STENBOL, 11/11 2008 — Rewşenbîrê kurd Umît Firatê ko di medyaya tirkî de gelek caran derdikeve û analîzan li ser PKK-ê û helwêsta dewleta tirkan ya li hemberî miletê kurd dike di hevpeyvîneka eksklusîv de ji Nefelê re dibêje PKK bi emr û daxwazên serekerkaniya dewleta tirkan şerê çekdarî dike û lewra rawestandina şerî jî ne di destê PKK-ê de lê belê di destê mêvanê li Îmraliyê Abdullah Ocalanî û hêzên ko emran li wî dikin de ye.
Umît Firat dibêje “Şer çareserkineke muhtemel dûrtir dike. Lê hin alî hene ko bi vî şerî xwedî dibin, loma pêwîstîya wan bi atmosfera şerî heye. Gava rewşa şerî tune be jî divê ew ji xwe re hincetekê peyda bikin û bi awayekî şertên tevlihevîyekê amade bikin. Ji ber ko ew adana xwe ji wê derê distînin.”
Heta niho medyaya tirkî bi zimanê tirkî gelek hevpeyvîn bi Umît Firatî re kirine û Nefel bi vê hevpeyvînê nêrîn û perspektîvên Umît Firatî raberî xwendevanên kurd dike.
Mustafa Aydoganî ji hevpeyvîneka Neşe Duzelê (Taraf, 27/10 2008) ya digel Umît Firatî hereket kiriye û paşê ev sohbeta dirêj ji bo xwendevanên Nefelê digel wî amade kiriye. Kerem bikin hon û Mustafa Aydogan digel Umît Firatî.
***
Mustafa Aydogan: — Min hevpeyivîna te û Neşe Duzelê xwend. Ez dixwazim di destpêkê de bibêjim ko bi giştî hevpeyivîneke balkêş bû û divê bûbe sedema reaksîyonên cuda û erênî.
Umît Firat: — Belê, li gor gelek kesan, hevpeyivîneke balkêş û biserketî bû. Min ji bo wê jî reaksîyonên cur bi cur wergirtin.
Mustafa Aydogan: — Erê, lê di wê hevpeyivînê de tesbîteke te hebû ko ji nav tevahîya hevpeyivînê bêtir derketibû pêş. Ji qewla hinan pir ”beloq” bû. Ev ”beloqbûn” li nêrînên te yên berê nake. Li gor gelek kesên ko te nas dikin û haya wan ji nivîsên te û minaqeşeyên te yên bernameyên kanalên cuda heye, di nav nêrînên te yên heta niha û wê tesbîtê de dijîtîyek hebû û dîsan li gor yên navbihurî, heger qesda te rast hatibe fahmkirin, divê navê xwedîyê vê tesbîtê ne Umît Firat bûya.
Umît Firat: — Kîjan tesbît? Min bi xwe jî meraq kir, bê min çi gotiye.
Mustafa Aydogan: — Tesbîta te ya ko bûbû sernivîsa hevpeyvînê jî. Te di wê derê de weha gotiye; ”Bê PKKyê êdî aştî nikare pêk bê”.
Umît Firat: — Ha, ew mesele.
Mustafa Aydogan: — Belê, ew mesele. Bi qasî ko em te nas dikin û haya me ji nêrînên te heye, tu weha nedihizirî. Îcar heger te dest ji hizra xwe ya di vî warî de berdabe, ango tiştê ko heta îroj te di vî warî de her gotiye, hatibe guhartin, ev tiştekî normal e, lê hingê divê tu behsa sedemên vê guhartinê bikî.
Umît Firat: — Na, ez îroj jî heman tiştî dibêjim û xwedîyê heman hizrê me. Tu tiştê ko bibe sedema guhartineke weha peyda nebûye, loma ez di vî warî de hê wek berê dihizirim.
Mustafa Aydogan: — Heger nehatibe guhartin, ma hingê tu bawer dikî ko qesda te bi formulasyoneke weha rast hatibe dan, an jî qesda te ji alîyê beşên civakê yên cuda ve rast hatibe fahmkirin? Gava hizra te nehatibe guhartin ez bi xwe, hingê bawer nakim ko mesaja te rast hatibe fahmkirin. Loma heger destûra te hebe, ez dixwazim bipirsim.
Umît Firat: — Kerem bike.
Mustafa Aydogan: — Qesda te bi vê çi bû? Te dixwast ko tu çi bibêjî?
