DIYARBEKIR, 20/4 2011 — Roja hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyeyê yên 12-ê hezîranê nêzîk dibin. Hevseroka berê ya Partiya Aştî û Demokrasîyê BDP, Gultan Kişanak dibêje ev qonax mîna destpêka damezrandina Komara Tirkiyeyê ya sala 1923-yê ye ji ber piştî van hilbijartinan dê destûreke nû bê danîn û Tirkiye ji nûve bê ava kirin.
Loma ew di wê baweriyê de ye ko kurd divê mîna salên bîstê neyên xapandin û vê derfetê jî ji dest nedin.
Gultan Kişanaka ko li buroya şaxa Diyarbekirê ya BDP-ê ji bo Rûdawê axivî, peyamekê bo serok û siyasetvanên başûrê Kurdistanê rêdike, ew jî ew e ko di hilbijartinan de heger piştevaniya BDP-ê nekin jî bila piştevaniya AKP-ê jî nekin û bêteref bin.
***
Pirs: — Bi baweriya te niha pirsgirêka kurdan li Tirkiye di çi qunaxê de ye?
Gultan Kişanak: — Pirsgirêka kurdî li Tirkiyê di qunaxeke gelek zehmet û aloz de derbaz dibe. Ev sed sal in kurd li Tirkiyê xwediyên tabloyeke geleke dramatîk in. Piştî milmilaneke dirêj, niha dewlet gihiştiye astekê ko hebûna kurdan naskiriye, lê naxwaze ko vê nasandinê bike qalibekî destûrî û yasayî. Kurd îro gihiştine astekê ko êdî ne mumkîne înkara wan bê kirin. Sexteyiya vê qunaxê di wê yekê de ye dema dewlet destûrê dide me ko em cilên kurdî li xwe bikin û bi kurdî baxivin, vêca hin alî ji me re dibêjin binerin dewletê dest ji siyaseta înkarkirinê berdaye, êdî ji vê zêdetir hûn çi dixwazin? Lê ko maf di çarçova destûrê de neyên parastin, wê ti wateyeke van mafan di praktîkê de nebe. Ji bo mînak mafê jiyanê, her kes dizane ko di warê teorîk de her kes xwedî wî mafî ye, lê ev tişt di destûrê de tê nivîsandin, çima? Ji bo ko were garantîkirin. Ji ber ko li her ciyê ko yasa bicih nebe, îmkana behskirina maf jî tune. Loma jî niha kurd milmilanêya guhertina destûrê dikin.
Pirs: — Çi stratejiya we ji bo vê yekê heye?
Gultan Kişanak: — Em milmilaneke firealî didin meşandin. Yekem, em kar ji bo avakirina yekîtiya kurdan dikin. Ev pir giring e, ji ber ko aliyê himberî me hertimî ev yek kiriye hêncet û dibêje ko hemû kurd daxwaza xwendina bi zimanê kurdî nakin. Loma em kar ji bo wê daxwaziyê dikin û lihevcivîna hemû kurdan li ser vê xalê gelekî giring e. Yekîtiya netewî ji yekîtiya siyasî pêknaye, ango ne merce ko em hemû di çarçova yek programa siyasî de bicivin. Dibe ko em hemû derbarê cîhanê de ne xwedî yek dîtin bin û yek boçûn jî bo çareseriyê nebe. Lê em dikarin li ser sê daxwaziyên sereke yên kurdan li hev bikin, ji wan: yekem, dabînkirina nasnameya kurdî di çarçovê yasa û destûrê de. Duyem, garantîkirina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî, sêyem, dabînkirina mafê xwebirêvebirinê (otonomî).
Pirs: — Gelo ev wê pêk were?
Gultan Kişanak: — Belê, kurd bi giştî wan sê xalan rewa dibînin. Em eger îro pirs ji wan kurdên ko dengê xwe didin AKP-ê bikin ka ew xwendina bi zimanê kurdî dixwazin, wê bibêjin çawa em naxwazin, em jixwe bêtir dixwazin. Herwiha piştevaniya mafê otonomiyê jî dikin, lê dema em derbarê çawaniya bicihanîna van tiştan jê dikin, dibêjin bisekinin, bila bi xwe ew maf bidestve bên yan dibêjin hêşta zûye. Loma em giringiyeke zêde didin yekîtiya netewî. Duyem, ji bo bidestanîna wan mafan di destûrê de, em milmilaneke bihêz dikin. Ji ber ko di pêşerojek nêzîk de wê pêwîstiya Tirkiyê bi guhertin û demokratîbûnê hebe, ne tenê ji ber pirsgirêka kurdî, lê bi sedema gelek pirsgirêkên din jî. Bo vê yekê jî destûreke nû bo Tirkiyê tê amade kirin. Vêca di vê çarçoveyê de eger daxwaziyên kurdan di vê qunaxê de di nava destûa nû de neyên bicîkirin, dibe ko em careke din derfetan ji dest bidin.
