Carekê min di kitêbekê de xwendibû:
“Serhatiyê meriv çiqas kevnar be, di mejiyê meriv de hewqas şopên kûr dihêle…”
Rast jî wisan e: tiştên ko min di biçûkiya xwe de dîtine, serhatiyê wê gavê îro pir qenc, gelek bi zelalî tên bîra min.. Lê tiştin hene ko dihî, pêr min dîtine; an bihîstine, an jî hatine serê min bi xwe, îro zû bi zû nayên heşê min…
Qey gava meriv zaro be, mejiyê meriv hêj bêtir nerm û taze ye; ji lewra bîrok û serhatiyê meriv bi hêsanî tê de cîh digrin û her ko zeman derbas dibe şopên kûr dihêlin.. Eve yek ji serhatiyê biçûkî:
Bihar, diqediya. Havînê, nih dest pê dikir. Êdin herkes ji germa rojê direviyan; xwe davêtin bin sîha darekê an dîwarekî…
Piştî xwendineke heyş mehan, dibistana me jî deriyê xwe li digirt… Ez, bi xwe pir kêfxweş bûm; heşt meh xwendin, di nav wê girigêç û hay û hûyê de, di nav wan dîwarên teng û tarî de, ne tenê canêmin, rihê, min bi xwe jî bawî bû bû…
Gava mamosteyê me mizgîna belavkirina dibistanê ya havînê da me, ne tenê ez, hemû suxteyên dibistanê mîna çivîkên ji qesefê azad bibin, çirevîtik didan xwe,kumên xwe ber bi ezmanan davêtin û digotin: Her bijî Mamosta! Her bijî Mamosta!… Tenê sê, çar zarokên tiral digiriyan, di sinifa xwe de ma bûn, û li ber mamoste û hevalên xwe rûsar diman: Tirsa dê û bavê wan jî da bû ser dilê wan, bêhemd ji çavê wan hêsir diherikîn. Giyiyê van zarokan hinek kêfa min kêmtir dikir, dilê min bi halê wan dişewitî…
***
Piştî girtina dibistanê qederek derbas bû bû; rind naê bîra min, Xwedê zane mehan an meh û nîvek. Ez û çend hevalê xwe ji ser zinarekî derbasî ser latekê dibûn, kaş bi kaş, newal bi newal li hêlîna çûkan digeriyan; bi saetan ve bi dû çêlikê wan ên nihfirî diketin; me ew digirtin, ew heuwanê bê zar û ziman heta di nav pepikê me de bimiran, me bi wan dilîstin…
Em, carina serqot, carina jî pêxwas digeriyan û ji vî halê xwe bêtir şa dibûn. Kum û sol û cilê me ji me re teng dihatin, bi her hawayî me dixwest em serberst bin…
Çiqas car histiriyê kaşan lingên me diqelaşt, û kelemên wan dar û deviyan lingê me xwin dikirin. Dîsa ne xema me bû. Haya me ji me tune bû; lîsk, serbestî, azadî em semest û serxweş dikirin… Çend caran me ji dê û bavê xwe gotinên tahl dibêhîstin, dîsa me guh nedida wan…
Piştî heşt meh zwendin û ew jiyana zindanî, sê çar mehê havînê serbestî para me bû heqê kesî tune bû me ji vê azadiyê bê par bike.
Rojekê min û sê çar hevalan me gotina xwe kirin yek: emê biçûna Şikefta Bilxêrê, nêçira çêlkewan… Şikeft sê çar saetan ji gundê me dûr bû. Ji ber germa havînê kewan teva çêlikên xwe, xwe davêtin bi sîha vî şikeftê. Di şikeftê de kaniyek jî hebû. Lê şikef ne xalî bû; çihê pîebok, cin û periyan bû. Heta min ji pîrika xwe carekê bîhîst ko Şikefta Bilxêrê paytextê padîşahê cin û periyan e, kes ne wêrî bû here hundirê vê şikedtê.Heta peyayên mezin bi xwe jî taqet ne dikirin. Lê zarotî. Ji bona nêçira çêlkewan, ne cin li bert çavê me xuya bûn ne perî… Ji xwe me dixwest cara ewilî em vî mêraniyê nîşan bidin; di şikefta cin û periyan de nêçira çêlkewan bikin.
Reşo û Remo li ber derç man, ez û Cemo jî ketin hundirê şikeftê; ha li vir, ha li wir me sê çar çêlkew girtin. Ew pir biçûk bûn, nikarî bifiriyan. Di wê gavê de dinya bi qenc û xezînê xwe ve bidana me, em hewqas kêfxweş û dilgeş ne dibûn. Lê em hebekî westiyan; li ber derê şikeftê darek tûê habû, em li bin sîha wê rûniştin, me him xwe rehet dikir, him jî him jî em bi nêçirên xwe şa dibûn… Hingî Cemo tî bû bû; dixwest here hundirê şikeftê avê vexwe, lê bi tenê ne wêrî bû. Min dizanû bû li xwe danîne ji kesî re bibêje: bi min re were hundirê şikeftê, ez ne wêrim bi tenê, ez ne wêrim bi tenê herim. Min, bêguman dizanî bû ewê bi tenê here… Di wê gavê de şeytaniyek hate bîra min. Min xwe ji wan vedizî û ketim hundirê şikeftê. Ne Cemo û ne jî tu hevalan çûyina min a şikeftê ne dîtin. Min di quncikekê de xwe veşart. Min dît Cemo hêdî hêdî, bi tirs lingê xwe davêje û tê. Şikeft tarî bû, hêj av venexwari bû, gava nêzîkî min bû, ji nişka ve, bi dengekî bilind min go: pix…! Pix!
