ENQERE, 29/8 2011 — Cihgirê serokê CHP-ê û parlamenterê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu îro di hevpeyvînekê de got bi operasyonên li derveyî sînor pirsa kurdî çareser nabe ji ber ko pirs di hundirê Tirkiyeyê de ye û got serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî bûye wekî ”Dogan Gureş û Tansu Çillerê”.
Sezgin Tanrikulu ji Aknewsê re got ew wekî CHP-ê li derveyî BDP û AK Partiyê “rêya sêyê” pêşniyar dikin û bo çareserkirina pirsa kurdî pêwîst e li parlamentoyê “heyeta mirovên aqilmend” û “komîsyona qebûlkirina serboriya xwe û lêkolîna rastiyan” bê pêkanîn.
***
Pirs: — Serokwezîr Erdogan di vê qonaxa dawîn de daxuyaniyên dijwar dide, êrîşên asmanî bo ser navçeyên Qendîlê tên pêkanîn, hêzeke taybet a polîsan hate pêkanîn, behsa waliyên bi desthilata taybet tê kirin û ev pêşhat jî wiha li raya giştî dike ko bêje “gelo em dîsa vedigerin salên nodî?” Gelo tu li ser van fikran çi dibêjî, tu jî digel van fikran î?
Sezgin Tanrikulu: — Mixabin têgeha “qonaxa dawîn” têra fêmkirin û jihevderxistina rastiyan nake. Serokwezîr hê di dema hilbijartinê de dest bi siyaseta xwe ya îro kir. Helbet daxwazên maf û azadiyê yên welatiyên kurd pêdivî bi tedbîrên “taybet” heye lê ev tedbîr “ne tedbîrên taybet yên ewlekarî û edlî ne”. “Tedbîrên ewlekarî û edlî” di serdema komara Tirkiyeyê de û bi kêmayî 30 salan, têra xwe hatine bi kar anîn û hertim vegeriyane sifirê. Lê ne kurd, ne Tirkiye û ne jî dinya di salên nodî de ye. Kesên ko bixwazin vegerin wê serdemê dê tê de bixeniqin û nikarin jê derkevin.
Pirs: — Armanca hikûmetê çi ye, hikûmet bi van gavan dixwaze çi bike?
Sezgin Tanrikulu: — AKP, hikûmet û take serokê wan serokwezîr Erdogan bi van daxuyaniyên xwe yên dawîn selamand ko ew, partiya wî û hikûmeta wî di heqê pirsa herî bingehîn ya Tirkiyeyê pirsa kurdî de ji Kenan Evren, Dogan Gureş, Yaşar Buyukanit, Tansu Çiller û kesên wek wan cida nafikirin. Ne xwedîyê vîzyon û nêrîneke taybet in, ev jî bo Tirkiye, bo kurdan û bo me hemûyan gelek xeter e.
Pirs: — Nûçeya “dê operasyoneke bejayî bê pêkanîn” belav bûye. Her weha gotûbêj li ser dirêjkirina tezkereya operasyona li derveyî sinor ya 17-ê cotmeha borî tê kirin. Nêrîna te çi ye?
Sezgin Tanrikulu: — Ez êdî nizamin ka çend operasyonên asmanî û bejayî yên bo ser Qendîl û navçeyên derdora wê, hatine pêkanîn. Ya yekê di sala 1983an de hate pêkanîn. Elbet eger pêwîst be divê Tirkiye operasyonên li derveyî sinor pêk bîne û li gor yasayên navdewletî mafên xwe bi kar tîne. Lê pirsa kurdî ne li derveyî sinor e, di hundirê Tirkiyeyê de ye û divê li Tirkiyeyê bê çareser kirin. Pêwîst e Iraq û herêma Kurdistanê nehêlin ji nav sinorên wan êrîşî Tirkiyeyê bê kirin.
Em nikarin vê pirsê li derveyî Tirkiyeyê, bi operasyona leşkerî çareser nakin. Eger daxwazên welatiyên kurd li Tirkiyeyê bên çareser kirin û ev pirs li ser bingeha demokrasî û azdiyê bê çareser kirin, meşrûyeta civakî ya kiryarên terorê û şîdetê jî namîne û paşê jî bi xwe namîne. Tiştê ko pêwîst e Tirkiye û hikûmeta AK Partiyê bike, firehtirkirina çarçoveya demokrasî û azadiyan e, ne ko operasyonên li derveyî sinor. Operasyon tenê ziyana aborî û canî ye.
Pirs: — Bi ya te helwesta BDPê ya di vê qonaxê de çawa ye? Bo piştgiriya çareserkirina pirsa kurdî, pêwîst e BDP çi bike?
