî ne ya babê min tenê bû. Ordîxan pispor bû, ez pisporê kurdolojiyê bûm, Cemîleyê karê etnolojiyê û muzîkê dikir. Her yek ji me li gorî pisporiya xwe bi sedan û hezaranan pirtûk civandibûn.
Pirs: — Li vê kitêbxaneyê niho çend hezar kitêb hene û li ser kîjan babetan û bi kîjan zimanan in?
Celîlê Celîl: — Pirtûkxane li ser lîteratura faktayan e, yanî li ser zanistiyeke taybet e ko ew jî kurdolojî ye. Li ser kurdan e, bi kurdî ye. Li ser çi mijarê jî be heger bi kurdî be (bo nimûne diyaneta mesîhiyan yan her babeteke dî be) cihê wê li vê pirtûkxaneyê de heye. Bi 36 zimanan pirtûk û nivîsar li ser kurdan di vê pirtûkxaneyê de hene. Ez dibêjim pirtûkxane lê belê di eslê xwe de hem pirtûkxane û hem jî arşîv e. Li pirtûkxaneyê zêdetirî 200 kovaran hene: yên Iraqê ne, yên Îranê ne, yên kurdên Sûriyeyê ne, yên kurdên Ewropayê û diyasporayê ne. Berhemên pispor û çelengên me yên Swêdê gelek in. Hemî li vêderê hene.
Rojname jî hene: Rojnameyên Iraqê û Riya Teze ya Ermenistanê hene. Gelek rojname û kovarên ko di salên 1960–70-yî de li Kurdistana Iraqê çap dibûn digihiştin destê me. Li Tirkiyeyê rojnameyên kurdî nebûn.
Pirs: — Ev kitêbxane kitêbxaneyeka malbatî ya şexsî ya we ye, yan jî kitêbxaneyeka amî ye ko her kesê ko bixwaze dikare bêt û lê kitêban bixwîne û bi emanet bibe û bîne?
Celîlê Celîl: — Xanî bi xwe milkê me yê şexsî ye. Pirtûkxane ya malbatî ye. Avakirin jî bêyî arîkarî çêbûye. Yanî çi ji destê me hatiye û çiyê me hebûye ko me ji babê xwe standiye me belav nekiriye, me daye ser hev û li ser erdekî biçûk ev xaniyê sêqatî ava kiriye. Taybetmendiya vê pirtûkxaneyê heye. Yê ko bixwaze jê îstifadeyê bike divêt entereseya wî hebe. Pirtûkxaneyeke wisa nikare bibe amî û ji her kesî re vekirî be. Lê belê her kesê ko hewcetiya karê wî pê hebe dikare bêt û jê faydeyê bibîne. Em pirtûkan bi emanet nadin malan. Heger mirov bide divêt li pey jî bikeve da vegerîne. Ez bi xwe hê jî pisporiya xwe berdewam dikim û lêkolînan jî dikim. Beşa enstîtuyê destpê kiriye ko pirtûkan û lêkolînan çap dike.
Pirs: — Te got ko kitêbxane milkê şexsî yê we ye. Avakirina vî xaniyî, kirîna kitêban, birêvebirina kitêbxaneyê hemî mesref lê diçe û belkî zêdetirî milyonekê euro mesref lê çûbe. Ti dezgeh ji bo vê arîkariya we dike yan ne?
Celîlê Celîl: — Na, na. Ev ne tişteke wisa ye ko ez bibêjim û tu ecêbgirtî bimînî. Her kurdek fêm dike ko bazar û sûka pirtûkên kurdî nîne. Nirxê pirtûka kurdî nîne. Tu pirtûkekî pêşkêşî yekî bikî heger ew bigire tu jê re dibêjî spas. Yên ko bi pereyan pirtûkên kurdî dikirin kêm in. Belkî nuha hinekî baş bûbe lê belê dikana pirtûkên kurdî nîne. Carinan ez dibêjim em erebeyekê bikirin, tejî pirtûk bikin û gund bi gund û bajar bi bajar wekî çerçiyên berê li Ewropayê bigerin. Ez dizanim ko kurd dê kenê xwe li me bikin û kes nakire jî.
Dem lazim e. Çimkî bênirxkirina zimanê kurdî û pirtûkên kurdî bi dehan salan li Kurdistana bakur berdewam kiriye. Di rojekî de safî nabe, xelk asîmîle bûne. Îro li Tirkiyeyê bi zimanê kurdî mirov nikare nanê xwe yê jiyanê derxe.
Her çawa be jî em nikarin ji meşa dinyayê û insaniyetê û rewşenbîriyê xwe bidin aliyekî. Divêt rewşenbîr karê xwe bidomînin da valahî neke navberê de.
Pirs: — Ji bilî kitêbxaneyê dezgeheka we ya lêkolînan jî heye. Enstîtuya kurdolojiyê. Enstîtu çi karî dike?