Heyhat!… Cemo, di dilê xwe de got qet cin e, bi tirseke mezin veciniqî û ket erdê; dev û diranê wî ketin hev. Çiqas min deng li kir qet li min venegerand. Bi tenê çend caran çavê xwe vekir û bi tirs li min nêrî. Çavê wî ê kesk di nav tariya şikeftê demîna du cincîqan diçirisîn… Hingê min fam kir ko min qebehetea, an hêj bêtir, gunehekî mezin kir. Ez çûm cem hevalan û min ji wan re got: werin bê çi li Cemo hatiye?
Em her sê çûn cem wî, çiqas me kir ne kir me nikarî bû ew ji cihê wî bilivanda. Ji xwe em giş zarok bûn, em her sê çar jî, heft heşt salî bûn… Hingê dengê bilûrekê ji dûra vehezin hezin dihat. Me dizanî bû xwediyê vê bilûrê şivanek e. Reşo û Remo li ber Cemo man, min xwe li dengê bilûrê girt. Piştî qederekê min xwe gîhand şivên û min serhetiya me ji wê re got. Şivan. Ji dûr ve, merivê Cemo dihat; pezê xwe sipart hevalekî xwe û bi min re hat şikeftê; Cemo li pişta xwe kir û em bi hev re vegeriyan gund. Hij zimanê Cemo ne digeriya, min jî ji fediyan, qebeheta xwe vedişart, heta min ji hevalê xwe re jî rastî ne digot.
Em çawan vedigeriyan gund? Dê û bavê Cemo ewê ji me re çi bigotina. Me ê ji dê û bavê xwe re bigota çi? Çar ne çar em diçûn.
Çîroka me zû li nav gund belav bû. Bavê min, di mal de ez heps kirim. Min bîhîst ko hevalên min jî mîna min heps kirine. Hêj jî zimanê Cemo venebû bû. Her kesî digot: Ciniyê wî şeytanî ye, ne rehmanî ye û gişan, ji dawiya Cemo ditirsiyan, tenê Şêx Sedeqe…
Şûx Sedeqe, bi cin û periyan dizanî bû. Ev kalê rîsipî ko zeman pişta wî xwar kiri bû, bi nav û deng bû… Eslê wî ya ji Mekê bû ya ji Medînê… Min bîhîst ko şêx, ji bavê Cemo re gotiye. ”Heke tu deh zêran (pênc pêşin, pênc paşin) bidî min ezê kurê te rehet bikim…” Bavê Cemo jî qayil bû bû û goti bû “Tu kurê min rehet bike mal û milkê min giş ji te re pêşkêş in…”
Êdîn her kesî hêvî dikir ko şêx ewê Cemo rehet bike… Tenê min bawer ne dikir. Min derd û êşa Cemo ji Şêx bêtir ş çêtr zanê bû…
Gava Cemo birin cen şêx, şêx ez jî xwestim nik xwe, û ji min çend pirs kirin: “Wexta ko Cemo çû şikeftê, cihê ko keti bû xwar, û çiqas nêzîkî qoziya çepê bû, çiqas nêzîkî qoziya rsatê bû??” û bi kêtêba xwe dinêrî û bi qelema xwe a qîjotî li ser kaxetekê çend xêz û nixtik çêdikir ş serê xwe dihejand û digot: “Min fam kir… Min nas kir kîjan cin e… ev cinekî şeytanî ye, jî re dibêjin: polotox…”
Paşê li ser neynûkên dest û lingê Cemo bi qelema xwe tiştin nivîsand û got “Min cin di laşê wî de heps kir, heta ez wî ne kujim, bera nadin, ka ji min re destek şivê ter bînin”.
Xulamê wî Dilo, gurzek şivê hinarê jê re anîn û bi lingê Cemo girt û bilind kir, şêxê wî jî, şiv bi şiv di lingê wî zarokê reban dişkand… Cemoyê ko heta wê gavê zimanê wî ne digeriya qîrîna wî diçû ezmanan. Lê şêx digot “ev ne dengê Cemo ye, hêj zinanê wî girêdayî ye û dest bi lêxistina xwe dikir û digot: Efrît… şeytan… ma tu tu ji destê min bi kû de birevî” û bi zimanê cinan çend pirs li ser dikirin: têmatim… tenatin… şin… şin…
Xwîn ji bin lingê reben diherikî, gava her darek li bin lingê reben diket, tîrên birûskê li dilê min dixist… Min nikarî bû rastî bigota. Ew roj ne bû êvar., Cemoyê reben ji ber darên wî zalimê xedar mir.
***
Ev bû bîst, bîst û çend sal… ev çîrok li serê min qewimiye. Hêj ji bîra min ne çû ye. Ji min re bûye derdek, di hundirê min de bûye girêkek, di dilê min de bûye birînek… birîneke pir kûr. Sal bi sal nêm û kêma wê bêtir, êşa wê zêdetir dibe. Giyanê min ji ber diheje… Gelek caran, Cemo di xewna xwe de dibînim; li hember min melûl melûl disekine û bi gilî û gazin ji min re dibêje, bêbext… bêbext!
A-Zîwan: 28-1-942
-------------------------
© Nivîskar, Nûdem û Nefel |