Umît Firat: — Min ji hin hevalên xwe yên din jî bihîst ko di warê dana qesda min de, dibe ko wê formulasyonê bi serê xwe bi tenê têrê nekiribe. Ez dikarim texmîn bikim ko awayê formulasyonê yê weşandî bi hêsanî dikare bibe sedema şaştêgihiştinekê jî. Bi qasî tê bîra min, min li wê derê bi awayekî zelal behsa vê pirsê kiribû. Lê xuya ye ko Neşe Duzelê ew beş nexistiye nav hevpeyivînê. Helbet, Neşe Duzelê ev beş ne ji ber tu nîyeteke xerab, lê qey wek zêdehîyekê dîtiye, ji ber vê yekê, di versîyona hevpeyvîna weşandî de cih nedayê. Ev teqdîra wê ye. Loma baş bû ko te pirsî. Madem pêwîstîyeke weha peyda bûye, li ser min jî ferz e ko ez tesbîta xwe ya navbihurî bêtir îzah bikim û tiştên ko min di vî warî de gotibûn, li vê derê jî bînim zimanî.
Mustafa Aydogan: — Baş e, hingê te çi gotibû?
Umît Firat: — Gava wê ev ji min pirsî, min bi mînakekê dest peyivê kiribû; mînakeke ji Rojhilata Navîn... Heger tê bîra we, demekê nêrînek hebû ko wek encama kultureke 40 salên vê dawîyê peyda bûbû. Wê gavê dihat gotin ko li Rojhilata Navîn bêyî Misirê şer nabe û bêyî Sûrîyeyê jî aştî pêk nayê. Sûrîye ne otorîteyeke Rojhilata Navîn bû û ne jî unsûreke wê ya bivênevê bû. Lê welatekî weha bû ko kengî bixwastaya dikarîbû teşqele derxistaya. Sûrîye welatekî bibela bû. Gava nehatibûya hesabê wê, ileh pevçûnek derdixist. PKK jî tiştekî weha ye. Loma hûn nexwazin jî heger ne bi dilê we be jî li wê derê struktureke weha heye. Min di wê hevpeyivînê de jî behsa teqezîyekê nekiriye.
Mustafa Aydogan: — Te çawa behs kiribû, tu dikarî niha ji me re bibêjî?
Umît Firat: — Min di wê hevpeyivînê de gotibû û piştî pirsa te ez niha jî dubare dikim; em ber bi niqteyekê ve tên ajotin ko êdî bêyî PKKyê aştî dê pêk neyê. Qesda min ev bû. Ev niqteyeke xeternaq e. Heger li wê derê şerek hebe û her roj tabût bên anîn, hûn bixwazin jî nexwazin jî PKK dê li wira hebe. Min di vê maneyê de gotiye û ez dîsan dibêjim. Qesda min bi tenê ev e. Lê ez nabêjim ko navnîşana çareserîyê PKK ye. Ez niha jî pir eşkere dibêjim, li gor min, navnîşana çareserkirina pirsa kurd ne PKK ye. Loma ez nabêjim ko bi hevdu re rûnin û lê binêrin bê hûn ê vê pirsê çawa çareser bikin, zû çareser bikin. Ango ez nabêjim werin bi PKKyê re li hevdu bên.
Mustafa Aydogan: — Lê tu behsa şerî dikî û herweha behsa wê niqteya xeternaq dikî û pê re digihêjî vê tesbîtê.
Umît Firat: — Belê, ez ji wê niqteya xeternak fikaran dikim û dixwazim bala civakê bikişînim ser wê. Hindava ko hinan berê me dayê, ne hindaveke rast e û li gor bawerîya min, heger çareyek jê re neyê peydakirin jî dawîya wê dê ne dawîyeke bixêr be. Wekî din jî ez atmosfera şerî, şerê PKKyê ji bo aştîyê wek xeterekê û ji bo peydakirina hizûra civakê jî wek gefekê dibînim. Heta ko ev neyê qedandin, hûn çi qasî bixwazin tiştên baş bikin jî ew ê her li wê derê hebe û gefan li tiştên we yên baş bixwe. Li wê derê dramek heye, bûyerek heye û heta ko PKK xwedîyê vê hêza xwe be, ne pirsa kurd çareser dibe û ne jî hizûr peyda dibe. Di şertên weha de hûn çi qasî behsa aştîyê bikin jî aştî dê pêk neyê.
Mustafa Aydogan: — Ango heta ev atmosfer hebe, aştî pêk nayê?
