STENBOL, 2/1 2011 — Pirtuka pîroz (Peymana kevn - Ehda etîq) dibêje “di serî de gotin hebû”. Qur’an dibêje ko Xwedê gerdûn bi gotara “kun=bibe” afirandîye. Nuzûla (dahatina) Qur’ana hekîm bi ayeta “Îqra” (bxwîne) destpê kirîye.
Feylesofên bastanî gotine “mirov heyvanê natiq e (diaxive)”. Di nav gotinên pêşîyan de gotarek wek “lîsanek însanek” heye. Evana hemû qedrê ziman, rûmeta gotinê û payebilindîya axaftinê didin xuya kirin. Bi kurtayî, çi esmanî, çi beşerî, hemû çanda mirovahîyê gotinê, axaftinê û zimên wek pîrozîkî dinirxînin.
Ciyawazîya navbera mirov û heywan, wek ziman destnîşan kirîye. Mirov gereke bi kemî yek zimanî zanibe ko di rêza mirovahîyê de bête jimartin. Çend zimanan bizanibî ewqas însan î. Bi îfadeke din, mirov çiqas di warê zimên de pêşde here, mirovahîya wî jî ewqeder pêş de diçe. Mirov ne bi kemiyet, lê belê bi keyfiyet zêde dibe. Çima ko ziman navgîna têgihîştinê ye. Hevfehmkirina mirovan bi navgînîya ziman pêk tê. Mirovekî pirziman, zaf fehma û zor zana ye.
Ko meriv bixwaze ji alîyê ontolojîk li meselê binihêre ev gotinên he rîya meriv rewşen dikin.
Me çima ji refikên bi xubar ev gotinan derxistin û cardin anîn bîra xwe?
Di van rojên dawîyê de li rojeva Tirkîyeyê de qala duzimanîyê tê kirin, lewra. Partîya Aştî û Demoqrasîyê daxuyanîk da ko, ji vir pê de êdî yê du zimanan bi kar bînin. Li ser vê daxuyanîyê jî qiyameta piçûk rabû, çav çavan nabîne. Min jî xwest bi nêrîneke din tevli niqaşê bim, lewma.
Dîmena ko ez dibînim, nakokîke kûr û dûr dîyar dike. Kitêbên esmanî, çanda azmûnîya beşerî û zagona naguhêr ya xwezayî tiştekî dibêjin, rewşenbîr û rayedarên welatê me tiştekî din. Qewlî gotî ve “ez çi dibêjim, tembûra min çi dijene!”
Çanda mirovahîyê bi wî teherî ko min îşaret kir, şikilîye û zihnîyeta rewşenbîrên Tirkîyeyê jî bi wî qaydeyî ko em ji çapemenîyê dibihîzin, dike sîstema gerdûnîyê berevajî bike. Dinê alem dixebitin ko zimanekî zêdetir hîn bin, rewşenbîr, rayedar û sîyasetmedarên welatê me dixebitin ko hevwelatîyên kurd bi zimanekî tenê biaxivin.
Ya rast ko îmkan hebûya yê bigotana qet neaxivin, lê hemd ji Xwedê re hê newêrin ewê bêjin. Dikin rûdavê berepaş bicirînin. Ma çem berepaş dikişe? Em dê bibînin. Em, encamê dizanin, lê ewê jî bizanibin ko zagona xwezayîyê naguhêre.
Li ber zagona xwezayîyê û rastîya gerdûnî halê rewşenbîr û sîyasetmedaran ev e, lê gelo qaremanên mijarê kurd di çi halî de nin?
Aya rastîya wan çawa şikilîye?
Ez di serî de bêjim ko şikir ji Xwedê re, kurd, di vî warî de gorî rastîya gerdûnî dijîn û ji gelek gelên rojhilata navîn jî pêşdetir in. Çima ko kurd hemû wek miletekî bi du ziman in.
Nava hemû gelan de kesên ko ji zimanê dayîka xwe zêdetir zimanan dizanin hene, lê wek gel, wek civak tenê kurd, bi du zimanan dizanin. Mercên sîyasî û civakî ên sedsala bîsta kurd mecbûr kiribin jî, gorî sîstema gerdûnî, ev pêşveçûnek e. Yanî çemê kurdan di cewa xwe de dikişe. Bi qewlekî din, ji xirabîyê qencî derhatîye.
Binihêrin, kurdên Îraqê him kurdî, him erebî dizanin. Kurdên Surîyê, nik kurdîya xwe bi erebî jî dizanin. Kurdên Îranê him kurdî, him farisî û kurdên Tirkîyayê him kurdî, him jî tirkî dizanin. Kurdên Azerbaycanê û yên Ermenistanê jî, cem kurdîya xwe azerikî û ermenîkîyê jî diaxivin. Yanî çawa ko azmûna beşerî destnîşan dike, kurd, ji xwe zêde ne. Mirovahî li mirovahîya xwe zêde kirine.
Ev duzimanîya kurdan dewlemendîke bêbiha ye. Him çanda xwe, ferhenga xwe, hunera xwe, dewlemendîyên, dîrokî, zimanî û civakî yên xwe dizanin, him jî yên cîranên xwe dizanin. Ev dewlemendîke çawa ko me got bêbiha ye, lê belê di asteke potansîyel de ye. Rê nedîtîye ko derkeve asta pratîkê. Heke ko kurd, vê dewlemendîya xwe ya potansîyel derêxin pratîkê, wî çaxî ne ew tenê, cîranên wan jî yê bigihîjin asteke herî bilind.
Ev gencîna kurdewarî, ger di destê ewropîyan de bûya, yê bixebitîyana ka çawa wê dagerînin dewlemendîke civakî. Yê bi hemû alîyan ve binirxandana û jê berjewendîyên bêhemta wergirtana. Yê îmkan bidana kurdan ko navendîya çandî ya xwe pratîze bikin. Bona ko nava van çandan da sentezekî li darxin, yê rîya perwerdebûna bi zimanê zikmakî li wan vekirana. Lê welatên rojhilata navîn, ên ko xwedî hevwelatîyên kurd in, kar dikin ka vê gencîneyê çawa hinekî din jî di axê de dakutin.
Birano! Hon tenê kurdan nafetisînin, paşeroja xwe jî difetisînin. |