HEWLÊR, 23/1 2012 — Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneka digel kanala erebî El-Erebiyeyê de got di îdareya Iraqê de biryardaneka yekdestî ji aliyê hikûmetê ve heye û bêyî ko navê serokwezîr Nûrî Malikî bide ew bi nedemokratbûnê tawanbar kir.
Mesûd Barzanî got heger krîza Iraqê berdewam bike û şerê mezhebî yê di nêvbera şîî û siniyan de gur bibe kurd nabin teref û dikarin mecbûr bibin ko meseleya mana digel Iraqê li Parlamentoya Kurdistanê minaqeşe bikin. Mesûd Barzanî got miletê kurd mafê biryardanê li ser çarenivîsa xwe heye û kurd dê biryarê bidin ka kengê wî mafî bi kar bînin.
Teksta hevpeyvîna digel serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li jêrê ye:
***
Pirs: — Ji bo vê derfetê gelek spas cenabê serok.
Mesûd Barzanî: — Bi xêr hatin spas ji bo we jî.
Pirs: — Cenabê serok ez dixwazim ji pirsiyareke gelek girîng ve destpê bikim. Gelek kes dipirsin ji bo çi Mesûd Barzanî beşdarî konferansa ko li Bexdayê bê saz kirin nabe, mebesta min ew konferansa nîştimanî ye ko bi niyaz in li Bexdayê saz bikin?
Mesûd Barzanî: — Berî hemû tiştekî min beşdarkirina wê konferansê wekî ko çendîn car hatiye ragihandin red nekiriye. Min merc jî ji bo cihê konferansê daneniye lê belê divê li wê yekê dilniya bibîn ko encameke erênî ji konferansê derkeve û em hemû alî pabendî wan xalan bibîn ko li peymannameya Hewlêrê de me li ser li hev kiribû. Tu sedemek nîne beşdarî konferansekê bikîn ko mîsogeriyeke encama erênî lê nehatibe kirin ji bo wê yekê divê em li serkeftina wê dilniya bibîn.
Pirs: — Wate wiha têdigihîn ti baweriyek di heqê wan encaman tine ko li vê konferansa çaverêkirî de têt kirin û ti baweriyek li navbera aliyan û hêzên siyasî da tine?
Mesûd Barzanî: — Gelek bi mixabinî ko ew bawerî tine û li rastiyê da em li qeyrana baweriyê de dijîn, lê belê berî wê yekê ko serkirde amade bin, pêwîste amadekariyek ji bo vê konferansê hebê û bi awayekî ko misogeriya serkeftinê bê kirin.
Pirs: — Gelo ma serkeftina vê konferansê nehatiye misoger kirin?
Mesûd Barzanî: — Pêwîste amadekarî ji bo wê bê kirin, bo ko bi ser keve.
Pirs: — Birêz cenabê serok, lê belê hun bawer nakin ko hebûna van cure daxuyaniyên bi amadenebûnê bi tenê eger hun bixwazin jî amadeyê konferansê bibin ji bin ve di eslê xwe de daxwaza we ya beşdarîkirinê tine. Li aliyekî din ve jî daxuyaniyên serokwezîrê Iraqê bi retkirina girêdana konferansê li Hewlêr û pê baştir e li Bexdayê be, gelo eve wiha nagihîne ko ti pêwendiyeke cîddî digel destpêşxeriya serokkomarê Iraqê birêz Celal Talebanî tine?
Mesûd Barzanî: — Bi berevajiya wê, ez gelek bi hêz ve palpiştiya destpêşxeriya birêz serok Talebanî dikim û berê jî di heqê yekxistina kar û hemahengiya digel rêzdar de me li hev kir û min destnîşana cîhê girêdana vê konferansê her nekiriye.
Pirs: — Eger bi awayeke baş amadekarî ji bo konferansê hate kirin, gelo hun ji bo beşdarbûnê dê biçin Bexdayê?
Mesûd Barzanî: — Bêguman eger komîteya amadekar li ser amadesaziya vê knferansê rêkkeft û misogeriya serkeftinê kir, bêguman amade dibim. Ji ber ko bi rastî em westiyayî ne, ez û gelek kesên din jî westiyayî ne ji wê yekê ko tenê konferansan amade bikin ko tê da li ser gelek tiştan rêkdikevîn, lê belê dema ko kombûn temam bû, wan hemî xalan ji bîr dikin.
Pirs: — Ezê vegerim li ser peymana Hewlêrê, cenabê we çavdêrî wê peymanê kir û hemû aliyek ji bo wê geşbîn bûn ko çareserkirina hemû pirsgirêkên Iraqê bike. Belê hikûmet hate pêkanîn, lê belê rêzdar serok kî ji cîhbicîhnekirina bendên vê peymanê berpirs e?