Umît Firat: — Na. Heta ev atmosfer hebe û serdest be, aştî qet pêk nayê. Ez dibêjim ko kîjan rêxistin dibe, bila bibe, gava çekdar be û li wê derê hebe, hingê hûn çi bikin jî hûn ê nikaribin aştîyê pêk bînin. Loma ez dibêjim em ber bi deverekê tên ajotin ko êdî bêyî PKKyê aştî dê nebe. Ango ji bo aştîyê divê berê PKK çareser bibe.
Mustafa Aydogan: — Ne xwe, li gor te, divê ev şer bivênevê biqede.
Umît Firat: — Belê. Divê ev şer bivênevê biqede. Ji ber ko di pêwendîyên PKK û dewletê de ev pirs her ko diçe ber bi kangrenbûnê ve diçe. Her ko neheqî li kurdan bê kirin, PKK dê xurttir bibe. Her ko PKK ber bi qelsbûnê ve biçe, dewlet neheqîyan bêtir li kurdan dike, da PKK statuya xwe wenda neke. Loma divê ev şer bê qedandin. Nemaze kurd divê ji bo qedandina vî şerî hewil bidin.
Mustafa Aydogan: — Ango tu nabêjî ko ev pirs bi PKKyê çareser dibe.
Umît Firat: — Na. Ev pirs bi wê çareser nabe.
Mustafa Aydogan: — Lê min gelek caran bihîstiye ko tu dibêjî ko PKK jî encameke pirsa kurd e.
Umît Firat: — Temam, ez dibêjim PKK encamek ji wan encamên pirsa kurd e. Dibe ko niha hinin din jî bi kar tînin, lê çend sal berê min bi xwe ev tesbît kir. Niha êdî gelek kes vî tiştî tîne zimanî. PKK encameke pirsa kurd e, lê ji bo pirsa kurd ne unsûreke bivênevê ye.
Mustafa Aydogan: — Tu jî dizanî ko di vî warî de hizirên cuda hene. Hin hene ko dibêjin, PKK navgîneke dewletê bû û dewletê di salên heftêyî de, bi saya wê midaxeleyî pêvajoya neteweyî û demokratîk kiriye û bi vî awayî hêzên kurdan ên din pasîfîze kirine.
Umît Firat: — Ev weha be jî rastîya tesbîta min ji holê ranabe, berevajîya wê xurttir dibe. Heger pirsa kurd tune bûya, hingê tu kesî nikarîbû PKK damezrandaya. Heger kê ew danîbe, ew meseleyeke din e. Ji qewla hinan, heger Ergenekonê jî ew danîbe, MÎTê jî ew danîbe, kê danîbe bila danîbe, heger pirsa kurd tune bûya, danîna wê jî nedihat rojevê. Ez di vê maneyê de dibêjim ko PKK encameke pirsa kurd e. Pirsa kurd hebû ko ev derket holê. Ev struktur ne jixweber derket meydanê û ne jî bi sîparîşekê hat holê. Ev çawa derket meydanê? Di vî warî de tiştên Ocalan dibêje hene, yên ji alîyê kesên din tên gotin hene, yên di gelek deverên din hatine weşandin hene. Heger mirov bi tenê li ser wan hûr bibe, hingê mirov dikare bibe xwedîyê qenaetekê. Ez bi xwe jî wek gelek kesên hevsalên xwe, guwahê şertên salên 70yî yên civakî û siyasî me û di warê peydabûna PKKyê de, qenaeta xwe ya peydabûyî bi civaka xwe re par ve dikim û hizrên xwe yên li ser vê meseleyê eşkere dibêjim. Lê ez dîsan dubare dikim, heger pirsa kurd tune bûya, ji xwe pêwîstî bi PKKyê çênedibû.
Mustafa Aydogan: — Baş e, hingê PKK encameke çawa ye?
Umît Firat: — Ez dixwazim bersiva te bi nimûneyekê bidim. Gava hûn sermayê bigirin, bi bapêşê bikevin û li xwe ne miqate bin, bi ser de jî hûn tedawîyeke baş nekin û an jî ji niqteyeke ters dest bi tedawîyê bikin, hingê pişika we dikare kul bibe û nexweşîya we bi vî awayî dikare girantir bibe. Bi gotineke din, bapêşa we dikare bibe zatûre û nexweşîya we ya di destpêkê de çareserbar bû, êdî dikare bigihiêje qonaxeke bêhêvî û heta hûn dikarin pê bimirin. Hingê tu kes dê nebêje ko hûn bi bapêşê mirine, lê dê bibêjin hûn bi zatûreyê mirine. A, PKK encameke weha ye.
