Gundî di mêvanxana Reşo de rûnişti bûn û daxaftin. Dijmin ji gund bi tenê qonaxekê dûr bû, nixta gundê şadiyan di nêzîk de wê biketa axa bav û kalan.
Herkes diponijî û li çarekê digeriya.
Ezman girtî bû; bandevekê ji reşiya şevê re hîn bêtir tirs dida. Di vê gavê de derî bi şidet vebû; qiralê çiyan, Qoçoyê pola, bi heşt mirovên xwe ve ket hundir. Cilên wan şil bûn; av di tivingên wan re dihate xwar. Gundiyan gişan dan ber qîran: “Polayê kurd, sergevazê çiyayên Kurdistanê fermo!”
Lê Qoço rûnenişt, di nîvê odê da ma û wek serdarekî bi dengekî xurt û gur gote wan: “Gundîno! ev panzde sal in ko ez gunehan dikim. Xelkê dikujim. Xerabiyê dikim. Stranên min di van rêlên rojnedîtî de hatin gotin, lê ji dihî vir da ji devê ti kesî dernakevin. Belkî ji bo me hemiyan, ev şev, li ser axa welêt şeva me a dawiyê be. Ji bo avêtina gunehên xwe ji ser xwe min sond xwariye ko dijmin ji welêt derêxim”.
Sorahiya rivîna agirê êzingan di tifikê de li dîwaran dihejiyan. Pola li dora xwe dinêrî. Çavên wî diçirisîn. Çil gundî tevde rabûn û gotin: “ Em jî sond dixwin, em jî bi te re ne, pilingê kurd!”
Di wê gavê de, ji nişkê ve derî vebû, jinikeke zirav, narîn û şîrîn, wek pelekî dara bişengê li ber bayî, ket hundir û got:
“Ez jî bi te re me, ez jî mêrê Pola!”
Gundiyan gişan bi dengekî weke ken kir qîr:
“Gula qehpik! Gula bê namûs!”
*
Gulê ji gund bû. Berî çend salan bavê wê bi zor ew da bû yekî. Gulê rojekê mêrê xwe kuşti bû, keti bû pê Qoço û li serê çiyan pê re digeriya. Gundiyan bi çavekî ne baş lê dinêrîn, her gav jê re dijûn dikirin û deriyên xwe her gav lê digirtin. Ji tirsa Qoço ne bûya belkî ew dikuştin. Lê, ne tehqîra gundiyan, ne jî tajanga Qoço ji Gulê re ev rê ne dida berdan. Gava Qoço ew dida ber tajanga, Gulê digot: “Li min xe pilingê min! Li min xe! heya destê te biweste! Tu jîna min î! Ez goriya te me. Bê te ez nabim!”
Di çiyan de bi Qoço re ger, di şikeftan de raketin, di berfê de qufulîn, jê re bextiyariyeke mezin bû.
*
Wê şevê Gulê dîsa digirî, lê îcar ne ji êşa tajangiya Qoço ve ko wek marekî xwe li bejna wê a zirav dipêçand. Xew, qet ne diket çavên wê. Dijmin dê biketa welêt… Rojên geşî ji bo wan ne diman. Her tişt dibû xeyal. Dengê topên dijmin gelek nîzîk dihatin bihîstin… Çiyayên Qoço ên serbest diketin destê dijmin… Jina gund a pîs li ser vî halî bi girîn difikirîn. Li çara xelas bûnê digeriya. Divî bû ko gundê xwe, welatê xwe, çiyayê xwe û serbestiya pilingê xwe”Pola” ji dijmin biparêze. Ji nişkê ve rabû. Tiştek hati bû bîra wê. Xencereke bi şiv girt. Ji şikeftê derket. Riya aliyê dijmin girt û winda bû.
*
Qoço, bi çil gundiyên xort û mêrxas ve li pêş dijmin kemîn girti bûn. Hingûra şevê bû. Li ser çiyayê bilind, nîvreş heyveke sor bi dilekî şikestî hêdî, hêdî hildihat. Dengê topan hati bû birîn. Pola çavên xwe li ser çiyayên xwe; li ser warên xwe gerand û bi keser li wan nêrî:
Wî sond xwari bû; gunehên xwe yên pazde salan wê bi destê xwe rakirina, ne hişta ko dijmin derbasî tixûbên welêt bibe…
Di dilê wî ê pola de agirê serbestiyê pêketi bû. Wî tu caran wek wê şevê hej kuştin û helanîna tola xwe ne kiri bû.
Demekê, Gulê hat bîra wî. Wî hej vê jinikê dikir. Li dora xwe nêrî; li Gula xwe ya ko wek sihekê jê ne dibû ne dît.
Di wê gavê de nêrevanekî wan got: “Bala xwe bidin! ji aliyê dijmin yek tê.”
Siha ko xweya dikir bê tirs û telaş dihat. Dengekî şikên wan rakirin: “Ev Gula qehpik e!”
Gundiyekî din got: “Qehpikê em xistine xefkê! Tifingê berdê, Pola! Ew rêberiya dijmin dike!”
Qoço rûyê xwe tirş kiri bû; birihên wî lê gijgijîn, kûr li pêş xwe dinêrî. Wî jî gotinên gundiyan rast didîtin.
Gulê li cem dijmin çi dikir? Ne xwe cihê wan şanî dijmin kiri bû… qehpitî kiri bû.
Qoço di bin ronahiya heyva sor re tifinga xwe dirêjî Gulê kir û got:
— Ha ji te re, Gulê! Berî dijmin berika pêşîn para te be…
Berikê wek qîrekê tariya şevê çirand û armanca xwe a zirav wek çarşeveke hevrîşim raxiste erdê.
Piştre Qoço rabû ser xwe û ji gundiyan re got:
— Zû bin hevalino! Em ê nixta dijmin bigirin!
Çûn. Lê dijmin bê liberxwedan revîn. Kurd ketin asêgehê; her der vala bû. Bi tenê di odekê de tiştekî ecêb dîtin. Serê zabitê dijmin ji laşê wî hati bû birîn û mezel bi xwîn bû. Li ser nivînê xencereke bi xwîn diçirisî.
*
Qoço xencer rakir; wî ev xencer dabû Gulê? Di kulma zêbit a guvaştî de gurzek porên Gulê ên zer pêl dida.
Qoço kulmikên xwe gez kirin û wî pilingê ko çiya dihejandin ji bo cara pêşîn girî û gote gundiyan:
— We bi min gunehê paşîn da kirin, ji Gula qehpik re me qehpetî kir!
Bi dengekî têrêş, têrpoşmanî û têrbirîn gotina xwe a paşîn kir:
— Gulê! Te deynê xwe da, te gunehên xwe rakirin! Niho dora min e, Gulê! Gula min a zer!
Bi xencera xwîndar wek bayekî ji odê derket, berê xwe da dijmin û nema xweya kir.
-----------------
Serkanî: Hawar, hej. 29, Hezîran 1941
-------------------------
© Nivîskar, Nûdem û Nefel |