Mesûd Barzanî: — Bi rastî ya ko li ser şanê me bû me pêkanî.
Pirs: — Lê belê kî berpirs e?
Mesûd Barzanî: — Ez nikarim kesek yan aliyekî diyarkirî tometbar bikim, lê belê serkirdeyên Bexdayê her yek li gor qebareya xwe berpirsiyariya wî heye û li stuyê wan da ye.
Pirs: — Hun bi awayekî diyarkirî û çi tiştî daxwaz dikin ji bo ko amadeyê vê konferansa li Bexdayê bibin?
Mesûd Barzanî: — Pêwîste berî hemû tiştekî rêkkeftinekî seranserî hebe û hemû aliyek li ser hevbeşiya hikûm, têgihiştina xalên hevbeşiyê, vegerandina hevsengiyê ya artêş û dezgehên emnî, pabendbûna bi destûrê û danîna sîstemeke zelal ji bo kabîneya wezîran û dûrketina ji biryardana takekesiyê bi taybetî wan biryarên bi berjewendiya Iraqê ve girêdayî ne, hem fikir bin.
Pirs: — Wate niha biryardana takekesî heye?
Mesûd Barzanî: — Bêguman.
Pirs: — Lê belê gelo metirsiya wê yekê heye carekî din dîktatorî li Iraqê da serî hilbide?
Mesûd Barzanî: — Biryardana takekesî heye, bi taybetî li warê dûbarebinyadnana artêşê de, li wir de biryardana takekesiyeke diyar heye û ewên din jî dihêne piştguh xistin li demek de ko artêş mulkê hemû gelê Iraqe, wekî li destûrê da hatiye, nayê qebûl kirin jî kesek yan berpirsek li her post û pêgehekî da be bi biryara takekesiyê artêşê rêkbixe.
Pirs: — Gelo girift û qeyran li vir de tenê Tariq Haşimî û biryara destgîrkirina wî ye yan pirseke ko gelek ji wê dûrtir e?
Mesûd Barzanî: — Nexêr mesele dûrtir e, du aliyên problemê hene aliyekî siyasî û aliyekî dinê qezayî, aliyê qezayî ji bo wan aliyan hatiye bi cîh hiştin û aliyê siyasî jî pêwîste bi siyasiyan ko pêwîste çareseriyek peyda bikin ji bo derketina ji vê qeyranê.
Pirs: — Eger Wezareta navxo daxwaz ji we bike Haşimî bidin destê wan (ku daxwaz kiriye) hunê wî bidin destê wan?
Mesûd Barzanî: — Divê hemahengî û şêwirkarî li navbera aliyên siyasî da li ser vê hebe, ji ber ko herêma Kurdistanê nikare bi serî xwe di heqê vê yekê de tevbigere.
Pirs: — Gelo hun daxwaza çi dikin heta Haşimî bidin dest?
Mesûd Barzanî: — Naba herêma Kurdistanê li vê pirsê bêt girêdan, Haşimî heta niha jî cîgirê serokkomar e û nehatiye îdane kirin û mêhvanê serokkomar û herêma Kurdistanê ye, nabe mesele bi tenê herêmê ve girêdayî be be.
Pirs: — Tariq Haşimî bajarê Kerkûkê wekî cîhekî ko lê bêt mehkeme kirin hilbijart, gelo hun digel wê biryarê ne?
Mesûd Barzanî: — Bêguman ez bawer dikim ev hengav yarmetiya çareserkirina vê qeyranê dide, lê belê gelek mixabin min bihîst ko heyeta hakiman ew daxwaz ret kir.
Pirs: — Cenabê serok bi nêrîna we çareserî çi ye?
Mesûd Barzanî: — Divê li civîn û runiştinên pêş da rêyek ji bo vê qeyranê bê peyda kirin, meselê du alî hene: aliyê siyasî û aliyê qezayî. Aliyê siyasî pêwîste lê vekole û ev mesele ne tenê pirsa girtin û radestkirinê ye belku divê ji hemû aliyekî ve lê bikolin.
Pirs: — Palnerên vê beyannameyê bi tenê qezayî ne?
Mesûd Barzanî: — Nexêr siyasî jî ne, aliyên qezayî nabe kes têvlî bibe li rûyê siyasî ve jî divê hemî aliyek li ser wê kok be çawa ev qeyran bê çareser kirin.