Mustafa Aydogan: — Tu êdî pêvajoyeke nû dixwazî.
Umît Firat: — Belê, ez pêvajoyeke nû dixwazim. Divê pêvajoyeke nû dest pê bike û di vê pêvajoyê de şer nebe.
Mustafa Aydogan: — Baş e, ma gava PKK dev ji şerî berde, pirsa kurd çareser dibe?
Umît Firat: — Helbet gava PKK dev ji şerê çekdarî berde û çekên xwe daîne, pirsa kurd tavilê çareser nabe. Lê heta ko şer hebe, tu rê jî nayê peydakirin.
Mustafa Aydogan: — Çima? Tu dikarî piçekî din îzah bikî?
Umît Firat: — Bala xwe bidê, şer çareserkirinê nêzîktir nake, berevajîya wê, şer çareserkineke muhtemel dûrtir dike. Lê hin alî hene ko bi vî şerî xwedî dibin, loma pêwîstîya wan bi atmosfereke şerî heye. Gava rewşa şerî tune be jî divê ew ji xwe re hincetekê peyda bikin û bi awayekî şertên tevlihevîyekê amade bikin. Ji ber ko ew adana xwe ji wê derê distînin. Gava şer nemîne, zemîna wan a civakî jî namîne. Şertê îstismarkirina dozê jî namîne. Ji ber ko hingê hiş û hizir dê têkevin dewreyê û fonksîyona xwe ya erênî bilîzin. Loma heta ko ji destê şerperestan tê, şerî gûr dikin û hiş û hizir jî di nav toz û dûmana şerî de bê fonksîyon dibin. Di şertên weha de tu kes guh nade hiş û fikiran.
Mustafa Aydogan: — Hingê ji bo van tiştan divê em çi bikin?
Umît Firat: — Divê em şertin weha amade bikin ko propagandaya şerperestan ya malikxerabker nikaribe guhdaran peyda bike. Divê em toz û dûmana ko ezmanê me girtiye bidin alîyî. Divê em atmosfereke weha peyda bikin ko hiş û fikir karibin fonksîyona xwe tê de bilîzin û me ji şewqa xwe bê par nehêlin. Loma ez vê yekê li her deverê pir eşkere dibêjim; divê mirov berî hertiştî weha bikî ko PKK jî dev ji şerê çekdarî berde.
Mustafa Aydogan: — Tu di nivîseke xwe de ko di 17/7 2005an de di rojnameya Radikalê de hat weşandin, rexneyan li wan kesan digirî ko ji bo rawestandina şerî daxwazê ji PKKyê dikin. Li gor te, PKK ne navnîşana daxwazên weha ye, loma divê navnîşan rast bê tesbîtkirin. Sedema vê yekê çi ye? Tu çima weha dibêjî?
Umît Firat: — Ji ber ko li gor min, PKK ne mixataba daxwaza rawestandina şerî ye û loma ne navnîşana rast e. Min di nivîsa xwe ya navbihurî de jî gotibû, li navnîşana ko navê wê PKK ye, îradeyek nîne ko karibe şerî rawestîne. Ev îrade li deverin din e. Ya rastî, li Îmralîyê ye û li ba yê ko girtîyê Îmralîyê bi ya wan dike û gava hat girtin jî soza xizmetê dabû wan. Loma navnîşana herî rast ew e.
Mustafa Aydogan: — Ango tu dibêjî ko ev îrade ne li serê çîyayan e û ne jî li meydanan e.
Umît Firat: — Erê, ez weha dibêjim. Ji ber ko ev şer bi temamî di bin kontrola serekerkanîya Tirkîyeyê de ye. Serekerkan kengî bixwaze dikare vî şerî rawestîne. Lê xuya ye ko niha naxwaze, loma şerî gûr dike. Lewra gûrkirina şerî jî di destê wan de ye.
» Mustafa Aydogan û Umît Firat
Mustafa Aydogan: — Yanî pêwîstîya artêşê bi dijminekî heye...
