Bengi Yildiz: Li Kurdistanê zimanê yekê yê resmî dê kurdî be
» Bengi Yildiz
ENQERE, 12/10 2010 — Cihgirê serokê giştî yê BDP-ê û parlementerê Êlihê Bengî Yildiz got ew amadekiriya çêkirina formula çareseriya pirsgirêka kurdan dikin û got: — Di nava vê sîstemê de kurd dê li Kurdistanê, li Kurdistana Xweser zimanê xwe kurdî wekî zimanê yekê bi kar bînin. Zimanê resmî yê yekê dê kurdî be û zimanê wan yê didoyê jî dê tirkî be.
Li gor ANF-ê Tevgera Perwerdeya Zimanê Kurdî TZP-Kurdî ko kampanyaya perwerdeya zimanê kurdî dabû destpê kirin û di vê kampanyayê de 4 hezar îmze hatibûn kom kirin, piştî ko ew îmza dan Muduryeta Perwerdê ya Netewî, cihgirê serokê gruba BDP-ê û parlementerê Êlihê Bengî Yildiz daxuyaniyek da û got wan jibo çareseriya pirsgirêka kurdan formulek amade kiriye.
Yildiz da diyar kirin ko formulasyona wan “Tirkiyeyeke demokratîk, Kurdistana Xweser” e û wiha axivî:
— Formulasyona ko tevgera me, tekoşîna me jibo çareserkirina pirsgirêka kurdan pêşniyar kirî ev e: ”Tirkiyeyeke demokratîk, Kurdistana Xweser” û tevahiya Tirkiye belavî herêmên xweser bibin. Rayeyên rêveberiya navendî di rêjeyek mezin de belavî herêmên xweser bibin. Şêweyek yê rêveberiya ko gotin û biryar bikevin destê gel û herêman. Di vê sîstemê de jî kurd li Kurdistanê, di Kurdistana Xweser de zimanê xwe weke zimanê yekê dê bi karbînin.
Yildiz gotînên xwe wiha berdewam kir:
— Zimanê yekê dê kurdî be, zimanê didoyê jî dê tirkî be. Yanî dê hem kurdî hem jî tirkî fêrbibin. Pêwîst e em vê bi vî awayî bipejîrînîn. Rast e li tevahiya Tirkiyeyê zimanê fermî tirkî ye lê li gorî me pêwîst e zimanê kurdî jî weke zimanê didoyê bê fêr kirin. Tirkiye divêt erdnîgariya kurdan neke cihê helandinê û dest ji vê siyasetê berde. Waliyê wê kurdî nizane, qeymeqam nizane, emniyeta wê nizane, mamostayê wê nizane û hon dibêjîn ”emê we bi rê ve bibin”. Ewên ko zimanê vî gelî nezanin, ew pirsgirêkên vî gelî jî tênagehin. Ji xwe êdî daxwazeke wekî zimanê zikmakî rewa nikare paşde bidin û nebihîstî bihesibînin
Yildiz got kurd bi awayeke pir zelal daxwaza perwerdeya bi zimanê xwe dikin û got:
— Îro raya giştî ya Tirkiyeyê, rewşenbîrên wê vê pirsgirêkê nîqaş dikin û didin diyar kirin ko perwerdeya bi zimanê zikmakî daxwazeke rewa ye û hiqûqî ye. Rewatî û hiqûqa zagonên wan tuneye, her wiha dan diyarkirin ko pêwîst e rewatiya zagonan jî li gorî van bên guhertin. Kurdan bi destpêkirina dibistanan re zarokên xwe ne şandin dibistanan. Îro jî hevalên me 4 hezar daxwazname dan muduryeta perwerdeya netewî. Kurd dixwazin perwerdeya bi zimanê xwe bibînin. Emê daxwaznameyên xwe bişînin meqamên fermî.