HEWLÊR, 2/11 2005 Danerź alfabeya kurdī-latīnī mīrź kirmanciya modern mīr Celadet Alī Bedir-Xan (18931951) e. Celadet Alī Bedir-Xan neviyź mīr Bedir-Xanź mīrź Botan e ū wī kurdī, erebī, osmanī, tirkī, fransī, elmanī ū ingilīzī dizanī. Celadet Alī Bedir-Xanī sala 1919-ź berī ko Komara Tirkiyeyź ava bibe ū berī ko Tirkiye reforma alfabeyź ēźke dest bi ēźkirina alfabeya kurdī-latīnī kir ū ji bilī herfa ş-yź hemī herfźn alfabeya kurdī-latīnī di alfabeya latīnī ya standard ISO-latin de hene.
Celadet Alī Bedir-Xanī di salźn 30-ź de li Şamź dest bi weşandina kovara Hawarź kir ū 57 hejmar ji wź kovarź derketin. Celadet Alī Bedir-Xanī di destpźkź de kovara xwe bi herdu alfabeyan amade dikir lź belź paşź hemiyź kovarź bi alfabeya latīnī tenź derdiket ū kurdźn kirmanc Hawarź wekī qurana zimanź kurdī, zaravayź kirmancī, dihesibīnin ū bi rźya Hawarź ū Celadet Alī Bedir-Xanī devoka Botan ū dorūbera wź bū bingehź kirmanciyeka standard.
Alfabeya kurdī-latīnī ji 31 herfan pźk tźt ū di tabela li jźrź de miadilźn wan bi alfabeya kurdī-erebī hatine nivīsandin.
Ji bilī van herfźn standard yźn li jorź, di alfabeya kurdī-erebī de ev sź herf (ha, eyn, xeyn) jī hene ko bi alfabeya kurdī-latīnī her bi (h, e, x) tźne nivīsandin. Mīrź kirmanciya modern mīr Celadet Alī Bedir-Xan dibźje ev deng yan ne dengźn kurdī ne yan jī ne dengźn serbixwe ne ū ji ber hindź pźwist nake ko mirov ji bo wan dengan herfźn xweser ēźke. Di alfabeya kurdī-erebī de du herfźn dī jī hene ko di zaravayź soranī yanī kirmanciya jźrī de tźn bi kar anīn ū ew jī l-ya qelew ū r-ya qelew e.
Bi alfabeya kurdī-erebī hemzeyek dikeve pźşiya vokalźn (a, e, ź, ī, o, u, ū) ko di destpźka bźjeyan de tźn.
Kurdan di alfabeya kurdī-erebī de ti herf yan īşaret ji bo dengź i-yź bi kar neanīne. Wextź ko kurdźn erebīnivīs alfabeya latīnī bi kar tīnin gelek caran i-yź nanivīsīnin ū bo nimūne bźjeya mirin-ź wekī mrn dinivīsīnin ko ji binī ve xelet e. Nenivīsandina herfa i-yź problemeka mezin e. Frekvensa wź di kurdiyź de gelekź bilind e.
Modīfiyekirina alfabeya orjīnal ya erebī
Di alfabeya erebī de 14 herfźn kurdī nīnin. Yanī ji sedź sihź dengźn kurdī bi alfabeya erebī ya normal nikarin bźn nivīsandin. Farisan ji bo zimanź xwe hinek herf li alfabeya erebī zźde kirine ū ew jī tźra kurdiyź nakin. Kurdan li başūr 14 herf li alfabeya erebī ya standard zźde kirine ū ji bilī wan ēar dengźn kurdī (i, ī, u, ū) jī bźnīşandek yanī bźherf mane ū ew nikarin hemī dengźn kurdī bi alfabeya kurdī-erebī binivīsīnin.
Mamosta Hejar Mukriyanī (Ebdurehmanź kurź Hacī Mele Mihemedī) di pźşgotina werger ū şerha »Memozīnź« ya bi zaravayź soranī de behsa nerewabūna alfabeya kurdī-latīnī ji bo kitźbźn klasīkźn kurdī dike ū dibźje ji ber nebūna hinek herfźn erebī di alfabeya kurdī-latīnī de divźt mirov »Memozīnź«, »Dīwana« Melayź Cizīrī ū kitźbźn wekī wan bi alfabeya kurdī-latīnī nenivīsīne, ū heger mirov binivīsīne jī divźt mirov ji herfźn erebī re hinek nīşanan peyda bike.
Li başūr ū rojhilatź Kurdistanź kurdan alfabeyeka erebī ya modīfiyekirī amade kiriye lź belź di alfabeya kurdī-erebī de jī vźca şeş herfźn erebī (sa, zal, sad, dad, ta, za) nīnin ū ji ber hindź mirov nikare klasīkźn kurdī bi alfabeya kurdī-erebī tenź jī binivīsīne.