Umît Firat: — Belê. Binêre, şerê sar qedîya û piştî wê divê dijminek hebûya ko leşkeran karîbûya pê rola xwe bilîstaya. Hingê di destê wan de PKK hebû û ji bo parastina giranîya leşkeran ya di sîstemê de û domandina statuya heyî, PKK ji wan re bû dermaneke nedîtî. PKKyeke hem kontrolkirî û hem jî dijmin... Bi xêra wê, artêş hê jî di siyasetê de xwedîya roleke mezin e û heta ev pêwendî hebe jî ew kengî bixwazin dê karibin hertim tevlîhevîyê bikin. Gava rola wan a di prosesên biryardanê de qels dibe û nîşanên hin guharînêan xuya dibin, hingê bi çi hincetê be, bila bibe, atmosfereke şerî tê amadekirin. Ew ji şertên weha hez dikin û di şertên weha de dikarin statuya xwe ya tayinker xurt bikin û bidomînin.
Mustafa Aydogan: — Ma tu dibêjî ko leşker bi saya pirsa kurd statuya xwe didomînin?
Umît Firat: — Ji xwe, ev pir eşkere ye. Li gor min, îroj leşker bi saya pirsa kurd dikare statuya xwe bidomîne û îpoteka xwe ya li ser siyasetê xurt bike. Ji ber ko ew dizanin, gava PKK hebe, hingê dê pêwîstî bi wan jî hebe. Hebûna herdu alîyan hevdu xwedî dike. Loma wan heta niha tu carî ne xwastiye ko PKK qels bibe û ne jî şer biqede. Heta ji destê wan tê jî nahêlin. Gava nîşanên qelsbûnê li PKKyê xuya dibin, wê çaxê dewlet zilma xwe zêdetir dike û ev jî atmosferekê peyda dike ko PKK dikare tê de xwedî bibe.
Mustafa Aydogan: — Ma ji ber wê bû ko pêşwazîya serokerkanî bi awayekî aram û bi dilşadî hat kirin, lê ya serokwezîrî bi şer û pevçûn û protestoyan?
Umît Firat: — Ji xwe, ew jî nîşanekê tesbîta min e. Baş bû ko te anî bîra min. Min di çend minasebetên cuda de berê jî gotiye; gava serokwezîrê Tirkîyeyê çû Dîyarbekirê, qiyamet rabû. Protestoyên dijwar hatin organîzekirin. Lê bila bê bîra we, gava serokê artêşa tirk çû Dîyarbekirê, tu kesî ew protesto nekir. Li hember wî, tu nerazîbûn xuya nebû. Ew bi gelek kesan re civîya, hingê jî tu asteng dîyar nebû. Tew li bajarê Wanê, serokê artêşê bêyî ko li tu protestoyan rast bê, li kolanan gerîya, bi wanîyan re sohbet kir. Belkî li Enqereyê jî ew qasî rehet nagere.
Mustafa Aydogan: — Yanî…
Umît Firat: — Yanî divê em li ser vê yekê bifikirin. Gelo çima weha dibe? Sedem çi ye? Heta ko em kurd li tiştên weha nepirsin, newêribin bipirsin, em ê her hêsîrê tirsê bin. Ma qey ne hêja ye ko kurd li ser van bûyerên hanê bi awayekî cidî bifikirin?
Mustafa Aydogan: — Tu dibêjî ji bo qedandina şerî astengên herî mezin...
Umît Firat: — Hêzên ko naxwazin ev şer biqede, astengên herî mezin in. Binêre, Ocalan bi xwe dibêje ko min dê hemû gêrîla bişandana derveyî Tirkîyeyê, lê fermanderek hat Îmralîyê û got ko ev biryar şaş e. Ev îfadeya Ocalanî ye. Jîyanê nîşan da ko li gor fermandarê artêşê yê behskirî hatiye hereketkirin û li ser daxwaza wî, gerîla hemû bo derveyî sînorên bakur nehatine şandin. Ev bi xwe jî nîşana wê ye ko ew planên xwe bi rêya PKKyê û Ocalanî pêk tînin. Lewra herdu di vê maneyê de, temînata leşkeran in. Ji ber wê yekê, ez PKKyê û Ocalanî ji bo aştîyê astengên herî mezin dibînim. Heta ko ew xurt bin, rêya çareserkirina pirsa kurd jî dê girtî be. Divê em tesbîtên xwe bispêrin rastîyan. Ez tesbîta xwe ya di vî warî de jî ji ber van rastîyan dikim. Di salên 70yî de hema hema hemû rêxistinên kurdan digot ko ev pirs dê di dawîyê de bi şerekî çekdarî û bi şidetê çareser bibe. Wê demê, tevî ko di pirsên din de cuda difikirîn jî di pirsa şerê çekdarî de hevbeşîyek hebû. hema hema herkesî digot ev pirs dê bi şerekî çekdar çareser bibe. Dû re, di cîhanê de guhartinên mezin çêbûn. Kurd jî li niqteya berê neman, piştî ew qas salan gelek kurdan jî fahm kir ko mirov bi çekan nikare bigihêje tu deveran. Lê PKKyê dewam kir û şer û şidet domandin û îdîa kir ko ew ê bi vî awayî çareser bike.