Heman derfet di salên 1920-an ji kurdên Bakûr re hat, wê demê ko destpêka damezrandina Komara Tirk bû, dewletê fêlbazî li kurdan kir û sozên xwe yên ji bo misogerkirina mafên kurdan cîbicî nekirin. Gelek ji wan meseleyên ko îro gotûbêj li ser nehatiye kirin, di serdema Mistefa Kemal de bi ferehî gotûbêj li ser hatibû kirin. Lê piştî ko bûn xwedî desthilatek mezin, êdî înkara hemû sozên xwe yên ligel kurdan kirin. Niha jî ko Dewleta Tirk dixwaze ji nûve xwe avabike, pêwîste kurd yekîtiya xwe ava bike û nekeve nava heman davên ko salên 1920-an de ketibûyê. Ji bona wê yekê em ê hewl bidin opozisyoneke sivîl a fereh ava bikin, em ê hewl bidin cadê ji bo çalakiyên sivîl bikar bînin. Ji bilî vê yekê ti çekên din li ber destên me tune ne. Ev şêweyekî demokrasiyê ye û mafekî rewa yê opozisyona demokratîk e. Em di heman demê de hewl bidin bi heman şêwe rê li destpêkirina şerê çekdarî jî bigirin. Siyaseta înkarkirina kurdan li Tirkiyê ev 80 sale şer diafirîne, 80 sale kurd dijber derdikevin û ji aliyê dewletê tên kuştin, loma em hewl didin wê milmilanê ne li çiyayan lê li bajaran bidomînin.
Pirs: — Yek ji wan berpirsên kurd ên ko li ser dosyeya KCK tê darizandin, dibêje ev doz pêkhatiye ji qunaxa siyasîkirina PKK-ê. Hûn vê dîtinê çawa dinirxînî?
Gultan Kişanak: — Nexêr, tiştekî wiha rasterast tune. Ew kesên ko îro li ser dosyeya KCK-ê li Tirkiyê tên darizandin, hemûyan bi şêweyekî yasayî karê siyasî kirine. Wan karê siyasî kirine û hewl dane zemîna karê siyasî fereh bikin. Îro bi hezaran tên darizandin ko hejmara wan ji hejmara girtiyên darbeya sala 1980-an bêtir e. Li gor yasaya ko li serdema Hikûmeta AKP-ê derketiye, kesên ko ne endamên PKK-ê ne, lê ji ber ko boçûnên wan nêzîkî yên PKK-ê ne, ew weke endamên wê partiyê tê cezakirin. Ji bo mînak eger di merasîmên Newrozê de kesek hat biçavkirin, ew ê weke endamekî PKK-ê bê darizandin, çima? Ji ber wê bibêjin ew li ser daxwaza PKK-ê beşdarî Newrozê bûye.
Pirs: — Çalakiyên sivîl wê çi bandorê li hilbijartinên parlamenê yên meha Pûşperê bikin?
Gultan Kişanak: — Em hilbijartinan weke derfetêkê dibînin ji bo bihêzkirina wê opozisyona demokrasiyê. Çend opozisyona demokrasî û siyasî bihêz bibe, em ê bêtir bibin xwediyên îmkanên çareserkirina pirsa kurd. Di van hilbijartinan de em ê bêtir daxwaziyên xwe yên siyasî bixin ber guhê gel û piştevaniya wan jê re misoger bikin. Em ê di heman demê de hewl bidin di wan hilbijartinan de grûpeke bihêz li parlamenê ava bikin ji bo ko em bikarin pirsgirêka kurd ji zemîna şer berbi zemîna siyaseta demokratîk bibin.
Pirs: — Hon dikarin wê yekê pêk bînin?
Gultan Kişanak: — Armanca me ew e ko em bi kêmanî 40 kursiyan bidest bixin. Eger zextên zêde li ser me pêkneyînin û dengên me winda nekin, ev yek ne gelekî zehmet e. Di dema hilbijartinên şaredariyan jî me got armanca me 100 şaredarî ne û me gihand 100 şaredariyan. Em ê hewl bidin hejmara dengên xwe li hemû Tirkiyê zêde bikin û bi praktîk rêjeya ji sedî 10 derbas bikin. Em ê hewl bidin encamekê bidest bixin ko ew ji xwe şerm bikin û êdî wê rêjeyê ji holê rakin.
Pirs: — Lêkolerê Tirk Taha Erdem dibêje, eger BDP di van hilbijartinan de weke partiyek beşdar bibe, lê ne wek berendamên serbixwe, ew ê bikare rêjeya ji sedî 10 derbas bike?
Gultan Kişanak: — Belê, ew şîroveya wî gelekî rast e.
