STOCKHOLM, 5/10 2009 — Ev tîpên (herfên) ko min ev nivîs pê nivîsandiye û tu pê vê nivîsê dixwînî heman tîp in yên ko rehmetî Celadet Bedir-Xanî berî zêdetir ji heştê salan ji bo nivîsandina kurdiya kurmancî bi kar anîbûn. Ev tîp kurdî ne çunkî ew dengên kurdî dinimînin û hinek ji wan bi formên xwe di alfabeyên latînî yên ko ji bo nivîsandina zimanine din tên bi kar anîn de nînin.
Her ji serdema Celadet Bedir-Xanî û heta niho, bi hezaran kesan hizir û dîtinên xwe bi rêya van tîpan gihandine xwendevanên xwe û bi sedhezaran kes bê dijwarî û bê asteng di wan fikir û dîtinan gihiştine. Tevî vê jî, carûbaran hinek kes li vir û li wir derdikevin û bi behaneyên lawaz tîpine nepêwîst û neqebûlbar dixin şûna tîpên rehmetî Celadet Bedir-Xanî.
Mirov nikare îdiayê bike ko alfabeya Celadet Bedir-Xanî alfabeyeka mikemel û bêqisûr e. Her ji destpêkê, rehemtî Osman Sebriyî bala Celadet Bedir-Xanî kişandibû ser nebûna tîpan ji bo dengên peqok yên hewadar - wek »p«-ya »pel«-ê -. Dîsan, »h«-ya peyiva »heft«-ê û »x«-ya peyiva »xurbet«-ê dengên destpêker yên van herdu peyivan bi temamî temsîl nakin. Lê, heger ev qisûr bin, qisûrên weha û yên ji wan xerabtir di alfabeyên dî jî de hene.
Nivîskarê îrlandayî George Bernard Shawiyî xwast dijwariya newekheviya navbera bilêvkirin û nivîsandina bêjeyên îngilîzî bi henekekê diyar bike û got ko mirov dikare peyiva »fish« (masî) wek »ghoti« jî binivîse çunkî »gh« di peyiva »rough« (req) de wek /f/ têt bi lêv kirin, »o« di peyiva »women« (gelek jin) de wek /i/ têt bi lêv kirin û »ti« di peyiva »nation« (netewe) de wek /sh/ (ş) têt bi lêv kirin. Di alfabeya erebî de, tîp ji bo vokalan tune ne. Divê mirov rêzimana erebî baş bizane bona ko mirov bêjeyan serrast bi lêv bike. Îngilîz dizanin ko cidîtî di heneka Shawiyî de heye û ereb dizanin ko tîp ji bo vokalên erebî nînin; lê, ne îngilîz ne jî ereb dixwazin destkariyê di alfabe û bêjenivîsînên xwe de bikin ji ber ko van alfabeyan û van formên bêjeyan ciyê xwe girtiye û bûne beşek ji mîrata nivîskî ya îngilîzî û erebî.
Bi baweriya min, alfabeya Celadet Bedir-Xanî jî ciyê xwe di nav xelkê de kiriye û bûye beşek ji nirxên serekî û giring yên terkîb û bizava çandeyî û civakî ya kurdan. Hemû partiyên siyasî yên kurdan, hemû weşanxaneyên kurdan û hemû dezgehên ragihandinê yên kurdan van tîpan di berhemên xwe yên çapkirî û dijîtal de bi kar tînin. Herroj bi sedan û zêdetir nivîsar û e-name bi van tîpan tên nivîsandin. Hersal bi kêmanî 400 pirtûk bi van tîpan tên çap kirin. Hewlên ko tên kirin ji bo guhartina hinek tîpan dê bi ser nekevin çunkî piranî dê wan guhorînan qebûl nekin û kesên ko van hewilan dikin xwe bîlasebeb diwestînin.