Pirs: — Eger hêzên Emerîkayê ji Iraqê vekêşin cenabê we hişyariya şerê eşîrî da, ya ko îro li Iraqê dibînîn gelo destpêka hatina wê pêşbîniya Barzanî ye?
Mesûd Barzanî: — Hêvîdar im ev pêşbînî neyê holê, lê belê tirsa min ya wê yekê heye.
Pirs: — Gelo hun nakokiya siyasî wekî sedema têkçûna rewşa asayîşê dihesibînin?
Mesûd Barzanî: — Ez bawer dikim ko nearamî û rewşa asayîşê bi gengeşeya siyasî ve girêdayî ye û bi awayekî raste rast jî.
Pirs: — Baş e Bexdayê pêwistî bi çi heye heta ko wekî Hewlêrê lê bibê? Ez ko hatim Hewlêrê min dît asayîş aram e û navçeya kesk û ne kesk tine û dîwarên konkrîtî nînin, çawa dikarin Bexdayê wekî Hewlêrê lêbikin?
Mesûd Barzanî: — Lêkolînekî rast nebû ji bo binyadnana artêş û polîs û asayîş û hewalgiriyê (îstîxbarat) û pêwîste gengeşeya siyasî bi dawî bibe û hikûmeteke hevbeşa nîştîmanî hebe ko tê da hemû kesek hest bi wê yekê bikin ko ew li birêvebirina welat da hevbeş bin. Dema ew hevbeşî dihête holê pirsên welat hemû çareser dibin û rewşa emnî jî aram dibe.
Pirs: — Gelek kes welatên herêmî bi wê yekê tometbar dikin ko naxwazin ew hevbeşî bête holê?
Mesûd Barzanî: — Bi tenê eger ew jî rast be ji ber çi Iraq rê dide ew ajanda bêne bi cîh kirin? Em nabe gileyîyê li wan aliyan bikin bila gileyiyê li xwe bikin, belê bêguman destdirêjiyên herêmî li karubarê Iraqê da hene.
Pirs: — Eger Xwedê neke ew konferans li ser hemû amadekariyan sernekeve, pêvajoya Iraqê ber bi kû ve diçe?
Mesûd Barzanî: — Eger Xwedê neke ew konferans hate kirin û bi ser neket wê demê dibe karesatekî raste rast.
Pirs: — Tu alternatîveka dî nîne? Hilbijartinên pêşwext? guherîna serokwezîr?
Mesûd Barzanî: — Alternatîvên dî hene lê belê têkçûn dibe sedema sarbûnekî temam ji aliyê hemî hêz û aliyên siyasî ve û dibe ko pêvajo ber bi qeyranên dî ve biçe û ji dest derbikeve.
Pirs: — Wate yan ew konferans bi ser keve yan çi?
Mesûd Barzanî: — Pêwîste wê demê behsa alternatîvên dî bê kirin.
Pirs: — Çi alternatîveke rast heye ko dikare li ser bingeha rastiyê de bê bi cîh kirin?
Mesûd Barzanî: — Li rastiyê da nikarim niha ti tiştek destnîşan bikim, lê belê wekî mînak hilbijartina pêşwext yan guherîna hikûmete, hatina holê ya hevrikan lê belê metirsiya min li wir da ye ko êdî wê alternatîvê şans nebe û tiştên metirsîdartir bêne holê.
Pirs: — Berî çend rojekî çend daxuyaniyên we û berpirsekî mezinê Partiya Demokrat ya Kurdistanê hate veguhestin ko eger pêvajo berdewam bibe hun hêviya xwe dibine Parlamentoya Kurdistanê ji bo encamdana referandumekê û ji bo ragihandina serbixweyîyê? Bexda pirsgirêkên mezin hene, lê belê niha ew daxuyanî zêdetir derdikevin, gelo ji ber çi?
Mesûd Barzanî: — Ez bawer dikim piştî rûxana rejîmê ya li sala 2003-yê kurdan bi xwe Iraq parast û rolekî mezin li parastina yekbûna Iraqê û binyaddanîna Iraqa nû da dîtin û ez bawer dikim me pêwîstî bi wê yekê tine dupat li ser vê xalê bikîn. Parlamentoyê bi xwe biryara yekîtiya li gel Iraqê da, lê belê bi mercê pabendbûna bi destûrê.
Pirs: — Mebesta we maddeya 140 e?