Sezgin Tanrikulu: — Helbet biryara dawîn ya wan e, ew bi xwe dê helwesta xwe diyar bikin lê bi ya min divê BDP wek partiyeke ko li ser bingeha maf û azadiyên gelê kurd hatiye damezrandin tev bigere. Ji bo ko di parlamentoyê de kar bikin hatine hilbijartin û divê mesûliyeta wê çendê bi cih bînin. Bi ya min BDP bila vê pirsê neke meseleya prestîjê û bila li ser esasa protokola ko digel AKP-ê îmze kiriye, qeyrana sondwarinê çareser bike û nîşan bide ko ew bi nasnameya xwe ya siyasî û îradeya xwe ya serbixwe ya siyasî, hêmayeke sereke ya siyaseta yasayî û demokratîk e.
Pirs: — Li derveyî rêçareyên BDP û AKP-ê, gelo CHP-ê bo çareserkirina pirsa kurdî, alternatîfa “rêya sêyê” heye?
Sezgin Tanrikulu: — Helbet heye û ez ji ber vê yekê di CHPê de siyasetê dikim. BDP behsa “xweseriya demokratîk” dike lê ew bi xwe jî nizanin ka tê çi maneyê? AKP jî umetparêz e, ji bilî vê nêrînê çi rêçare û nêrîneke wê nîne. AKPê got ”rêlibervekirina kurdî” bi vê çendê em xapandin. TRT Şeş jî wek litufek (qenciyek) pêşkêş kiriye. Erdogan takîye dike (armanca xwe ya rastîn vedişêre), qebedayî ye, neteweperest e. Bi van taybetiyên xwe Erdogan yek ji siyasetmedarên wisa ye ko têkilî bi azadî û mafên kurdan re nîne.
Pirs: — “Rêya sêyê” ji çi pêk tê ?
Sezgin Tanrikulu: — Rêya sêyê bi kurtî ji van pêk tê: Welatiyên me yên kurd azadî û mafên xwe dixwazin ko jêdera xwe ji nasnameya wan werdigire. Pêwîst e pirsa kurdî di çarçoveya aştî û demokrasiyê de bê çareser kirin. Bo çareseriyeke mayînde pêwîst e Parlamentoya Tirkiyeyê di heqê vê mijarê de “heyeta mirovên aqilmend” pêk bîne û “komîsyona qebûlkirina serboriya xwe û lêkolîna rastiyan” ava bike ta lêkolînê li ser bûyerên di dîroka Tirkiyeyê de bike. Ya sêyê jî pêwîst e yasaya partiyên siyasî û sîstema hilbijartinan ya li Tirkiyeyê bê demokratîze kirin û guhertin, benda hilbijartinê kêm bikin ko niha ji sedî 10 e. Ya çarê bo her zarokekî ko bivê, di bin garantiya dewletê de perwerdeya kurdî bê dabîn kirin. Ev gav dê rê li ber çareseriya aştiyane ya pirsa kurdî veke.
Pirs: — Bi vebûna parlamentoyê, dê karûbarê çêkirina destûra nû ya Tirkiyeyê dest pê bike. Gelo bi ya te hikûmet di heqê destûrê de jidil e?
Sezgin Tanrikulu: — Nexêr, mixabin bi ya min hikûmet û AKP di heqê destûreke sivîl û demokratîk de nejidil in. Derket ko armanca AKPê cuda ye, pêşaneyên AKP-ê têkilî bi demokrasî û azadiyan re nîne belku têkilî bi umetparêzî û otokrasiya modern re heye. Emê di paşerojê de careke din cidîyeta wê ya di vê mijarê de biceribînin. Pêwîst e destûra nû bi awayekî demokratîk bê çêkirin û li ser esasa yasayî, demokrasî û azadiyê bê danîn ne ko li ser esasa îdeolojîk. Divê destûr li gor prensîba bêalîtiyê bê danîn ne ko li ser bingehên etnîkî, olî, îdeoljîk û hizrî.
PORTRE / SEZGIN TANRIKULU
Di sala 1963-yê de li Diyarbekirê hatiye dinyayê, ji fakûlteya hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bûye, di nava salên 1988-1989-ê de di Şaxê Komeleya Mafên Mirovan de berpirsî kir, di salên 2002-2008-ê de serokatiya Baroya Diyarbekirê kir. Di hilbijartina 12ê hezîranê yên Tirkiyeyê de wek parlamenterê CHP-ê yê Stenbolê hat hilbijartin. Niha cîgirê serokê giştî yê CHP-ê ye.
Kemal Avci – Aknews |