Celîlê Celîl: — Ma me ev pirtûkxane ji bo çi ava kiriye? Ma ji bo ko tê de bigerin û têr bibin? Na. Min di gelek hevpeyvînan de ji gelek televîzyonan re gotiye ko ev mala kurdan e û min ji bo kurdan çêkiriye. Yê ko bixwaze lêkolînekê bike, dîplomaya xwe binivîsîne, doktoraya xwe binivîsîne, yan jî yekî ko bixwaze romanekê jî binivîsîne dikare bêt vî cih û sirûşta xweş û bimîne. Min gelek caran gotiye, yê ko bêt vêderê cihê xewê, qehwe û çaya wî ji kîsê min ya dî ji kîsê wî bi xwe. Pirtûk jî ji kîsê min.
Ya cihê kêfxweşiyê ew e ko heta ji Chicagoyê jî xelk tên vêderê. Ji Elmanyayê tên, ji Polonyayê tên û ji gelek cihên dî tên. Journalîst tên, siyasetmedar tên. Di vekirina pirtûkxaneyê de sê presîdentan pîroz kir: Presîtendê Iraqê Celal Talebanî, presîdentê Kurdistanê kek Mesûd Barzanî û presîdentê Awisturyayê Fischer. Mektûb û birqiyeyên wan hene ko vekirina pirtûkxaneyê pîroz dikin. Yanî bi başî ev pirtûkxane têt qebûl kirin. Lê belê berîk teng in û nuha jî demeke krîzê ye û problem hene. Problema min bi xwe jî heye û ne madî ye, tirseke min heye. Nuha hewqasê zêde pirtûk çap dibin û nemaze li Tirkiyeyê. Ez ditirsim ko piştî deh salan ev avahî biçûk be. Ez ji nuha ve difikirim ko hinekî berfireh kim. Ez nizanim ka hinekî herim binê erdê yan li dorûberê ve biçim. Ez nizanim ka jiyana min dê têrê bike yan ne.
Min bi temamî nehejmartiye lê belê zêdetirî 20 000 pirtûkan di vê pirtûkxaneyê de hene. Yên ko nuha di vê qatê de li ber çavan hene 15 000 in. Di qata binî ya arşîvê de belkî 15 000 pirtûkên dî jî hebin. Dema ko biçim Stenbolê ez bawer dikim ko dê 1 000 pirtûkên nû jî bînim.
Ez dixwazim ji bo pirtûkên bi zaravayê soranî saloneke taybet çêkim ji ber ew şaristaniyeke taybet û dewlemend e. Dema ko du keçên mirov yan du kurên mirov hebin mirov dixwaze ji her yekî re malekî çêke. Niyeta min heye û arîkarî jî ji Xwedê.
Beşa fototekê jî li pirtûkxaneyê heye. Fototek mezin e. Bi hezaranan fotoyên kevin hene. Bi hezaranan dengnivîsên (plak) ko me di salên 1960-yî de qeyd kirine hene. Ez, Ordîxan û Cemîle, em gund bi gund geriyayî ne û me qeyd kirine. Em li Sovyeta berê heta Kazaxistan û Kirgizistanê çûne û geriyane. Paşê em çûne Tirkiyeyê û Sûriyeyê. Min ji Sûriyeyê bi sedan kaset qeyd kirine û anîne. Ev mîraseke mezin e û nuha xuşka min Cemîla Celîl zincîreyeke wan bi navê ”Stran û awazên kurdî” amade dike. Heta nuha pênc cild çap bûne û sê cild jî nuha amade dibin.
Ez gelekê dixwazim ko kurdên me bi zarokên xwe re bên. Bila her carê 20 kes 30 kes bên. Bila zarokên wan bên û bibînin. Hewşa me fireh e. Bila govendê bigirin, li muzîkê bidin û çend rojan bixwazin bimînin.
Pirs: — Bîranîna te ya herî xweş ji vê kitêbxaneyê û mêvanên hatî çi ye. Ti kes digel zarokên xwe hatine vêderê û tu pê kêfxweş bûyî?
Celîlê Celîl: — Çar meh berê hevalên me yên Komkarê, nêzîkî 15–20 kes wekî familye civiyan û got mamosta em dixwazin digel zarokên xwe bên serdsana pirtûkxaneyê. Wan got ew dixwazin ko bingeheke wiha kulturî ya kurdî nîşanî zarokên xwe bidin û bibêjin ko kurd miletek in û ji aliyê çandê ve ne koçer û perîşan in. Ew hatin û me bi elmanî û kurdî du semîner çêkirin. Pir memnûn vegeriyan û kêfa wan xweş bû.
Carinan hinek kes telefon dikin û belgeyekî dixwazin. Ez kopî dikim û dişînim. Lê belê ez dixwazim ko mêvanên min hebin, xelk bên vêderê û ez jî bi dîtina wan dewlemend bibim. Ez dihesibînim ko jiyana min ne bêfeyde bû. Min karek kiriye û bi xizmeta mêvanan jî kêfxweş dibim. Dema ko mêvan tên hêza min zêde dibe û emrê min dirêj dibe.
» Qata yekê ya kitêbxaneyê
» Lara Zêrevan, Arif Zêrevan, Lava Zêrevan, Celîlê Celîl û Bînahî Ronya Zêrevan
» Xaniyê sêqatî yê kitêbxaneya Casimê Celîl |