Carekź ev problem ne ya alfabeya kurdī-latīnī tenź ye. Di alfabeya kurdī-erebī de jī şeş herfźn erebī nīnin ū Hejar Mukriyanī ji bo rastnivīsandina »Memozīnź« ew şeş herf bi kar anīne. Bi herfźn transkrīpsiyonź em dikarin di alfabeya kurdī-latīnī de problema herfźn erebī yźn ekstra ēareser bikin lź belź bi alfabeya kurdī-erebī mirov ti caran nikare problema vekītź ēareser bike ū ji ber hindź ne mimkin e ko »Memozīn« bi alfabeya kurdī-erebī serast bźt nivīsandin, herēend mirov wan şeş herfźn erebī bi kar bīne jī.
Yek herf ū gelek deng
Gelek dengźn cida yźn kurdī di alfabeya erebī de nīnin yan jī du-sź deng bi yek herfź tźn nivīsandin. Di alfabeya kurdī-erebī de herfa w, u, ū bi w-ź tenź tźn nivīsandin. Herfa ū bi du ww-yan tźt nivīsandin. Herwiha herfa y ū ī bi yek herfź, yanī bi y-yź tźt nivīsandin.
Girdek ū hūrek
Nebūna girdek ū hūrekan jī wisa dike ko bi alfabeya erebī yan kurdī-erebī mirov nikare navźn xweser ū navźn cih ū welatan ji bźjeyźn normal cida bike ji ber herdu jī wekī hev tźn nivīsandin. Bo nimūne heger em binivīsīnin »ew azad e« gelo em dź ēawa bizanin ka mebesta me kesek e ko navź wī Azad e yan jī mebesta me kesek e ko ew bi xwe »azad« e, yanī serbest e.
Ez ji Melayź Cizīrī hez dikim.
(Mebest Melayź Cizīrī yź nivīskarź Dīwanź ye)
Ez ji melayź cizīrī hez dikim.
(Mebest melayekź ji bajarź Cizīrź ye)
Ve Newroz hat ū min Bihar jī nedīt.
(Mebest ji Newroz ū Biharź navźn du kesan e)
Ve newroz hat ū min bihar jī nedīt.
(Mebest ji newroz ū biharź navź mehekź ū demsalekź ye)
Yanī bi alfabeya kurdī-latīnī ev ferqźn li jorź tźne dītin ū nivīsandin lźbelź bi alfabeya kurdī-erebī mirov nikare wan ferqan bibīne ji ber di alfabeya kurdī-erebī de girdek (herfźn mezin) ū hūrek (herfźn biēūk) nīnin.
Problema vekītź
Mirov nikare kurdī bi vekīteka serast bi alfabeya kurdī-erebī binivīsīne ji ber ko alfabeya erebī yan kurdī-erebī rź nade ko mirov bźjeyan li gor hźmanźn gramera kurdī vebikīte. Bi alfabeya erebī lźker, rengdźr ū daēekźn kurdī serast nayźn nivīsandin ū ew jī seqetiyeka pir mezin e.
Ji bo diyarkirina problema vekītź ez dź li vź derź tenź hinek nimūneyan bidim. Ez dź pźşiyź li gor vekīta latīnī ya serast binivīsīnim ū paşź jī her cardī bi alfabeya latīnī lź belź li gor vekīta erebī binivīsīnim.
Nimūne I
Vekīta rast li gor alfabeya latīnī:
Tor im bi dil ū peyrewź Mūsa yim ez
Ateşperes ū nūra tecella yim ez
Vekīta xelet li gor alfabeya erebī:
torim bidil ū peyrewź mūsayim ez
ateş peres ū nūra tecellayim ez
Nimūne II
Vekīta rast li gor alfabeya latīnī:
Îd e ū herkes ji dīdara te lź pīroz e īd
Ez tinź mehrūmź dīdar im bi sed menzil beīd
Vekīta xelet li gor alfabeya erebī:
īde ū herkes jidīdarate lź pīroze īd
eztinź mehrūmź dīdarim bised menzil beīd
Di zimanź kurdī de bźjeyźn »torim«, »bidil« »eztinź« »jidīdarate« ū »mūsayim« nīnin ū vekīta li gor alfabeya erebī van bźjeyan di kurdiyź de ēźdike ko ti bingehź gramerź jź re nīne. Bźjeya »ateşperes« rengdźr e ū divźt pźk ve bźt nivīsandin lź belź alfabeya erebī ew kiriye navdźrek ū rengdźrek, yanī du parēe, ū li vź derź ne li gor menaya xwe ye.
Di nimūneya didoyź de »ji dīdara te« li gor vekīta bi zimanź erebī būye »jidīdarate« ū hźdī mirov nizane ka daēek ēi ye, lźker ēi ye ū pronav ēi ye. Hersź bi hev re būne yek bźje ko ti menaya wź nīne. |