Mustafa Aydogan: — Ew niha dixwaze çi çareser bike?
Umît Firat: — Ev pirseke di cih de ye. Ya rastî, niha ew dixwaze çi çareser bike jî ne dîyar e. Gelo ev çareserkirin çi ye? Gelo pirsên tenduristîya Ocalanî ye, xweşkirina şertên girtîyê Îmralîyê ye, azadbûna gelê kurd e, federasyoneke Rojhilata Navîn e, Kurdistana yekbûyî ye, komara demokratîk e, komara konfederal e, çi ye? Tu kes nizane, bê ew çi dixwaze. Tiştekî zelal nîne. Zihnîyeteke protestokar peyda bûye. Girseyeke weha çêbûye ko hema protesto dike. Karê wan ê niha her ew e.
Mustafa Aydogan: — Te got ko hema hema hemû hêzên kurdan, rêxistinên cuda yên salên heftêyî şerên çekdarî diprazt. Ev rast e. Lê hê wê gavê jî û di nirxandinên niha de jî behsa ferqeke bingehî tê kirin ko hemû hêzên kurdan û PKKyê ji hevdu vediqetîne. Di navbera van hêzan de, helbet dijîtî hebûn û car carinan jî dijîtîyên wan bi şer û pevçûnan jî diqedîyan. Tevî wê jî tu rêxistineke kurdan ji derve nehat û hemû rêxistinên din dijmin îlan nekir û ji bo ko wan ji holê rake jî xebateke sîstematîk nemeşand. Lê gava PKK hat, hingê hemû rêxistinên kurdan dijmin îlan kirin û got ko divê ew fîzîkî û îdeolojîkî ji holê bên rakirin. Û ev yek bi awayekî sîstematîk kir bingehê siyaseta xwe. Ma ev ne taybetmendîyeke cuda ye ko wê û hemû rêxistinên kurdan ji hevdu vediqetîne?
Umît Firat: — Rast e. Ocalan di nîvê salên heftêyî de, piştî ko ji AYÖDê (Komeleya Xwendina bilind ya Enqereyê) veqetîya, tevî hin hevalên xwe dest bi danîna strukturên din kir, ango strukturên ko pêwendîyên wan bi kurdan re hebûn... Berê bû UKO (Artêşa Rizgarîya Neteweyî), piştre bû Apoyîtî û dû re jî bû PKK. Hingê hevalên ji grûpên kurdan ên din zêde guh neda wî, ew cidî nestendin, tinazên xwe pê kirin, heta, hin kesan ji wan ew yekî weha zêde biaqil jî nehesiband. Dibe ko di pêşveçûnê de tesîra helwêstên weha jî çêbûbe. Helbet ferqek di navbera wî û mirovên rêxistinên derveyî PKKyê de hebû. Heger mirov bala xwe bidê, mirovên rêxistinên din xwedîyên derbasbûneke hevbeş bûn, ji heman ekolê hatibûn, di heman taxê de, di heman malê de mabûn, di DDKOyê de, di TÎPê de bi hevdu re xebitîbûn. Kurt kurmancî, ji pêvajoyeke hevbeş hatibûn. Lê PKK ne weha bû. Ocalan ne yekî weha bû. Ew ji derve hat. Gava hat jî herkes û rêxistên derveyî xwe dijmin îlan kirin û hat. Berê çeka xwe da yên cuda difikirîn, ew kuştin û hwd... Ev zihnîyeta wî û rêxistina wî bû. Helbet divê mirov vê ferqê tu carî ji bîr neke.
Mustafa Aydogan: — Te got ko Ocalan ji derve hat. Lê hin dibêjin ko ew dihat DDKOyê û di DDKOyê de bû jî.
Umît Firat: — Belê, ez dizanim ko hin weha dibêjin. Bo nimûne, Canîp Yildirim weha dibêje. Rêza min ji Canîp Yildirimî re heye, lê wî di kitêba xwe de gotiye ko Ocalan dihat DDKOyê û nizanim li wê derê çi digotin. Tiştekî weha nîne. Ev ji binî de şaş e. Min ji wî bi xwe re jî got ko li DDKOyê tiştekî weha çênebûye. Ocalan qet nehatiye DDKOyê û di jîyana DDKOyê de tu cihê wî çênebûye. Ocalan di DDKOyê de tune bû.