Pirs: — Nexwe hon çima weke BDP bi lîste beşdar nabin?
Gultan Kişanak: — Ew lêkolîn û referandûmên ko me pêkanîne, herwiha ew zanyariyên ko ji dost û saziyên demokratîk dighin me, wê yekê îspat dikin ko em dikarin rêjeya ji sedî 10 derbas bikin. Lê em nikarin li ser her sindoqeke dengdanê çavdêrekî deynin ji bo ko dengên me winda nekin, ew ji me re zehmet e, bi taybetî li bajarên mezin ên Tirkiyê. Li bajarên weke Kirşehir û Eskîşehir alîgirên me deng didin me, lê vedîtina çavdêran ko bikarin xwedî li dengên me derkevin, gelekî zor e. Ango pirsgirêkeke me ya teknîkî heye û di vê qunaxê de ew zehmet e. Gumana me ji wê yekê heye ko dema em bi lîste beşdariyê bikin û çavdêrên me kêm bin, êdî dengên me bidizin û me li bin rêjeya ji sedî 10 bihêlin. Eger em bêjin ko pêwîstiya me bi 4 milyon dengan heye, ew dikarin bêjin 100 dengên we kêm in ji bo derbaskirina wê rêjeyê. Loma em naxwazin di vê qunaxa siyasî ya hestiyar de wê rîzîkê bikin.
Pirs: — Li Stenbolê bi tenê çavê we li çend kursiyane?
Gultan Kişanak: — Li gor lêkolînên hevalên me û li gor wan rapirsiyên ko me pêkanîne, ez di wê baweriyê de me ko em dikarin li Stenbolê bi tenê 4 kursiyan bidest bixin. Stenbol li ser sê navçeyan hatiye dabeşkirin, li herdu navçeyên yekem û duyem em ê kursiyekê bidest bixin û li navçeya sêyem, ko berê xenim Sebahet Tuncel kursiyek bidest xistibû, çavê me li du kursiyane, ji ber ko di hilbijartinên şaredariyê de li wê navçeyê me 150 hezar deng bidest xistin. Li Stenbolê her kursiyeke parlamenê pêwîstî bi 75 hezar dengan heye.
Pirs: — Li Îzmîr ko bajarekî mezin e û gelek kurd lê dijîn, hûn dikarin kursiyan bidest bixin?
Gultan Kişanak: — Bê guman, vê carê em ê li Îzmîr, Mêrsîn, Edene û Entabê kursiyan bidest bixin.
Pirs: — Rêberê PKK-ê Abdullah Ocalan ragihandiye ko gotûbêjên li Îmraliyê gihane astekî bilintir û gotûbêj li ser pêngavavêtinên praktîkî tên kirin. Bi baweriya te ew çi pêngav in?
Gultan Kişanak: — Birêz Ocalan dixwaze bi dewletê re protokolekê derbarê du teweran îmze bike. Yekem: tewerê demokrasîbûnê, ango di rêya demokrasîbûnê re çi bê kirin. Duyem: meseleya aştiyê ye, çi tê kirin ji bo bicihbûna aramiyê? Wiha diyare ko ew gotûbêj gihane astekî bilind. Tevî ko heta îro ji aliyê hikûmet û dewletê ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn, lê dîtina min derbarê daxuyaniyên dawiyê yên Ocalan ev e.
Pirs: — Tu di wê baweriyê deyî ko piştî hilbijartinên Pûşperê, PKK wê di meseleya dest ji çekberdanê ti guhertinekê di siyaseta xwe de bike?
Gultan Kişanak: — Di wê derbarê de pir caran PKK-ê ragihandiye: Hûn pêngavan ji bo çareserkirina doza kurd bavêjin, em ji bo destjêberdna ji çekan amade ne. Ev axaftin çendîn caran ji zimanê berpirsên mezin ên PKK-ê dubare bûye. Baweriya me jî bi wê yekê heye, em dixwazin ji bo derxistina rastî û nerastiya wan sozan derfetên bikêrhatî bên pêkanîn. Eger pêngavên demokratîk bên avêtin û PKK pêngavan ji bo çekberdanê neavêje, em ê wê demê helwestê bigirin û rexneyan lê bikin, lê niha ew yek girêdayî wan pêngavên demokratîk e, yên ko pêwîste bên avêtin. Ji ber wê yekê jî piştî hilbijartinan wê çavên hemûyan li destûra ko nû tê amadekirin bin.