Mesûd Barzanî: — Destûr bi giştî û bi madeya 140-ê ve jî, bi wateya parastina prensîpên hevbeşî û federalîzm û demokrasiyê ko bingehên Iraqê ne, lê belê eger pêvajo aloztir bû wê demê vedigerîn parlementoyê, ji ber ko em wê yekê qebûl nakîn hinek kes tiştên wiha li ser me da bipejirînin ko ew li gor xwe rast dibînin. Pêwîste rêkkeftin di heqê paşaroja Iraqê de hebe lê belê eger pêvajo ber bi vî aliyî de berdewam bû wê demê mafê mey e hêviya xwe bibîn ber Parlamentoyê.
Pirs: — Min pirsiyara dema wê kir, gelo çima niha?
Mesûd Barzanî: — Nexêr ev tişt ne nû ye û gelek car jî hatiye ragihandin, lê belê eger Iraq çû nav şerekî eşîrî û şerekî navxweyî bêguman em nabîn beşek ji wî şerî. Niha em li qeyranekî tirsnak da ne û hemû hewlekê jî didîn ji bo derketina ji wê qeyranê û parastina Iraqa federal û demokrat û bi hêviya Xwedê şerê navxo û eşîrî rûnede lê belê eger rû da jî em nabîn beşek ji wî şerî.
Pirs: — Eger li Bexdayê jî şerê eşîrî rû da, cudabûna we dê rûbirûya zordariyeka mezin bibe bi taybetî ji aliyê Tirkiye û Îranê ve ko serweriya herêm û Iraqê têkdişkînin û navçeyên sînûran bombebaran dikin?
Mesûd Barzanî: — Bi herhal em tu hengavekî navêjîn bêyî wê yekê ko lê bikolîn û eger me biryara xwe da wê demê em tehemmula encamên wê biryarê dikin.
Pirs: — Lê belê gelek kes wiha şîrove dikin ko berê Emerîka palpiştiya kurdan nedikir ji bo bi destxistina xewna serbixweyîyê û niha jî helwest hatiye guhertin û palpiştiya Tirkiye nake, hinek kesên din jî dibêjin Partiya Demokrat ya Kurdistanê dixwaze li rêya van daxuyaniyan bingeha cemawerê xwe beramber hizbên îro yên Kurdistanê cîh bi cîh bike bi taybetî hizbên hevrik, hinek dî jî dibêjin ev tenê axaftina ragihandinê ye, gelo hun li gel kîjan ji van daxuyaniyan hevkok in?
Mesûd Barzanî: — Ez ne li gel yek ji van nerîna me, mafê biryardana çarenûs mafekî rewa yê gelê kurd e û ew rastiya niha ko em tê da dijîn piştî şerê yekê yê cîhanê li ser gelê kurd da hatiye sepandin, bi viyana gelê kurd û neteweya kurd nebûye. Piştî şerê yekê yê cîhanê bêyî daxwaza gelê kurd û civaka kurd ev welat hate dabeş kirin. Ez digel wê me ko divê rojek bêt ko kurd bibin xwedî dewleta xwe lê belê bi guftugoyê û dûrî ji tundûtîjîyê û ev jî mafekî rewa ye, çi xelkên din înkar bikin yan na, ezmûna gelên din jî li pêşiya me ye, hinek gel hene hatine dabeş kirin û piştî 50-60 salan jî dîsa hevdu girtine wekî ya li Elmanyayê rûdayî, yan jî bila Çek û Slovakyayê wekî mînak werbigrîn ko du gel bûn li yek dewletê da û paşê ji hevdu cûda bûn lê belê bêyî tundutîjî.
Dema em dibêjîn serbixweyî mafê rewa yê gelê kurd e wate ne ew e ko em niha wê daxwazê tînin holê yan jî hêviya xwe bi tundutîjiyê dibîn ji bo pêkanîna vê daxwazê, dibe ko ev daxwaz ji vî nifşî re nebe nesîb, belku li nifşên paşarojê de bête holê ji bo wê yekê yek ji wan şîroveyan jî ne rast e û li gor ezmûna jiyana xwe em bawer dikin nabe tenê piştê bi wê yekê girêbidin ka kî palpiştîyê dike û kî jî na. Belê dikare ew tişt bi girîngî bê wergirtin û hemî pêvajo li ber çavan be lê belê biryar divê bi destê gelê kurd be û kurd pişta xwe bi xwe girêbidin.
Pirs: — Bila em vegerin ser peymana Hewlêrê û dema ew rêkkeftin çêbû hevpeymanî hat bestin û hikûmet hat pêkanîn. Tê gotin we bi wî awayî deng da hikûmeta niha da bi mercek mîsogeriya cîh bi cîh kirina maddeya 140-ê bê kirin. Heta niha ew madde nehatiye bi cîhkirin û li destûrê da maye û gelo soza cîh bi cîhkirina wê maddeyê dane we û paşê poşmaniyek li wê sozê de hebûbe?