Heye ko kesên ko dixwazin hemû tîpên alfabeya Celadet Bedir-Xanî bi kar neînin û hewil didin hinekan ji wan bi tîpine din biguhorin xebatên xwe dixin di çarçoveya peydakirina »alfabeyeka kurdî ya neteweyî« yan jî »hêsankirina prosesa fêrbûnê« de. Kesên ko weha difikirin têkoşîna xwe li ser hizir û dîtinên sist û bêhêz ava dikin. Bo nimûne, Dîlan Roşanî goranîaxêvekê rojhilata Kurdistanê ye û doktorname di warê endazyariya medenî de wergirtiye. Wî di van salên dawiyê de alfabeyek bi navê »The Kurdish unified alphabet« (alfabeya kurdî ya yekgirtî) çê kiriye û hinek berhem pê nivîsandine û di malpera xwe, www.kurdishacademy.org, de belav kirine.
Bê guman, ka çawa heqê rehmetî Celadet Bedir-Xanî hebû ko alfabeyeka esillatînî ji bo nivîsandina kurdiyê bi kar bîne, wisa mafê kesên din jî, wek Dîlan Roşanî, heye ko alfabeyên din pêşniyar bikin. Ferqa di navbera xebata Celadet Bedir-Xanî û bizava alfabeçêkerên nû de ew e ko alfabeya Celadet Bedir-Xanî bersiva pêwîstiyeka acil ya wê serdemê bû û wê alfabeyê zû ciyê xwe di nav kurdan de kir. Lê, ev alfabeya »yekgirtî« karê xwemijûlkirin û wextborandin û xwenasandinê ye. Goranîaxêv û soranîaxêv alfabeya esilerebî di nivîsandinê de bi kar tînin û hîç niyetên wan nînin ko destan ji wê berdin.
Kirmanckîaxêv (zazakîaxêv) alfabeya Celadet Bedir-Xanî di nivîsên xwe de bi kar tînin û qet hewil nedaye destkariyê tê de bikin. Li aliyekê din, alfabeya Celadet Bedir-Xanî ji bo nivîsandina kurdiya soranî û ya goranî jî bi kar têt. Şefîq Qezazî bêjeyên ferhenga xwe ya soranî-îngilîzî Şarezûrê bi wê alfabeyê jî nivîsîne. Tekstên kanalên tv-ê Kurdsat û GKTV-ê wê alfabeyê bi kar tînin. Hejmareka pirtûkên soranî bi wê alfabeyê di sîteya Nefelê, www.nefel.com, de belav bûne.
Herçî alîgirên tevgera »hêsankirinê« ne, ew kêmzêde li rewşa bakurê Kurdistanê difikirin û tesîra zimanê tirkî û alfabeyê wî li ser bikaranîna zimanê kurdî wek faktorekê neçarebar dibînin. Celadet Çelîkerî pirtûkek bi navê »Çend pirsên alfabeya kurdî« bi taybetî li ser meseleya pêwîstiya bikaranîna tîpên tirkî »i« û »ı«-yan li şûna tîpên kurdî »î« û »i«-yan derxist û xwast pê helwêsta kovara Roja Nû û berhemên weşanxaneya Dengê bi rêyên zanistî xurt bike. Tevî ko Roja Nû û Dengê ev helwêsta xwe berdewam nekir û bi gaveka wêrek û jîrane li tîpên Celadet Bedir-Xanî vegeriyan, hinek nivîskar hêj jî wan tîpên alfabeya tirkî ji bo nivîsandina kurdiyê bi kar tînin.
Nivîskarên han nikarin xwe li ber pêlên piraniyê ragirin çunkî alfabeya Celadet Bedir-Xanî bûye sîmboleka neteweyî ji bo kurdan. Osman Sebrî, Ezîz Akreyî û Qanatê Kurdo berhemên xwe bi alfabeya Celadet Bedir-Xanî nivîsandine. Vêca, heger hewil ji bo hêsankariyê bên kirin, divê hewiline wisa bin ka mirov çawa dikare alfabeya Celadet Bedir-Xanî li ber dilê zarokên kurd şîrîn bike û wê wek nîşaneka »kurdbûn«-ê pêşkêşî wan bike ne ka mirov çawa dikare kurdên bakur fêrî alfabeyeka tehmtirkî bike û hêdî hêdî wan ji kurmancînivîsên Sûriye, Îraq, Îran û Soviyeta berê veqetîne.