Cîbicîkirin û necîbicîkirina mafên kurdan di destûra nû de, wê rola yekalîker bilîze di meseleya destberdana ji çekan. Ji ber ko nabe em wê yekê ji bîr bikin ko beriya damezrandina PKK-ê binpêkirina mafên kurdan bûbû sedema berdewambûna şer û tûndutîjiyê, îro jî bi heman şêwe eger mafên kurdan di destûrê de neyên bicîkirin wê careke din şer dirust bibe, vêca ev şer bi navê PKK-ê be yan bi navekî din be. Ev jî ne tenê ji bo kurdan, lê bo hemû neteweyên dinyayê wiha ye. Her neteweyeka çend milyonî, dema mafên wî bên binpêkirin, wê demê şer û tûndûtîjî dest pê dikin.
Pirs: — Hin kes di wê baweriyê de ne ko eger biryara destberdana ji çekan hat dayîn, pêwîste hêzên PKK-ê demekê li ciyekî weke Mexmûrê bimînin. Dîtina we çi ye?
Gultan Kişanak: — Ez vê yekê rast nabînim, lê pêwîste di serî de bi hezaran siyasetvanên kurd bên azad kirin, rêjeya ji sedî 10 ya beşdariya di hilbijartinan de ji holê rabe, biryara xwendina bi zimanê kurdî bê dayîn. Ev tişt sedema van tengasiyên niha di holê da ne. Eger ew pêngav neyên avêtin, çek jî ji aliyê PKK-ê nayên danîn. Heta niha operasyonên derveyî sînor, girtina birêz Abdullah Ocalan û anîna wî bo Tirkiyê û gelek pêngavên din hatine ceribandin, lê ti ji wan awayan serneketin.
Îro jî eger bi heman şêwe hizra wê yekê bikin ka ewê çawa PKK-ê ji nav bibin, li şûna ko hizra vedîtina rêyekê bikin ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî, wê careke din bê encam bimîne û dawî li vê rewşa qeyranî ya Tirkiyê nayê. Ev rêyeke bê derketine û çareserî çênabe. Di heman demê de li şûna danûstana ligel Qendîl û Mexmûrê, pêwîste gotûbêj ligel Amed be. Di warê demokrasîbûnê de divê pêngavên ron û berbiçav bên avêtin.
Pirs: — Tu prosesa vebûna CHP-ê ya li himber kurdan çawa dibînin?
Gultan Kişanak: — Ez wê yekê weke propagandeya hilbijartinan dibînim, ji ber ko CHP bi tevahî di nava kurdan de reş bûye. Di bajarekî mezin ê weke Amedê de ko bêtirî 2 milyon kesan tê de dijîn, ew partî herî zêde 200 dengan bi dest dixe. Dewlet vê dûrketina CHP-ê ji kurdan weke metirsî dibîne û hewl didin ko CHP careke din hurmeta xwe di nav kurdan de bidest bîne. […] CHP eger bixwaze pirsgirêka kurdî çareser bike, qet ne pêwîste ew pirsa gel bike ka ev pirsgirêk wê çawa bê çareser kirin, ji ber ko CHP ji hemû partiyên bêtir dizane ka bersiva wê pirsê çi ye. CHP eger di maweyê 85 salên borî de fêm nekiribe ka wê çawa pirsgirêka kurdî bê çareser kirin, wê ji niha û pêşde jî qet fêm neke.
Pirs: — Ti peyameke te ji bo herêma Kurdistanê heye?
Gultan Kişanak: — Bi nerîneke dîrokî, kurdên Bakûr û yên beşên din berpirsin ji avakirina yekîtiyeke netewî. Nabe ti kurdekî Bakûrî bêje ez ji kurdên Bakûr berpirsim û peywendiya kurdên Başûr bi min tune. Yan berevajî, bêje ez berpirsê kurdên Başûr im û peywendiya min bi kurdên Bakûr tune. Loma ez di wê baweriyê de me ko sazkirina konferansek netewî û bi kêmî eger li ser hin bingehan jî lihevhatin hebe, ew pir giring û pir buha ye. Ez dizanim ko ev ne karekî hêsane, ji ber ko dewlet dixwazin destê xwe di wî karî werdin, lê di vê qunaxê de dikare di wê semtê de pêngavan bavêje.
Ji aliyekî din em li Tirkiyê berbi hilbijartinên parlamenî diçin, dem demê di nav medya tirkî xebera wê yekê tê belavkirin ko PDK û YNK pişgiriya AKP-ê dikin, yan dibêjin serokekî kurd daxwazê ji kurdên Bakûr dike ko dengên xwe bidin AKP-ê. Ew vê yekê dijî kurdan bikar tînin. Loma em hêvîdar in ko siyasiyên Başûrê Kurdistanê di dema hilbijartinan de, bi kêmî bila bi şêweyekî eşkere peyama wê yekê rabigihînin ko ew alîgiriya ti aliyan nakin, ji ber ko ev yek di hilbijartinên berê de weke kartekê bikar hat. Em nabêjin bila piştevaniya berendamên serbixwe yên partiya BDP-ê bikin, lê em daxwazê ji wan dikin ko bêaliya xwe rabighînin. |