DIYARBEKIR, 22/4 2011 — Siyasetmedarê kurd û namzetê serbixwe Altan Tanê ko ji lîsteya BDP-ê ji Diyarbekirê beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyeyê dibe di vê kurtehevpeyvînê de dibêje serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û partiya wî AKP teslîmî dewletê û bîrokrasiya dewletê bûn.
Altan Tan dibêje Erdogan ji şerê bi dewletê û bîrokrasiya wê westiyaye û teslîm bûy elê belê vê carê şerê kurdan û BDP-ê dike û dibêje Erdogan dê di vî şerî de jî bixusire.
***
Pirs: Çi hêviyên te ji hilbijartinê hene, bi hilbijartinê çi dê bêt guhertin?
Altan Tan:— Divêt bi bayê bezê qanûneka esasî ya nû bêt çêkirin, lê belê hikûmetên heta niho ji bo ko rejîma kemalîst biparêzin wextê jinûveçêkirina qanûneka esasî bi paş de dan. Helbet kemalîstan li ber xwe dane û nehêliştine guhertin çêbin, lê hêdî em hatine paşiya rêyê.
Yek: Ji niho û pê ve kî nexwaze guhertinan çêbike, dê ew bi xwe tesfîye bibe.
Dido: Hêdî sebra kurdan nemaye. Ji ber ko gorên bi hezaran ciwanên kurd ne eşkera ne, bi deh hezaran ciwanên kurd li girtîgehan in. Bi hezaran zarokên kurdan li çiyayan in û bi sedhezaran kurd li Tirkiyeyê, li Ewropayê, li Emerîka yê koçber bûne.
Ji ber van tiştan jî ji bo ko kurd li mafên xwe bibin xwedî ji bo ko gorên zarokên wan eşkera bibin, ji bo ko zarokên wan yên li çiyayan ji çiyayan bêne xwarê û sîyasetê bikin, ji bo ko bira, xwuşk û zarokên wan bikarin bi rehetî bêne welatê xwe, piçeka dî nikarin sebir bikin.
Wextê vê hilbijartinê ew wext e ko hêdî ti rêyên dî nemane û heke kurd di vê hilbijartinê de bi ser bikevin çareserkirina problema kurdan dê hêsanîtir û nêzîkwexttir bibe. Ji ber van tiştan ev hilbijartin gelekê mihûm e.
Pirs:— Belê, partiya desthilatdar ya tirkiyeyê, AKP-ê berê hinek soz dabûn kurdan û di lîsteya xwe ya hilbijartinê de cih nedaye kurdên bi kurdînîya xwe têne nas kirin û sîyaseta xwe ya niho ber bi sîyaseta partiya nijadperestên tirk, MHP-yê ve biriye. Qey AKP-ê dest ji dengên kurdan berdaye û berê xwe daye dengên nijadperestên tirk?
Altan Tan:— Serokwezîrê Tirkiyeyê teslîmî dewletê bû. Wek Sûleyman Demîrelê ko Partiya Edaletê ava kirî û paşê teslîmî dewletê bûyî Recep Tayyip Erdogan bi partiya xwe AKP-ê ve teslîmî dewletê bû. AKP bi gotina ko dê qanûneka esasî ya nû çêke, miletî mijûl dike û dixapîne. Erdogan naxwaze zêdetir bi dewletê, bi bîrokrasîyê, bi eskeran û bi nijadperestan re bikeve cedelê û şerî bike. Tayyip Erdogan di destpêkê de dixwaze bibe serokkomar û paşê rejîma serokdewletîyê bîne û bibe serokdewlet, ji bo ko van tiştan jî bike dixwaze xwe nêzîkî bîrokrasî, esker û nijadperestên tirkan bike. Lê heger bi wan re şerî neke dê mecbûr bimîne ko bi me re şerî bike û dê bi vê yekê jî bixusire.
Pirs: — Partiya Aştî û Demokrasîyê, BDP-ê vê carê hinek navên ne ji derdora xwe li lîsteya xwe zêde kir, ji bo nimûne tu wek kurdekê dîndar têyî nas kirin û Şerafettîn Elçî wek kurdekê otonomîya Kurdistanê dixwaze tê nas kirin û hûn di lîsteya BDP-ê de dikevin hilbijartinan. Gelo BDP-ê çima di vê hilbijartinê de berpêyê xwe fireh kir û bi vê berpêfirekirina xwe hêvî dike çi bike?
Altan Tan:— Dema ev rejîma heyî zimanê kurdan qedexe dike, zimanê kurdên sosyalîst jî qedexe dike, zimanê kurdên lîberal jî qedexe dike, zimanê kurdên dîndar yên ko pênc-dan ji mizyeftê dernakeve jî qedexe dike. Kurda ko xwe dinixîme û çarikê li xwe dike û kurda ko li beravan xwe diêxe avê jî mecbûr in vêk re li mafê xwe xwedî derbikevin. Piştî ko ev maf hatin standin dîsa herkes dikare li ser fikra xwe be û bi rengê ko dixwaze bijî bikare bijî. Di vê hilbijartinê de kurd ji bo ko nasnameya xwe ya kurdî bi dest biêxin em gihan hev. Ez hêvî dikim ko kurd dê parlamenterên xwe rêkin Enqereya paytexta Tirkiyeyê û dê ew rêya li ber kurdan hatî girtin vekin înşaallah.
Pirs: — Tu bi rengê xwe yê kurdê dîndar di lîsteya BDP-ê de yî, gelo hebûna te dê çi guhertinan li BDP-ê bike?
Altan Tan:— Ez ne ji bo ko tiştinan biguherînim li vê partiyê me ez ji bo ko mafê miletê xwe bistînim li vê derê me. Lê piştî ko kurdan pêk ve mafên xwe standin ew bi keyfa xwe ne bixwazin pêk ve bimînin an jî wek miletên dî partiya kurdên dîndar jî çêbe, ya sosyalîstan û ya lîberalan jî çêbe ya her kesî çêbe. Heger ez bixwazim hinekan bikim dîndar an jî mesela kesek bixwaze min bike sosyalîs, çênabe. Em ji bo ko mafê me hemîyan bistînin li nik êk in. Wek kemalîstan em naxwazin mirovan bikin yek qalibî û em li dijî vê yekê ne.
Pirs: — Gelo tesîreka desthilatdariaya başûrê Kurdistanê dê li hilbijartinên vê derê bibe an no, heke bibe dê bi çi rengî bibe?
Altan Tan:— Ti caran desthilatdariya başûr rastûrast tehsîr li vê derê nekiriye û naxwaze bike jî. Niho desthilatdariya başûr dibêje ew ji kurdên Iraqê mesûl in û ew kurdên dî yên li Surîye, Îran û Tirkiyeyê bila bi xwe biryarên di derheqê xwe de bidin, ya rast jî ev e. Lê helbet kurd hez ji birayên xwe yên kurd dikin û dilê wan nêzîkê êk in.
Li Tirkiyeyê yên ko ji serhildana Mele Mistefa Barzanî heta niho bi rêbaza wî sîyasetê dikin îro di lîsteya me de ne. Bo nimûne rêzdar Şerafettîn Elçî û rêzdar Yûksel Avşar ji wan kesan in. |