Mimkin e sebebek ji sedemên bikarneanîna hemû tîpên alfabeya Celadet Bedir-Xanî ji aliyê hinek kesan ve ew be ko tîpên Celadet Bedir-Xanî di warên çapkirin û komputerê de pirsgirêkên teknîkî derdixin. Dîlan Roşanî alfabeya xwe ya »yekgirtî« li ser bingehê standarda ISO-8859-1 ava kiriye. Ev standard ji tîpên latînî yên ko ji bo nivîsandina zimanên Ewropaya rojavayî pêk têt. Herçend tîpên »ç«, »ê«, »î« û »û« di nav vê standardê de hene, Dîlan Roşanî wan di alfabeya xwe de bi kar naîne ji bo ku, bi dîtina wî, kurd bikarin bi hêsanî û bê girift û asteng bi rêya wesîleyên elektronîk bi hevûdu re bidin û bistînin.
Hinek kesan rêya Dîlan Roşanî girtiye û li şûna tîpên Celadet Bedir-Xanî bi behaneya hêsankarîkirina teknîkî tîpine din bi kar tînin. Hewilên ji vî rengî, bi dîtina min, ne pêwîst in. Celadet Bedir-Xanî hem Hawar hem jî Ronahî bi tîpên xwe çap dikirin bê ko behsa aloziyên teknîkî bike. Hemû malperên kurdan yên ko bi tîpên latînî nivîsên xwe belav dikin, tîpên Celadet Bedir-Xanî bê pirsgirêk bi kar tînin û nîşan didin. Tîpên vê alfabeyê hemû di Unicodeyê de hene. Unicode bûye standardeka cîhanî û di hemû sîstemên komputerê yên vê serdemê de têt bi kar anîn û cihê standardên wek ISO-8859-1 jî girtiye. Bi gotineka sadetir, ji aliyê teknîkî ve, hîç pirsgirêk di bikaranîna tîpên Celadet Bedir-Xanî di komputer û internetê de nînin. Heger pirsgirêk peyda bibin jî, qisûr ne di alfabeya Celadet Bedir-Xanî de ye, lê qisûr di teknîkê de ye û çareserkirina pirsgirêkên weha di stoyê pisporên warê teknîkê de ye.
Ji ber ko piranî ji me hez dikin ko ew bin serkêş û destpêker û pûte bi keda yên berî xwe nadin, lewre berhemên pêşiyan bêqîmet dibin û xebatên di warê lêkolînên zanistî, civakî û kulturî de pêş nakevin. Berî em dest bi afirandina alfabeyeka nû bikin, pêşî bila em alfabeya Celadet Bedir-Xanî bikin bingeh îmkanên wê berçav bikin û minaqeşe bikin û paşî bila em li ser guhorîn yan negehorîna wê bifikirin. Tîpên Celadet Bedir-Xanî, bi hemû qisûrên xwe ve, bi awayekê giştî têra nivîsandina kurdiya kurmancî dikin, bê pirsgirêkên mezin û dijwar di komputer û internetê de tên xebitandin û »kurdîniya« xwe bi rêya wan dengên kurdî yên ko lê hatine bar kirin aşkira diyar dikin.
Ya pîwîst ew e mirov zarokên kurdan fêrî van tîpan bike, pê bide hez kirin û hesta wan ya neteweyî pê xurttir bike. Hinêr ew e mirov hewil bide van tîpan ji bo nivîsandina kurdiya soranî û kurdiya goranî jî bi kar bîne û bi qeseker û nivîskarên wan zaravayan bide qebûl kirin. Ne pêwîst e halê hazir mirov wext, hêz û şiyanên xwe di afirandina alfabeyeka kurdî ya latînî ya nû yan jî guhortina tîpên heyî de bimezixîne. |