Mesûd Barzanî: — Belê, binecihkirina maddeya 140-ê yek ji wan bingehên pêkanîna hikûmeta nû bû. Bi wateya wê em li ser çend xalek rêkkeftîn ko ji bilî maddeya 140-ê, vegerana hevsengiya artêş û federalîzm û pêbendbûna destûrê pêkhatibû. Lê belê ev soz nehatin bi cîh kirin.
Pirs: — Dixwazim nêrîna we ya di heqê pêvajoya Sûriye de werbigrim, Serokê Encûmena Nîştîmanî ya berhelestkar li Sûriya [ Burhan Xelyûn] li Hewlêrê bû û digel serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê civiya. Barzanî dikarê çi pêşkêşî kurdên Sûriyeyê û hevrikên Sûriyeyê bike?
Mesûd Barzanî: — Li siyaseta me da dest li karubarê Sûriyeyê bidîn tine û gelê Sûriyeyê bi xwe biryara çarenivîsa xwe dide û em jî rêz li îradeya gelê Sûriyeyê digrîn. Ji bo me girîng e guhertin li pêvajoya gelê kurd li Sûriyeyê bêt kirin ji ber ko kurdên Sûriyeyê ji hemî tiştekî bêbeş in û her wiha hebûna wan jî nayê nasîn êdî çi ji aliyê hikûmetê ve yan jî ji aliyê opozîsyon û hevrikan ve be.
Pirs: — Hun çawa dikarin yarmetiya wan bidin? Çend daxuyaniyek ji aliyê cenabê we ve hatiye dayîn ko qaşo hunê yarmetiya gelê Sûriyeyê bikin?
Mesûd Barzanî: — Em bi awayekî aştiyane yarmetiya wan didîn û awayeke din ji bo yarmetiyê bi kar naynîn. Em ji bo wê yekê yarmetiya wan didîn ko bi awayekî aştiyane û demokrasiyane daxwaza mafê xwe bikin û digel hikûmet û hevrikan jî guftûgoyê bikin. Pêwîste di guhertinên ko li Sûriyeyê de tên kirin mafê xwe werbigrin.
Pirs: — Niha hun amade ne di navbera Encûmena Nîştîmanî ya Sûriyeyê û kurdên Sûriyeyê de navbeynçîtiyê bikin da ko bikevin nav rêzên wê Encûmenê?
Mesûd Barzanî: — Hemû kesek li Sûriyeyê azad e ko digel hikûmetê yan hevrikan guftûgoyê bike.
Pirs: — Gelo navberiyê nakin?
Mesûd Barzanî: — Em navberiyê nakin, lê belê piştgiriya wan dikîn ko digel herdu aliyan de guftûgoyê bikin, çi mixalefet yan jî hikûmet be.
Pirs: — Herwiha li rojên derbasbûyî de Semîr Ce'Ce'yê serkirdeyê Hizba Hêzên Lubnanî serdana Kurdistanê kir, Barzanî dikare çi pêşkêşî lubnaniyan bike?
Mesûd Barzanî: — Li rastiyê da eve serdanekî asayî bû weku her berpirsekî dî yê lubnanî yan nelubnanî ko serdana herêmê bikin, niha me li Kurdistanê zêdetirê 10 hezar lubnaniyan hene ko li warê veberhênanê de kar dikin yan karê wan li herêmê da heye.
Pirs: — Ti rêkkeftinek ji bo ti yarmetiyeê nebû, bi taybetî ko Ce'Ce' nûnerê beşekî mezinê mesîhiyan e li Lubnanê?
Mesûd Barzanî: — Belê dizanim, lê belê serdaneke asayî bû û di vê serdanê de ti mebesteke siyasî nebû.
Pirs: — Ew serdan û tevgerên li nav herêma Kurdistanê pirsek dirûst kir ko qaşo dibe ko Barzanî dixwaze hengavên mezin ji bo roldîtina li çend pirsekî erebî û Rojhilata navîn de bibîne, gelo hun amade ne li çend pirsekî wiha da beşdar bibin û rola we ya di vî warî de bi taybetî li pirsa Filistînê de heye?
Mesûd Barzanî: — Ez kesekî rastbîn im û xwe tevlî tiştekî nakim ko rol tê da nebînim, ez amade me beşdarî li her pirsekî bikim ko rola min tê da hebe ji bo çareserkirina her pirsekî li navçeyê da, lê belê li rastiyê da nikarim berpirsiyariyeke wiha bixim stuyê xwe ko di şiyana min de nebe. |