Mustafa Aydogan: — Lê tu kes li dijî vê derneket. Ocalan jî negot na,
Umît Firat: — Ocalan li hember vêya dengê xwe dernaxe. Ji ber ko ev yek tê hesabê wî jî. Lewra ew di wê demê de di cîhana kurdî de yekî nenas bû. Di derheqê têkilîyên wî yên wê demê de, bo nimûne, gotin û nivîsên A. Ozgurelî hene. Ji alîyê tu kesî ve hê jî nehatine tekzîbkirin. Li gor van gotinan, di dema behskirî de, Ocalan hingê xortek bû û diçû ofîsekê ko girêdanên wê li gel MÎTê hebûn. Lê hingê ne bi DDKOyê re û ne jî bi kurdên li wê derê re tu pêwendîyeke wî tune bû.
Mustafa Aydogan: — Baş e, ez dixwazim tiştekî din bipirsim.
Umît Firat: — Heger destûr hebe, berî ko tu biçî ser pirseke din, ez dixwazim li ser girêdana PKK û Ergenekonê jî çend gotinan bibêjim. Ji ber ko zêde aktuel xuya dike.
Mustafa Aydogan: — Kerem bike.
Umît Firat: — Hertim tê gotin ko ji bo çi doza Ergenekonê heta PKKyê û heta Ocalanî fireh nabe. Ez dibêjim ko mirov dikare ji alîyekî din ve jî lê binêre û bipirse. Tevî ko hin belgeyên îroj derketine di dosyeyên doza Ocalanî de hebûn jî gelo çima ew doz nehat firehkirin? Ew doz hingê çima nebû sedema hin lêpirsînên din û vekirina hin dosyeyên din?
Mustafa Aydogan: — Wê gavê Ocalan dê bi serê xwe bi tenê nehatibûya dadgehkirin, ne weha?
Umît Firat: — Helbet. Loma hêja ye ko mirov li ser dadgehkirina Ocalanî ya bi serê xwe bêtir bifikire. Gelek tiştên ko îroj di Ergenekonê de derketine, di dosyeyên wê dozê de hebûn. Wekî din jî gava hê doza wî dewam dikir, Ocalanî navê parêzgerekî dida û li grûpa wî dipirsî. Ocalanî her li wî û grûpa wî dipirsî. Çima tu kes ji grûpa wî nayê? Çima tu deng ji wan dernakeve? Ka çi bi wan hat?
Mustafa Aydogan: — Grûpa wî behs dikir kîjan bû?
Umît Firat: — Grûpa ko wî behsa wê dikir, MÎT bi xwe bû. Ocalan digot ko generalek hat vê derê, zabitek hat, nûnerê Ecevîtî hat, yê Kivrikogluyî hat. Gelo ew kî bûn? Di van demên dawîyê de jî dibêje; “Ji sala 2002yan û vir de ye tu kes nehatiye, bila bên, tiştin min hene ko divê ez bi wan re bipeyivim.” Qey ev ne personelên wezareta dadê ye. Xuya ye, ev hin kesên din in ko dikarin bi nasnameyên din têkevin wan deveran. Ji alîyê din ve jî em dizanin ko wezîrê dadê nikare têkeve wan deveran, lê ev kes dikarin. Divê mirov bipirse, bê ew kî ne. Pirsin hene ko berî doza Ergenekonê tên hişê mirovî. Belkî encama wê soza Ocalanî ye ko dema çavên xwe vekirin dabû û gotibû; “Ez ji bo xizmetê amade me”. Bla xwe bidê, gelek gundîyên sade ji bo alîkarîyeke piçûk, ji bo dana taseke av hatin dadgehkirin û bi salan di girtîgehan de man. Ango tu dosyeyeke wan nehat veşartin. Lê gava Ocalan hat girtin, zêdeyî 40 dosyeyên mişt belge amade bûn ko hevdudîtin û dîyalogên li gel gelek mirovan jî tê de eşkere bûn. Dosyeyek jî nehat vekirin û Ocalan bi tena serê xwe hat dadgehkirin. Ev yek mirovî bêtir dide fikirandin.
Mustafa Aydogan: — Îcar ez dixwazim vegerim ser awayê reaksîyona kurdan û bikaranîna potansîyela wan. Ma tu bawer dikî ko potansîyela kurdan bi awayekî rasyonel tê bikaranîn?
Umît Firat: — Na. Ez bawer nakim ko daxwazên kurdan ên rewa dê bi van awayan û bi van metodan bên bidestxistin. Divê metodên bi doza me ya rewa re guncandî bên hilbijartin. Li gor min, ev pir giring e. Ji ber vê yekê, ez rexneyan li hin awa û metodan digirim.
Mustafa Aydogan: — Ma ev reaksîyon, civandina girseyan, pêldanên civakî tu tiştekî ji te re nabêjin?
Umît Firat: — Binêre, ez ê tiştekî bibêjim; pêldanên civakî hertim aqlê selîm temsîl nakin. Bo nimûne, ez xwepêşandanên ji bo Qibrisê, girseyên ko alayên sor û spî di destên wan de dadikevin kolanan û dibêjin, “bimre PKK” û “mîtîngên cumhurîyetê” wek temsîla aqlê selîm nanirxînim. Heger bê bîra we, di şertên berî şerê cîhanê yê duyem de girseyan Hîtler jî hilbijartibû. Lê kî dikare bibêje ko wî temsîla aqlê selîm dikir? Ev pêldanên civakî li ba kurdan bi awayekî hê gûrtin çêdibin. Berî hertiştî, pirseke pir heyatî heye. Bi ser de jî potansîyeleke şerê çekdarî jî li pişt e.
Mustafa Aydogan: — Tu dibêjî ko potansîyela kurdan bi awayekî rasyonel nayê bikaranîn. Baş e, divê çawa bê bikaranîn? Divê kurd li dijî zilm û zorê reaksîyonên xwe bi çi awayî nîşan bidin? Pêşnîyaza te çi ye?
Umît Firat: — Tevî hertiştî jî ez aqlê selîm pêşnîyazî kurdan dikim. Divê ew zanibin ko pirsên civakî êdî ne pirsên hundirîn in, bûne pirsên navneteweyî. Çi dibe bila bibe, dîsan jî kurd dikarin bi aqlê selîm û di zemînên legal de, di zemînên ji pevçûn û şerî dûr de, di zemînên dûrî şidetê de, daxwazên xwe bînin zimanî û bi vî awayî baştir bên fahmkirin. Bo nimûne, hûn dixwazin zimanê xwe bi kar bînin. Baş e, ma hûn dizanin, bê mirovên cîhana nûjen çi dibêjin? Ew dibêjin ko heqê we heq e, lê ne şert e ko hûn ji bo vê yekê çekan bi kar bînin. Ez jî weha difikirim. Ji bo xweşkirina rewşa mirovekî girtî, ne pêwîst e ko hûn derkevin serê çîyayan. Ji bo vê yekê dezgehên navneteweyî hene, li Tirkîyeyê hin dezgeh hene, Parlamento heye, hûn parlamenterên xwe hildibijêrin û hwd û hwd... Dibêjin ko nakin. Hûn jî daxwazên xwe bidomînin, ew ê rojekê bê fahmkirin, ew ê we fahm bikin, rojekê, hin dê derkevin ko ew ê we fahm bikin. Hejmara yên weha dê roj bi roj zêdetir bibe. Ez vê ji bo ko mirov li heqê xwe bigere, wek metodekê dibêjim. Ne ko ew ê tiştekî bidin we, lê tiştek heye, heqek heye ko ji we hatiye stendin, nahêlin hûn bi kar bînin. Li vê derê zordarîyek heye, çavsorîyek heye, zordestîyek heye. Hûn nikarin vê zordestîyê bi zordestîyeke din têk bibin.
Mustafa Aydogan: — Ango tu dibêjî ko divê kurd xwedîyên wan tedbîrên fikrî û pratîk bin, da neşibin dijberên xwe.
Umît Firat: — Helbet. Heger hûn ne xwedîyên tedbîrên weha bin, îhtimala ko hûn ê bişibin dijberên xwe dê zêdetir bibe. Wekî din jî tu balans ne di navbera hêzên we û ne jî argûmanên we de heye. Ji alîyê din ve jî hela bifikirin, ma azadîya ko hûn ê di wê rêyê re bi dest bixin dê bibe azadî? Di encamê de, ew tiştê ko hûn jê re dibêjin azadî, dê bibe dîktatorîyeke nû, zordestîyeke nû. Wê çaxê jî serê we dê bi qehremanên we yên hundirîn re têkeve belayê. Ji xwe, peyivek heye ko dibêje; Xwedê me ji qehremanan bistirîne.
Beşê duyem: Kanala kurdî û pirsa şêwirdarîya Umît Firatî |